Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Hevpeyvînek   Bi  Cankurd Re, Li Ser Rewşa Edebiyata Kurdî

 

Latîf Epozdemir 

 

Cankurd Kî Ye?

 

Cankurd, yek ji siyasetmedar û cefakarê kurd e ku di hemû jıyana xwe de, tu wextekî, xebata ji bo rizgariya Kurdistanê ji bîra xwe nebirıye. Min nameyek birayane jê re şand û lê daxwaz kir ku bersiva pirsên min bide. Spasek mezin û giran lê dikim ku bersivên min da. Ez kubar û şanazim ku rewşenbîrek me yê wiha heye.

Ez vê hevpeyvînê pêşkêşê we dikim. Hivîdarim ku jê mifahê wergirin.

Cankurd xelkê binxetê ye, ji gundê Meydankê, li ber ava Efrîn, li herêma Çiyayê Kurdan, sala 1948’an ji dayik bûye.

Li gundê xwe çûye dibistana bingehîn, pişt re li Efrîn û Helebê xwendina xwe kiriye, sala 1971’an bûye mamosteyê zimanê Erebî li dibistanên navîn ên Helebê û derdora wê, lê ji wî ra qedexe bû, ku li herêmên kurdî karê xwe bike.

Ji sala 1968’an re ketiye nava tevgera neteweyî ya kurdî, û heya sala 1977’an gelek caran hatiye girtin, îşkencekirin û li dawiyê ji mafên niştevaniyê hatiye bêparkirin, dêrînê “mulkê” wî ji aliyê dewletê ve hatiye bindestkirin û ji kar jî hatiye avêtin.

Çavêd wî hîn di sala 1968’ê de li zimanê Kurdî bi rêya Elîfbaya Osman Sebrî (APO),Derdê reş”ê şehîdê mezin Mûsa Enter û helbestên hozanvanê welatparêz Cegerxwîn ve bûne. Dest bi nivîsînê kir bi gotarek dirêj li ser çîrok û efsaneyên kurdî, ku bi navekî dî di kovara “Gulîstan” de, ya ku rehmetî Cegerxwîn sernûseriya wê dikir, hate belavkirin.

Ew di 09.09. 1979ê de li Almaniya dijî, û bi gelek saziyên kurdî re xebat kiriye. Ew yek ji avakarên sereke ên komîtiya vejandina Partî Demokratî Kurdistanî – Sûriye (KDP-S) e, ku sala 2000’an li derveyî welêt dest bi karê xwe kiriye. tevî gelek kongireyên hembervaniya Sûrî bûye, li Amerîka, Ewrûpa û Turkiye, heya niha jî di têkoşîna gelê xwe de, wek endamekî vê partiyê, tevî nexweşiyên (Şekir û Dil) bê rawestan digudîne.

Cankurd endamê PEN a Kurdî ye, û bi Erebî (4) pirtûkên wî hene, tev li ser gelê Kurd in, û bi Kurdî jî van pirtûk û berhem hene, li gel hejmarek mezin ji gotaran û hinde lêkolîn, nirxandin û wergerandinên ji Erebî û Almanî:

 

- Dilopeka xwîna dila  (Helbest)

- Zembîlfiroş (Lêkolîn)

- Gundê Dîna (kurteçîrok)

- Selahiddînê Eyûbî – Kurdekî cîhan hejand

- Çêrokên Kurmancî –  Vejandina pirtûka Alexander Jaba (Tîpguhastin)

- Bazarganê Vênîsiya – William Shakespeare (Wergerandin)

- Niştûwarkirin  (li Almaniya) – (Wergerandin ji Almanî li gel Bayram Ayaz)

- Zindana Azadiyê – (Wergerandina filmekî almanî ye li ser Kurdan – Li gel Hemreş Reşo)

 

Berhemên nehatîne çapkirin:

- Wergerandina pirtûka (10.000 Nandozên Girîkî – ya Xenophon)

- Sênariyoyek bi Kurdî, ku amade ye bo filmekî bi navê “Alanê Kurd”

- Kurd di dema Imadeddîn Zengî de (Ji Erebî)

- Newroz û Kawa (Şano)

- Beyt û stranên me yên kevnare (Tîpguhastin)

Hinek berhem jî hîn neçûne serî wek romana (Welatê Hevrîşmê Sor)…

Rewşa Edebiyata Kurdî, îro beramber bi  salên  80 çawane. Li Turkiyê ku şertên nivîsandina bi Kurdî pariyek azad bûne, çî fersend daye pêşketina edebiyatê. Gelo em dikarin bêjin ku xwendin û nivîsandin yekser  dimeşin yan na..?

