Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Hevpeyvînek Bi Nivîskar û zimanzan, Samî Tan Re

 

Hevpeyvîn: Dara Natiq 

Xwendevanên hêja yên Agirî, me di vê hejmara rojnameya xwe de bi hewce zanî ku hinek derheq rewşa zimanê Kurdî û asteng û girêpêçkên hember pêşveçûna zimanê Kurdî û herwiha pêşeroja zimanê Kurdî bisekinin. Bo gengeşa û şirovekirina vê mijarê jî me hevpeyvînek bi zimanzan Samî Tan Serokê

Enstîtoya Kurdî li Stenbolê çê kir. Niha jî kerem bikin em û hûn bi hevre vê hevpeyvînê bixwînin:

 

Samî Tan kî ye?

Ez dikarim van tiştan bibêjim. Ez di sala 1965'an de li bajarê Semsûrê, navçeya Kolikê, gundê Axçeliyê hatime dinyayê, min xwendina xwe ya seretayî, navincî û amadehî li bajarê Mêrsînê biriye sêrî, li Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê dest bi xwendina zanîngehê kiriye, lê min xwendina xwe nebiriye sêrî.  Di sala 1993'yan de min li Rojnameya Welat dest bi xebatê kiriye, min li saziyên mîna Ozgur Ulke, Welatê Me, Azadiya Welat, Beşa Kurdî ya ajansa nûçeyan DÎHA'yê xebat kiriye. 

Ji sala 1997'an vir de min bi awayekî çalak di nav xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de jî cih girtiye. Hin caran wekî endam, pirî caran jî wekî endamê senatoyê min xebat kiriye, her wiha di kovara Enstîtuyê Zendê jî gotar û wergerên min hatine weşandin. Ji bilî wê ez yek ji avakarên Komeleya Nivîskarên Kurd a li Amedê me. Ez di rojnameya Azadiya Welat de hê jî hefteyê carekê dinivîsim, her wiha di kovar û malperên têvel de jî nivîsên min derdiçin.

Min ji sala 1997'an heta sala 2004'an wekî gerînende û koordînatorê Azadiya Welat xebat kir û tê de sergotar nivîsand. Yekemîn berhema min a li ser ziman "Waneyên Rêzimanê Kurmancî" di sala 2000'î de hate weşandin. Duyemîn pirtûka min ji gotarên min ên pêkenînî pêk dihat, di sala 2003'yan de hate çapkirin. Navê wê "Şer giran e, ne karê henekan e", min bi nasnavê Beranê Enîbeş nivîsandiye. Ji bilî wê min ligel Hasan Kaya, Zana Farqînî namilkeyek bo danasîna zimanê kurdî nivîsandiye, her wiha tevî Maşallah Dekak jî min namilkeyek li ser nûçegihaniya kurdî nivîsandiye. Ji bilî van min desteya amadekar a Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê û konferansên ziman ên salên 2003, 2004 û 2006'an de cih girtiye. Pirtûka encamê ya Konferansa Zimên a sala 2004'an ji hêla min ve hatiye amadekirin. Duyemîn berhema min a li ser zimên di sala 2005'an de ji nav weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derket. Navê wê "Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî" ye.  Ev du sal in, ez di Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê de dixebitim. Ji avrêla sala 2005'an vir de jî serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dikim. Her wiha ez yek ji koordînatorên TZPKurdî me.

 

Kekê Samî ji kerema xwe di destpêkê de ez dixwazim ku hûn hinek der heqê dîroka zimanê kurdî ji bo me biaxivin.

- Mixabin li ser dîroka dûr a zimanê kurdî tu agahî û belgeyên zêde li ber destan nîn in. Ji ber ku welatê kurdan tim bûye warê şer û pevçûnên hêzên dagirker, belgeyên heyî hatine şewitandin, hinek belge jî di bin axê de ne, lê arkeologên me û derfetên arkeolojiyê nîn in ku wan derxin holê. Belgeya herî kevn helbesteke ku ji sedsala 7’an maye, ew jî qala wêrankariya artêşên îslamê dike û bi zaravayê hewramî ye.

