|
bikin. Kerem bikin
em û hûn bi hevre vê hevpeyvînê bixwînin.
Hûn bi giştî
ragehandinê çawan pênase dikin?
Pênaseya
ragehandinê di çend mêzegehan de tê pênasekirin: Di mêzegeha navbera du (2)
mirovan de mirov dikare ragehandinê diyalog, axaftin û şandin û wergirtina
peyamê ji mirovekê bo mirovek din û beravajî wê jî bibîne. Di wê bûyerê de
naverokek hatiye û çûye ku wateyê dide pêwendiyên du aliyan û beşek li
hewcehiya mirov tê berawirdkirin. Di mêzegeha civakî de ragehandin bi wateya wan
kod, naverok yan peyv, wêne, sembol û ... tên ku pêkanîna nasnameya havbeş a
endamên civakê, bihêzkirina wê û pêşvebirina wê nasnamê dikaribe bê şirovekirin.
Derhênan (production), çand, aborî û birêveberî hewcehiya bingehîn e ji bo
civakek tenahî û rihet. Ji bo gehîştin bi wan bingehan ragehandin rola xwînê di
laşê mirov da dilîze ku hewcehiyan û şiyanan bi hev girê dide. Ragehandin bi
kurtî bingehê jiyana civakî û bi hevre bûnê ye.
Kekê Mecîd, hûn
astê pêşveçûna medyayên Kurdî çawa dinirxînin?
Weşana Kurdî di
çend salên derbazbûyî de pêşveçûnek zaf ji aliyê çandî ve bi xwe ve girtiye.
Hejmara rojname, kovar, weşanên elektronî, malperên înternetî û çend medyayan
her roj zêde dibe. Lê di warê naverok û çewaniyê de hewcehî bi karê zêdetir
heye. Em dikaribin medyaya Kurdî bi 3 beşan parve bikin: 1. Ew weşanên ku li
Herêma Hikûmeta Kurdistanê derdiçin, herçend ew ne li gor standardên cîhanî ne,
lê digel wê jî gavek mezin di pêşveçûna weşana Kurdî de hilgirtine. Edebiyat,
ziman û çewaniya hizrkirina weşanên Başûrê Kurdistanê hêdî hêdî ji rewşa
opozosyon bûn û binerdîbûnê ber bi rojnameyên medenî û pisporane ve diçin.
Medyayên Kurdî li Başûrê Kurdistanê bi awayekî berfireh bi şêweya pirmedyayî
(cross media) derdiçin, wate hem bi awayê çap û him jî bi awayê înternet. Lê
stiruktora wê medyayê mîna hemû xwestekên pirmediyayiyê berçav nagirin ku ew jî
di pêvajoyek dirêj de ne.
Li navxweyê
Kurdistanê – Rojhilata Kurdistanê – medyayên kurdî rola civaka medenî partî û
saziyên opozîsyonê dilîzin ku ne tenê pirsgirêkên civakî, deng û bas, nûçe û
babetên pêwendîdar bi jiyana mirov dixin ser ziman, li hember bûyerên civakî û
siyasî de helwestê xuya dikin. Li dereveyî welat medyayên Kurdî digel zafbûna
hejmara wan xasmayî ser înternetê bi destê bênasnameyî, şirovê û felsefeya
hebûnê dinalin.
Bi baweriya we
ragihandina Kurdî, ragehandineke serbest e yan na?
Serbestiya
ragehandinê pirseke nisbî ye. Em eger Başûra Kurdistanê berçav negirin, demekê
em dikaribin wê yekê berhev bidin ku Kurd xasmayî li Rojhilatê Kurdistanê
xwediyê desthilata xwe be û şansê xwe ceribandinê hebe. Ragihandinên niha yê
pêwendîdar bi Rojhilata Kurdistanê serbestiya bi wateya bê alîtî gelek nînin. Ew
ragehandinên nava welat ji aliyê sazî û rêxistinên medenî diweşin, lewma hilgirê
bîr û hizra wan e û herwisa Komara Îslamî jî rê nade bê alî yan serbest bimînin.
Li derveyî welat ragehandinek wilo nine ku mirov bikaribe wek nimûne bas bike û
asta serbestiya wana binirxînin. Ji ber ku piraniya ragehandinên dereveyî welat
ku weşanên Înternêtî ne, ji aliyê takekesan ve der diçin û pîvanên ragehandinê
tejî nakin. Lê ger em wan ragehandin jî bizanibin, bandora hizra siyasî civakî
ya xwediyên wan di weşandina babetan de xuya ye û serbestiya wan dibe jêr
pirsyarê.