 

Ma rewşa wêjevaniya kurdî wê çawa baş be, gava roşenbîrên Kurd di nav xwe de, bi hev re, bi zimanê Turkî her bipeyivin? Dayik û jinên Kurd di mal de bi zarokên xwe re bi Turkî bipeyivin û ji sibê heya dawiya şevê li bernameyên Turkî temaşa bikin? Wê çawa wêjevaniya kurdî baştir be ji berê, gava piraniya bernameyên televîzonên Kurdan bi Turkî, Erebî an Farsî bin? Bi ser de jî ciyê kovar û rojnameyên Turkî li ba roşenbîrên me ji yên kurdî balatir bin?... Bi rast, ez ji vê rewşê hosan bûme... Ez roşenbîrekî kurd dinasim, ku paş gelek salan xebata di nav desteya kovarek kurdî de, paşnavê xwe kiriye “Turk”, da dên û bala Turkan bi ser  xwe ve bikişîne, ku ew ne Kurdekî nijadperest e, ew welatiyekî kurd ê dilsoz ê “Turkiye” ye.

 

Hema dîsa jî em dikarin bibêjin, ku di dema niho de gelek Kurd êdî bi zimanê xwe yê dayîkî, bi Kurdiya şîrîn û resen dipeyivin, dinivîsin û dihoşin. Gava tu derbasî nava rûpelên Internetê, û tu “Helbest a kurdî” an “Strana kurdî” an jî “Zimanê kurdî” bigoogilînî, tuyê pir rûpelên dagirtî bi berhemên kurdî bibînî. Internetê delîve û bergehek bê sînor û bê serhed xistiye destê gelê me, ku bi rêya wê wêjevaniya xwe ya devkî û ya nivîskî biparize... Ew nivîskarê ku ji ber hinde egerên diravî nikare pirtûkên xwe bide çapkirinê an li ba hêzek kurdî bide pejirandin, dikare bi sanahî bigihîne milyonan ji xwendevanan bi rêya weşandina wan pirtûkan di Internetê de, an jî bi hinartina wan bi rêya blog û e-mailan ji nas û dost û wêjehezan re... Pirtûkên berî niha bi 80’ê salî li teviya Kurdistanê hatîne çapkirin, li ser tiliyên destan tên hejmartin, lê niha rast nayin jimartin. Berê mijar bi piranî mijara azadiya gelê Kurd bû, lê niha ji aliyê mijarê ve jî tabelaviyek mezin heye... Ev e jî nîşana pêşveçûnê ye, lê 80’ê sal jî ne hindik in. Divê em ji vê delîveyê jî hodeyek mezin bigirin, ku li Turkiyê piçekî derî li ber belavkirina wêjevaniya kurdî di vê dema dawî de hatiye vekirin, lê em ji bîr nekin, ji aliyê din ve pilanin Turkkirina gelê me nehatîne rawestandin û pêwîste em li hember vê ramyariyê livek wêjevanî ya fireh û xort bikin.

 

Di dîrokê de gelek caran rewşenbîrên Kurd bi sedema şert û zirûfên nexweş, neçar mane ku koçebar bibin û herne derveyê welêt. Her weha li derveyî welat berhemên xwe amade kirine. Edebiyat di salên dijwariyê de li derve xwe parastiye. Sirgûn û xerîbî çi bandorek daniye ser edebiyata Kurdî?

:

Li ba Ereban yek ji nivîskarên tewr mezin “Cibran Xelîl Cibran” e, ku jiyana xwe bi piranî li dûriyê û nenasiyê derbas kiriye, lê hem di ziman de, hem di bîranê de û hem jî di nêzbûna xwe de ji dilê gelê xwe ve, wêjevanekî wek “Nimûne” tê naskirin. Gelek nivîskarên Hindî û Pakistanî li Brîtaniya jiyane an dijîn, lê bi rast romannivîs û helbestvan in mezin in. Yek ji wan Selman Rushdî ye, ku wek romannivîsekî cîhanî hatiye naskirin... Ew di naveroka romanî de herdu cîhanan, Rojhilat û Rojava tev li hev dike û fantaziya xwe li ser wan herduyan avadike... Dûrî carina di nav welatê nivîskar de jî çêdibe, gava ew ji dîroka xwe, ji helbesta gelê xwe û ji zevînê xwe yê wêjevanî hatibe hilkirin û carina jî ewê ku li Swêd û hî wêde daniştiye her û her li nav çiyayên Kurdistanê maye, nikare wan gund û koz û çem û berqef û newal û mirovên, ku demekê di nav wan de mayî, ji hiş û dilê xwe hilbike, bavêje û li ciyê wan cîhanek swêdî di hinavên xwe de biçîne, wek dîrokvanê ku her û her di nav rûpelên dîrokê de dimîne, nema dikare tevlî jîna rojane bibe... Gelek wêjevanên kurd, ji hemî şaxên wê, wek helbestê, çîrokê û şanoyê, di van 30 salên dawî de li Ewropa bilav bûne, û hikariya jîna ewropî jî li wan çêbûye, lê bi piranî ewana wefadarê  kelepûra xwe ya neteweyî mane û mirov dikare wê wefadariyê di berhemên wan de bişopîne. Di vir de Seyda Zeynilabidîn Zinar, Mehmet Uzun, Hesenê Metê, Firat Cewrî, Mahmûd Baqsî û Lokman Polat ber bi çavan dikevin...

 

Îro ji navenda edebiyatê xerîbiye yan êdî edebiyat dikare li ser axa xwe şîn bibe. Nivîskarên Kurd lazime çi bikin ku edebiyat zêdetir li ser axa xwe xurt bibe?

 

Ji xwe ew wêjevaniya ku di zevînê xwe de nejî, nabe para sereke ji berhemên wêjevanî yên wê civatê. Ji wê re “Wêjevaniya koçberiyê” tê gotin.  Da nivîskar ji civata xwe bi giştî neyê birrîn, pêwîste ew têkiliya xwe bi civata xwe ya kurdî re nûbike, ewa mak û serekîn... Divê ew bizava xwe bike bo çapkirin û weşandina berhemên xwe li bajêrekî Kurdistanê. Diyarbekir an Hewlêr niha dikarin nivîskarê Kurd bi ser xwe ve bikişînin, ji xwe şîrê berhemên wî bidoşin, nivîskar jî bi wan re pevgirêdanek nû avadike, li xwe vedigere, li nişt û kevnewarê xwe... Eve jî pir giring e, da civatên ewrûpî nivîskarê me bi tevayî ji dest me dernexînin.

 

Dengbêjî, xalek gelek girîng e di edebiyatê de. Herwiha edebiyata Kurdî ya devkî dengbêjiyê rumetek bilin hesab dike. Gelo Dengbêjên Kurd hetanî îro çi xizmet dane Edebiyatê.?

 

Min di van 20 salên dawî de gelek stranên kurdî ji nû ve bo Internetê nivîsandine, tîp guhastin an ji pirtûkan girtine û civandine ser hev, min bêtir ji 200 stran ji wan di malpera xwe de ( www.kurdax.net ) belav kirine, parek ji wan yên ji pirtûkên Eugen Prym û Alber Sosin hatine, ku bi rastî ez têde vestiyam.  Egera vê yekê jî ew e, ku di strana kurdî de ziman û serpêhatî û canê mirovê kurd hatine paristin. Dengbêjên kurd ji me re Memê Alan, Siyamen û Xecê, Yûsif û Zelîxe, Cimcimê Sultan, Cenbelî û bi sedan berhemên din yên dema axatiyê di dîroka me de paristine, eve jî pir giring e bo civaknasan, dîroknasan û zimannasan. Di stranê de ne tenê evîndarî, belku kesayetiya kurdî bi tevayî hatiye nasîn. Eve jî mezintirîn berdestî ye ji bo wêjevaniya kurdî. Neyaran karîbûn nivîskarên kurd bêqelem bikin, lê nekarîn dengbêjê kurd bêdeng bikin. Min qeftek ji “Stranên Kurmancî” bo melayekî li Dihokê hinartin, wî bi zûkî pirsek nedîd bo min nivisand: “Gelo! Tu ji min dixwazî, ez xwe bi strana kurdî gêro bikim?” Min bersiv dayê:”Min ji te re stranên kurdî hinartin ji ber ku ez dizanim tu xwe bi zimanê kurdî gêro dikî.”

