Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Hevpeyvîn Bi Şehram Hemîdzade, Rahênrê Koma  Govenda Şeva Yeldar Re

 

Hevpeyvîn/ Dara Natiq

Xwendevanên hêja yên Agirî, her wek dizanin çend roj berî niha Çaremîn Festîvala Govenda Kurdî a Kurdistana Îranê birêve çû. Di vê festîvalê de 8 komên govendê pişikdar bûn. Di encama festîvalê de koma Şeva Yelda a ser bi Bakûrê Kurdistana Rojhilat weke koma yekemîn hate diyarîkirinê. Me bi hewce zanî

ku derheq kar û xebatên vê komê tevî rêzdar  Şehram Hemîdzade rahênerê vê komê, hevpeyvînekê çê bikin. Niha jî kerem bikim em û hûn bi hevre vê hevpeyvînê bişopînin.

Kekê Şehram, kerema xwe di destpêkê de hindek derheq govend û dîlana Kurdî ji xwendevnên hêja yên Agirî re bipeyive?
Çand û kultur yek ji pênaseyên herî bingehîn in ji bo nasandina her gel û neteweyekê. Gelê Kurd jî di warê çand û folklorê ve yek ji wan neteweyên herî zengîn e. Bi baweriya min piştî şoreşên gelê Kurd, çand û kultur yek ji hegerên herî bingehîn yên mana gelê Kurd weke neteweyeke bêdewlet bûye. Herçiqas neyarên Kurdan cehda asimîlekirin û ji navbirina çand û mîratên Kurdan kirine, lê xortên Kurdan hertim bi pêşkêşkirina wan mîrasên zengîn, nehêlane merem û pîlanên biyom yên neyarên Kurdan biserkevin. Ez dikarin bêjim govenda Kurdî yek ji hunerên herî binav û deng yên cîhanê ye. Bo vê rastiyê jî em dikarin îşare bi koma govenda Şaho bi rahênana kekê Elî Zehirniya li Rojhilatê Kurdistanê bikin ku di Festîvala Navneteweyî a Yûnanê de karî pileya yekemîn bi dest bîne.

Çawan û kengê bû ku koma govenda Şeva Yelda hate avakirin?
Her wek dizanin Komîsyona Perwerde û Lêkolîn a PDK Îranê ewa çaremîn festîvala govend û dîlana Kurdî ye ku birêve dibe. Di birêveçûna duyemîn festîval a sala 1999’an de bû ku daxwaz ji hemû herêmên Kurdistana Rojhilat hate kirin ku bo zêdetir giringîdan û zindîkirina govend û dîlanên Kurdî beşdarî vê festîvalê bibin. Ewa bû ku koma Şeva Yeldayê a ser bi herêma Bakûra Rojhilatê Kurdistanê bi merema pişikdarîkirin di vê festîvalê de hate avakirin û eva bû destpêkek ji bo avakirina koma Şeva Yeldayê.

Armanca we ji avakirina vê komê çi bû?
Di rastî de ez dikarim bêjim ku avakirina koma Şeva Yeldayê bizavekî hunerî a dîrokî bû di bakûrê Rojhilatê Kurdistanê de. Ji ber vê çendê ku di vê herêmê de heya berî avakirina Şeva Yelda’yê tu kom û komeleyek nebû ku bi awayekî zanistî û ektîv xizmetê bi govendên windabûyî ên wê herêmê bikin. Lê me bi sehkirin bi vê kêmasiyê hewce zanî ku bi avakirna Koma Şeva Yelda bi awayekî zanistî û ektîv bo zindîkirin û nasandina çand û kultura Kurdî û bi taybet gelê xwe di vê herêmê de xizmetê bikin.

Koma we ji aliyê çi hêz û rêxistinekê we tê piştewanî kirin?

Ji ber vê çendê ku endamên Şeva Yelda Hemû endam û alîgirên PDK Îranê ne, bêşik ew kome jî, ji aliyê wê partiyê we tê piştgirîkirin.

Armanca we ji hilbijartina navê Şeva Yelda çi bû?
Di rastî de hilbijartina navê her sazî, rêxistin, komeke govendê û wd... naverok û cevhera vê komê zêdetir dide xuyakirinê, lê me jî bi berçavgirtina hin têdîtin û lihevkirinên taybetî, şeva li dayîkbûna lehengê navdar ê Kurd, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, Dr. Ebdulrehman Qasimlo, ku di şeva yelda (şeva yekem a çileyê zivistanê) de hate dinê, weke navê komê hilbijart.