Helbesta ku dibêje;

Hozmizgan riman, atiran kujan

Wêşan şardewe gewrey gewrekan

 

Zorker ereb kerdine Xapûr

Ginaw Paleyî heta Şarezûr

 

Şin û kenîkan we dîl beşîna

Mêrd azar tilî we rûy hiwêna

 

Rewişt zertuştir e manewe bêdes

Bezêka nêka Hormiz we hêwiç kes[1]

Li gorî pirtûka bi navê “Elekrad fî Behdînan” a Enwer Mayî rûpala 196’an Dr. Şêrko Bilêç di bîranînên xwe de gotiye, rojhilatnas Fliyamînof qala berdenivîsekê kiriye ku li ser du beyt ji helbestên “Boraboz” hebûne, ew helbest ji mêjûya 330’ê berî Îsa maye. Lê ev belge bi xwe ango berdenivîs li ber destên me nîn e.  Helbesta navborî bi kurmancî ye û bi vî rengî ye:

Xwazdî ez to bi hev re bîn

Werdî bihîrîn kûtira bîn

Bi hîv ra hîrîn xurînî

Bangik dîn bi hîv ra narînî[1]

 

Li gel vê yekê jî dîroka zimanê kurdî zêde nehatiye zelalkirin. Her wiha têkiliya di navbera zimanê kurdî û zimanên kevn ên îranî de jî tam nehatiye zelalkirin. Bo nimûne em rîş û koka kurdan digihînin medan, lê belê der barê zimanê medan de belge li ber destên me nîn in. Çend peyvên ku hene, navên cihan in, di zimanên din de hatine parastin, belgeyeke ji wî zimanî bi xwe li holê nîn e.

Niha li Kurdistanê bi sedan, bi hezaran şikeft hene ku tê de nivîsên dîrokî hene, lê kes neçûye, wêneyê wan nivîsan nekişandiye û ew deşîfre nekirine. Li aliyê di bin axê de gelek tiştên dîrokî hene, lê derfetên kurdan nîn in ku xebata akeolojîk bikin û dîroka zimanê kurdî zelal bikin. 

Lê nemaze li başûrê Kurdistanê derfetên van xebatan derketine holê. Divê zanîngehên li vî parçeyê welêt di vî warî de kadroyan bigihînin û dest bavêjin vî warî. Her wiha li parçeyên din ên Kurdistanê jî li gorî derfetan di vî warî de pêwîst e xebat bêne kirin. Ligel vê yekê divê em li ser belgeyên miletên cîran; ereb, faris, tirk û rûsan xebatên kûr bikin, da ku belgeyên dîrokî yên der barê zimanê xwe derxin holê. Ev kar jî dikeve ser milê zanyarên kurd ên li Kurdistan û derveyî welêt.

Gelo hûn zêdebûna zaravayên kurdî çawan dinirxînin?

-Ez bi xwe zêdebûna zaravayan wekî astengiyekê nabînim, wekî rengînî û zengîniyekê dibînim. Lê ew yek hin caran bi xwe re hinek arîşeyan re jî tîne û gefan li yekîtiya neteweyî dixwe. Ji ber vê yekê divê kurd têkiliyên xwe xurt bikin, zaravayên kurdî ber bi hev werin, qet nebe pirsgirêka jihevfêmkirinê nemîne. Her kurdê/a welatparêz ji xwe re wekî peywir bibîne ku zaravayên din ên zimanê xwe hîn bibe. Ez bi xwe hîerarşiya di navbera ziman û zaravayan de napejirînim. Wate, tu ziman ji zimanekî din ne çêtir û pêşketîtir e, her wiha tu zarava jî ji yên din ne kêmtir û bêkêrtir e.  Li ber kurdan du rê hene; heke kurd yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bikin, danûstandinan bêyî ku sînorên dewletan li ber çavan bigirin, zêde bikin dê yekîtiya neteweyî pêk were, zarava ber bi hev werin û bi domana demê re zimanekî hevgirtî pêk were. Heger kurd xwe ji hev dûr bigirin, dê bi domana demê re her zarava bibe zimanek. Di vê navê de dê hinek zarava ji navê biçin.

