|
kurteleyîstik.
Pirtûkên wî:
Govendistan (Weşanên Pêrî-2002)
Mirin (Weşanên Aram - 2006)
“Edebiyat an jî berhemeke hunerî di
du sê rojan de şîn nabe”
Rewşa Edebiyata Kurdî, îro beramber
bi salên 80’î çavane. Li Turkiyê ku şertên nivîsandina bi Kurdî pariyek azad
bûne, çi fersend daye pêşketina edebiyatê. Gelo em dikarin bêjin ku xwendin û
nivîsandin yekser dimeşin yan na..?
Erê rewş îro gelekî baştir e, berî
20 salan peyveke kurdî ji gelek kesan re dibû goristan. Lê îro entelîjensiya
kurd hêj di nava haleke sersar de qelema xwe dilebitîne, tu dibêjî qey çavê li
qanûn û deriyên Enqereyê dê tu carî neqerime. Edebiyat an jî berhemeke hunerî di
du sê rojan de şîn nabe û bi çar gulan jî bihar nayê, divê dildarên kurdî bi şev
û roj xepara erdanivîs û hunerê ya beyar bikin. Heke ev xepartî bi rêk û pêk û
li gorî disîplîna hunera dinyayê bidome, civaka me jî dê bikaribe rojekê pala
xwe bide bexçeyê huner û edebiyata xwe û jê bitamije.
Heke qesta te civaka me be, ji xwe
nifşên nû weke ku bi taya mirinê ketibin her ji xwe ji hebûna xwe dûr dikeve û
xwe li ber zimanên din şêrîntir dikin, heq ew bû ku nifşên nûhatî bi ser me
nivîskaran de her biqêriyan da ku me berhemên baştir bihûnandina. Lê heke qesta
te xwendin û nivîsandina nivîskar an jî nivîsevanên kurdî be. Ez bawer nakim ku
bi hev re bimeşin. Ji xwe dema ku meriv ji hinek nivîskaran dipirse, ji zikê xwe
têr in û pozê xwe li xwendinê xwar dikin. Psîkolojiyeka wiha xerîb li ser wan
heye ku, tu dibêjî qey dibêjin, “Me xwendinê xetimandiye, pêdiviya me êdî pê
tune, em êdî nivîskar in...” Lê ya rastî nivîsandin zaroka xwendinê ye, bêyî
xwendinên jidil û bieşq ew zarok -yanî nivîs- seqet tê dinyayê û dikeve ser rûyê
rojname kovar û pirtûkan.
“Bi zor û dehfdanê ne kurdîtî
çêdibe û ne jî hûşiyên gotinan ên huner û edebiyatê digihin. “
Di dîrokê de gelek caran
rewşenbîrên Kurd bi sedema şert û zirûfên nexweş, neçar mane ku koçebar bibin û
herne derveyî welêt. Herwiha li derveyî welêt berhemên xwe amade kirine.
Edebiyat di salên dijwariyê de li derve xwe parastiye. Sirgûn û xerîbî çi
bandorek daniye ser edebiyata Kurdî?
Sirgûn û xerîbî helbet feydeyek pir
mezin daye edebiyata kurdî ya modern, ku zimanê nivîsînê bi ser xwe ve were û ji
gulebarandina asîmîlasyona serdestên Kurdistanê xilas bibe.
Sirgûnî berî her tiştî dike ku meriv
fêrî ziman edebiyat û kulturên din bibe û dike ku meriv bi vî awayî gelek sembol
motîf û metaforan bide ber hev û bi rêya edebiyatê veguhêzîne ser bedena civaka
xwe. Heke meriv xerîbiyê ji xwe re neke goristanek, dikare ji civaka xwe re bike
deriyê gotinên biriqî.
Lê wisa xuya dike ku kurdan baş sûd
ji xerîbî û sirgûniyê wernegirtin. Me tevan bi çavê serê xwe dît ku dema pereyê
hin kesan hate birîn dev ji nivîsa kurdî berdan. Yanî bi zor û dehfdanê ne
kurdîtî çêdibe û ne jî hûşiyên gotinan ên huner û edebiyatê digihin.
Îro jî navenda edebiyatê xerîbiye
yan êdî edebiyat dikare li ser axa xwe şîn bibe. Nîvîskarên Kurd hewceye çi
bikin ku edebiyat zêdetir li ser axa xwe xûrt bibe.?
