|
Destpêk:
Roj înê 25.12.2006’an, bo bas li ser hindek pirsên girîng weke biryara 1737’an
ya Konseya Ewlekarî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, rewşa mafê mirovan li Îranê
û herwiha li ser rewş û bûyerên vê dawiyê yên hundirê PDK Îranê bi beşdariya
ragihandinên giştî yên partiyê, konferanseke çapemeniyê ji bo rêzdar Mistefa
Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê pêk hat. Nûnerên ew ragihandinên ku beşdarî
Konferansê bûn, pêkhatîbûn ji: Rojnameya KURDISTAN, Teleîzyona “TISHK” ,
Rojnameya Agirî, Radyo Dengê Kurdistana Îranê, Kovarên “LAWAN”, “JINAN” û “BÎRÎ
XWÎNDKAR”.
Birêz hicrî di bersiva pirsên nûçegihanên medya û çapemeniyên partiyê de bi ronî
û berfirehî bal kişande ser sedem û encamên biryara Konseya Ewlekarî ya RNY’ê
derbarê bernameya Etomî ya hikûmeta Îslamî ya Îranê, binpêkirina mafên mirovan
di Îranê de û her wiha cudabûn û veqetiyana hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyan ji
refên PD Îranê û bas ji hewl û cehdên xwe û rêberiya hilbijartî ya Kongireya
Sêzdehem ji bo parastina hekrefiya partiyê kir. Li vir em bi hev re deqa
konferansê bi kurmancî bixwînin:
“TISHK TV”: Kekê Mistefa, her wekî hûn haydar in, îro di Rojhilata Navîn de
komek pirsên siyasî di rojevê de ne, weke rapora “Baker – Hamiltoon” û li Îranê
jî hilbijartinên Gund û Bajaran û Meclîsa Xîbreganê. Lê mijara ku van rojane di
rojeva medyayên giştî û rojnameyan de ye û tê baskirin, biryara 1737’an ya
Konseya Ewlekarî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li ser Îranê ye. Pirsa min eva
ye: Hûn wekî Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, girîngiya vê biryarê bi çi awayî
dibînin?
M. Hicrî:
Gelek spas. Ez jî kêfxweş im ku di koma we nûçegihanên medya û ragihandinên
giştî yên PDK Îranê de beşdar im. Bona vê yekê ku we di vê midehê de pir zehmet
kişandiye û herdem mandî dibin, nemaze di vê heyamê de kar û zehmet û kedeke zaf
ketiye ser milê we, spas û mandînebûnê ji we dikim. Ez bawer im ku niha deerfeke
gelek jî baş e, di wan rojane de em li bere berê du cejnan de ne. Yekem Cejna
Qurbanê ya pîroz ku ji bo misilmanan cejneke girîn ya olî ye. Bi vê boneyê, ez
pîrozbahiyê ji hemû Misilmanên cîhanê, nemaze xûşk û birayên me yên Kurd ên
Misilman li Kurdistana Îranê û hemû parçeyên din yên Kurdistanê de dikim. Boneya
duyem sersala nû ye. Nûbûna sala Mesîhî ye, bi vê hincetê û herwiha bi boneya
Kirîsmes ku cejneke olî ya Mesîhîyan e, pîrozbahiyê dikim ji hemû Mesîhiyên
cîhanê û bi taybetî Mesîhiyên Îranê û yên ku niştecihên Kurdistanê ne.
Derheq pirsa we de, rast e di vê heyamê de biryarên girîng derketin holê, hem li
dor herêmê û hem li dor Îranê ve. Lê hûn bi xwe dizanin ku her yek ji wan
hewcehî bi şîrovekirin û dahûrandineke kûr û demeke gelek zaf jî heye ku renge
me li vir derfet nebe ku yek yek basa wan bikin û biçine ser bersivên vê
pirsiyara we û hemû babatean şîrove bikin. Lê renge ya ji hemûyan girîngtir
derheq me Kurdên Îranê, biryara 1737’an ya Konseya Ewlekarî ya NY’ê der barê
doza projeyên Etomî yên Îranê ye. Bi baweriya min ew biryare zêdetir ji vê çendê
ku di warê rêveberiyê ve girîng be, di warê tund û tûjiyê de girîng e, di warê
siysî ve pir girîng e, ji ber ku em hemû baş dizanin ku aliyê kêm di dema yek
sala borî de, Komara Îslamî ya Îranê bona vê yekê ku nakokî û dubendiyê bixe
navbera endamên Konseya Ewlekarî ya NY’ê, bona vê çendê hewil da ku dubendî û
dijheviyê bixe navbera ew dewletên ku ew proje amade dikir ku bibin bo Konseya
Ewlekriyê, weke welatên Îngilîstan, Fransa û Almanyayê û her wiha Çîn û Rûsyayê.
Di vê derbarê de gelek caran jî zîrekane û hişyarane kar dikir, lê aqibet,
encama wê bû eva ku ew welatên ku proje pêşkêş dikirin, karîn pirojeya han bi
“cerh û tedîl” û detêwerdan û nermkirinê bikin bi projeyek ku hemû li ser de sax
bûneve û wekî me dît di Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de di dengdaneke
giştî de biryar li ser hat girtin. Ez bawer im eva ji bo Komara Îslamî ya Îranê
pirseke gelek girîng û balkêş e û her wiha ji bo Konseya Ewlekarî ya Neteweyên
Yekbûyî. Di derheq pirsa Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de, ez bi taybetî
di vê derbarê de bi girîn dizanim ku ew yê gihîştine vê bawer û qenaetê ku
armancên Komara Îslamî ya Îranê ji bo domandina pirojeya xwe ya Etomî berevajî
vê çendê ye ku îdea dike, doz ne kar û xebatên xizmetkirinê ne, belkî
bidestxistina çekên Etomî ye û niha cîhan yê gihîştiye vê baweriyê ku heke
Komara Îslamî a Îranê bibe xwediyê çekên Etomî, dikare çiqas xeterê ji bo dinya
û aştiyê li herêmê bi taybetî zêde bike. Lewra ew gihîştine vê baweriyê ku divêt
berlêgirtina domandina vê projeyê bihê kirin. Eva pirseke gelek girîng e ku
civatê biryar li ser de daye.
Ji bilî vana bêguman ev perojeya cezakirinê weke ku Neteweyên Yekbûyî bi xwe jî
bas dike, destpêka gavan e. Konseya Ewlekariyê du mehan wext ji Komara Îslamî re
dayiye ku di nava van du heyvane de karkirin li ser pirojeya xwe ya Etomî
rawestîne, heke wî karî neke, bêguman ew dê cezayên tund û tûjtir li ser Komara
Îslamî ya Îranê bimeşînin.
“KURDISTAN”: Ehmedînejad ji bo nîşandana dijkiryaran li hember vê biryara
Konseya Ewlekariyê de, ew biryare gelek bi bênirx zaniye û gotiye ku biryara han
nikare tu bandorekê li ser biryara hikûmeta Îranê ji bo domadina beranmeyên
Etomî yên wî welatî danê, Hûn ew gotinên wan çawa dinirxînin?
M. Hicrî:
Ez bawer im di vê gotinê de Ehmedînejad rast dibêje, ji ber ku bidestxistina
çekên Etomî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê di bin pêşvebirin vê projeyê de ew
hinde ji bo hikûmeta Îslamî ya Îranê girîng e û ew qas pêwîst û aliyê heyatî bi
xwe ve girtiye ku hikûmeta Îslamî ya Îranê amade ye hemû cezayekê – gelek ji ya
niha giran û dijwartir – tab bike û bipejirîne, bona vê çendê ku bi armancên xwe
bigihîje û Komara Îslamî ya Îranê her bi vî awayî ku we qala wê kir, Ehmedînejad
weke nûnerê hikûmetê îlan kiriye, ew dê wê projeyê di vê derheqê de bidomînin.
Doz eva ye ku ji bo Komara Îslamî ya Îranê, bidestxistina çekên Etomî bona vê
yekê ku xelkê Îranê pê asûde û rihet be û xizmetên bi xelkê Îranê ser û ber be,
xebatên wan ne ji bo vê yekê ne, belkî tenê ji bo parastina hebûna Komara Îslamî
ya Îranê ye. Eva pirseke gelek girîng e û em dikarin encamê her ji van gotinane
werbigirin. Ji bilî vana, em hemû Komara Îslamî ya Îranê baş nas dikin, Komara
Îslamî tenê ew deng û birayan bi rast û durist dizane ku ji bo xwe li ser wan
sax dibe, ew rêz û hurmetekê bo dengê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Konseya
Ewlekarî ya NY’ê nadanên. Lewra pirs ji bo wan di vê çarçoveyê de girîng e ku
divêt bigihîjin armnca xwe, divêt qise û gotina xwe pêşve bibin û gelek caran jî
em dibînin ku ew di hemû caran de xwe bi serkevtî dizanin. Heke di bîra we de
be, demekê ku di şerê Îranê û Îraqê de, Komara Îslamî ya Îranê bi tevahî rastî
têkçûnê hat û di encama vê têkçûnê de Xomeynî her wekî bi xwe jî îlan kir, hazir
bû bi pejirandina qirara Rêxistina Neteweyên Yekbûyî cam (kas)a jehrê vexwe.
