|
têkiliyên navneteweyî yên PDK Îranê li derveyî welat seredana Kurdistanê kir. Me
jî derfet bi girîng zanî heya ku ji nêzîk ve hevpeyvînekê li dor têkiliyên
navneteweyî yên partiyê û herweha hin pirsên di rojeva siyasî ya Îran û cîhanê
de pêre çê bikin ku em bala we bo xwendina wê dikişînin:
Hevpeyvîn:
Selîm Zencîrî
Pêwendiyên we weke berpirsiyarê têkiliyên navneteweyî yên PDK Îranê bi kom,
komele, dezgeh û rêxistinên navneteweyî re çawa ye? Hûn wek PDK Îranê çawa tên
pêşwazîkirinê yan bi awayekî din giranî û pêgeha partiyê di qada navneteweyî de
çiqas e?
Ez
jî spasiya we dikim ku we ev derfeta pêk anî ku em bikarin hinekê qala hin
meseleyên rojev û partiyê bi taybet pêwendiyên wê li derve de bikin. PDK Îranê,
partiyeke biprensîp, demokaratîk û rêkûpêk e. Xebat û tekoşîna partiyê di pile
û gava yekemîn de demokrasî, pêşkevtin û rûmetdanîna bi mirovatiyê ye. Ew
pirensîp û bihayane hin tişt in ku cîhana pêşverû û şaristanî piştgiriyê lê
dikin, bi taybet dema ku mirov di kiryar de jî wan pirensîpan biparêze. Partiya
me çi di hundir û kongireyên xwe de û çi jî di pêwendî û danûstandinên xwe de
tim wan pirensîpane diprêze. Lewra PDK Îranê li qada navneteweyî de xwedî
rûmetek mezin e, vêca li rêxistinên siyasî re bigire heta digihîje sazî û
navend û dezgehên navneteweyî yên ku mafê mirovan diparêzin. Ew piştgiriya xebat
û tekoşîna partiya me dikin, xebata me jî bo demokrasî û mafê gelê Kurd di
Kurdistana Îranê de ye. PDK Îranê weke berpirsiyarê meseleya Kurd di Îranê de,
berpirsiyarê neteweyeke 10 Milyon kesî di Îranê de ye û ev meseleya jî yek ji
faktorên demokrasiyê di Îranê de ye.
Lênihêrînek bi dirûşma partiya me him li rabihurî û him jî niha derdixe ku
daxwaza sîstemek demokratîk û Federal di Îranê de dike. Di rastî de peyva
demokrasiyê esas û bingeha PDK Îranê ye. Dema ku mirov di cîhana îroyîn de li
ser buha, erziş, pirensîp û rûmetên însanî dixebite û di hundirê partiyê de û di
kiryarên rojane yên xwe de nîşan dide, dunyaya şaristanî tim li pişt disekine.
Çunku dunya hatiye guhertin, rewş û zirûf û mercên siyasî hatine guhertinê, lê
ji aliyê din ve jî eşkere ye ku qazanc û berjewendiyên taybetî hene, Lê ew jî
dikare were guhertinê.
Ji
ber wan mercane ye her cihê ku em weke partî bo seredan diçin vêca ji Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî, Komîsyona Mafê Mirovan, Komîsariyaya Bilind ya Penaberan,
Enternasyonal yan Efûya Navneteweyî re bigire heta digihîje partiyên siyasî,
organên cur bi cur yên mafê mirovan, Parlemantar û dem û dezgehên siyasî û
mirovî û ..., de em bi germî tên pêşwazîkirinê û em xwedî pêwendî û
danûstandinên navneteweyî yên pir berfireh bi taybetî di welatên rojava de ne.
Çunku dizanin ku ew buha û pirensîpane di nava partiyê de cihgir bûne û wan
tiştane weke taktîk û bo siyaseta roj bikar naîne, ji ber ku kiriye bi
stratejiyek neguher û berdewam.
Bi xweşî ve
em haydar bûn ku PDK Îranê di gaveke dîrokî de bû endamê fermî yê “UNPO” a ser
bi Rêxistina NY’î. Bêguman eva jî destkevtek girîng û dîrokî ye bo gelê Kurd bi
taybet di Îranê de. Bi raya we ev endametiya çi tesîr û bandorek li ser pirsa
Kurd li Îranê û PDK Îranê heye?