 

Tê gotin ku Niştimanperwerî bi edebiyatê dest pê dike. Roman, berhemek pir hêjaye di edebiyatê de. Herwiha, roman barkêşê gotara nîştimanperweriyê ye. Edebiyat û romana Kurdî çi bandorek li doza Kurdayetî kiriye.?

Berî her tiştekî divê em ji bîr nekin, ku Uris ne bi Qeyser ên xwe tên nasîn, ewana bi Tolostoy, Dostyêvskî, Poşkîn, Gorkî û Lêrmantof tên nasîn, navên piraniya şah û Kanzlerên almanan nayên bîra me, lê bêguman gava te got: Goethe, Şîler, an Beethoven, yekser navê Alman tê bîra mirov..Wilo jî sira Shakespeare di hebûn û nebûna neteweya Brîtanî de, Aragon li Espanya, Nazêm Hîkmet û Celaledînê Romî li Tûrkiye û Hafizê Şîrazî an Xeyyam li ba Farsan... Hikariya ramanên Ehmedê Xanî, ku yek ji mezintirîn hozanvan, zimanzan û hişmendên neteweya kurdî ye, ta niha di hişyariya me ya neteweyî de heye. Bi taybet gava ew dibêje:

 

Bê ceng û cîdal û bê tehewûr                 Vî şuxlî qet mekin tesewûr

 

An jî  Nacî Cezîrî, ku dibêje:

 

Ciwanan pêkve hûn harkirin     Bibêjin em qebûl nakin

Ji kes re em xwe kêm nakin       Eger em biçne Bomabyî

 

Romana kurdî, di vir de mebesta min ne ya ku bi Kurmanciya başûr e,  hîn negihîştiye wê pileyê, ku daketibe nav gelê me, bi terzekî fireh. Ew di nav nivîskar û çemberek teng a xwendevanan de maye. Pir hindik jimar ji wan tên çapkirin û firotin. Egera vê yekê ne nivîskar e, belku tevahiya nîrênên civakî, ragihandinî, sazendî û ramyarî ne. Romannivîsê kurd ê mezin li bakûrê Kurdistanê Yaşar Kemal bi Turkî dinivîse  û  yek ji mezintirîn niviskarên Erebistanê Selîm Berekat ê kurd e, xudanê romanên pir hêja ye.. Divê ev rewş ji ortê rabe.. Bêguman Şahînê Bekirê Soreklî, Helîm Yûsif, Firat Cewerî û hinekên din berhemên pir payebilind û giranbiha di çîrokê de nivîsandine, lê nayê ji bîrkirin ku xwendevanê kurteçîrok û roman ên bi kurdî hîn hindik in, li gor hejmara mirovên Kurdistanê di hindikiyê de ne. Divê saziyek hebe, ku xwendina kurteçîrok û romanê pêşve bide ji berku di her kurteçîrokekê de û di her romanekê de nameyek nivîskarê wê heye, û bi piranî roşenbîrê kurd xwe bi mijarên neteweyî ve, bi serpêhatiyên gelê xwe ve û bi rewşa zorbaziya bênîşe ya ku netweya wî tê re diçe dinivîse. Di navbera pênivîs û netewayetiyê de têkiliyek xort heye, ji hev nabin û lewre hikariya romannivîs û çîroknivîs wek yê helbestvan di avakirina hişyariya neteweyî de pir mezin e û divê niha wilo bimîne, ji berku ev netewe li nivîskarê xwe yê pêşeng digere û bi ser berhemên wî de diçe, li rohniyekê, li hîviyekê digere..

.

Di Hişyarbûn û pêşketina milletan de rola ziman çiye?

 

Ziman wek Mahatma Ghandy dibêje ku kilîta azadiya gel e. Ji ber vê yekê jî zimanê kurdî bi terzekî hovbaz li her parçeyên Kurdistanê heya vê dema dawîn dihat çewsandin, binzorkirin, qedexekirin û wêrankirin. Gelê ku zimanê xwe bipareze, wêjevaniya, kelepûr û stranvaniya xwe û kesayetiya xwe ya neteweyî dipareze. Dr. Kamran Bedirxan di helbesta xwe ya bi sernavê “Dengê Dê” de [Jêder: Dilê kurên min, Têlî Emîn, bi tîpên erebî, r. 42, Çapxana Darulhurriye, Bexdad, 1991] dibêje:

 