Serbarê gişt van tiştane, Komara Îslamî her ji wê demê were heya niha berdewam
radigehîne û dibêje ku em di şer de serekevtî bûn. Lewra ye ku ji bo Komara
Îslamî ya Îranê doza serkvtin û têkçûnan, tenê di çarçoveya biryarên xwe de qut
dibe û ewa ku wan bi xwe bawerî pê heye, neku ewa ku çi tiştek dê bi qazanc û çi
bi zirar û ziyana xelkê û her wiha çi dê ji bo qazanc û zirara deverê xilas
bibe.
Rayo Dengê Kurdistana Îranê: Hûn weke Serkreterê Giştî yê PDK Îranê encama wan
biryar û karane çawa dinirxînin?
M. Hicrî:
Ez bawer im, me li gorî wan ceribîn û nasyariya ku ji Komara Îslamî ya Îranê
heye û wekî di pirsa berê de jî min bersiv da, Komara Îslamî ya Îranê bêy baldan
bi biryara Konseya Ewlekariyê, bernameya xwe dibe pêşê û çunkî ji dinyayê re jî
girîng e û cîhan jî yê gihîştiye vê bawerî û qenaetê ku Komara Îslamî ya Îranê
nabe çeka Etomî bidest bixe. Ew jî li ser biryara xwe biîsrar in û gav bi gav ew
cezayên ku li ser Komara Îslamî ya Îranê tên dayîn, dê tund û dijwartir bikin.
Bi raya min aqibet encama vê çendê dê bigihîje vê radeyê ku Komara Îslamî ya
Îranê di vê derbarê de ji ber ew cezayên ku li ser wan tê dayîn, dê ew qas jar û
lawaz bibe ku ev yeka bi xwe dê bibe sedema vê çendê ku Komara Îslamî ya Îranê
bihiloşe yan aliyê kêm dê bibe yek ji fakterên girîng yên hilweşîna Komara
Îslamî ya Îranê. Eva encamek e ku ez ji bo domkirina vê prosesê ku Komara Îslamî
ya Îranê dest pê kiriye û didomîne, mêze dikim.
“Bîrî Xwîndkar”: Em dibînin ku bi sedema di holê de bûna pirojeya Etomî ya
Îranê, binpêkirina mafê mirovan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve di raya giştî
de kêmreng û bênirx bûye. Dîtina cenabê we di derheq vê pirsê de çi ye?
M. Hicrî:
Ewa ku we qala wê kir, pirseke girîng e û mixabin rast e, ji ber ku ewa ku heta
niha ji welatên cîhanê û Neteweyên Yekbûyî re girîng bûye, pirsa pirojeya Etomî
ya Komara Îslamî ya Îranê ye. Bi vê sedem û delîla ku min qala wê kir, Komara
Îslamî dixwaze çeka Etomî bidest bixe, lê di pêxema vê pirsê de, ewa ku pêwendî
bi binpêkirina mafên mirovan di Îranê de heye, nemaze mafê neteweyên Îranê û yek
ji wan neteweya Kurd, binpêkirina mafên jinan, rojnamevanan û hemû çîn û texên
ku di Îranê de niştecih in, di rastî de hatine jibîrkirin. Yan heke di vê
derheqê de hin biryar hatibin dayîn, biryarên hewce nebûn. Di heyamê 28 sal
desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de heya niha em şahîdê vê yekê ne ku
dehan caran ji aliyê navendên mafê mirovan ve Komara Îslamî ya Îranê hatiye
mehkûmkirin û niha di rêza yek ji wan dewletan de ye ku di cîhanê de zêdetir ji
tev welatan mafên miroavn bipê dike, lê ji ber ku ew biryar ne xurt û hewce bûn
û Komara Îslamî ya Îranê mecbûr nabûye ku wan biparêze û birêve bibe, lewra guh
ji wan re nedaye û binpêkirina mafên mirovan di Îranê de ne tenê tu guhertineke
erênî bi ser de nehatiye, belkî pir tund û dijwartir bûye û eva pirsek e ku hemû
cîhan îtirafê pê dike. Min jêve ye, heke civaka navneteweyî nehê ser ê baweriyê
ku ji ber binpêkirina mafên mirovan di Îranê de biryarên pêwîst nehên dayîn û
Komara Îslamî ya Îranê nehê neçarkirin ku mafên mirovan di Îranê de biparêze,
pirsa çeka Etomî û projeyên din yên Komara Îslamî li dijî aştî û mirovahiyê ne û
doza çekên tevkuj tîne holê, ew rejîm nahê guhertin, ji ber ku ewa ku wan
pirojeyan tîne holê, di rastî de bawerînebûna Komara Îslamî bi mafên mirovan e.
Lewra ye, ez bawer im heke civaka navneteweyî li ser vê baweriyê be ku Komara
Îslamî ya Îranê dê guhertin bi ser de bihên – ku em bawer in ev hikûmete nikare
guhertinan bi ser xwe de bîne – û divêt wê demê di pêş vê çendê ku pirsa çeka
Etomî di Îranê de yan pirojeya Etomî ya wî welatî bixin bi zêrevanî û kontrola
xwe û berevaniyê jê bikin, divêt fikreke micid ji bo vê yekê bikin ku Komara
Îslamî ya Îranê neçar bikin, mafên mirovan berçav bigire, biparêze, çunkî
pirojeya çeka Etomî di mêjiyê Komara Îslamî de ye ku tu bawerî bi mafên mirovan,
azadî û demokrasiyê nîn e.
Agirî: Zêdetir ji sê heftiyan bi ser cudabûna hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyan li
refa xebata PDK Îranê derbas dibe. Wan di daxuyanî û hevpeyvînên xwe de bi
awayekî yekalî hemû şaşî û pirsgirêkan dixin ser milê PDK Îranê û di vê navberê
de xwe weke bêguneh û bêxeta û bêçewtî nîşan dane. Kekê Mistefa ji kerema xwe re
bibêje ku ev arîşe û pirsgirêkene ku niha çê bûne, çi ne û ji kuderê dest pê
kirine?
M. Hicrî:
Heke we dîroka PDK Îranê xwendibe – ku bêguman we xwendiye – hûn dizanin ku PDK
Îranê di çi merheleyekê de bê pirsgirêkên hundirîn nebûye, renge parek ji wan
vegere ser vê rastiyê ku di nava PDK Îranê de pêka demokratîkbûna partiyê, bîr û
ramanên cuda û derikandina wan ya azad û serebst hebûye, lewra di her qonaxekê
de ji endamên rêberiyê yan endamên bedeneya partiyê re îzin û rê hebûye ku dîtin
û ramanên xwe bînin ziman. Di wan raderbirînane de pir caran hebûye ku nakokî û
hijheviya nêrînan peyda bûye û dijberiya dîtin û nêrînan demekê ku zaf bûne,
gihîştiye cudabûn û veqetiyanê. Eva ku niha qewimî ye, di rasî de wê jî têkilî
bi derbasbûyî ve heye, ne tiştek e ku niha hatibe afirandin yan piştî Kongreya
Sêzdehem hatibe holê yan afirîbe, belkî rih û rîşalên wê vedigere ser Kongireyên
10, 11 û 12’an. Lê di Kongireya 13’ehem de çaxekê ev pirse kete berbiçav û bêtir
girîngî peyda kir ku piştî birêvebirina kongireyeke demokratîk ku ew hevalên ku
nih cuda bûne, bi xwe jî tê de beşdar bûn, di pêşkêşkirina hemû bernameyan de
pişikdar bûn, xebatên Kongirê meşiyan, tu pirsgrêkek tê de nebû, lê demekê ku
mesele gihîşte hilbijartinê û encama hilbijartinê bû sedem l çendê ku hindek ji
hevalan ku xwe bi heqdar dizanî û di dem 3 kongireyên berê de di desthilatê û
rêberiya partiyê de bûn, dengê hitbara nûnerên kongreyê bi wan nehate dayîn. Eva
weke wê yekê hate berçav ku mafeke mezin yê wan hatiye xwerin û binpêkirin. Wan
her li wir dest da dijberîkirin, karnekirin, nefîkirin û înkarkirina xebat û
tekoşîna partiyê, bêhurmetî û bêîtibarkirina rêberiya partiyê û heya ku encama
wê gihîşte vê xalê ku we qal wê kir. Ez dixwazim bi kurtî ji we re bibêjim ku
bingeha vê pirsgirêkê ji bilî vê yekê ku hejmarek kesan ji bo bidestxisitna
desthilata xwe ya berê nerehet bûn û nedikarîn taba wî dengê demokratîk bikin ku
nûnerên bedeneya partiyê di kongireya 13’an de ji wan re dabû, tu tişteke dinê
nebû, ew pirsgirêk kete berçav û mezin û berfireh bû û gihîşte vê rewşê ku me
tevan dît û hewcehî bi baskirina wê nake.