Her
wekî min got hinek pirensîp hene ku mirov bi hebûna wan ve dikare di rêxistinek
wiha mezin û girîng de bibe endam. Ew pirensîp jî demokrasî û mafê mirovan e.
Baweriya berdewam bi wan di kiryar û piratîkê de bû bi sedem heta ku partiya me
di hin dezgehên navneteweyî de were wergirtinê û bibe endam. Yek ji wan jî
Enternasyonala Sosyalîst e ku eva 13 sal e em endamê wê ne. Enternasyonala
Sosyalîst jî saziyek navneteweyî ye û nêzîk 150 partî di seranserê cîhanê de
têde endam in.
Eva
jî gava duyemîn bû ku em di rêxistina “UNPO”, yan Rêxistina Neteweyên Bêdewlet
ser bi Neteweyên Yekbûyî de bûne endamê fermî. Her bi vê hincetê ez jî
pîrozbahiyê ji hemû Kurdan, ji hemû endam û alîgirên partiyê bi taybet ew
hevalên ku di vî warî de xebitîne û xwe mandî kirine, dikim.
Tesîra wê eva ye ku ev rêxistina rasterast di Neteweyên Yekbûyî de endam e û ji
heq û mafê neteweyên bêdewlet berevaniyê dike û mafê wan diparêze.
Eva
jî rêyek e ku em dikarin ne rasterast di rêxistina NY û organên cur bi cur yên
wê de bibine xwedî deng. Eva jî gavek girîng û deskevtek dîrokî ya kurdên
kurdistana Rojhilat û PDK Îranê ye. Di rastî de ev rêxistina dibe bi
berpirsiyarek heta ku meseleya Kurd weke neteweyekê bîne ziman û bibe pêş.
Aqibet Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî li gor biryara 1737’an, qonaxa
yekem ya cezayan li dor programên navikî li ser Îranê de birêve bir. Herweha 60
roj dem bona rawestandina xebatên Etomî jêre diyarî kir. Hûn li gor siyasetên
rejîmê bawer in ku ceza dê xurtir yan dijwartir bibin?
Meseleya
programa Etomî ya rejîmê, pirsek e ku aştiya cîhanî dixe xeter û metirsiyê.
Rejîma Îranê di vê çarçoveyê de heya niha gelek leyîstok kirine bi taybet tevî
welatên Ewropayî, û bi wan lîstekan tenê dixwest demê qazanc bike. Lê di vê
dawiyê de welatên Ewropayî bi taybetî Firansa, Îngilîstan û Almaniya ji armancên
rejîmê tê gihîştine. Berê jî çunku qazanc û berjewendiyên wan pir zêde bûn,
dixwestin ji rêya dîplomasiyê ve rejîmê hişyar bikin ku dest ji xebatên Etomî
yên xwe berde û bi vî awayî rejîmê aqil bikin. Lê di rastî de ev rejîme ne
rejîma aqilbûnê ye û dixwaze di deverê de bibe bi rejîmek bihêz û serdest. Bona
gihîştin bi vê armancê jî bi du awayan pêşve diçe.
1:
Îslamgerayî(Ew jî di rastî de Şîîgerayî ye nek Îslamgerayî)
2:
Bidestxistina çeka Etomî.
Lewra niha ew welatane bi giştî û Rêxistina NY’ê gihîştine vê baweriyê ku
xebatên navikî yên rejîmê ne aştîxwazane û bona vejenê ye, ji berku armanca wê
bidestvanîna çeka Etomî ye. Lewra niha bi micid pêre dilivin, ceza di gava yekem
de biryara 1737’an e û tenê bona wê yekê bû ku rejîmê bînin ser eqil, ger ku
rejîm dest ji siyaset û xebatên xwe ji bo bidestveanîna çekên Etomî hilnegire,
gavên din yên cezayan dê roj li pey rojê zêde û berfireh û dijwartir bibin.
Başe tesîra wan ceza yan dorpêçikirinan li ser xelkê Îranê û pêşroja rejîmê
çiye?