Kurmancî zimanê bav û kal e    Tirba xwe de dê bi wî dinale

Kurmancî ye deng û şora pêşîn      Kurmancî ye deng û şora paşîn

Sor û gewr û kesk bi rengê Kurdî       Bi Kurmancî tenê bi dengê Kurdî

Bavê min û dadka sipî por       Banî me dikin ji tariya gor

Kurmancî zimanê bav û kal e     Tirba xwe de dê bi wî dinal e

 

Bêguman Dr. Kamran Bedirxan ê ku xebatkarekî ramyarî yê neteweya kurd bû û jîna xwe di wî warî de derbas kir, ev helbeste nivisand ji ber giringiya zimên di hişyariya neteweyî de, berî wî jî Ehmedê Xanî û gelek helbestvanên din, heya digihe Şêx E’skerî li ser giringiya zimên rawestiyane. Şêx E’skerî di dastana xwe de [Iqdê Durfam] gelek xanîk li ser zimên nivîsandine, ji wan jî evana:

 

Gelek şêrîn e ev zimanê Kurda

Dirîxa me ji dest yekcarî berda

....

Ne şah û sermiyanek rexbetê kit

Ku qedrê wê bizane muh’betê kit

....

Xisûsen ev zimanê Kurdî ya me

Ku maye hedye ez bav û diya me

 

[Binêre: Iqdê durfam, Şêx E’skerî, tîpguhastina Zeynelabidîn Zinar, r. 44, çapa Apec-Tryck&Förlag, Stockholm 1989]

 

Gelek nivîskarên me yên ku hem wêjeparêz bûn û hem jî rêberên têkoşîna ramyarî bûn, wek Osman Sabrî (Apo), Cegerxwîn, Celadet Bedirxan û namdarên din, giranbihayî ya zimanê Kurdî û hikariya wê di xebata ramyarî de naskirî bûn, eve jî ji me re, em ên ku pişt û paşserên wan in, histobariyek giring pêda dike, ew jî paristina vî zimanî ye, da em kesayetiya xwe ya neteweyî ji pişaftin û sîlbûnê qurtal bikin.

 

 

Pêwendiya ziman û raman, ziman û edebiyatê çiye? Berhemên edebî, hewceye li gor zimanên xwe yan li gor kesayetiya nivîskarên xwe werin bi nav kirin.?

 

Di dîrokê de gelek zanayên Kurd nivîsên xwe tev bi Erebî nivîsandin, ji wan jî hinek navdarên cîhana îslamî hene, wek Ibin Teymiye, ku Şeyxilîslam bû, û zimanzanê zimanê Erebî yê pir navdar Ibinelhacêb, pişt re jî gelek helbestvan ên mezin derketin, ji wan jî mîrê helbestvanan “Ahmed Shewqî”, Bilind Heyderî û gelek ên din. Mixabin evana ne bi kok û nijada xwe ya kurdî tên nasîn, evana wek nivîskarên Ereb tên jimartin, ji ber ku wan bi Erebî nivîsandine. Lewre pevgirêdana ziman û nivîskar bi hev re zor giring e. Xwezî kesên wek Yaşar Kemal  an Selîm Berekat bi Kurdî bi nivîsandana. Hem zimanê neteweya xwe bi pêş ve didan û hem jî dibûn darên berhemdar ên baxê xwe ne yên biyaniyan, û çi biyaniyan? ewên ku herdem bizava xwe bo bincilkirina mafên gelê Kurd kirine. Lê kesek nikare Cegerxwîn an Celadet Bedirxan ji me bistîne an bi mere bibe hevpar di berhemên wan de, ji berku wan bi zimanê gelê xwe nivîsandine. Dibe ku nivîskar hinek nivîsan xwe bi zimanekî an bi zimanên biyanî binivîse, û dîsa jî kesayetiya xwe ya neteweyî ji dest nede, lê pêwîste ew tîrê pişta berhemên xwe bi zimanê dayikî ava bike. Ez di vî warî de li gel wî nivîskarî me, ku zimanê xwe yê neteweyî di ser navdariya xwe re digire û dibêje: “Bila xwendevanên min ne pir bin, lê bila berhema min bi zimanê min be.” Musîk ne wilo ye, musîk bê ziman e, bê kesaniyek neteweyî ye, lê dîsa jî gelek sazbendên mezin meqam û acetên ku li ba gelê xwe dîtine, her bi kar tînin, da tamzariyek neteweyî ji sazên wan were. Irlandî, Hindî, Skotlandî û Çînî di vî warî de navdar in.