“TISHK
TV”: Kekê Mistefa, ew çend kes ji Kadro û Pêşmergeyên berê bi vî awayî
piropagendeyan dikin ku konferansên berî kongireya 13’hem bi awayekî nepenî kar
ji bo hatiye kirin û çend kes hatine nav kongireya 13’hem ku ser bi baska kêmanî
bûne. Cenabê we jî Sekreterê hilbijartî yê kongireya 13’hem in ku ji aliyê
rêberiyekê ve hatine hilbijartin ku kongirê ew hilbijartiye. Hûn di vê derheqê
de çi dibêjin?
Ez li ser vê baweriyê me ku ew
tiştên ku tên gotin parek ji wan piropagendeyan in û çi girîngiyek tune ye.
Girîngtirîn sedem ji bo wê pirsgirêkê ewa ye ku ew kesên ku nerazî ne, wê demê
piraniya rêberiya partiyê di destê wan de bû, sekreterê partiyê ji wê baskê bû,
konferansên kongireya 13’hem jî di bin çavdêriya wan de birêve çûn, piraniya wan
kesên ku komîteya amadekar ya kongirê bûn, ji aliyê wan ve hatibûn diyarîkirin,
ew biryarên ku berî kongireya 13’hem di Komîteya Navendî de ji bo diyarîkirina
çawaniya birêveçûna konferansan, li ser nêrîn û daxwaza wan hatibû cîbicîkirin,
ger wiha bû, tu pirseke nepenî di holê de nebûye. Di bin çavdêriya wan de
nûnerên bedeneya partiyê hatine hilbijartin û di kongirê de beşdarî kirine. Ji
bilî vê hindê, piştî ku di kongirê de Komîteya amadekar, rapora xwe pêşkêş kir,
tu kesekê rexne çi nebûn, meşrûiyet û rewatiya kongirê ji aliyê hemû endaman û
bi taybetî ji aliyê wan kesan ve ku li dawiyê nerazî bûn, hatiye erêkirin, di
komîsyona şikayetan de ku bi rexneyên wan kesan re diçe ku doz vekiribin, heta
yek şikayet jî ji aliyê Kadro û Pêşmergeyên partiyê ve negihîştiye destê wê
komîsyonê û min jê ve ye ku di dîroka Partiya Demokrat de ew konferansên ku ji
bo vê kongireyê hatin lidarxistin, yek ji demokratîktirîn konferansan bûne ku
hatine lidarxistin. Erê gelo heke ew hevalene bi rastî raya wan ewa ye ku bi
nepenî kar hatiye kirin yan ew tiştên din ku di wê derheqê de bas dikin, çima di
dema xwe de şikayeta xwe nedane heyeta pêregihîştin bi şikayetan? Çima di
demekê ku komîteya amadekar ya kongirê, rapora konferansan di kongirê de pêşkêş
dikir û hemû beşdaran destên xwe bilindkirin û rewatiya kongirê erê dikirin, wê
demê çima kesek ji wan derheq karê konferansan rexne negirt? Lewra pirs bi tu
awayekê wiha nine, belku her wekî min got pirsgirêk ewa ye ku encamên kongirê ew
hevalane aciz û nerihet kirine.
Ji bilî wana , pirsên din di vê
derheqê de hene ku haşa lê nahêkirin. Di demekê de ku karê wan hevalane gihîşte
lome û namenivîsîn û tiştên wiha, me daxwaz ji wan kir ku niha du salên me maye
bo kongireya 14’ê, kerem bikin hûn kar bikin û di kongireya 14’ê de, heke
kongirê deng ji we re da û hûn bûne piranî, yan deng ji herkeseke din re da, em
weke miroveke demokrat dê peyrewê lê bikin(qebûl bikin) û di bin rênimayî û
rêberiya hilbijartî ya wê kongirê de dê kar bikin. Heta pirseke din jî hate holê
ku ez hez dikim li vir îşarê pê bikim. Hevaleke hevbeş yê min û Ebdula
Hesenzade, nameyek ji bo me her duyan nivîsand, pêşniyarek wiha kiriye û dibêje
ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê dema diyarîkirî ya navbera niha hetanî
kongireya 14’ê bikin bi du beş, beşek ji wê bila nîviya wê ew hevrêyene kar
bikin, li cihê rexnegirtin û gaznideyan û karnekirinê, nîviya duyem ya demê jî
were pêşxistin û kongire bihê lidarxistin. Min ew pêşniyare qebûl kir, roja din
min birêz Ebdula Hesenzade gazî kir, min jê re got ku pêşniyareke wiha ji aliyê
wî hevalê me ve ku gihîştiye cenabê te jî, ez ji bo wê pêşniyarê amade me ku
careke din kongirê lidar bixim, ew aciz bû û got ku em kongirê nagirin, heke em
kongirê lidar bixin, niha jî hûn dê bibine piranî, çunku ji niha ve kongire
hatiye amadekirin. Min ji wî re got ku em dikarin Komîteya hevbeş ji bo pêkanîna
konferansan diyarî bikin, ji her du aliyên piranî û kêmanî, li gor hinek rêbaz û
qanûnan ku em dê diyarî bikin, li gor wan qanûnane em dê konferansan lidarbixin
û kongirê diyarî bikin, lê ew neçû bin wî barî de jî. Merema min ewa nine ku ew
tevî Kongireyekê berbirû bûn ku nûnerên wê bi awayeke nepenî hatibûn
diyarîkirin, na bi tu awayekê pirs ne ewa ye, belku wan baş dizanîn ku di
şêwazeke demokratîk de ku kar tê ser dengdanê, dengê azad, ew nikarin dengan
bidestvebînin, çunku ew baş dizanin heke di Komîteya Navendî de 6 kes ji 22
kesan bûn, di bedenê de gelek ji vê hindê kêmtir bûn, wan baş dizanî ku heke
kongireyeke din were lidarxistin, dîsan rewşa wan here dê wiha be. Lewra xwe ji
kongirê û dengê xelk diparastin û dixwestin bi awayê lihevhatinê heyet were
pêkanîn û ew di wê rêyê de desthilatê bidestvebînin. Ewa pirsa bingehîn bû.
Lawan: Kekê Mistefa ew taqima ku
cuda bûye, çawa dixwestin organên hilbijartî ji holê rakin û xwe desthilatê
bidestve bigirin?
Derheq wê hindê gelek tişt hene û
ez dikarim bala we bikişînim ser wan û ji bo raya giştî kifş û ron bikim. Renge
baştirîn pirs li wir nameyek be ku wan hevalane di bervara
07.05.1385(27.07.2006)’an de, di bin navê, “Ji bo hevalên birêz Sekreterê Giştî
û Piraniya Komîteya Navendî” ji Komîteya Navendî re pêşkêş kirine. Di wê
nameyê de li pey destpêkê, hinek pêşniyar anîne holê ku ewa bi xwe nîşaneya wê
dozê ye ku min îşare pê kir. Li serweyî hemû tiştekê daxwazê dikin ku heyeta
hevbeş were pêkanîn. Bo mînak, ez dê çend xalan ji we re bixwînim: “Weke di
destpêkê de hate gotin, li heyama du salên borî de bi sedan kes hatine
cezakirin, hatine teşwîqkirin, ji wan re pile hatiye dan yan standin, hatine
veguhastin û hetanî ketine girtîxaneyê, heke hêcetek jî bo wan hatibe çêkirin,
sedema sereke biyava baskî(alîbûnê) bûye. Lewra em daxwaz dikin ku hemû ew
biryare bihên ragirtin, heyeteka hevbeş...! “Edî li wir pirsa organên partiyê û
qanûn û biryar tu buhayek nine, heta ew qanûn, biryar û ayînnameyên ku di dema
desthilata wan de hatine pesendkirin, dibêje: “Heyeteka hevbeş û weke hev! Ji
baska xwedî desthilat û opozîsyon were pêkanîn ku pêdeçûnekê ji hemû wan biryar
û ayînnameyan re bike û ewên ku bi baş nezane, hilweşîne”.