 

Çima me nekariye ku zimanekî standard yê kurdî çêbikin? Astengî û pirsgirêk çi ne?

-Serê pêşîn divê em bizanin ku kêşeya zimanê yekgirtî kêşeyeke sext û dijwar e. Pêkhatina zaravayan berhema bi sedan, belkî hezar salî ye. Lewre wisa bi hêsanî ji holê ranabin. Li aliyê din di qonaxa destpêka pêkhatina netewe-dewletan de zimanê yekgirtî bi awayekî, nemaze jî bi zora desthilatiyê pêk dihat, lê îro mirovahî hêdî hêdî ji vê qonaxê dûr dikeve. Êdî hebûna zarava û devokan wekî rengî û zengîniya zimanekî tê dîtin. Li Ewropayê zimanên xwecihî ji nû ve têne zindîkirin. Lewre bi baweriya min divê em jî lehçeyên zimanê xwe wekî dewlemendiyê bibînin, lê hewl bidin ku wan lehçeyan nêzî hev bikin da ku pirsgirêka ji hev fêmkirinê ji holê rabe.  Ew jî bi xurtbûna danûstandina çê dibe.

 

Bi raya we ji bo standadtkirina zimanê kurdî hewce ye ku çi gavek bêne avêtin?

Min bersiva vê pirsê li jor daye, lê ez dîsa jî çend tiştan bibêjim. Serê pêşîn divê rewşenbîrên kurd dev ji hişmendiya parçe, hoz û eşîr û hizbî berdin, yekîtiya xwe xurt bikin. Divê berhemên kurdî li seranserê Kurdistanê bêne belavkirin. Saziyên sivîl (komele, sendîka, yekîtiyên nivîskaran, saziyên karsazan) divê li seranserî Kurdistanê xebatên hevpar bikin. Her wiha navgînên ragihandinê; rojname, kovar, radyo û tv, weşanên li ser înternetê divê Kurdistanî bin. Ev yek dê bingeha hevgirtina kurdan xurt bike û lehçe û devokên zimanê kurdî jî nêzî hev bike.

Serê pêşîn divê lehçeyên zimanê kurdî di nav xwe de yekgirtinekê pêk bînin, lê dema vê yekê dikin, aliyên hevpar ên bi lehçeyên din re li ber çavan bigirin. Berî her tiştî jî divê alfabe bibe yek, di mercên îro yên cîhanê de alfabeya herî baş a latînî ye. Heke ev gav bêne avêtin, dê bingeha zimanê yekgirtî çêbibe. Lê di pêkanîna zimanê yekgirtî de divê mirov ji pîvanên demokrasiyê dûr nekeve û nekeve şaşiya pişaftina hinek zaravayan bi darê zorê.

 

Kîjan rastnivîsîn û zarava kurdî divêt bibe bingeha standard ya zimanê kurdî?

-Niha sê lehçeyên kurdî; kurmancî, soranî û zazakî gav avêtine qada nivîskî. Soranî di asteke bilind de yekgirtina xwe pêk aniye, kurmancî ev nêzî bi sedan sal in ku bûye zimanê nivîskî, pê gelek berhem hatine nivîsandin. Kurmancî jî ji xebata Celadet Bedirxan û kovara Hawarê vir de, yekgirtina xwe ji sedî 80 pêk aniye. Zazakî ev 30 sal in di warê nivîskî de tê bikaranîn.  Hewramî tevî ku lehçeyê herî qedîm ê kurdî ye jî, di warê nivîskî de qels û lawaz mabû, niha ew jî ber bi zindîbûnê ve diçe.