 

Pirs û kêşeya yekîtiya elfabe û zaravên di zimanê Kurdî de gelo wê çawa çareser bibe?

 

Di vê dema dawiyê de hinek berhemên Kurdên me yên li komarên Soviyêta berê, ku berê giş bi tîpên Kirîlî hatibûn nivîsandin, ser ji nû ve, tên weşandin, lê bi tîpên Latînî. Eve jî berhevhatina me ya zimanî, û berhevkirina peyva kurdî asantir dike. Li başûrê Kurdistanê jî bizavek di mediya de heye bo nivîsandina bi tîpên Latînî, û ez dibînim wê li dawiyê tîpa Latînî bi serkeve. Divê em vê livbaziyê leztir û bi hêztir bikin. Gava her yek ji me du berheman ji tîpên Kirîlî an Erebî biguhêze tîpên Latînî, wê ev kar pêşve biçe, lê ez dibînim ku ev di binyadê de histobariya saziyan e, berê saziyên me li derveyî welêt, wek komele û komikên wêjevanî barekî giran hilda bûn ser milên xwe, lê belê saziya me ya zimanî ya tev bilind îro wezaretên ku têkiliya wan bi peyv û huner û nivîsê re li başûrê Kurdistanê hene. Divê em lava û daxwazan li ber wan bikin, ku baş bi histobariya xwe ya giring di vî warî de rabin, di dibistana kurdî de tîpa Latînî bi firehî û bi sazendî bi kar bînin, nabe di vê yekê de dudilî çêbibe, û bila em ji bîr nekin, ku tevahiya dewleta Osmanî di dîroka xwe de bi tîpên Erebî dinivisand, lê Mustefa kemal di demek kin û kurt de karîbû tîpên Latînî li Turkiyê bi cih bike, ji ber ku ew serkêşê saziyên fermî yên komara Turkî ya nû bû. Çareserî heye, û ew jî biryardayîn e û divê ew biryar jî ji dil de be, ne nîvcoyî be û ne jî bi fedîkirin û dudilî be. Hîviya me di fermandariya kurdistanî de ye, ku vê yekbûnê di nav neteweya me de bike kar û barê xwe. Min bi xwe gelek berhem ji tîpên Erebî wergerandine bo tîpên Latînî û ezê di vê rêyê de her biçim, tevî ku neyên belavkirin jî, û daxwaza min ji hemî nivîskarên kurd ewe ku piyan vemalin, da em giş bi hev re, pirek mezin di navbera zaravên zimanê xwe de bi firehkirina nivîsa bi tîpên Latînî ava bikin. Mamhoste Zeynulabidîn Zinar di vî warî de serkêşê dîlanê ye.

 

Xuya ye ku di edebiyata Kurdî de, helbest zêdetir pêş ketiye. Çima? Helbesta kilasîk a Kurdî û ya nûjen bi çi şêweyî divê ji hev werin cudakirin, yanî çi ferq di navbera wan de heye?

 

Eva rast e. Helbestvan gelek in û di dîroka me de helbestvan pir bûn, lê nivîskarên pexşanê hindik bûn, çîrok û çîrçîrok û efsane tev mane devkî, û di nav gel de bi rêya çîrokbêj û stranbêjan li ser zimanan geriyan û man, hinek jî bi terzê helbesta çîrokî “Epos”, wek Mem û Zîn a Ahmedê Xanî, bi terzekî nivîskî hatine paristin. Mixabin, gelek jî winda bûne, an niha kesek nizane wan bi tevahiya û bi zimanekî resen bibêje. Helbest bi piranî yekpel an dupelikî ne, bi zûkî tên nivîsandin, gava kela dilekî radibe û agir canê helbestvanî disoje, û hinek helbest jî bi zûkî tên jiberkirin “Ezberkirin”, lê belê roman ne wilo ye, roman nayê ezberkirin û demek dirêj bo nivîsandina wê pêwîst e. Bi baweriya min nîrên zordariyê rê li ber romanê, çîrokê û nivîsên din yên wêjevanî û zanistî girtin, lê li pêş hunera helbestê nekanîne bigirin. Helbestvan wek masiyan di nav zireya gel de liviya û kanî bû bi zûkî berhema xwe belav bike. Helbestvan û stranbêj gavek pêşdatir di nav qelfê wêjevanan de avêtine, berê û niha jî. Hinek egerên din jî hene: Ji xwe dîroka helbestê û helbesta çîrokî di nav mirovatiyê de pir û pir kevintir e ji ya roman û çêroka nivîskî. Li kijan welatî çapxane bi pêşve çûye, li wir nivîsên mezin jî, wek romanê bi zûkî vêre pêşve çûne, mixabin li Kurdistanê çapxane her û her hatiye qedexekirin. Ev jî yek ji egerên paşvemayîna romana kurdî ye. Gelê Kurd di piraniya xwe de ne xwendevan bû, ewê xwendevan jî bêtir bi zimanên din ên biyanî dixwendin. Lewre jî pir xebatên hêja bo nivîsandina romanê di rê de man.