Piştre dîsan wiha dibêje: “Heyeteka
hevbeş! Were pêkanîn ku li ser veguhastin, sexerbirin, teşwîq, dana pileyan, jê
standina pileyan û her cure cezadanekê biryaran bide”. Binêrin edî li wir
meseleya yasa û biryaran û hwd... tune ye, heyeta hevbeş jî tê pêkanîn, ew
heyeta hevbeş kar û baran birêve dibe, êdî hewcehî bi Komîteya Navendî û kongirê
tune ye. Ji bilî vana, di nameyeke din ku her di pêvajoya wan bas û diyalogan
de, ew birayane ji bo me nivîsandiye, bas ji wê hindê dikin ku em wekî rêberiya
partiyê qebûl bikin ku heyeteke hevbeş bihê pêkanîn, pêdeçûnê bi şikayetan re
bike, lêpirsînê derheq wan bike, encama wê ji bo Deftera Siyasî bîne, çunku
Deftera Siyasî di navbera du civînên Komîteya Navendî de, kar û barên partiyê
birêve dibe. Lê ew naxwazin ku ew pirsgirêke di Deftera Siyasî de bihê
çareserkirin. Di bersiva nameyekê de ku nivîsandine, di bersivê de wiha dibêjin,
di xala şeşê de dibêjin: “Ewa ku berî çareserkirinê pirsgirêk, bê vê çendê ku
lihevhatinek çê bibe, ji bo Deftera Siyasî bihên şandin, dozê aloztir dike û em
wê napejirînin”. Yanî ji bo wan giring ewa ye ku nabe Deftera Siyasî û Komîteya
Navendî li ser wan pirsgirêkane biryarê bide û bigihîje encamekê. Ji bilî wê,
nameyeke din li bal me ye ku dema me pilînoma wê dawiyê girt, me tê de daxwaz ji
wan hevrêyane kir ku em hemû beşdariyê di pilînomê de bikin, di pilînomê de ew
pirsên ku cihê nîqaş û baskirinê ya her aliyekê be bas bikin, yek ji giringtirîn
pirsan, ew dijberiya hizr û rayan li ser pirsan e ku em dê li civîna Komîteya
Navendî de bas bikin, rê çareyekê di Komîteya Navendî de derheq wê pirsê peyda
bikin û Komîteya Navendî ji Deftera Siyasî raspêre ku li şûn rêçareyekê bigere û
wê pirsgirêkê çareser bike. Lê wan ji bo wê meremê ew nameye nivîsandine, berî
hemû tiştekê dibêjin ku pilînom nehê lidarxistin, lê dibêjin: “Heke ew tikaya me
nehê pejirandin,(yanî heke em pilînomê lidar bixin), em bi eşkere radigehînin
ku di wê pilînomê de beşdar nabin û her biryarek jî li derheq arîşe û
pirsgirêkên hundirîn yên partiyê di wê pilînomê de bihên girtin, em bi fermî nas
nakin û red dikin”. Balê bidin, hetanî çi qasekê dijberiyê tevî Komîteya Navendî
dikin, berî ku Komîteya Navendî biryarekê li derheq wê dozê bide, ew dibêjin ku
em napejirînin. Ewa di demekê de ye ku wan daxwaz dikir ku aliyên din li derveyî
Partiya Demokrat di çareserkirina wan pirsgirêkan de maytêkirinê bikin, lê rê û
iznê nadin Komîteya Navendî ku hilbijartiya demokratîk a nûnerên partî û
bedeneya partiyê ye û berpirsiyariya wê ewa ye, di wan pirsgirêkane de çareser
bike. Lewra merema wan ewa bû ku divêt Komîteya Navendî û Deftera Siyasî ku di
Kongireya 13’hem de hatiye hilbijartin, kêrhatîbûn û desthilata xwe ji dest bide
û ew disthilate bi awayê heyet ji wan re bihê dan, ji bo wê merema ku ew li şûn
de diçin û ew jî desthilat e. Hewsela wan jî tune ku rawestin hetanî kongire
were lidarxistin û ew bikevin ber dengê xelkê, bona wê hindê ku xelk wan
hilbijêre yan nehilbijêre, lewra ew rêçareyên nêzîk pêşniyar dikin.
Radyo Dengê Kurdistana Îranê:
Her weke hûn bi xwe haydar in, ew taqima cudabûyî ji PDK Îranê, roja
07.05.1385(27.07.2006)’an, di nameyekê de ji bo Sekreterê Giştî û Komîteya
Navendî ya partiyê şandibûn û daxwazên xwe di 20 xalan de nivîsandibûn û ew 20
xalene di malperên Înternetê de jî hatin belavkirin. Pirsyara min ewa ye ku gelo
di wan 20 xalan de, xaleke ciyê pesend û pejirandinê nebû?
Na, di wan xalên ku wan pêşkêş
kiribûn, hejmarek ji daxwazên wan hêjayî bas û nîqaşê bûn, me ew xalên ku ciyê
pesendê bûn û me dikarî gotûbêjan li ser bikin û rêçareyan jê re peyda bikin, me
wekî rêberiya partiyê bi dîqet û sebrê bersiva wan da û pejirand. Lewra em
dibînin di nameyekê de ku pêkhatibû ji 17 xalan û di wan 17 xalane de beşeke zaf
ji 20 xalên wan tê de hatibû cî kirin, me pêşkêşî wan kir û me amadebûna xwe ji
bo bas li ser wan îlan kir, lê her di destpêkê de bo min eşkere bû ku ew kesên
ew nameye darêtibûn, bi taybet du biryarderên sereke, birêzan Hesen Restigar û
Ebdula Hesenzade, wan biryara xwe ji bo cudabûn ji partiyê girtibû. Lewra ew
erêkirina ku rêberiya partiyê tevî daxwazên wan kir, ciyê razîbûna wan nebû û
mihane û hêcetên din dianîn holê.
Bîrî xwendekran: Kekê Mistefa!
Gelo we çawa dizanî ku ew hejmare ji Kadro û Pêşmergeyan biryara cudabûnê
girtine?
Wekî ku min ji wer re got, pirs ne
ya Kadro û Pêşmergeyan e, belku weke ku min îşare bi navê du kes ji wan kir, eva
ew bûn ku biryar girtibûn ku cuda bin. Ji bo wê sebeb û delîl zaf in, yekem ewa
ye ku heke hûn balê bidin bi rêzkirin û destpêka wan 20 xalan, dibînin ku
pêkhatiye ji komek buxtannameyan ku ew didin rêberiya partiyê û heke ew rast
bin, di rastiyê de ew rêberiye ji bo hevkarîkirinê nabe, lewra wan ku ew pirsene
anîn holê, ji bo wê hindê ew xalene bas kirine ku nîşan bidin ew rêberiye bo
gotûbêjan nabe û dê cuda bibin. Ji bilî wana di pêvajoya kar de dibînin ku
hejmarek ji dilsozên wî baskî dema ku ji merema biryarderên wê pirojê haydar
bûn, ji wan cuda bûn. Em dibînin ku birêz Elî Mêhrperwer ku endamê Deftera
Siyasî bû, tevî wan bû, hay ji merema gemar ya wan bû, ji wan cuda bû, piştre
kekê Luqman Mêhfer ku endamê Komîteya Navendî ye, tevî wan bû, ji wan cuda bû û
di wê dawiyê de hejmarek din ji kesên bibandor yên wî alî tûşî şik û gumanan bûn
û di civînên wan de beşdar nedibûn û gelek ji wan nerazî bûn. Ewa ji aliyekê, ji
aliyekî din, wan biraderane her li wê dema ku pirs ji bo dîtina rêçareyekê tevî
piraniya partiyê dianîn rojevê, biryara xwe ya ji bo cudakirina beşan girtibûn.
Bo mînak ez dê erzî we bikim, her di wê derheqê de Yekîtiya Ciwanan cuda kirin.
Ji bilî wê, Komîteyên partiyê yên li derveyî welat ku ser bi wan bûn, civînên
hevbeş yên partiyê bi cî hiştin, ji xwe re girûp pêk anîn ku kar û barên xwe
birêve dibirin û bi vî awayî, bi eşkere pirsa cudabûnê dianîn holê ku bêguman
ew rênimayîyane di navenda rêberiya wan de dihatin kirin û wan ew karene
dikirin. Vêca ew doze gelek ron û eşkere bû ku wan dixwest ku cuda bin, bi
taybet ewa demekê xuya bû ku erêkirina 17 xalên rêberiya partiyê bi wan gihîşt,
dema ewa gihîşt destê wan, dîtin ku nêzîk lihevhatinê dibin, xwestek û daxwazên
wan tevî bersivên erênî berbirû ne, vê carê nişkêve çend xalên pêş şert anîne
holê ku digotin divêt ew pêşmercene bihên pejirandin. 3 xalên pêşmerc! Min di
civînekê de ku tevî birêz Hesenzade hebû, tevî wî û heyeta rêberiya partiyê ku
tevî wan civîn hebû, min ji wan re got ku hemû xal, hemû xwestek û daxwazek ku
ewan heye hêjayî bas û nîqaşê ne, divêt gengeşe li ser wan were kirin, çunku min
dizanî ku ew hêcetan digirin û napejirînin. Min ji birêz Hesenzade re jî got,
heke we xalên din jî hene, em dê li ser wan jî gotûbêjan bikin, lê nabe te
pêşmerc hebin, pêşmerc rêznegirtin û heqaretkirina bi Komîteya Navendî ye.