Ev deh sal e jî edebiyat li ser xaka
xwe yanî li welêt şîn dibe. Vebûna hin navendên rojname û çand û hunerê li Bakûr
îşaretên xêrê ne. Lê ya rastî bi haleke pir trajîkomîk ve edebiyata me şîn dibe.
Wisa bi dileke sar û bi helwestên pasîv ve huner û edebiyat pêş nakeve. Mesela
helbestek çima di qehwexaneyeke Amed, Sêrtê de nayê xwendin ez hê jî fêm nakim,
çima şanoyek li ser tenûra kurdan nayê lîstin. Û pirsa herî girîng ev e: Çima
hunermend û nivîskarên kurd dimînin li benda îktîdara dewletê û îktîdara
belediyeyan? Helbet wezîfeya belediyan e ku peyva kurdî li her derî şîn bikin,
lê heke ev çênebe jî heqê hunermendan tune ku li benda ti “xweda”yî bisekinin.
“Dengbêj pirtûkxaneyên kurdan ên
veşartîne”
Dengbêjî, xalek gelek giring e di
edebiyatê de. Herwiha edebiyata Kurdî ya devokî dengbêjiyê rumetek bilind hesab
dike. Gelo Dengbêjên Kurd hetanî îro çi xizmet dane Edebiyatê?
Ji xwe tê zanîn ku dengbêj
pirtûkxaneyên kurdan ên veşartîne. Ji bo hunera kurdan a modern divê her û her
dengbêjên me çavkanî bin, û hemû gotinên wan divê bêne qeydkirin û terişandin.
Heke em dêna xwe bidin rêça rênesans
û modernîteya dinyayê jî her eynî rastî xuya dike: Her tiştê nû li ser kelepora
kevin ava dibe. Lê ji ber ku modernîzm wekî gelek tiştan di nava civaka kurd de
mîna mirîşka serjêkirî ye û şaş tête fahm kirin, îro bi tenê navê dengbêjan
heye.
Heke ev dengbêjên me di destê van
ewropiyan de bûna, dê stran metelok çîrok û destanên wan ji xwe re bixistana çem
û robar û tê de bi şev û roj soberberî bikirana, dê her gotineke dengbêjan ji
xwe re bixistana vîtamînên A,B,C û rojê sê danan bixwarana heta bi ser xwe ve
bihatana. Lê welatê me mixabin di nava şikefteke tarî de ye.
“Çepên Tirkan ên ku ji kaniya
dewleta veşartî av vedixwin bi zimandirêjiya xwe ve aqilê entelîjensiya kurdan
çeliqandine”
Tê gotin ku Niştimanperwerî bi
edebiyatê dest pê dike. Roman, berhemek pir hêjaye di edebiyatê de. Herwiha,
roman barkêşê gotara nîştimanperweriyê ye. Edebiyat û romana Kurdî çî tesîrek li
doza Kurdayetî kiriye?
Niştimanperweriya kurdan mixabin ne
xurt e, bi destê rewşenbîr û bi kopalê dewleta Tirk her tê manûpilekirin.
Nivîskar û rewşenbîrên kurdan di bin nîrê van berovajîkirin û manîpulasyonan de
qelema xwe dibin tînin û çend gotinan dibêjin. Bi taybetî çepên tirkan ên ku ji
kaniya dewleta veşartî av vedixwin bi zimandirêjiya xwe ve aqilê entelîjensiya
kurdan çeliqandine.
Em bi rihetî nikarin bibînin ku
şervanekî kurdan bi nav û dengê xwe ve bikeve ser kaxizên edebiyata kurdî. Her
kes behsa dîwarên bajarê xwe dike, her kes êşa dayikên xwe vedihûne, her kes
çîroka xwe helbesta xwe ji welatê xwe re dike deriyê azadiyê, lê dema ku dor
tête ser kurdan ji me re dibe qebahet. Jixwe du sê nimûne hene meriv şerm dike
ku bixwîne tu dibêjî qey di berhemên xwe de dixwazin bibêjin ku “Kurd ne
niştimanperwer in...!”
Helbet ev ji bandora van
manîpulasyonên ku min jor behs kirî tê.