Di
gava yekem de ew alav û amûrên ku bo çêkirina çeka Etomî tên bikaranînê, rejîm
nikare wisa rehet û bi hêsanî dest bixe. Çunku ger caran bo mînak nirx û buhaya
wan 10 milyon bû, evcar dê bibe 100 milyon. Tesîra xwe her niha daniye û hemû
tiştek nirxa wan sê yan çar beramber zêde bûye. Eşkere ye ku dê li ser jiyana
xelkê bi taybetî ew texên ku belengaz, zehmetkêş û hejar in dê pêtir tesîr û
karîgeriya nerênî hebe. Ji ber ku niha 60 ji sedê ya xelkê Îranê di bin hêla
xizanî û feqrê de dijîn û jiyanê diborînin.
Eva
jî di rewşekê de ye ku hêj neketiye hisara di warê aborî de. Ger gavên din bo
ambarbûna Îranê bihên avêtin, xwezayî ye ku dê tesîrê li ser jiyana rojane ya
xelkê hebe û dê giranî Îranê dabigire. Îran jî di astekê de nine ku rewşa
aboriya wê bersivder be. Tenê karta niftê heye û me dît ku buhaya wê di vê
heyamê de hinekê giran bibû, lê niha Erebistana Seûdî û ... ku neftek zêdetir
berhem tînin, buhaya wê şikestî ye û ji 80 $ daketiye 60 $. Eva jî di halekê de
ye ku pisporên siyasî û aborînas bawer in ku dê heta 30 $ jî dakeve. Di encam
de rewşa Komara Îslamî bi awayekê nine ku bikare li hemberî vê ambarboyê de
dewamê bîne.
Kek Xusro, hûn rola Komara Îslamî di bûyerên deverê de weke pêkanîna alozî
maytêkirin di kar û barên welatan de û herweha xurtkirina terorîzmê de çawa
dinirxînin?
Komara Îslamî di esas de rejîmeke terorîstî ye û bingeha wê li ser terorîzmê
hatiye avakirinê.
Terorîzm yek ji alav û kartên zext û givaşa rejîmê ye. Eva jî ne tiştek veşartî
û teze ye, çunku Xomeynî berê jî digot: “Sidûrê Inqilab” yanî şandina şoreşê bo
derve. Bo vê meremê jî armanca wan ya yekemîn, welatên derdor e weke Îraqê. Eva
jî di halekê de ye ku ne tenê Amerîkî, belkî rayedarên Îraqî jî destêwerdanên
Îranê û çêkirina aloziyan di Îraqê de piştrast dikin. Armanca rejîmê ji karên
têkderî di Îraqê de eva ye ku prosesa demokrasiyê di Îraqê de bêencam bihêlin û
li pêşiya xwasteka neteweyên Îraqê ku avakirina sîstemek demokratîk e bibin
asteng. Çunku ger di welateke deverê weke Îraqê de tenahî û demokrasî cihgir
bibe, bandora wê ya rasterast li ser welatên cîran bi taybet Îranê heye. Lewra
Komara Îslamî bi hemû karîn û şiyana xwe dixebite ku beriya avakirina vê sîstema
îroyîn û demokratîk bigire. Bona gihîştin bi vê armanca xwe jî dest avêtiye
kiryarên terorîstî, pêkanîna alozî û neewlekirinê, piştevanî ji girûpên tundrew
û terorîstî ji Îraqê re bigire heta digihîje Filistîn û Lubnanê. Dizane ku bi
wê siyaset û sîstema dîktatorî û dijî mirovî nikare jîna xwe bidomîne. Lewra bi
hemû şiyana xwe dijatiya vê prosesa aştî û demokrasiyê dike û qazanc û
berjewendiyên welatên bihêz di deverê de dixîne ber xeterê.
Kek Xusro,
heyamek e êrîşa leşkerî li dijî Îranê yê bûye mijara sereke ya medyayan. Raya we
di vê derheqê de çî ye?
Êrîşa leşkerî carê weke hilbijartin nehatiye erêkirin û pejirandin. Çunku
rayedarên Amerîkayî, Ewropayî û Neteweyên Yekbûyî carê dixwazin bi rêya
dîplomasiyê ve vê pirsê çareser bikin. Lê Komara Îslamî rejîmek nine ku bikare
meseleyan bi rêya dîplomasiyê ve çareser bike. Rejîm dizane ku mayîna wê, bêy
çeka Etomî nemimkin e, lewra bi her awayekê be dixwaze bidestve bîne û jêre bûye
tiştek heyatî û meseleya man û nemanê. Bê şik destxistina wê jî xeterek mezin e
bo ser aştiya cîhanî. Lewra ez bawer im rêçareya demokrasiyê di Îranê de ne
êrîşa leşkerî ye û zirûfa îroyîn jî ew nine, meger rejîm wan neçar bike, lê
rêyên din jî hene...