Heqeretkirin û bêrêziya aliyê dinê ye û ew qebûl nakin. Çima pêşmerc? Heke te
armncek heye, xalek heye, meremek heye ku divêt bihê cîbicîkirin, bila ew tevî
wan xalên ku tên baskirin, bihê holê û rê ji bo pejirandin û cî bi cî kirina wê
bihê dîtin. Lê ew biîsrar bû ku divêt pêşmerc hebe. Heta min pê xweş e ku ewê
erzî we bikim ku pirsa diyalog û gengeşeyan, hetanî zêdetir dom dikir, zaftir
dirêj dibû, pareke zêdetir ji hevalên aliyê din ku ew dibêjin kêmanî bûn, nerazî
dibûn, hay ji wê pirsgirêkê dibûn, lewra em dibînin ku bilez cudabûn tê
îlankirin, bona wê çendê ku ew hevalên ku li wî alî biryarder bûn, êdî xelk xwe
li hember şola kirî bibînin, çunku her niha jî hejmareke zaf ji wan kesên ku
tevî wan in, çi wekî Kadro û Pêşmerge û çi di asta serê de, derheq wê rewşê
nerazî ne.
Kurdistan: Kekê Mistefa! başe heke wan hevrêyane hez dikirin cuda bibin, bo her
di destpêkê de wiha ev kar nekirin?
Li rastî de dema ku bi nivîskî 20
xalên xwe dan, ez bawer bûm ku ew çavnihêrê vê çendê bûn ku piraniya rêberiya
Partiyê jî bi nivîskî bersiva wan bide û pirsgirêkê mandel bike, ev jî êdî vê
yekê bikin mihane û di rastî de karê xwe bi dawî bînin, lê bi xweşî ve
rêberayetiya PDK Îranê û piraniya vê zaf bi hûrî û berpirsiyarane mijarê re
tevgeriyan. Ew li cihê nivîsîna bersivê, tevî wan ketin bas û dan û standinê,
jê re ragihandin ku em amadeyî gotûbêjê ne li ser gotinên xwe. Mijarek bû ku ew
neçar bi pêkanîna heyetê dikirin ji bo ku li ser xalên daxwazkirî yên xwe
biaxivin.
Nedikarîn ku mijara gotûbêjê ku ji
aliyê piraniyê ve hatibû daxwazkirin, mandel bikin. Gotûbêj dest pê bûn, hêdî
hêdî pêşve çûn û di rastî de cudabûna wan paş xist. Eva beşek bû, beşa din jî
eva bû ku ez li ser vê baweriyê me ku piştevaniya ku diba ji bo cudabûnê ji wan
hatiba kirin, hêşta negihîştibû qonaxa dawiyê, diviya ku hindekê hatiba
paşxistin û eva jî pirsek bû ku bi xwe jî amade bûn qasekê bidomînin. Lê her
weke ku min di bersiva pirsiyara pêştir de got, dema ku biryarderên vê pirojeyê
hest bi vê hindê kirin ku paşxistina wê ya zêdetir nahê pejirandin û dê bi
zirara wan xilas bibe, eva bû ku me li nişkê de daxuyaniya veqetiyana wan ji PDK
Îranê dît.
“TISHK TV”: Birêz Hicrî, li dema
xwe de çend kesên veqetiyayî, dema ku roja 07.05.1385(27.07.2006)’an, nameyek ji
Deftera Siyasî re şandin û li ser malperên Înternetê belavkirin, nivîsîbûn:
“Mifah wernegirtin li raya giştî û xwe bê minet zanîn li bîr û şêwra hevrêyan û
heta zaf caran endamên payebilind ên rêberayetiyê jî ...”. Di vê derheqê de tu
çi dibêjî?
Merema wan ji raya giştî tenê raya
wan e, raya wan kesan ku di kongireyê de nehatine hilbijartin. Raya giştî, pitir
ji vê çiye? Komîteyeke Navendî ku bi dengê demokratîk ê hezaran kes ji endamên
partiyê hatiye hilbijartin û her yek ji endamên rêberayetiyê bi awayê rasterast
yan ne rasterast nûneriya sedan endamên partiyê dikin ku deng dayîne wan, bo vê
çendê ye ku pirsgirêkan bixin ber bas. Raya giştî bi vê menayê ye, ne weke ew
hez dikim heyetek ji çend kesên ridînsipî pêk were ku li ser pirsên partiyê bas
bikin. Îca bi hizra wan pirs û raya giştî, raya wan bi xwe ye, ne raya xelkê
din, ji ber ku tu car bawerî bi bîr û rayên xelkê din tune bûne. Heke bawerî bi
xelkê û raya giştî heban, di sîstemeke demokratîk de tu rayeke giştî
demokratîktir û heqtir li dengê nûnerên hilbijartî yên xelkê nine.
Agirî: Kekê Mistefa, taqima
cudabûyî ji PDK Îranê, Komîteya Navendî ya hilbijartiya Kongireya 13’hemîn a
partiyê, ne demokratîk dihesibînin û dibêjin ku mafê kêmaniyê naparêzin, gotina
cenabê te di vê derheqê de çiye?
Pirsiyareke hêja ye, ji ber ku raya
giştî û demokrasî ji bîr û rayên piraniyê, helbet bi li berçavgirtina mafê
kêmaniyê, pêk tê. Lê dîrok belgeyên balkêş nîşanî me dide, yek ji belgeyên han
axavtina birêz Hesenzade ye li dema ku di desthilatê de bû, piştî kongireya
10’hem û piranî jî li pişta wî bûn, çawa li wir de basa demokrasiyê, piranî û
kêmaniyê dike, niha jî piştî kongireya 13’hem ku ne li desthilatê de ye, çawa
basê jê dike. Di kasetekê de ku niha li ber dest de ye û vê dawiyê jî li ser
Înternetê hatiye belavkirin, piştî kongireya 10’hem, di civîneke giştî li holeke
Deftera Siyasî de tevî komek ji endamên PDK Îranê û Rêberayetiaya Şoreşgir ku
heta wê demê jî tevlî PDK Îranê ne bibûn, basek tê pêş, ji xelkê re tê axavtin,
min pê xweş e ku raya Mamosta(Hesenzade) ji we re bêjim ku di kasetê de tê
bihîstin. Mamosta di bersiva hevrêyên din nemaze birêz Celîl Gadanî de ku wê
demê serkirdayetiya Rêberiya Şoreşgir dikir, wiha diaxive: “Lê dijberiya bîr û
rayan tevî milmilanê û bi wî alî û vî alî kêşandinê de ferq heye” tiştek ku niha
bi xwe dikin.
Dijberiya bîr û rayan di kongireya
10’hem de di navbera me de hebû, ji ber wê çendê jî hin bîr û ra pêşketin ku
renge bi dilê min û zaf kesên din nebin. Lê eva êdî tenê pîvaneke pejirandîyî ye
di cîhanê de, divêt were berçavgirtin, tu çare jî jê nahê kirin. Hemû kes
nikarin li ser mijarekê lihev bên, nabe her kes bikişîne aliyekê, ji ber ku tê
sepandin, çare çiye? Tê gotin raya piraniyê çi bû, eva ci bi cî tê kirin”.
Her li doma gotinên xwe de dibêje:
“Dibêjim we, min pê xweş e li gor usûlan, partiyê(PDK Îranê) izn daba her di
roja piştî kongirê de xelk bîr û rayên xwe bîne ziman. Lê rayên xwe gotiba, neku
bêhurmetiyê bike, ne li bin biryaran derbikeve û ne biryarên partiyê bibe derve.
Dîsan tevî pejirandina vê yekê jî me tu rêyek tune ye ji kêmaniyê re, ji bilî
birêvebirina biryarên piraniyê”.
Niha gotinên birêz Hesenzade ku di
dema desthilatê de kirine, rê nîşanî kêmaniyê dide, mêze bikin tevî gotinên wê
demê ku di desthilatê de namîne. Wan rastiyan didin kifşê ku gotinên han ne
tiştekin xêncî wê çendê ku kesên ku wan tiştan dibêjin, qet baweriya wan bi
demokrasiyê re tu ne ye. Demekê demokrasî cem wan girîng e ku bi xwe xwediyê
desthilatê ne, xelk deng dide wan û wan hildibijêrin. Lê demekê ku gel rexnê jê
bigire, hizr û ramana wan qebûl nebe, wê demê demokrasî dikeve ber hemû cure
şiroveyan ku bi xwe dixwazin bikar bînin.
