|
Eva pirsên me û bersivên Dr. Musa
Keval di vê derbarê de:
Hevpeyvîn/Azad Kurdî
Dr. Musa, çawa bû ku biryara
pêkhatina vê konfernasê hate dan?
Biryara çêkirina vê konferansê pir
bi zehmet bû.
Ev demek dirêj e ku em bi rêveberên YE’ê
re têkilî û danûstandinan di mustewayên cuda de dikin û
dîtinên terefê kurd li ser
çareseriya pirsa gelê
kurd li Bakurê Kurdistanê pêşkêşî wan dikin. Yek ji xalên bingehîn yên van
hevdîtinan ew bû ku Ewropa girîngiya siyasî ya
çareserkirinek adil û
demokratîk ji bo pirsa gelê kurd li Tirkiyê gora rastiya wê, bibîne û ji bo vê
çareseriyê
bibe teref.
Ev çend sal in ku em tezek xwedan girîngiyek
siyasî û jeopolîtîkî di vê derbarê de pêşkêşî YE’ê dikin. Bi taybetî em diyar
dikin ku hem di berjewendiyên YE’ê de ye, hem di berjewendiyên gelê tirk de ye
û hem jî di berjewendiyên gelê Kurdistanê de ye ku pirsa kurd li Tirkiyê bi
riya aştî û demokrasiyê bête çareserkirin.
Me digel serokatiya grûbên partiyên Parlementa
Ewropa ji hemû bask û îdeolojiyên siyasî têkilî danandine. Em ji YE’ê dixwazin
ku ew helwestek bi cisaret û xurt ji bo vê çareseriyê bigire û Kurdan wek gelê
duyemîn li Tirkiyê nas bike, terefê kurd bike muxateb. Helwestek siyasî ya bi vî
awayî dê bibe sedem ku Komara tirk îdeolojiya xwe ya nejadperestî biguherîne. Ev
yeke dê herwesan bibe sedemê zefera baskê demokratxwaz li Tirkiyê û dê bibe
destpêka çareseriyek demokratîk û adil ji bo pirsa gelê Kurd.
Pirsa kurd di cewherê xwe de pirsa neteweyek bê
dewlet e, pirsek siyasî ye û pirsên din yên civakî, aborî û mafên mirovan pêve
girêdayî ne. Ji ber ehmiyeta jeopolîtîkî ya Kurdistanê, ji ber girînigiya
demografî, çandî û dîrokî ya Kurdan di Rojhilata Navîn de û ji ber pêvajoya
endambûna Tirkiyê bo YE’ê, ev pirs di heman dem de pirsek navnetewî ye û pirsa
Ewropa ye jî. Di berjewendiyên her kesê de ye ku ev pirse di demek nêzîk de bête
çareserkirin.
Konfernas kengê birêve diçe û kîjan
hêz û alî têde beşdar dibin?
Biryar
hatiye dayîn ku ev konferans piştî hilbijartinên li Turkiyê di nêzîktirîn dem de
pêk were. Em dikarin bêjin ku di payîza ev sal de konferans dê bê lidarxistin.
Armnacên lidarxistina vê Konferansê
çi ne?
Ev
Konferans di warê siyasî û dîplomasî de pir girîng e. Lewma ew ji aliyê grûpên
partiyên siyasî yên YE, li Parlementa Ewropa bi awayekî resmî pêk tê.
Ango grûbên partiyan ku her 25 dewletên Yekîtiya
Ewropa temsîl dikin.
Yek ji xususiyetên vê konferansê, ev e: ew ne bes ji bo nîqaşkirina rewşa
kurdan tê kirin. Rewş diyar e û pir caran hatiye nîqaşkirin. Ev konferans bi
taybetî dê li ser zelalkirina daxwazên Kurdan û herwesa ji bo cîbecîhkirina
çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê bête kirin. Ji bo vê armancê, pêwîst e ku
kurd projeyek hevbeş ji bo çareseriya pirsa xwe pêşkêşî YE’ê bikin û Ewropa jî
bi zelalî konsensus û daxwazên gelê kurd li Tirkiyê bizane.
Ev konferans ne mîna
konferansên berê ye. Konferansên berê di warê navneteweyî de çi sîfetê xwe yê
temsîlî û resmî nebûn. Ji ber vê yekê, çi bandor yan encamên siyasî jê çê
nedibûn.
Piraniya Kurdên Turkiyê piştgiriya
endambûna Turkiyê bo Yekîtiya Ewropayê dikin, hêzên siyasî ên Kurdên Bakur çi
projeyek bona vê yekê hene û bo çareserkirina pirsa gelê Kurd dixwazin çi bikin?
Ji
bo ku mafên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ji aliyê YE’ê ve û di qata
navneteweyî de jî bên naskirin û pejirandin, pêwîst e ku Kurdan projeyek netewî
hebe. Konsensusek netewî li ser wê bête kirin.
Me projeyek hevbeş ji bo çareserkirina pirsa gelê
Kurd li Turkiyê amade kiriye. Ev pirtir ji salekê ye ku me bi partiyên Kurdên
Bakur, bi kesayetiyên Kurd re têkilî danandine û di encamê de pêşniyara projeyek
hevbeş amade kiriye. Piraniya van partiyan muwafeqet li ser kirine. Hêvî heye ku
ew proje bi dîtin û pejirandina partiyên din jî zengîntir û kûrttir bibe û di
dawiyê de hemû hêzên siyasî yên kurd bi yekdengî pêşkêşî konferansê bikin.
