|
Derheq endametiya PDK Îranê li vê rêxistinê de û herweha nasîna pêtir ya vê
rêxistinê û zaniyariyên pêtir li vê derheqê de, me bi siyasetvan û nûnerê PDK
Îraê li UNPO’ê de hevpeyvînek pêk aniye ku li jêr de dikeve berçavê we
xwendevanên hêja.
Birêz Ebdula Hicab, nûnerê PDK
Îranê li rêxistina UNPo’ê de, Bi raya we
rêxistina navhatî çi pîvan û taybetmendî û fakterekê bo bi endamwergirtina
partiyekê bi bingeh digre, bo mînak bi endam wergirtina PDK Îran?
Gelek sipas ji bo ku we ev
derfet pêk anî heta bi rêya Rojnameya Agirî, em hin zêdetir ronahiyê bixin ser
endametiya PDK Îranê li Rêxistina Netewe û Gelên Bênûner (RNGB) an
”Ûnrepresented Nations and Peoples Organization” (UNPO).
Endametî di UNPO yê de berî her
tiştî girêdayî wê yekê ye ka aliyê daxwazkerê endametiyê heta kuderê pîvan û
dîtinên bingehîn yên rêxistinê parve dike. Pîvanên sereke yên endametiya
rêxistinê pêk tên ji xebat ji bo bicihkirina Mafê Mirovan, Demokrasî, Mafê
Diyarîkirina Çarenivîs, parastina Jîngehê û tehemûlkirin an tolerans. Ji bo
bicihkirina wan pîvanan, UNPO rêbaza şidetê napejirîne. Wekî din, li gorî
bernameya rêxistinê, partî, tevger an rêxistina ku bi nûneriya gelê xwe daxwaza
endametiyê dike, hewce ye 6 mercan bicîh bîne:
a) Bawerî
bi wekheviya hemû netewe û gelan re hebe û ji mafê diyarîkirina qeder û
çarenivîsa wan bi destê xwe re hurmetê bigire,
b) Pîvanên
cîhanî yên mafê mirovan biparêze. Ji wan bingehan: Daxuyaniya Cîhanî ya Mafê
Mirovan (DCMM) an UDHR, Daxuyaniya Mafên Medenî, Siyasî û Aborî, Mafên Civakî û
Kulturî, Daxuyaniya Neteweyên Yêkbûyî li ser mafê Kesên girêdayî bi Netewe an
girûpên Qewmî, Kêmaniyên Olî û Zimanî û Pêşniyar Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî li
ser mafê Gelên Xwecî ku ji aliyê Konseya Mafê Mirovan ya NY ve hatiye
pejirandin,
c) Bawerî
bi pîvanên pirrerengî an pluralîzma demokratîk re hebe, xwe ji hemû şêweyên
tevaxwazî (totalitarîzm) biparêze û hemû rengên zêdegavî û hevudin
tehemûlnekirina olî mehkum bike;
d) Xwe
ji reşekujî an terorîzmê, wekî rêbaza xebata siyasî dûr bigire;
e) Ji
hemû kes û gelan re, di nava wan de girûpên kêmanî û zorahî ku di herêma gelên
ew rêxistinên nûneratiya wan dikin, de dijîn, lê ser bi girûpên qewmî, olî an
zimanî yên cihê ne, hûrmetê bigire;
f) Demokrasiyê
pêşve bibe, xwe ji rêbazên şidetê dûr bigre û desthilata qanûnê biparêze.
Her rêxistinek ku wan pîvanan
neparêze û ji bo pêşvebirina wan nexebite, nikare bibe endamê UNPO’yê.
Gelo em dikarin vê endametiyê
weke hitbar û bawerînameyeke dîplomatîk bihesibînin?
Bê guman. Wergirtina Partiya
Demokrat wekî endam di UNPO’yê de îmkanek xûrt dide Kurdên Rojhilata Kurdistanê
ku bi Gel û Neteweyên hevqeder ê xwe re di asta cîhanî de şêweyek ji dîplomasiya
gelan damezirîne. Em wekî gel derfetekê bi dest dixin heta ku ne tenê êş û
azarên xwe, herweha pênase, dîrok, cografiya û îradeya xwe ji bo bidestxistina
mafên neteweyî ji cîhanê re bidin nasandin.
Her deriyek ku bi ser dîplomasiya Kurdî de bê
vekirin, nîşaneyek e ji baweriya derdorê bi xebata me ya neteweyî re. Dema alî
an partiyek daxwaza endametî di rêxistinên damezirî yên cîhanî de dike, mercê
pêşîn ku tê nirxandin, ew e ka daxwazkar heta ku xwediyê gotinên xwe û wê
siyasetê ye ku îdiya dike. Têkoşîna berdewam û micid her tim xwe bi bawerî dan û
bawerî standinê re dide kifşê. Meşrûiyeta
xebata gelê Kurd û PDKÎ bi wê rêyê re hin zêdetir tê nas kirin û tirîbûnek hêj
xurttir bi dest dixe.