Divê ev yekgirtina navxweyî ya lehçeyan xurt bibe û lehçe jî bi zêdebûna danûstandinan nêzî hev bibin. Ez bi xwe li dijî wê yekê me ku zaravayek bingeh bê girtin û li ser wê bingehê zimanekî yekgirtî bê çêkirin. Ez dibêjim êdî mercên vê yekê nemane, jixwe hêzeke ku karibe vê yekê bike ango dewleteke yekgirtî ya kurdan jî nîn e. Li Başûr hinek ceribandin hene, lê bandora wan dê tenê li ser Başûr hebe, heke ew biryareke wiha bigirin, dê ji parçeyên din ên Kurdistanê dûr bikevin. Hejmareke mezin a kurdan bi zaravayê kurmanciya bakur dipeyive, kes nikare kurmanciya Başûr (soranî) li ser wan ferz bike, zimanekî çêkirî jî zêde bala kesî nakişîne. Niha li Bakur pirsgirêka me ya sereke parastin û bipêşvebirina kurmancî û zazakî ye, ne zimanê standart e.

 

Nebûna zimanekî hevgirtî yê kurdî heya çi qasekê kariye li ser pêşveçûna çand û şaristaniyeta kurdan xwedî bandor be?

-Zimanê yekgirtî berê ji bo gelan ne pêdiviyek bû, beşên civakê yên ku danûstandinên wan bi hev re xurt bûn, bi awayekî zimanekî ragihandinê ji xwe re diafirand. Pirsgirêka zimanê yekgirtî piştî derketina doza neteweyî û têkoşîna ji bo dewleta neteweyî bû pirsgirêk, lewre hebûna zaravayên cuda li ber pêşveçûna çand û şaristaniya kurdan nebû asteng. 

Berevajî vê yekê êrîşên hêzên dagirker pêşî Kurdistan kire warê şer û pevçûna hêzên derveyî û Kurdistan wêran kir, piştre jî Kurdistan kete bin destê van hêzan. Vê yekê bandoreke neyînî li ser pêşketina civakî, aborî û çand kir. Sedema bingehîn a pêknehatina zimanê yekgirtî, dagirbûna Kurdistanê û parçebûna bazara neteweyî ye. Ji ber ku hêmaneke bingehîn a ku mercên zimanê yekgirtî pêk tîne, bazara neteweyî ye. Hêmanên din perwerdehî û navgînên ragihandinê ne.

 

Hûn rola romannivîs û helbestvanên me yên kurd di dewlemendkirina zimanê kurdî de çawan dibînin?

-Rist û rola wan di pêşketina zimanê kurdî de pir zêde ye. Nemaze jî helbesta klasîk bûye yek ji amûrên bingehîn ên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî. Roman wekî ceşneke edebî hê nû bi pêş dikeve, lê dîsa jî xizmeteke baş ji bo zimanê kurdî dike. Mixabin nebûna perwerdehiya kurdî, dike ku zimanê nivîskî li nav civakê kêm belav bibe û xwendina berhemên kurdî zêde nebe. Ji ber vê yekê her wekî Ehmedê Xanî gotiye, “Bazara  kurdî kesad e, ji qumaş re nîn e xerîdar”. Ligel vê yekê jî romannivîs û helbestvanên kurd ji parastin û pêşketina zimanê kurdî de xizmeteke baş kiriye û hê jî dikin. Zimanê kurdî bi berhemên nûjen, ji qalibên kevneşopî ango civakeke çandyar derdikeve û dibe zimanekî civakeke bajarî. Wêjekarên kurd di dema nivîsandina berhemên xwe de ji qalib û şayesên zimanên din jî sûd wergirtiye, vê yekê jî di warê pêşketina zimanê kurdî bondareke erênî kiriye.

 

Rewşenbîr û akademîsyenên kurd çi rolek di parastina zimanê Kurdî de hebûne?