Min pê xweş e tişteke din ku li ber
destê min de ye bas bikim. Di namayekê de ku birêz Hesenzade, piştî civînekê
aniye ber bas(Mamosta li ser daxwaza xwe civîn ji xelkê re girt, lê di civînê
de parek ji Kadro û Pêşmergeyan rabibûn û rê ji raya Mamosta girtibûn û rexne jê
girtibûn, Mamosta bi qasekê li rexnegirtinê nerihet bû ku roja paştir ev nameye
ji Deftera Siyasî re nivîsî bû). Dibêje: “Di pêwendî tevî civîna duh de ku min
daxwaz kiribû bigirim, hin tişt gihîştin guhê min, bê vê çendê ku dahûrînim, min
pê xweş e di nameyê de pêşkêşê we bikim. Îro şûn de her civînek ku ji bo
baskirinê li ser pirsgirêkên hundirîn ên partiyê birêve diçin, her kes birêve
dibe, ez tê de beşdar nabim”. Bo beşdar nabe? Ji ber ku rexne jê tên girtin,
çimku gel bi awayeke demokratîk elimiye raya xwe bîne ziman, lê ew ji rayên han
hez nake, ew civînekê dixwaze ku hemû kes raya wî bipejirîne, erê bêjinê de û
peymanê bidinê de.
Girêya karê me li wir de ye, ji ber
ku mixabin em zaten ne demokrat in, dema ku em xwediyê desthilatê ne,
demokrasiyê ji me re wateyek heye, lê dema ku desthilatê ji dest didin û dibin
kêmanî, wê demê bi awayeke din pirs tê guhertin, gotina ku ew di vê derheqê de
ku wî îşare pê kir, dikin. Dirust cewhera wê, ev pirse ye, neku bi çi cureyekê
bi vê wateyê nine ku karê niha tê kirin ne demokratîk e, raya giştî nine, renge
rayeke şaş jî be û şaş jî derbikeve, lê dema ku rêberayetiya partiyê pêşkêş
dike, organên hilbijartî û kêrhatî li gor yasayê didin, divêt birêve biçe. Her
ewa ye Mamosta basê jê dike, çareyeke din jî me nine.
Lawan: Birêz Hicrî, ew dibêjin
zaf ji Kadro û Pêşmergeyên we(merem aliyê wan yê wê demê ye) tenê bi tawana
cudabûna bîr û rayan yan em bibêjin bi tawana bîrkirina cuda ji partiyê hatine
derkirin yan jî ceza dayîn. Hûn li ser vê yekê çi dibêjin?
Haşayê ji vê yekê nakim ku hejmarek
ji Kadro û Pêşmergeyên partiyê netenê di vê qonaxê de, belku li hemû qonaxekê de
seba karên nebaş, afirandina pirsgirêkan û ..., ku tevî çarçoveya usûlên partiyê
lihev nahên, tên cezakirin, rênumayî tên kirin û heta tên derxistin jî, eva tenê
piştî kongireya 13’hem nebûy, belku berê jî hebûye.
Dema ku ev pirse kete ber bas, yek
ji hevrêyên me di civînê de got, heke ew hevrêyên me dibêjin ku ew hinde kesane
di vê midehê de hatine ceza û derkirin, me serhejmarî heye ku berî kongireya
13’hem, di dema desthilta wan de hatine derêxistin, her di vê çaçoveya zemanî de
gelek zêdetir e. Lê eva jî vedigere ser vê çendê ku ji bo ku em bixwazin dengê
demokratîk ê xelkê ku bi qazancê me nebûye, bin pê bikin, gotinên han tînin
holê. Di rastî de evê jî di dîroka partiya me de deng daye. Ez bo dîrokê ji we
re bas dikim, dema ku roja 01.01.1367(21.03.1988)’an de, beşek li Kadro û
Pêşmerge ji PDK Îranê veqetiyan û piştre navê “Partiya Demokrat (Rêberayetiya
Şoreşgir)”, ji xwe re danîn ku niha jî cewhera vê cudabûnê jî her li wan pêk tê,
di rastî de ewan jî rast pirsê wiha bas dikirin û hin belgeyên wisan bo
selimandina rastiya xwe dianîn. Îca ez wan lihev didim tevî gotinên ku niha tên
kirin, bizanin çi qas lihev tên û bi hev re girêdayî ne. Di daxuyaniya cudabûnê
de ku Rêberiya Şoreşgir,roja 01.01.1367(21.03.1968)’an der kirine, gotine ku:
“Wê feraksyone - ev feraksyone, merem PDK Îranê ye ku wê demê Dr. Qasimlo, Dr.
Şerefkendî yên nemir û zaf kesên din bûn - bo fetisandina her cure nerazîbûnekê
li dijî vê siyasetê di hemû qonaxekê de bi mihayenekê destavêtiye palandina bê
cih û wate di nava partiyê de ku di encama vê palandinê de hejmareke berçav ji
endamên hişyar û xebatkar hatine parzinîn û ji partiyê hatine derêxistin”.
Di cudabûna xwe ya niha de jî vê
yekê dibêjin, (Eva nameya roja 07.05.1385(27.07.2006)’an e, ya ku hejmarek ji
Kadro û Pêşmergeyan îmze kirine û dayîne me ku niha li partiyê cuda bûne),
Dibêje: “Gelek ji Kadroyên tekoşer û dêrîn hatine pişguh xistin û zêdetir ji
wan jî bi dehan û sedan kes heke mihaneyeke rûyekî jî jê re hatibe tiraşîn,
tenê bi sûça bîr û rayên cuda asteng hatine kirin, bi vir û wir hatine şandin,
hatine zîndaî, helawîstin û sexerlêbirin û heta derxistin”. Mêze bikin çawan
dîrok du bîr û rayên ne demokratîk bi hev re girê dide. Dîsan her di vê rastê
de, Rêberayetiya Şoreşgir, li cudabûna xwe de xaleke din jî bas dikin û dibêjin:
“Evana (merem li gor raya wan feraksyon e) bi fêl û teşqeleyên cur bi cur yên
weke elaqedarkirin, qewl û qirar dayîna pileyan û gefxwerinê ji hin kesan li
nûneran, karîn lîsteyeke fîks ji hin kesan ku berê destnîşan kiribûn, bi ser
nîviya nûneran de bisepînin”. Di vê derheqê de jî hevrêyên ku niha cuda bûne,
dibêjin: “Zaf caran him pêş kongireya 13’hem û him jî paş wê, desthilatdariya
Komîteya Navendî ji bo rakişandina bal û raya endamên partiyê, gaziya xwe birine
berdirûşm, soz û erêniyên ne rast û demkurt”.
Bi hizra min di vê rastê de ji
bilî vê yekê ku berê jî min anî ziman, çavkaniya nedemokratîkbûna wan aliyan
kakila bîr û rayên han e. Cuda ji vê çendê eva bêhurmetî ye bi pêkhateya
partiyê. Dixwazin li vir de wiha nîşan bidin ku pêkhateya PDK Îranê nezan û
nehişyar e, ji ber vê yekê ye tên sergirêdan û lêbandin, soz jê re tên dayîn û
bi wan sozane tên deng didin komeke din, di halekê de eva rast berevajî ye.
Pêkhateya partiyê, pêkhateyeke hişyar e, qenc partiya xwe nas dike û ewên ku
partiyê bi cih dihêlin jî qenc nas dikin. Mînaka herî zindî ya vê pirsê,
kongireya 13’hem e, di kongireyê de pêkhateya hişyar a PDK Îranê ji metoda karê
rêberiya berê vêzar bibû, vê rêberatiyê partî ber bi nemanê dibirin û pêkhateya
partiyê nerazî bû û li ser baweriyê bûn ku divêt xebat were kirin, divêt partî
were zindîkirin, ji ber vê yekê jî di rastî de xwe ji rêberayetiyê dûr kirin û
deng nedanê de, eva encama hişyariya pêkhatê ye neku dana soz, qirar, lêbandina
wan, kumdanîna serê wan û .... Qet pirs bi vî awayî nine.
Jinan: kekê Mistefa, wan di
daxuyanî û gotûbêjên xwe de piştî cudabûnê, gelek dirûşm û sozên dilxweşker
dane, weke nûbûnê, hizra we çiye? Her wiha li ser deqa hêlên giştî yên wan ku
piştî cudabûnê li ser jinan ragihandine, rastiyeke berçav û haşahilnegir eva ye
ku rola jinan û beşdariya jinan di birêvebirina karê partiyê de li berê heya
niha yekcar kêm û netimam bûye, ji ber vê jî hewce ye ji niha de mikanîzmek were
danîn ku di radeyên cur bi cur ên rêberiyê de beşdariya jinan misoger û berdewam
berfirehtir bike?