Helbest di binyada xwe de ya kevinar e, bi paşek “qafiye” û terazî ye “Mîzane”. Karekî ne asan e, wek Şêx E’skerî dibêje:

 

Nezimgotin wekî durrê buha ye   Ji heddê min gelek zêde xuya ye

Nebatê h’enzel e baxê dilê min    Qijal e ne Hezar e, bulbulê min

 

Helbesta kurdî ya nûjen pir direng derket holê, mixabin gelek ji van helbestan tev têkiliya wan bi helbestê re nine, hema dîsan jî hinek helbestvanên me yên nûjen ji xwe re bi helbestên kevin dikenin, tevî ku kesek ji wan heya niha negihîştine pileya Melayê Cezîrî an Feqiyê Teyran an jî Şêx E’skerî...

Ka em bi hev re ji helbestên van pîrên helbesta kevnare du-sê malikan bixwînin û pişt re ji xwe bipirsin, gelo evana helbestvan bûn an ne:

 

Şêx E’skerî wilo dibêje:

 

“Binoşim xakî bim, xakê derê yar

Bi mujganan vemalim herdem û car

 

Du şêran pence bir sîne dirandin

Dil û hestî hemî pêkve helandin...” [r. 32]

 

Feqiyê Teyran di “Beyta Ey dilo ”  de vê dibêje:

 

Bûye payîz li van wara,

Xezal weryane bin dara,

Li bin çi diken gelî yara,

Li mêrgan bûye xîsar e..

 

Xezal zer bûn ji sermayê,

Rabûn rewneq ji dinyayê,

Li boşavan guşîn nayê,

Ne ew  man û ne enhar e..

 

Buhar borî û av kêm bûn,

Hezar bexçe li ber dêm bûn,

Payîz dahat û gul kêm bûn,

Weşandin belkêt minxar e...“

 

…û nemir Melayê Cezîrî vê dibêje:

 

Dîlberê serdarê xoban, ez nizam agah heye

Di hebs û zindanê esîr û girtiyê dermande ye

Girtiyim mayim di hebsê, kî gelo mehder bikit

Carekê navê me bînit, pir sewabek zêde ye

Mîh’net û h’alê esîran kî li mîran e’rzekit

Dê bitin pirsê li min, lew pir bi reh’m û şefqe ye

Ger bipirsêt carekê xatûn li h’alê suxteyî

Qifl û zincîr dê vebin, bê îsm û dest û mufte ye

Bend û zincîr dê vebin, curhên di kul dê xweş bikit

Lew ku navê dîlberê dermanê derbende ye…” [Dîwana Melê, r. 109]

 

Min heya niha di nav hemî helbestên me yên nûjen de, helbestvaniyek wilo bala û balkêş nedîtiye. Lê nayê wê wateyê ku helbesta nûjen ne helbest e. Gerdûn digere, dem tên guhartin, helbest jî azad û serbest dibe… Mixabin gihîştiye wê pileyê, ku her kesek çar peyvan li pey hev rêzbike, dikare wan bi helbest nav bike, an bi pexşan, wek ew dixwaze. Min rojekê ji helbestvanekî pirs kir: “Gelo, mebesta te bi vê pevekê çiye?” Gote min:“Tu rast dixwazî, ji min pêve wê kesek tênegihînê mebesta min, ez hozanê ji xwe re dinivîsim…