Gelo endametiya li vê rêxistinê
de dikare bibe bi bingehek bo bifermî nasîna pirsa kurd li Kurdistan a Îran
derheq diyarîkirina mafê çarenivîsê?
Mîna ku di bersiva pirsa we ya
duyemîn de jî hate gotin, ew destkevt nîşaneya meşrû bûna xebata me ya neteweyî
û gavek giring e ji bo avakirina hevbendiyek cîhanî bo bi fermî nasîna nasnameya
neteweyî ya Kurd bi giştî û rewşa gelê me di Rojhilata Kurdistanê de bi taybetî.
Mirov dikare bêje eva gava yekemîn ber bi fermînasîna nasnameya netewî ye. Her
weha sitarek xurt e li hember hewlên dewletên desthilatdar ji bo kêmrengkirina
daxwaziyên siyasî yên gelê Kurdistanê û biçûkkirina statuya neteweyî ya gelê me
ji netewe re bo girûpek qewmî, zimanî an kêmaniyek di coxrafiyayên siyasî
yên hatî damezirandinê.
Bi nîsbet navneteweyî kirina
pirsa kurd û derxistina vê pirsa girîng li çarçoveya welatan de, rêxistina
UNPO’ê dikare çi rolekê bilîze?
Rêxistina Netewe û Gelên
BêNûner, tirîbûnek hevbeş ya cîhanî ye ku di asta navneteweyî de dixebite. Di
çarçoveya xebata xwe de rêxistin bi hemû dezgeh û saziyên navneteweyî re, ji
Neteweyên Yekbûyî re bigire, heta Rêxistinên ne Dewletî (RND an NGO) û saziyên
parastina Mafê Mirovan re di nava danûsitandinê de ye. Ew yek derfetek bêhempa
diafirîne heta gelê me jî bikare ji bo meşrûiyet pêdana daxwaziyên xwe yên
neteweyî û rêbazên xebata xwe piştgiriyê bistîne.
Sedemên bidireng mayîna
endametiya PDK Îran, serbarê dîrokek dûr û dirêj ji xebat û tekoîn
û qorbanîdan li Kurdistan a Îran de bo çi vedigere?
Bi derengketina wergirtina
endametiya Hizbê, bi pir sedeman ve girêdayî ye. Ji xwe, UNPO dibû lêkolînên xwe
yên asayî li ser daxwazînameya Hizbê bimeşîne û di karê bîrokratîk de ew yek dem
digire. Her çend pêwendiyên elektronîkî astengiyên ser rêya veguhestina
agehdariyan rakiriye, lê dîsan jî biryarên hevbeş pêwîstî bi diyaloga berdewam û
li hev kombûnê hene. Endamên Konseya Serokatiya UNPO’ê bi awayek berfireh di çar
parzeviyên cîhanê de dijîn. Serok ji ”Ogoni” ya Afrîqa, cîgir ji Taiwan a Asiya
û endamên Konseyê ji Ehwaz, Tibet, Komara Abxaziya, Zanzibar, Scania (Swêd),
Uyguistana Çînê, Mapuche, Massai û Ximir Kromê ne. Ji bo wergirtina endametiyê
hevdengiya wan pêwîst bû û ew jî girêdayî îmkanên pêwendîgirtin û li hev
civiyanê ye.
Lê pirsên hundirîn û dij înformasyon jî hebûn. Her
weha meseleya dîtinên cuda di navbera endaman de li ser pêwendiyên navbera gelên
herêmê, wekî gelên Kurd, Ereb, Fars, Turk, Azerbaycanî û wd hebûn. Ew yek bibû
hegera dudiliyê ku ew tirs xurt dikirin kêşeyên herêmê derbazî nava rêxistinê
bibin. Ji bo ku bawerî bê dayîn heta ew mijar çareser bibin, kar û dem pêwîst e.
Her weha dibû daxwazkar bi xwe jî berdewam li ser daxwaziya xwe raweste û mijarê
teqîb bike. Bi komkirina hemû sedeman tê famkirin ji ber
çi,
pêvajo weha dereng ket?
Pêwendiyên vê rêxistinê bi
Neteweyên Yekbûyî re bi çi awayekê ye?