Di hinek berheman de jî bi gotinên
xav behsa “Kurd û Kurdistanê” tê kirin, helbet ev jî zirarê dide hebûna
vehûnandina nivîs û hunerê. Di edebiyatê de meriv dikare bi gelek awayan, bi
sembol û sîmgeyên lihevhatî, bi metafor û nihêrînên veşartî ve behsa
niştimanperweriya xwe bike. Mesela meriv dikare di berhemekê de çar hezar
çavikên cihê veke û di her çavikekê de jî meriv dikare dûmana gundekî şewitî bi
cih bike, yanî ez dixwazim bibêjim ku huner rê dide gelek awayan.
“Rola ziman bo miletan rola man û
nemanê ye”
Di Hişyarbûn û pêşketina netewan de
rola ziman çiye?
Rola ziman bo miletan rola man û
nemanê ye! Di roja îro de ziman ji bo hebûna miletan bûye wekî “DÎN”eke modern
ku bikaribin hebûna xwe pê biparêzin. Ziman ji bo her miletî bêhn û hebûn, reng
û dirûv, ken û girîn, mifte û mala wan e!
Heke mesele milet-azadî-dewletbûn
be, ziman ala ye, şûr û mertal e, gule û berik e, tîr û kevan e, alaveke mezin
yê xweparastin û berxwedanê ye...
Heke mesele dîn be, meriv dikare
taet û îbadetên xwe dia û kelaman bi zimanê xwe xweştir û rihetir bike, yanî
ziman bang û zengila meriv e, secade û tizbî ye, cinet û bexçeyê herî mezin e!
Ne xerîb e ku dewletê medreseyên kurdistanê girt, îro piraniya nivîskar û
dildarên kurdî an ji feqetî û seydatiyê tên an jî dê û bavê wan. Meriv dikare li
ser vê yekê gelek xebatên doktorayî bike...
Heke mesele înternasyonalîzm û
biratî be, jixwe her kes bi zimanê xwe di nava mala dinyayê de heye û bi rengê
zimanê xwe dibe birayê hev...
Heke mesele siyasî û polîtîk be, bi
fêrbûna zimanekî meriv dikare bêtir bikeve nav rihê civakekê û tê de qayîşê
bikêşîne û bigihîje armancên xwe yên siyasî û polîtîk...
Heke mesele edebiyat û çand û huner
be: ziman av û xwîna berhemekê, reng û qîrîna lîstikekê, kanî û bilbilê stranekê
ye...
Lê heke mesele tiralî û
xwexwapandineke ecêb û bêmane be, jixwe meriv nikare tiştekê ji vê malxirabiyê
re bibêje
Pêwendiya ziman û raman, ziman û
edebiyatê çî ye? Berhemên edebî, hewceye li gor zimanên xwe yan li gor
kesayetiya nivîskarên xwe werin binav kirin.?
Pêwendiya ziman bi edebiyat û ramanê
re an jî bi celebeke hunerî re weke tevr û bêrê ye, di hûnandin û xepartiya
berhemekê de destebirakiya hev dikin. Lê ew çendî nêzî hev bin jî, di karê xwe
yê esasî de ji hev dûr in. Ziman weke çemekî di nav rihê civakê de diherike û
mîna nefelekê ji nû ve xwe divejîne. Edebiyat û huner jî vegotina rihê wê civakê
ye. Filankes an jî bêvankesek dema ku pirtûkekê binivîse heke ku ji rihê zimanê
xwe qut bibe dê nikaribe mesela biwêjeke biçûk tê de binivîse, an jî heke
bixwaze stranekê bistre çiqas ku dengê wî xweş be jî dê nikaribe peyveke kurdî
bilêv bike. Heta agirê ziman geş nebe dê tu carî pêt li berhema hunerî jî
nekeve.
Ya rastî berhema nivîskar ji
kesayetiya wî/ê girîngtir e! Belkî nivîskarek ji bo nivîsandina berhema xwe
-belkî jê re pere lazim e, an jî dixwaze ji bo hûnandina berhema xwe tecrûbe
werbigire!- biçe firaxan jî bişû. Dema ku me berhemeke filankesekî/ê xwend divê
ji me re nebe derd ka kesayetiya wî/ê çi ye? Lê bivê nevê li rojhilata malneketî
berhemek mixabin bi kesayetiya nivîskar ve tê xwendin.
“Bi ya min hebûna alfabe û zaraveyan
ne pirs û kêşeyek e!”
Pirs û kêşeya yekîtiya elfabe û
zaravên di zimanê Kurdî de gelo wê çawa çareser bibe.?