Asteng û
girêpêçKên hember medyayên Kurdî çi ne?
Ragihandina Kurdî
di hember çend pirsgirêk û asteng (çalêş)ên giring de rû bi rû ye, ku hetanî
astek bilind astenga medyayên Rojhilata Navîn bi giştî ye. Li serdema Înternet û
gilobalîzasyonê (cîhanîbûnê) çanda çend medyayî û weşana elektronîk hêdî hêdî
cihê weşana çap digire û medyaya dîcîtal dibe weşana herî bingehîn ya Kurdî.
Guhartina han digel xwe çend guherînan di astê teknîkî, civakî û çandî de pêk
tîne ku em bi kurtî dikaribin wana bi awayê jêrîn nîşan bikin:
1. Jimare bûna
ragehandinê:
Di weşana çapî de ku di rastî de şeklek ji çanda civakê jî bi xwe re digire,
piroseyên çapemeniyê dirêj û temenê wan zêde bû, ji bilî wê yekê medya bi awayê
“zext” (Hard) dihat weşandin, wate çap dibû. Di serdema weşana dîcîtal de medya
ku em dikaribin bêjin êlêmentên medyayê bi awayê nerxok (soft) û kodên
kumpiyoterî wate 0 û 1 tên weşandin û ewa jî tevî xwe hin pirsên taze û dergehên
nû divekin.
2. Modûlarîzasyon:
Medyaya berê an weşana çapî hevdem tenê dikaribû bi yek awayî derbiçe. Piştre
dahênana naveroka wê mirov nedikarî tu guhartinek biçûk yan mezin bêy guherîna
hemû weşanê pêk bîne. Di weşana dîcîtal de heman naverok wêca nivîs be, wêne be
yan multîmedya dikaribe hevdem bo çendîn awayan û li gor cîh û mezinî û biçûkiya
weşanê der biçe. Ji bilî wê, naveroka weşanê bi awayê cur bi cur li nav modûl
(çarçove)yên cur bi cur parve bike û biguherîne û berfireh bike.
3. Otomatîsiyon:
Weşana berê bi giştî bi awayê manûal yanî destî dihat amadekirinê, lê niha weşan
bi awayekê hatiye automatîkkirin ku mirov dikaribe di demeke nêzîk de heman
naverokê bi çendîn awayan biweşîne û bo nimûne wêne, reng û deq bi awayên
automatîk di dema weşanê de qalib û çarçoveya xwe ya weşanî bi dest tînin.
4. Hatin guherîn
(adjustability): Weşana niha ji ber dîcîtalbûna wê dikaribe li gorî temenên cur
bi cur naverok, şêwaz, grafîk û zimanê wê li gor temen, girêdahiya civakî, kar
birin û cîhê weşanê bihê guhartinê.
5. Kod guherîn
(encoding): Li weşana niha tenê kodên kampiyoterî nehatine guhartin, belkî bi
pêşveçûna weşana dîcîtal ziman, çawaniya bikarbirina peyvan û senbolên pêwendî
(komonîkasyon)a mirov tê guhartin, lewma ev pîvanên berê yên weşanê nikaribin
bibin pîvan bo weşana nû. Guhartina ziman û senbol dibe hegerê guhartina hizr,
çand û formûlên kar û çalakiyên aborî û siyasî yên civakê.
Weşana Kurdî ji
ber hegerên berê asteng – ne bi awayê nerêtî - giringe wek xwe guncandin digel
serdema dîcîtal û pir medyayiyê û her wisa astenga amadekirina civakê bo
bikaranîna medyayê bi awayek rast rûbirû ye. Tirsa wê heye ji ber nebûna çanda
xwendina serdema medyayê gelek sermayeyên civakî, kulturî, aborî û dîrokî ên me
ji dest herin. Ew mijare mixabin hin kûr e ku di çarçoveya wê hevpeyvînê de cîh
nake û hewce bi konferans û semînarên berfirehtir dike.
Li gor rola berçav
û bibandor ya ragehandinê li ser bûyer û guhartinên cîhanê, bi raya we
ragehandina Kurdî heya çi qasekê kariye rolekî erênî û bibandor li ser xebata
neteweyî û nasandina doza gelê me bi cîhanê bilîze?