-Rewşenbîrên kurd her tim li gorî hêz û şiyana xwe ji bo parastina zimanê kurdî xebitîne. Pirî caran wan ji bo doza neteweyî çek jî hilgirtiye. Her wiha wan bi lêkolîn û berhemên xwe di pêşketin û parastina zimanê kurdî de xizmeteke baş kiriye. Heçî akademîsyenên kurd in, ji bilî çend kesên awarte, pirî caran ji zimanê kurdî û têkoşîna neteweyî dûr mane. Ji ber ku zanîngeh li Kurdistan û metropolên dewletên ku kurdan di bin destên xwe de digirin, nebûne warên ramana azad, nemaze jî di warê kurdayetiyê de li ber zanyaran kend û kospên mezin hebûne, kesên ku li zanîngehan bûne akademîsyen ji xebatên kurdewarî dûr sekinîne. Bo nimûne li bakurê Kurdistanê mirov rastî tu akademîsyenên kurd ên ku ji bo doza kurdî xebitîne nayê. Di vî warî de Îsmaîl Beşîkçî heye, ew jî ne kurd e. Wekî din jî şehîda çapemeniya kurd Gurbettellî Ersoz mînakeke din e; wê jî xebata xwe ya rojnamegeriyê bi zimanê tirkî kiriye û paşê jî li çiyayên Kurdistanê şehîd ketiye. Lê ciwanên kurd ji bo azadiya kurdan dest ji zanîngehê kêşane gelek in. Lê akademîsyenên kurd ku ji bo zimanê kurdî xebatên lêkolînî dikin pir kêm in, ew jî bi piranî li Ewropayê dijîn.

 

Gelo zimanzan û wêjevanên kurd dema ku di radyo û televîzyonan de diaxivin, zêde guh nadin regez û pîvanên zimanê kurdî, hûn ji bo vê çendê çi dibêjin?

-Bi baweriya min kesên zimanzan, divê guh bidin rêz û rêçikên zimanê kurdî. Her wiha bi qasî ku ez pê dizanim, giş jî di vî warî de bi hişyarî tevdigerin, lê reng e ew li ser hinek pîvanan ne lihevkirî bin. Bo nimûne, em di dema nivîsandinê de pîvana Celadet Bedirxan a ku dibêje, berî dengê /y/ dengê /î/ nerm dibe û dibe /i/ dipejirînin, lê hinek zimanzan vê yekê napejirînin. Di hinek pîvanên din de jî dubendî û nelihevî hene. Wekî din kesên ku li ser zimanê kurdî xebatê dikin, di dema axaftina xwe de jî li gorî wan pîvanan tevdigerin.

Heçî wêjekarên kurd in, rewşa wan cuda ye. Hinek ji wan li gorî zimanê nivîskî napeyivin, pîvanên rêzimanê li ber çavan nagirin. Bi baweriya min ev kêmasiyek e, divê ew jî li gorî rêz û rêçikên zimanê nivîskî bipeyivin.

Lê pêwîst e bê zanîn ku zimanê nivîskî û zimanê axaftinê ji hev cuda ne. Hin caran kesên ku pîvanan datînin jî di axaftina xwe de li gorî devoka ku pê mezin bûne, dipeyivin. Ev yek jî heta radeyekê tiştekî asayî ye. Li gorî baweriya min heke kesên ku bi pirs û pirgirêkên zimanê kurdî bilî ne û pê dinivîsin, li gorî rêz û rêçikên zimanê nivîskî xeber bidin dê baş bibe. Ji ber ku kesên din jî çav li wan dikin û wan ji xwe re wekî mînak digirin. Ji bo ku ew rêz û rêçik li nav civakê belav bibin û tê de bi cih bibin, televîzyon navgîneke girîng e, lewre jî divê rast bê bikaranîn.

 

Medya û perwerdehiya zimanê kurdî heya çiqasî di parastina zimanê kurdî de rol lîstiye?