Bi ya min hebûna alfabe û zaraveyan
ne pirs û kêşeyek e! Helbet em dihizirin ku dema yekîtiya alfabe û zaravayên
kurdî çêbe, dê ji ber xwe de yekîtiya kurdan pêk were û bi vî awayî dê Kurdistan
jî azad bibe, ev rastiyek e. Lê her dem çemê jiyanê wekî xwestek û rîtûelên
siyasetê yên rojane naherike. Min ê bigota bila berî her tiştî rewşenbîr û
serkêşên civaka me xwe fêrî alfabe û zaravayên din ên kurdî bikin, lê dema ez
dibînim hêj ku zaravayên xwe nizanin û hêj ku navê gundê xwe yê bi kurdî nizanin
bi zimanê serdestan qala yekîtiya zimanê xwe dikin, ez dibehecim û dimirim...
Ev mesele bêtir dikeve ser hêz û
şiyana kurdan ya siyasî û entelektûelî.
Lê helbet heke rojek ji rojên Xwedê
li çar parçeyên Kurdistanê jî li gorî rewş û hereketên xwe çar dewletên
Kurdistanî yên cihê jî ava bibin, heke her sê zarava jî bi wext re bêtir ji hev
dûr kevin û her yekî bibin zimanek û di dibistanên Kurdistanê de her sê
ziman(kurmancî, soranî, zazakî...) bi hev re bêne xwendin, bila ti kes ji vê jî
netirse û nexe hewlohawar.
“Bi du sê gulan bihar nayê”
Xuya ye di edebiyata Kurdî de,
helbest zêdetir pêş ketiye. Çima? Helbesta klasîk a Kurdî û ya nûjen bi çi
şêweyî divê ji hev werin cuda kirin, yanî çi ferq di navbera wan de heye.?
Helbesta kurdî ne ku pêşketiye,
-bila ti kes li min negire!- bi tenê hejmara helbestan roj bi roj zêde dibe.
Helbet bi du sê gulan bihar nayê, lê dema ku em helbesta îro noqî zimanê
kurmancî bikin, gelo dê çend jê tê de bibin av û dê çend jê bi ser kevin û hikmê
wê ava zimanî bikin. Weke gelek fenomenên din, helbestnivîsîn jî li ba me şaş tê
fam kirin. Helbestek divê bikaribe hemû pexşana zimanê xwe di bin çengê xwe de
bisitirîne. Helbestnivîsîn ne bi tenê fêrbûna gramer, rêzkirina du sê gotinên
sor û eletewş e! Dema behsa xwendina helbestê bête kirin, çima em hê jî bêriya
Baba Tahirê Ûryan, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran dikin, bila her kes ji xwe
biperse! Ji ber ku helbestek di zimanekî de divê bibe kakilê gûzekê, rihê
çivîkekê, şîrê şêrekî û şîva şivanekî...
Xebata di warê ziman û gramera Kurdî
de bese yan na. Hewcehî îro zêdetîr bi çî heye? Gelo mumkune ku di pêşerojê de
(rojên pêş de) ferhengek mezin ku ji hemû zarav û devokên kurdî pêk hatiye çê
be. Ji bo vî karî hewceye çi were kirin ev wezîfeya girîng hewceye ji aliyê kî
ve were pêk anîn. ?
Wezîfeya pêşîn dikeve ser milê
Enstîtoyên Kurdî, Hikûmeta Başûr û Belediyeyên Bakûr. Helbet gelek dereng jî ma,
lê kurd dikarin li Amed û Hewlêrê Navendekê ji bo ferheng û wergerê vekin. Îro
îmkan û derfetên kurdan têra vê yekê dikin, lê nikarin xwe organîze bikin û tovê
pêşeroja xwe bireşînin. Heqê serkêşên kurdan tune ku di nava îktidara xwe ya
rojane de pêşeroja zarokên vî welatî bidin ber sersariya xwe. Welatek miletek bi
kitêbxane, ferheng û pêşketina çand û hunera xwe ve di nava aqilê dinyayê de tê
pîvandin, ne ku bi slogan, qîrewîr û bejn û bala xwe ve...
Civakek bêyî pirtûkxaneyeke mezin,
bêyî her çeşît ferhengên qerase, bêyî wergerandina pirtûkên girîng û kilasîk
wekî kerr û lal û şehtan e! |