Bêguman hinek helbestvanên me yên navdar, wek seyda Evdireh’man Mizîrî, hene û mirov ji xwendina helbestên wan ên nûjen têr nabe, lê belê seyda Mizîrî pir baş dizane helbestvanî çiye û ciyê helbesta kurdî ya kevnare li ba wî jî bala ye, û mirov nikane helbestên wî û yên gelekan tayî hevdu bike. Gava em helbesta wî “Ji evîna çirayên kevin” bixwînin, emê bibînin ku ew bihayê zimanê resen dizane û sîstemek sazî bi kar tîne, ku di tevahiya helbestê de wek tîrê piştê wê parçeyê dixuye, bi ber destê mirov dikeve. Ev helbestvan e, lê ne her kesekê çar malikên pexşanê binivîse û sernavê wan bike “Helbest” ew dibe helbestvan û bi ser de jî tinaziyan bi Feqê Teyran, Melayê Cezîrî û Ehmedê xanî jî bike.

 

Xebata di warê ziman û gramera Kurdî de bese yan ne. Hewcehî îro zêdetir bi çi heye? Gelo mumkune ku di pêşerojê de (rojên pêş de) ferhengek mezin ku ji hemû zarav û devokên kurdî pêk hatiye çê be. Ji bo vî karî hewceye çi were kirin ev wezîfeya girîng hewceye ji aliyê kê ve were pêk anîn?

 

Xebat di hemî waran de her ne bes e, ji berku em ji her aliyekî ve li dawiya karwanê mane, di navbera me û Ewrûpa de çiyayek ji berhemên wêjevanî heye, ne şanogeriya me wek ya wan e, ne filmên me, ne stranbêjiya me û ne roman û çîrok û helbestên me... Divê em lezbikin, karê xwe di warê zimên de jî pêşve bidin... Ez nabêjim ku berhemên me nebaş in, na... Ez dibêjim: pir hindik in... Li Firansa komîtiyek heye bo çavdêriya bi karanîna zimanê Firensî, gava nivîskarek, siyasetmendek, an xudanê karxaneyekê bêtir peyvên biyanî bi kar bîne, ew ji aliyê wê komîteyê ve tête haydar kirin û komîte ji dewletê dixwaze, ku ewê giraniyê nede ser zimanê Firensî, bide tawanbarkirin û gelek pere bide. Me hewcehî bi gelek saziyên zimanparistinê heye, di her warekî wêjevaniyê de divê bo me saziyên fermî bên pêdakirin û avakirin û ewan kanibin bi histobariya xwe rabin, û zagon wan biparêze. Eve jî îro li başûrê Kurdistanê dikare bi cih bê.  Bê sazî û li sazxistina karan, hîç şaxek ji şaxên wêjevaniyê nabe serdest û xweparêz.

Li ser ferhengan, ez dikarim bibêjim ku li hêla Soran ew kar ji zû ve bi pêşve çûye,  lê belê pêwîstî bi nûkirin û firehkirina ferhengên mîna “Ferhengê Mahabad” a Geo Mokiryanî  û “Ferhengê Xal” a Mihemmedê Xal  û yên din heye. Di nav Kurmancan de ev kar hîn qels e, bizavên ku heta niha hatîne kirin baş in, lê pêwîste hîn xortir bibin. Hêja Bîlal Hesen û hêja Dr. Husên Hebeş di warê amadekirina ferhengên mezin de ji zû ve kar dikin, û em hîvîdar in ku ewan di demek nêzîk de berhemên xwe bidin çapkirinê. Bêguman amadekirina ferhengek êlêktronî ya rêk û pêk pir pêwîst e, bo hemî xwendevanên ku li tevvahiya cîhanê belav bûne û dixwazin di nav destên wan de ferhengek rojane hebe. Wek me gotiye Internet bê sînor û bê serhed dikare peyva kurdî belav bike û bike para her hezkiriyekî zimanê kurdî. Pir pêwîste jî ferhengek kurdistanî bo hemî zaravên Kurdî hebe, divê ez bizanim, ka ev peyva li nav Kurdên Heymanê û Qoniye tê lêvkirin, li nav Kurdên Xurasanê, Kurdaxê, û li nav Kurdên Kazixistanê bi çi şêweyê ye, çi hevta ji wê re li hemî navçeyên Kurdistanê hene. Televîsiyonên kurdî dikarin karek pir baş ji yên dibistanên kurdî yên derveyî welêt di warê fêrkirina peyva kurdî de bikin, lê mixabin ta niha min bernameyekî weha nedîtiye....

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Şemî, 15’ê Pûşpera 1387’ê Rojî