Çi xebat û çalakiyên we heya niha hatine pêşkêşkirin?
Kar û çalakiyên me gelek in lê ezê bi kurtî qala hin çalakiyên sereke ên wê komê bikin: 1. Pişikdarîkirina ektîv a vê komê di 3’ê festîvalan û bidestxistina du caran pileya yekemîn û cerekê jî pileya duyemîn, 2. Pişikdarîkirin di çendîn bernameyên televîzyonî de, bi taybet di Kurdistan Tv û Zagros Tv de, 3. Çêkirina çendîn kilîpên hunerî ji bi hunermendan bi awayên cur bi cur.

Koma Şeva Yelda di Çaremîn Festîvala Govenda Kurdî a Kurdistana Îranê de weke koma yekemîn hate dîharîkirin, gelo hûn weke rahînerê vê komê vê serkevtinê çawan dinirxînin?
Ez berî her tiştê vê serkevtinê ji tev endam û alîgirên koma Şeva Yelda û bi taybetî hogirên govend û dîlana Kurdî pîroz dikim. Di rastî de ez di vê festîvalê de weke yek ji endamên heyeta daweran hatibûm dîharîkirin, lewra me li ber vê çendê yek ji endamê komê bi navê Cawîd Esxerî weke rahênerê komê dîharî kir. Lê ez serbarê destxweşî û aferîn ji bo navhatî û tev endamên koma Şeva Yelda, hêvîxwaz im ku ev serkevtine bibe hêvênek ji bo ektîvbûn û berfirehkirina kar û xebata vê komê. Bê şik ev serkevtine jî li gor rêk û pêkî û ciwanî û zafbûn û zengîniya dîlanên Kurdî û hunernimayiya endamên komê hatiye dîharîkirin.

Çaremîn Festîvala Govenda Kurdî a Kurdistana Îranê çawa birêve çû?
Rêveçûna vê festîvalê karekî gelek hewce û bi cî bû, ji ber ku her wek min di destpêkê de îşare pê kir, neyaran hertim cehda ji navbirina çand û kultura Kurdî kirine, lê bi birêvebirina wan cure festîvalane ev mîrate tê parastin û berev pêşve diçe. Bi baweriya min festîvala çaran yek ji festîvalên herî serkevtî bû. Di festîvala vê carê de bo cara yekemîn bû ku nêrîn û dîtinên beşdaran derheq nirxandina govendan dihate berçavgirtin, ya duyem eva ku her komek di destpêkê de sinaryoyek weke folklorî vê herêmê birêve dibir, ku ewa jî nîşana guhartin û giringîdana zêdetir bi çand û kultura Kurdî bû.

Hûn bi giştî astê pêşveçûna kar û xebata kom û navendên çandî yên taybet bi govend û dîlana Kurdî çawa dinirxînin?
Bi baweriya min karên gelek baş û bibandor di vê derheqê de hatine kirin. Zindîkirin û parastina govendên Kurdî ji xalên herî erênî yê wan kom û rêxistinan bûye. Lê mixabin xala herî lawaz ku ez di vê derheqê de dibînim ewa ye ku heya niha bi awayekî zanistî û teorîk li ser govend û dîlanên Kurdî tu lêkolîn û pirtûkek nehatiye nivîsandin. Lê ez hêvîxwaz im ku di pêşerojeke nêzîk de pispor û şarezayên wî warî lêkolîn û ceribînên hewce di vê derheqê de bi kar bînin.

Armanc û pilanên wê yên pêşerojê çine?
Em dixwazin di pêşerojê de astê kar û xebatê xwe berfirehtir bikin û hewl bidin ku bi beşdarîkirin di festîvalên navneteweyî de vê mîrata zengîn a gelê xwe bi awayekî zanistî û bi kiryar bi cîhanê bidin naskirinê.

Gotina we ya dawiyê ji bo heval û hogirên govend û dîlana Kurdî çiye?
Ez ji tev û hogir alîgirên govend û dîlana Kurdî daxwaz dikim ku bi hemû awayekê bo parastin û zindîkirina mîrata bab û kalên me xebat û tekoşînê bikin. Herwiha ez daxwazê ji hemû dîlanzanên Kurd dikim ku bi bêy destêwerdan û guhartina govendên folklorî yên Kurdî, bo pêşvebirin û parastina wan xemsariyê nekin.

Kekê Şehram, gelek sipas ku we dema xwe bi me mere veqetand?
Sipas ji bo we jî ku ev derfeta da min ku ji rêya rojnameya Agirî ve derheq govend û dîlana Kurdî û herwiha derheq dîroka koma Şeva Yelda û kar û xebata vê komê nêrîn û dîtinên xwe bînme ziman.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 4’ê Gelawêja 1387’ê Rojî