Pirs gelek eşkere û rohn e, eva jî
dirûşmek e didin, lê dana dirûşman jî hewceyî bicihanînê ye. Nûbûn tişteke gelek
qenc e di civaka me de. Gelek baş e heke em xwe tevî guhertinên cîhanê
hevaheng bikin û di vê derheqê de mafê jinan derdikeve holê, beşdariya jinan di
pêkhate û rêberiya partiyê de derkeve holê ku wan îşare pê kiriye û dixwazin cî
bi cî bikin. Lê ya rast eva ye ku ez li ser wan dirûşmên ku ew didin biguman im.
Gumana min ji ber vê yekê ye ku kê ne ku dixwazin nû bibin. Xwe temenê serkêşên
wan 70 sal û jordetir e jî. Başe tu bêjî komeke wiha bikare nû bibe? Bikare
pêşde xwe nû bike û piştre jî partiya xwe? Heke tişteke wiha çê be, ew di cîhanê
de dibe “Îstisnayek”. Eva ji aliyekê, ji aliyekî din ve jî eva ku gumanê li ser
wê qahîmtir û berçavtir dike, eva ye ku gelo bi midehê 10 salan li desthilatê de
bûn, 10 salan piranî bûn, 10 salan Sekreterê Giştî yê partiyê bûn, başe ew nû
bûn û beşdariya jinan di rêberayetiya PDK Îranê de, bo wê demê dernediket holê?!
Bo wê demê cî bi cî nekirin, niha dixwaze bike?! Wan di midehê 10 sal
desthilatdariya xwe de kîjan pirojeya pêşkevtî, pêşniyara nû û hizra nû ku
nîşaneya nûbûnê be anîn nava PDK Îranê ku niha hez dikin bikin?! Ma gelo ew her
ew kom ninin ku wê demekê jî di rêberayetiya PDK Îranê de bûn? Çi qewimiye,
zeman guherî ye yan ew guherîne?! Ez weke xwe vê yekê zêdetir ji dirûşmekê
nabînim, tevî vê çendê jî ku min gelek keyf bi guhertinê tê, zaf hewce dizanim,
hêvîdarim ku ew jî bikarin vê “Îstisnayê” di dîrokê de cî bi cî bikin û guhertin
û nûbûnê bi xwe de pêk bînin. Derheq pirsa ciwanan û jinan û ... jî ku pêwendî
tevî nûbûnê li cîhana îro ya derdora me de hene.
“Bîrî Xwîndekar”: rêzdar kekê
Mistefa, ew taqima cudabûyî ji partiya me dibêjin ku em xwe bi dujminê pdk îranê
nizanîn, heta em amade ne ku bi wan re têkiliyên dostane jî pêk bînin. hûn wekî
Sekreterê Giştî yê PDK Îranê bîr û raya we di wê derheqê de çî ye?
Ez ji vê îdiaya wan jî bi şik û
guman im. Bi taybetî wî çaxî ew şik û gumana min zêdetir bû ku wan piştî
cudabûnê navê partiya me danîne ser xwe. Rojnameya KURDİSTAN ku rojnameya
me ye, wan navê wê danîne ser rojnameya xwe. Arma PDK Îranê ji xwe re
hilgirtine. Di halekê de ew û gişt xelkê Kurdistanê baş dizanin ku ew PDK Îranê
nînin. PDK Îranê ew partî ye ya ku niha di ciyê xwe de ye. Ew partiye ye ku
rêberiya wê di kongireyeke demokratîk de hatiye hilbijartin. Ew partiye ye ku
piraniya rêberiya wê û piraniya bedeneya partiyê tevî vê ye. Lewra nabe
partiyeke eslî hebe, îca her girûpeke din cuda be, navê wê partiyê li ser xwe
danê û xwe bi mafdar bizane û ên din jî neheq. Lewra min di vê yekê de jî şik û
guman heye. Bi raya min dema ku wan ev nav ji xwe re danîne, ev yeke rast bi
berevajiya wê deiyê ye ku ew bas dikin. Ev yeka nikare pirsa dostaniya navbera
me û wan xweş bike. Ez hêvîdar im ku navê xwe biguherin. Heke vî karî bikin, dê
rewş bona dostaniyê de xweş be. Heke ne nabe ew li jêr navê PDK Îranê têkiliyên
dostane ava bikin.
Radyo Dengê Kurdistana Îranê:
Gelo hûn bawer in ku hinek kesan destê wan li pişt vê cudabûnê be?
Piştî sernixûniya rejîma Pehlewî û
bi desthilat gihîştina Komara Îslamî a Îranê, PDK Îranê serbarê vê veqetiyana
dawiyê, gewahyarê çêbûna du cudabûnên din jî bûye. Cudabûna ewilî piştî
Kongireya çarê bi piştevaniya Partiya ““Tûde””(Komonîst ya Îranê) pêk hat. Wê
demê partiya ““Tûde”” li ser vê baweriyê bû ku Komara Îslamî ya Îranê Komareke
pêşketinxwaz e, dijî Împiryalîzmê ye, lewra her hêzek ku dijî hikûmetê şer bike,
li refa dijî şoreşê de cî digire. Wan karî ji rêya kesên xwe ve ku li jêr
bandora bîr û baweriyên “Tûde” û vê bîrê de bûn, cudabûnekê di PDK Îranê de pêk
bînin, helbet piştî kongira 4’ê, navê xwe danîn “PDK Îranê – Pêrewên Kongireya
4’ê”, ku di rastî de me dît evne bûne beşek ji dîrokê, tewaw bûn û çi neman. Ne
fikra wan bû rastî, ne jî bi xwe man.
Cudabûna dinê, piştî Kongireya 8’ê
pêk hat. Wan bi piştevaniya “Mucahidîn Xelq”ê, wî çaxî ew cudabûn pêk anîn.
Piştî vê di kongireya 10’ê de
vegeriyane nava PDK Îranê û niha jî hewîra wê veqetiyanê dîsan pêk anîne. Vê
yekê jî paşê divêt em qezawetê li ser bikin ku gelo destek li pişt vê veqetiyanê
heye, yan jî ne.
KURDİSTAN: Rêzdar kekê Mistefa!
Gelo bi raya we di vê piroseyê de -merema min piştî kongireya 13’ê, yan di dema
veqetiyana wan hevalên me ên berê de – Komîteya Navendî a Partiya we çi derheq
wan hevalên berê çi şaşiyeke we tune bûye?
Bi bawera min çi mirov û
organîzasîyoneke zindî nikare bibêje ku min çi şaşiyek tune bûye. Di rastî de
dema ku mirov kar dike, dema ku organîzasiyonek kar dike, ji şaşiyan bi dûr
nîne, lê ya giring eva ye ku ew şaşiyên ku têne kirin, aliyek ku ji wan şaşiyan
agehdar e û dixwaze wan şaşiyan çareser bike. Divêt alîkarê aliyê din be ku
herî çêtir here pêş, yan divêt vê yekê bikete hêcetek bona cudabûnê? Ku wisa bû
ez bi çi awayekî ne bi xwe û ne jî piraniya rêberiya PDK Îranê di vî heyamî de
ku karên xwe kirine, di karên me de şaşî nebûne. Lê ez tiştekî dikarim bêjim ew
jî eva ye ku li derbarê wan hevalên ku cuda bûn, çi tiştek nahê bîra min ku ez
bêjim, xwezî me kiriba, bona ku veqetiyan çê nebiba. Her çi hewce bibe me
kiriye, bona ku pêşiya vê cudabûnê bigirin. Sebeb jî eşkere ye. Min hez nedikir
ku di dema sekreteriya min de di nava partiya me de veqetiyanek çê be.
Rêberiya PDK Îranê li gor hest bi
berpirsiyariyekê ku dike û li rêberiya partiyê de ye û partiyê pêk tîne, hez
nake ku heta kesek jî li refên partiyê de derkeve. Çimku eva bi qazancê PDK
Îranê nîne. Çimku eva ku ji destê me hatibe, di vê derheqê de me encam daye, lê
her wekî min di bersiva pirsyarên pêş de got, mixabin eva biryarek bû ku hatibû
dan û veqetiyanek bû ku divêt cî bi cî biba.
Jinan: Rêzdar kekê Mistefa Hicrî!
Hesta we li hember vê cudabûnê de çî ye?