Medyaya kurdî çi nivîskî, çi dîtbarî û çi jî bihîzyarî heta roja îro karekî baş ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî kiriye. Kovar û rojnameyên bi zimanê kurdî hatine weşandin, ji rojnameya pêşîn Kurdistanê bigire heta rojnameyên îro yên mîna Azadiya Welat, Kurdistanî Nwê, Xebat û rojnameya we Agirî, hemû jî xizmeteke baş ji bo parastina û pêşvebirina zimanê kurdî dikin. Her wiha di parastina zimanê kurdî de rola Radyoya Erîvanê, Radyoya Baxda û Radyoya Tehranê, dîsa êzgehên ku bi awayekî nehênî ji şax û çiyayên Kurdistanê dengê têkoşîna neteweyî gihandiye gelê kurd, gişan xizmeta zimanê kurdî kiriye. Îro jî hejmareke girîng a televîzyonên satelaytê pêk hatiye. Ew jî xizmeteke baş dikin, lê heke rast û bi awayekî karîger bêne bikaranîn, dikarin xizmeteke baştir bikin. Her wiha divê mirov malperên li ser înternetê jî ji bîr neke, lewre ew jî warekî nû yê navgînên ragihandinê ye, niha bi dehan malper hene û xizmeta zimanê kurdî dikin.

Heçî perwerdehî ye, navgîna sereke ya parastin û pêşvebirina zimanekî ye. Lê mixabin ji bilî başûrê Kurdistanê, kurd ji vî mafê bingehîn bêpar mane. Hêzên dagirker derfet nedaye ku li sê parçeyên Kurdistanê; Bakur, Başûrê Rojava û Rojhilat kurd bi zimanê kurdî perwerde bibin. Perwerdehiya li medreseyên Kurdistanê û hîndekariya zimên a nehênî ya partî û rêxistinên Kurdistanî xizmetek kiribe jî zêde bandoreke berfireh li civakê nekiriye. Nemaze li bakurê Kurdistanê nifşên nû ji perwerdehiya bi zimanê kurdî bêpar in, lewre jî her roj ji ziman û çanda kurdî dûr dikevin, di nav çand û zimanên din de nasnameya xwe winda dikin.

Di vî warî de têkoşîneke taybet pêwîst e, êdî rejîmên olîgarşîk û dagirker demeke dirêj nikarin kurdan ji vî mafî bêpar bihêlin, lewre divê kurd jî amadehiya xwe bikin û hin derfetan bi destên xwe biafirînin. Her wiha derfetên heyî jî bi kar bînin. Bo nimûne li Bakur derfetên vekirina qursên taybet ên ji bo kurdan hene, lê kurd nikarin/naxwazin vê derfetê bi kar bînin.

Her wiha televîzyonên me di vî warî de dikarin xizmeteke baş bikin, lê ji bilî bernameyên muzîkê û nîqaşên siyasî, tiştek bi ber çavan nakeve. Ji bo perwerdehiya li ser înternetê derfet hene, lê tu rêxistinên kurdan li ser vê yekê serê xwe naêşînin. Ji  bilî van, nemaze zanîngehên li Başûr dikarin di vî warî de alîkariyê bikin da ku kadroyên perwerdehiya bi kurdî bigihêjin, lê ew jî vî barî hilnagirin. Wekî din jî, kurd dikarin li welatekî Ewropayê zanîngehekê vekin, lê heta niha kesî karekî wiha nekiriye.  Kurd her tim mane li benda dewletên dagirker da ku wî mafî bidin wan ku perwerdehiya kurdî dest pê bike. Bi baweriya min ev çemk û nêzîkîtêdayîn şaş e. Divê kurd zend û bendan badin, her maleke kurdan bikin dibistaneke kurdî. Heke wisa bibe, tu hêz û dewlet nikare rê li ber wan bigire.

Hûn niha bûne serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. Li ser kar, xebat û bernameyên Enstîtuyê ji xwendevanên Agirî re biaxive?