Ji bo ku mirov
bikaribe bersiva wê pirsyarê bide, hewce ye pêdaçûnekê bi asta ragihandina Kurdî
bi zimanên nawnetewî xasmayî zimanê Îngilîzî bike. Di vê derbarê de em wek mînak
pirsa Kurd li Rojhilata Kurdistanê dê bînin. Erka bingehîn ya medyayê pêkanîna
nasname û “hoviyeta” havbeş ya navbera endamên civakê ye, ji bilî wê yekê erka
weşana Kurdî ya ku bi zimanê biyanî derdiçe, nasandina pirsgirêka netewî bi
awayê zanistî, teorîk, kolektîv û rojnamevanî ye. Yekem bi hegera wê ku medyaya
Kurdî gelek direng dest bi weşanê bi zimanê biyanî kir, hîna nekariye cîhê xwe
di nav civaka navnetewî de weke pêwîst bike. Li gor gelek serekaniyên zanistî
yên Ewropî pirsa Kurd li Îranê pirsa netewî nine û mafê Kurda wek netewe nayên
pêpeskirin, belkî sîtema ser Kurdan li Îranê sîtemek giştî ye ku ji aliyê
desthilatê heman sîtem li ser netewa Fars jî heye. Ewa di şûna diyarîkirina rola
medyaya Kurdî erka wê medyayê girantir dike û hewce ye weşanên Kurdî xasmayî
weşanên PDK Îranê giraniyek mezin li ser teorîzekirina pirsa Kurd bo navendên
navneteweyî bixen û li niha zêdetir pirsa Kurd çi wek pirsek netewî, û çi wek
pirsek mirovanî, siyasî û kulturî bidin nasandinê.
Gelo medyayên
Kurdî heya çi qasekê karîne xizmetê bi geşekirin û pêşveçûna çand û wêjeya Kurdî
bikin?
Di vê derheqê de
xasmayî televîzyonên Kurdî xizmetek mezinkirine. Bi jîndar kirina diyalekt û
lehceyên Kurdî û bikaranîna wan di weşanên deng û reng de çand û wêjeya Kurdî
hem giştgirtir bûye û hem jî Kurdên hemû deverên Kurdistanê bi awayek zimanî û
çandî zêdetir bi hev hatine naskirinê, ewa jî gavek gelek giring û hêja ye ku
dibe hegera geşekirina ziman û çanda hevbeş ya Kurdî. Lê di çapemeniyê de ew
giraniye nehatiye dan û her lehceyek bi awayekê tê weşandin, wek ewa ku kurdan
du (2) zimanên cuda hebin. Di vê derbarê de gava Partiya Demokrat ya Kurdistana
Îranê bo weşandin bi zaraveya Kurmanciya Jorîn herçend gavek girîng, lê carê ne
tewaw e. Xasmayî eger bihê û zaraveyên kurdî di weşanan de têkel nebin. Mirov
dikare bo nimûne li rojnameya Kurdistanê de bi awayê kurmanciya jorin û pîtên
Aramî biweşîne, ji bo ku welatiyên başûrê Kurdistanê fêrî wê zaravê bin û
herwisa heman kar bo Kurmanciya Jêrîn bi tîpên latîn di Agirî de jî bike. Bi vî
awayî dergehên yek zimaniyê bi hev vedibin û zimanê Kurdî bi destê Kurdan ji hev
naqete.
Çima gelê me li
Rojhilata Kurdistanê heya niha nekariye xwediyê ragihandinekî bi bandor û
serbixwe be?
Serxwebûna
ragihandinê girêdayî bi çendîn faktora ye ku yên herî girîng di vê barê de bûna
azadî û aboriyê ye. Li Rojhilata Kurdistanê bi hegera nebûna azadiyê û nebûna
tenahiya rojnamevanî û weşanê, ragihandinên serbest nikaribin şansê li dayîk
bûnê hebin. Digel wê yekê jî faktorek giring ku kar dike li ser nebûna
ragihandina serbixwe, nebûna bingehek bihêz ya aborî ye, ku bikaribe piştgiriya
ji dayîkbûna ragihandinek serbixwe bike.
Di welatên weke
Îranê de weşan û ragehandin ji bo parastina hebûna xwe rêyên wan ji bilî xwe
girêdan bi aliyekê gelek girtîne û lewma nikaribin serxwebûna xwe jî biparêzin.
Carê li civaka Îranê û nemaze di Rojhilata Kurdistanê de ji ber nebûna sîstemek
demokratîk û yasayek îroyî li gor mercên cîhana Global, toleransa ji dayîkbûna
weşanên serbixwe nehatiye holê. Ji bo wê yekê pêdivî ye rewşenbîr, çalakvanên
civakî û aborî bi hevre xebatê bikin da ku bikaribin zemina serxwebûna weşana
Kurdî pêk bînin. Bona weşana serbixwe ne tenê bi qazancê civaka medenî di
Kurdistanê de ye, belkî berjewendiyên mezin bi sêktore aboriya civaka Kurdistanê
digehîne.