Di rastî de li derheq vê ku komek
ji Kadro û Pêşmergeyên PDK Îranê tevlî wan bûne, di nava wan de kesên wisa jî
hene ku di radeya rêberiyê de zehmeteke zaf kêşane, kesên wisa jî hene di bedena
partiyê de ku ji rastiyan bi başî agehdar nînin û tevlî wan bûne. Di rastî de ez
li vê derheqê de nerihet im. Heta çûna Pêşmergeyekî jî bo min ciyê nerehetiyê
ye, lewra ez derheq wê cûdabûnê nerihet im. Lê ji aliyeke din ve li gor wan
nasyariyên ku min li ser PDK Îranê bûne û pêka wan tecrubeyên ku min ji
veqetiyanên rabihurî hene, ez wisa dibînim ku PDK Îranê keleke yekcar pir mezin
û bi taybet e ku bi vê veqetiyanê û çûna girûpên weha di ciyê xwe de nabizive û
ev yeka rastiyek e ku me jî veqetiyanên rabihurî dîtine û di vê yekê de jî emê
hertim tecrube bikin. Lewra tevî vê ku careke din ez nerihetiya xwe ji çûna wan
hevalan ku hevalên me bûn radigehînim. Lê çi şik û gumana min di vê yekê de nîne
ku PDK Îranê her wekî rabihurî qurs û qahîm di qadê de dê bisekine û xebata xwe
yê bimeşîne û dîsan her wekî partiya hêja ya xelkê Kurd di Kurdistana Îranê û
herêmê dimîne.
Agirî: Rêzdar kekê Mistefa! Yek
ji pirsên giring di vî warî de piştevaniya pan û berfireh ya xelkê Kurdistana
Îranê ye. Hûn helwêsta gelê Kurd li Kurdistana Îranê, li navxwe û li derveyî
welat derheq cudabûna wan Kadro û Pêşmergeyan çawa dinirxînin?
Ez bi bêy wê ku dirûşman bidim, ev
zaniyariyên ku gihîştine destê min, çi ew zaniyariyên ku ji aliyên organên
pêwendîdar bi PDK Îranê ve digîjne destê min, çi ew têkiliyên ku bi awayê
rasterast bi min re pêk tînin hem jî bi awayê E-mail û telefonê ve, koma wan
helwêstên ku ez ji xelkê dibînim, cuda ji vê ku ew jî nerehet in bi vê cudabûnê
û helwêsta ku wan girtiye pêş, bi giştî piştevaniya xwe ji PDK Îranê û rêberiya
kongireya 13’ê ya partiya me ragihandine û emegdariya xwe bi PDK Îranê
ragihandine û qewl dan ku kar û çalakiyên xwe pitir ji derbasbûyî bidomînin,
bona ku ciyê wan kesan betal nebe ku ji PDK Îranê cuda bûne. Renge gelekî kêm
kesanek hebin ku çimku zaniyariyeke tewaw li ser vê pirsê tune bin, helwesta xwe
eşkere nekiribin. Lê bi bawera min bi van zûkatiyan ew jî dê biryara xwe bidin û
dê emegdariya xwe bi partiya pêşeng ya gelê Kurd, yan PDK Îranê rabigehînin.
“TISHK TV”: Rêzdar kekê Mistefa!
gotina we ya dawiyê di vê derheqê de çî ye?
Gotinek ku min li wir de heye, di
rastî de sipasdarî û qedirgirtin e ji xelkê Kurd li Kurdiatana Îranê, ji gişt
dilsozên PDK Îranê di her ciyekî ku hene, Kurdên beşên din ên Kurdistanê, weke
dost û hevalên me di Kurdistana Îraqê, Tirkiye û Sûriye. Ez hez dikim ku vê yekê
erzî xizmeta we bikim ku di pêvajoya van behs û gengeşeyan de ku nigeraniyeke
yekcar zaf bi taybet bo xelkê Kurd li Kurdistana Îranê pêk hatibû. Li derheq vê
pirsê xelk nigeranê vê cudabûnê bûn, gelek pêwendî tevî min hatine girtin, name,
telefon, bi E-mailan, carna ez nerihet kirime, carna jî li min nerehet bûne ku
divêt ev pirse bihê çareserkirin, yê wisa hebûye ku nerehetî û bê hêvîtiya xwe
eyan kiriye û zaf dîtinên cur bi cur derheq vê pirsê de hebûne ku hemûyan jî
reh û rêşe di dilsozî û hezkirina PDK Îranê û emegdariya xelkê bi berev
pêşveçûna tevgera Kurd di Kurdistana Îranê de heyer bi taybetî di vê rewşê de
ku herêma me di halê guherînan de ye û Komara Îslamî jî lawaz bûye. Xelkê
Kurdistanê çi li navxwe û çi jî li derve li hember vê pirsê de dijkiryar ji xwe
nîşan dane. Hejmareke zaf ji wî xelkê ku bi nepenî ji Kurdistana Îranê ve hatine
cem min, di vê derheqê de ji wan hevalên ku cuda bûne, nerihetiya xwe eyan
kirine, her wiha hejmarek zaf ji Kurdên beşên din ên Kurdistanê ku dostatî tevî
PDK Îranê hene, hatine cem min û daxwaz kirin ku belku em bikarin vê pirsê bi
awayekî çareser bikin, bi taybetî ez hez dikim ku li vir de îşare bikim bi
dostên me li Kurdistana Îraqê, rêxistinên siyasî ên Kurdistana Îraqê ku wan di
rastî de dostatiyeke baş bi me re hene û li serweyî hemûyan PUK’ê û PDK’ê, bi
taybetî rêzdaran kekê Mesûd Barzanî û Mam Celal Talebanî, ku daxwaz kiribûn em
bi hev re kar bikin û tûşî vê cudabûnê nebin, lê mixabin ev hemû cehd û tekoşîn
bêencam man, bi sebebê vê ku biryar hatibû dan ku cudabûn di PDK Îranê de cî
bigire. Ez ji aliyê xwe û rêberiya PDK Îranê ve nerehetiya xwe eşkere dikim,
seba vê ku ew hemû cehdên hevalan bê encam man. Ew zehmetên wan negihîştine tu
encamekê. Di vî warî de ez daxwaza lêborînê dikim ji gişt ew kesên ku di vê qadê
de zehmet kêşane, dilsoziya xwe nîşan dane û hestên xwe derheq partiya me eyan
kirin. Her wekî min di bersiva pirsiyaran de jî got, ez dikarim bêjim ez niha di
hundirê xwe de li hember xelkê Kurdistanê de serbilind im û keyfxweş im, çimku
çi nema ku ez nekim bona ku ev mesele rû nedet, lê her wekî hûn bixwe jî dizanin
û xelkê Kurd jî dizanin di vê meselê de du alî hebûn, tenê bi aliyekî nedihate
çareserkirin. Lewra ez sipas, destxweşî û mandînebûniyê dibêjim gelê Kurd ku ev
hemû dilsozî û piştevaniyê ji PDK Îranê nîşan dan. Her di vê derheqê de ez bi
hewce dizanim ku bêjim bila gelê kurd her wekî rabihurî piştevanê qahîm ê PDK
Îranê bin, her wekî çawa ku PDK Îranê piştqahîm e bi piştevaniya xelkê Kurd li
Kurdistana Îranê û piştqahîm e bi dostatî û têkiliyên dostane ên rêxistinên
siyasî û kesayetiyên din di beşên din ên Kurdistanê de, bi giştî dost û dilsozên
gelê Kurd jî divêt piştqahîm bin bi PDK Îranê. Ez dikarim ku vê sozê bidme xelkê
Kurd ku PDK Îranê her wekî caran dê ber bi pêşve gavan hildigire û diçe pêş û
bona xizmet bi tevgera Kurd her wisa dê alahilgir û pêşeng bimîne, lê ji bo vê
yekê me hewcehî bi hevkariya gişt xelkê Kurd heye. PDK Îranê partiya gelê Kurd
e, li her ciyekê bin. Ev li her ciyekê bin ew PDK Îranê ne, ewin ku divêt
piştevan û alîkarê partiya xwe bin. Her wekî di rabihurî de di demên hesas û
dijwar de di tengaviyan de, min piştevaniya bi bê qisûr ya xelkê ji PDK Îranê
dîtiye, helbet herçend ez vê rewşê bi tengavî nizanim, lê ez xatircem im ku
xelkê demokratperwer ê Kurd bi taybetî di Kurdistana Îranê de, her wisa dê
alîkar û piştevanê me bin. Em di rêberiya PDK Îranê de jî bi piştevaniya wan
dilsozan dikarin her wiha serfiraz xebata xwe bimeşînin û di vê rêyê de herwekî
rabihurî ya ku fîdakarî û cangorîtî ye, emê bikin heya wî çaxî ku partiya me û
xelkê me digihîje hêviyên li mêjîn ên xwe ku destveanîna mafên netewî yê gelê
Kurd e, bi awayê federalîzmê, di Îranê de û bidestveanîna demokrasiyê ye di
seraserî Îranê de.
Seba vê ku we di vê konferansê de
beşdarî kir, ez gelekî li we sipas dikim. Di rastî de ew pirsiyarên we renge
pirsiyarên zaf ji xelkê be ku we kirin.
Sipas bo we û serkevtin bo PDK
Îranê |