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, di 18’ê avrêl (meha 4’an) a 1992’an de bi pêşengiya rewşenbîrên kurd ên mîna Mûsa Anter û Îsmaîl Beşîkçî hate avakirin. Ji wê rojê vir de xebatên xwe li ser ziman, wêje û dîroka kurdî dimeşîne. Enstîtuya me di nav mercên şer de dest bi xebatan kiriye, lewre jî bi astengiyan dewleta dagirker re rû bi rû maye. Bo nimûne avakarê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Mûsa Anter bi destê hêzên xwînrêj ên dewleta dagirker hate kuştin.

Her wiha ji ber mercên heyî, xebatên wê hinekî sembolîk man. Ligel vê yekê jî bi dehan berhemên li ser ziman, wêje û dîroka kurdî derxistine. Ji wan du ferhengên mezin yek bi kurdî- tirkî (131 hezar peyv), yek jî bi tirkî –kurdî (60 hezar peyv), pirtûkeke rêzimana kurdî (Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî), du pirtûkên fêrkirina kurdî (Kurdiya Nûjen, Kurdiya Hêsan), du ferhengên biwêjan (îdiom),  pirtûka wêjeya kurdî, Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî, Dîrok Mîrekên Şîrwan, Mamosteyê Sêyemîn Xanî, tîpguhêziya birek helbestên klasîk ên kurdî ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve pêşkêşî xizmeta gel hatine kirin.  Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kovareke lêkolînî bi navê Zend diweşîne.

Ji xeynî wan berheman, gelek panel, semîner û konferans ji hêla Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatine lidarxistin. Di gelekan de jî rêveberên wê beşdariyeke çalak kiriye.

Wekî Enstîtuya Kurdî di xebatên fêrkirina kurdî de jî her tim pêşengî kiriye. Niha jî pêşengeke Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) ye.

Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî jî piştî ku qursên bi zimanê kurdî hatin girtin, di destpêka sala 2006’an de dest bi xebatên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî kir. Niha li nêzî 25 bajarên bakurê Kurdistanê komîsyon û meclisên wê hene. Aktîvîstên TZPKurdî li aliyekî xebatên hişyarkirina kurdan di warê parastina zimanê kurdî de dikin, li aliyê din jî li gelek cihan xwendin û nivîsandina kurdî hînî gel dikin.

Li Bakur polîtîkaya pişaftina çand û zimanê kurdî ji bo dewleta tirk polîtîkayeke bingehîn û stratejîk e, li hemberî vê yekê divê ji bo kurdan jî têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî û bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî xebateke stratejîk be. TZPKurdî bi vê armancê hatiya avakirin û bi vê hişmendiyê xebatên xwe dimeşîne. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî wekî akademiya vê tevgerê xebatê dike.

 

Hûn bi giştî pêşeroja ziman û wêjeya kurdî çawa dibînin?

Pêşeroja zimanê kurdî girêdayî çarenivîsa gelê kurd e. Heke kurd mafên xwe yên demokratîk û neteweyî bi dest bixin, dê karibin zimanê xwe û hebûna biparêzin. Lê belê heke vê yekê nekaribin, qet nebe li çend parçeyan dê kurd bihelin. Niha xetereya herî mezin li bakurê Kurdistanê ye. Polîtîkaya helandin û qirkirina spî, li nav kurdên bakurê Kurdistanê heta radeyekê bi ser ketiye. Nemaze nifşên nû hînî zimanê xwe nabin, heta malbat bi destên xwe zarokên xwe hînî tirkî dikin, bi hinceta ku zarok di jiyanê de zehmetiyê nekêşin. Em niha wekî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî li hemberî vê yekê têdikoşin, lê hêza me tenê têrê nake, pêdivî têkoşîneke xurt û berfireh heye.

...Kekê Samî sipas ku we dema xwe ji bo hevpeyvîna me veqedand.

Ez spasiya we dikim, ji bo we ev derfet da min. Gelekî spas, mala we ava.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 14’ê Pûşpera 1387’ê Rojî