Hûn zafbûna weşan
û medyayên Kurdî bi giştî û bi taybetî li Kurdistana Başûr çawan dihesibînin?
Gelê Kurd bi giştî
têniyê ragihandin, nûbûn û agehdarî li ser rewşa Kurdistan, dever û cîhanê heye.
Ragehandina Kurdî her çiqas jî zaf be, hîn hemû pêwîstiyên civaka Kurdî
nikaribin pir bikin. Helbet divê ewa jî bê gotin her weşanek xwe nikaribe di
çarçova ragihandinê de dabinê, lê digel wê çendê jî eger ew weşanana xwediyê
strûktor, bername û armancên rohn bin û bikaribin xwendevan û alîgirên xwe yên
beşên cuda cuda yên civakê bi dest bînin, dikarin li pêşveçûn û berfirehkirina
seha havbeş û nasnameya havbeş ya Kurdî di nav netewa me de xizmetek mezin
bikin.
Ji bo nûjenkirin û
erênîkirina ragihandina Kurdî divêt çi gavek bêne avêtin?
Ragehandin bêy
bûna civakek ku xwediyê saziyên civakî û medenî ye û bêy bername û stiratêjiyên
dirêjdem û kurtdem nikaribe nûjen be. Em diviya wê rastiyê berçav bigirin ku em
niha di despêka piroseya gilobalîzasyonê de ne, ji bo ku em bikaribin tevî
karwanê pêşveçûna cîhanê bin, diviya ragehandin û weşana Kurdî di astekê de be
ku bikaribe tevî derdora xwe rikeberiyê bike û hewcehiya ragehandin, zanîn û
bidestanîna zaniyariya welatiyên Kurd berawird bike. Lewra ji bo ku me karîbe bi
awayekî kolektîv xwe nûjen kiribe, xasmayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê diviya
navendek ji bo pêşveçûn û standardkirina weşana Kurdî saz bike da ku ragehandina
Kurdî li tehlûkeya tengejeya bê sîstemiyê rizgar be. Ji bilî wê yekê saziyên
weşana Kurdî diviya berî her tiştekê di nav xwe de li ser hindek kodên havbeş ji
bo pêşveçûna karê xwe û nûjenbûna paralêl pêk bên.
Erk û wezîfeyên
rêxistin û aliyên xwedî desthilat yên kurd li hember medyayên Kurdî çi ne?
Wê gavê navendên
desthilatdar yên Kurdî serekaniya destpêkî yên aboriya weşanên Kurdî ne. Ez
bawerim yek ji erka wan navendana baldan li ser pirsa çawaniya ragehandinê ne
tenê li gor naverokê, belkî li gor berhema fîzîkî ya wê ye. Navend û rêxistinên
han dikaribin bi alîkariya hev îmkana pêkanîna navendek hevbeş ku têde
berjewendiyên netewî serî her tiştekê be, alîkariya ji dayîkbûna weşanek
serbixwe û modern bikin. Ewa ku gelek girîng û balkêş e mixabin medyayên Kurdî
piraniya wan “hizb zede” bûne û di şûna rengê netewî rengê hizbî di wana de
zaftir derdikeve. Lewma civaka Kurdî li serdemê hişyariya netewî de digel wê ku
seha netewî ya wê pêşve çûye, bi awayek gelek cîhê metirsiyê bi ser partî û
rêxistinan de hatiye bilokekirin. Ewa jî erka navendên xwedî desthilat girantir
dike.
We bi giştî ji bo
ragehandina Kurdî çi gotinek heye?
Ragehandina Kurdî
serdema ewa farsî dibêjin “guzar” de derbaz dike. Di 10 – 12 salên derbazbûyî de
ragehandina Kurdî gelek guhartin bi xwe dîtine. Tehlûkeya ku wê serdemê ji bo
weşana Kurdî heye, ji navçûna beşek zaf li arşîva netewî û dîrokî ya me ye. Bi
sedema nebûna sîstemek standard ji bo arşîvkirin, ragirtin û her wisa nebûna
navendên xwedî îmkan weşanên Kurdî xasmayî ên elektronîk ên ku piştî midehekê li
holê rabûne, hemû babet, arşîv, wêne û dewlemendiya xwe ya naverokî digel xwe
birine. Ewa jî cihê nîgeraniyek gelek mezin e. Ragehandina Kurdî hem di navxwe
de û hem jî rû bi civakê diviya di pêya pêkanîna şiyana xwendina medyaya nû be.
Bo wê yekê hewce bi semînar, gotar û lêkolînên zaftir hene. |