Di nûçeyan de hate ragehandin ku
Hevbendiya Demokratîk a Kurdên Bakûr ji bo lidarxistina vê konferansê xebat
kiriye. Wekî Nûnerê Hevbendiyê li ser xebat û çalakiyên wê rêxistinê bo me
bipeyive?
Hevbendiya
Demokratîka Kurdên Bakur dixebite da ku gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bi resmî
wek gelê duyemîn li Turkiyê bête naskirin û gotûbêjên endambûna Tirkiyê li ser
vê rastiyê bêne kirin.
Mafên gelê kurd di konferansa navnetewî ya Sêverê
de hatin qebûlkirin. Lê piştre di Konferansa Lozanê de hatin jibîrkirin. Di
peyra siyaseta înkar û qirkirinê li dijî gelê kurd, dest pê kir û domand. Lê
pirsgirêk herdem mezintir dibe. Rastî ew e ku ne çareserkirina vê pirsgirêkê, di
hemû waran de, zererê dide her kesê, dide gelê kurd, dide Komara Tirk û di dema
were de, dê ji bo Ewropa jî bibe sergêjiyek mezin. Ji ber vê yekê pêdivî ye ku
bête dubarekirin ku çareseriyek demokratîk û adil di berjewendiyên her terefekê
de ye.
Bê guman pêwîst e ku ev çareseriye mafên siyasî,
îdarî, civakî, çandî û aborî yên gelê Kurd li Tirkiyê misoger bike.
Daxwaziyên we yên sereke û berbiçav
ji Ewropiyan re çi ne?
Daxwazên me di projeyeke hevbeş ku
min li jor behsa wê kir, hatine diyarkirin. Ew ji sê başan pêk tên. Daxwazên
siyasî, yên aborî, yên çandî.
Bi kinî, em dibêjin gelê Kurd, gelê
duyemîn li Tirkiyê ye, pêwîst e ku hem Tirkiye hem jî Yekîtiya Ewropayê vê
rastiyê nas bike. Pêwîst e ku statuyek federal ji bo gelê kurd bête naskirin,
mafên Kurdan yên siyasî, çandî, civakî û aborî bêne naskirin. Di hemû waran,
hemû curên ferq û cudahiyê li ser gelê kurd rabe, zimanê kurdî bibe zimanê
resmî di îdar û perwerdê de, di hemû qunaxan de.
Hûn çend bi serkeftin û encamên
erênî ên vê Konfernasê hêvîdar in?
Serkeftin
û encamên erênî ji bo vê konferansê mumkin in, eger Kurd bikarin xwe bikin
muxatebek micid di qata ewropî û navnetewî de. Eger Hemû partiyên Kurd nemaze
yên sereke, piştgiriya projeyek hevbeş bikin, di qata navnetewî de, di qata
Kurdistanî de û li hember siyaseta dewla tirk yek siyaset û stratijiyê
biparêzin, wê gavê destxistina encamên vê konferansê pir mimkun in. Ji xwe ev
konferans dikare bibe sedemê afirandina siyasetek hevbeş ya hêzên siyasî yên
gelê kurd li Bakurê Kurdistanê. Lê eger ev yek nehê kirin, wê gavê berpirsê
mezin, guneha mezin li se van hêzan tê hesibandin, ew li hember gelê kurd
berpirsiyar in. Ez bawer dikim ku hemû nûnerên siyasî yên kurd di vê derbarê de
hesas in û dê bi awayekî laîq û erênî berpirsiyariya xwe ya tarîxî û netewî bi
cih bînin.
Ji bo ku ew konferansa me bi ser
bikeve û bikaribe dogma siyasî ya di encama Konferansa Lozanê de peyda bûye û
siyaseta dewleta tirk li ser hatiye avakirin, ji holê rake, û di cihê wê de
çareseriyek
demokratîk ji bo pirsa gelê kurd bête dîtin, pêwîst e ku tevgera Kurd bi
projeyek siyasî ya hevbeş û realîst gora rewşa îro, pêşkêşî vê Konferansê bike.
Wekî xuya ye, hûn wek Hevbendî
Federaliyê bo çareserkirina pirsa Kurd li Turkiyê dipejirînin, sedemên vê yekê
çi ne?
Rastiya siyasî, çandî, dîrokî û
coxrafiya Kurdistanê û a gelê Kurd dide xuyakirin ku neteweya me yek ji çar
neteweyên mezin di Rojhilata Navîn de ye.
Bi sedan sal in ku gelê kurd
berxwdana siyasî bi curên cuda cuda dike.
Çaresereriyek siyasî ya saxlem û
berdewam ne mumkin ku kêm kêm statueyek federal ji bo gelê kurd nehê naskirin.
Digel vê yekê jî mafê gelê kurd wekî
gelên din yê herêmê heye ku dewleta xwe ya serbixwe damezirîne.
Spas.
Spas
xweş û hêviya serkevtinê bo we dixwazim |