Bibore, başe mikanîzma we weke PDK Îranê di vê derheqê de çiye?
PDK
Îranê bawermend bi hêza neteweyên Îranê ye û bi salane xebatê dike ku ev hêzên
demokrat, pêşverû û bi giştî opozîsyona demokart ya Îranê bicivîne ser hev.
Li
Îranê şeş neteweyên din hene ku ji mafên xwe hatine bêparkirinê û daxwaza mafên
xwe dikin. Niha meseleya neteweyî di seranserê cîhanê de girîngî peyda kiriye û
bûye bi meseleyek rojev. Herweha di Îranê de jî niha pirsa neteweyî xurt bûye û
rojeva Îranê bi xwe ve girtiye.
Lewra PDK Îranê weke hêzeke modern ku bawerî bi mafên wan neteweyan heye di vê
derheqê de gelek xebat kiriye bo mînak eva 2 sal e ku kongireyek hatiye
avakirinê bi navê Kongireya Neteweyên Îrana Federal weke altirnatîvek bo
pêşeroja siyasî ya Îranê.
Em
dixebitin ku hêzên wan neteweyan bi hêzên opozîsyona demokrat a Îranê re girê
bidin û vê rêxistinê xurtir bikin. Lewra hewce ye hêzên derve bi taybetî yên
Rojava piştgiriya van hêzane û rêxistinê bikin û wê rêxistinê bihêz û xurttir
bikin. Bi raya me rêçare û mikanîzma jêhat û herî baş eva ye nek êrîşa leşkerî.
Ger heya niha Amerîkî û Ewropayî zêde ji vê meseleyê tê negihîştibin,ez bawer im
gelek dûr nakişîne ku dê bihêne ser baweriya me.
Hûn
pêşeroja Kurdan bi giştî û di Îranê de bi taybetî di encama van hevkêşe û
guhertinan de çawa dibînin? Gelo tu geşbînî yan na?
Belê, ez geşbîn im. Çunku niha meseleya neteweyan, meseleya mafê mirovan û
demokrasiyê bûne bi mijarên rojev. Bi giştî sîstem hatiye guhertin, dunya hatiye
guherîn. Êdî dema wê nemaye ku neteweyek çend neteweyên din têxe bin destê xwe.
Mirovahî êdî pesinda vê sîstemê nake. Lewra niha dewletên mezin gihîştine vê
qenaetê ku divêt di hemû welatan de bi kêmî jî be demokrasiyek nisbî hebe, mafên
neteweyan bihên parastin. Bi taybet di welatên pirneteweyî de divêt mafê hemû
neteweyan misoger be. Amerîka caran gava ku diçû û welatek digirt, kar bi
sîstema wê tunebû, dîktatorek li ser kar didanî û temam. Lê niha ew mikanîzma
nema ye. Bo nimûne em Îraqê dibînin ku Amerîka têde piştgiriya sîstemek Federal
dike û Kurdek dibe Serok Komarê Îraqê. Bi giştî reform di sîstema cîhanî de pêk
hatiye û cîhan ber bi demokrasiyê ve diçe, eva Îraq, Efxanistan,...
Lewre ez him pêşeroja Kurdan û him jî neteweyên din geş dibînim û hêdî hêdî
dawî bi jiyê sîstemên dîktatorî tê û dê jinav biçin. Kê bawer dikir ku Sedam
were dadgehîkirin. Eva jî nîşaneya neman û dawîhatina sîstemên dîktator e. Wek
Kurdekê ez gelek xweşbînim ku ev rejîme nikare dewamê bîne. Çunku dijberiya
Komara Îslamî bi mirovahî û sîstema pêşkevtî ya cîhana îroyîn heye.
Kekê Xusro
Ebdulahî, ez ji aliyê rojnameya Agirî ve spasiya beşdariya te di vê hevpeyvînê
de dikim. Her bijî û serkevtî bî.
Spas bo we jî, serkevtî bin |