UNPO bi
Neteweyên Yekbûyî re di nava diyalogek berdewam de ye û her tim brîfîng an
kurteagahiyan dide saziyên ser bi Neteweyên Yekbûyî. Ew agahî ji bo biryarên NY
li ser mijarên mafê mirovan û yên di derbarê jîngeh û mafê gelên xweci de pir
giring in. Di wê barê de têkiliyên xurt bi Komîsiyona Mafê Mirovan ya Neteweyên
Yekbûyî re hene. Her weha li dema civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, an
civînên dezgehên din yên girêdayî bi rêxistinê ve, UNPO alîkariya endamên xwe
dike ku deriyên danîna têkiliyan bi dezgehên cîhanî re vekin.
Gelo PDK Îran weke nûnerê kurdên
Kurdistan a Îran û rêxistinên kurdî yên endam li vê rêxistinê de dikarin
firaksiyoneke kurdî ya hevdeng û yekgirtî bo pêvebirina
pirsa Kurd li UNPo’ê de ava bikin?
Hem PDKÎ û partiyên din yên Kurd
(PDK û YNK) û hem jî Hizib bi endamên din yên rêxistinê re dikarin hevbendî û
hevkariyek xurt bikin. Lê xebata UNPO’ê li ser bingeha karê Firaksonên berdewam
nehatiye damezirandin. Li gor dîtina min, em wekî Kurd pêwîst e di mijara
nasname û berjewendiyên neteweyî de li hemû dezgeh û saziyên cîhanî de bi yek
dengî biaxivin, lewma yekem hevbendiya me di wê çarçoveyê de bi hêzên Kurdistanî
re ye. Lê di mijarên siyasî û yên girêdayî bi qedera welatê ku em lê dijîn,
divêt em bi gel û rêxistinên wan welatan re kar bikin. Ji ber wê yekê, hevkarî û
dialoga sîstematîk bi gelên Belûç, Ereb û Azarbaycanî jî dê di bernameya karê me
de be.
Gelo endametiya li vê rêxistinê
de dikare li pêerojê
de bibe bi berpirsiyar û garantiyek heya ku çi din zulm û xedir ji kurdan nehê
kirinê, yan dikare kurdan ji her terze êrîekê
biparêze?
Di cîhana siyasetê de, aktorên
xwedî bandor berî ku girêdayî pîvanên îdealîstî û yên exlaqî bin, berjewendiyên
siyasî, aborî, leşkerî û stratêjîk yên xwe diparêzin. Îro dema siloganên
kilasîkî yên çep nine ku bandora ”îdeolojî”yê di edalet û rizgariya gelan de
rola sereke dilîstin. Realîzma siyasî pêwîstî bi hevbendî, harmonî (li
hevhatinan), hevkarî û hevgaviyê heye. Di demên kirîtîk yên veguhestinê de dema
pilanên te amade nebin, tu hêz nikarin garantiya parastina te bikin.
Ji ber wê hindê, tevgera me
pêwîstiyek herî lezgîn û acil bi pêdaçûnek rexnegirane ji rewşa xwe heye. Di
asta cîhanî de ewa ne giring e ka kî serokatiya kîjan partiyê dike, kîjan partî
xwediyê çi mîrasekê ye û kîjan kesayetî çi dîtinek îdealîst li ser kîjan mijarê
heye. Her aliyê ku şiyana bi tevgerkirina xelkê hebe û berjewendiyên gelê xwe li
ser bingeha bi hevre girêdayîbûna berjewendiyên aktorên din bimeşîne, di
siyaseta cîhanî de bi pêş dikeve. Garantiya parastina gelê Kurd li hember gefên
muhtemel yên pêşerojê de, neku UNPO an her dewlet an aktorê xûrt ya cîhanî, lê
di serî de hevdengî û yekîtiya me ya neteweyî ye. Li pey wê re hevalbendiyek jîr
bi hemû alîgirên demokrasî, mafên mirovan û mafê diyarîkirina çarenivîsa gelan
pêwîst e.
Ji bo ku em deskevtên pêtir li vê rêxistinê de
bidest bixin, divêt çi bikin?
Hem ji bo parastina deskevtên
heta îro bi dest ketine û hem jî ji bo pêngavên hêj mezintir di pêşerojê de,
pêwîst e em hemû bi hevre zendan vedin û bi hevre pitir bixebitin. Armanca me ya
herî mezin bidestxistina edalet û parastina mafê mirovan ji rêya azadiya
Kurdistanê û demokratîzekirina sîstema siyasî ya Îranê ye. Ew erk li ser milê me
teva ye û nabe em rê bidin ku dîtinên cihê reng, bera xebata me ji armancê ve
ber bi emrazan ve bizivirîne. Garantiya xurtbûna me bi tenê Yekîtiya Neteweyî
ye.
Sipas ji bo bersivdayîna te
Gelek sipas bo wê derfetê. Di
karê we de serkevtinê dixwazim. |