Destpêk Nûçe Siyasî Raman Hevpeyvîn Belge Civakî Çand Têkilî
Hejmara nû ya Agirî
Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.
Rêberên Şehîd
Hevpeyvîn Bi Hunermend Nîlufer Akbal Re
Hevpeyvîn/ Dara Natiq
Li ser rewşa stran û mûzîka Kurdî em heya niha bi çend hunermendên dengxweş ên Kurd re peyivîne. Di vê hejmara Agirî de jî em dê rewşa muzîk û strana Kurdî û nemaze rol û beşdariya jinên Kurd di qada huner û muzîka Kurdî û astê pêşdeçûna vê hunera zengîn di hevpeyvînekê de tevî hunermenda dengzelal
Nîlufer Akbal ku ji bo çêkirina kilîpekê seredana Başûrê Kurdistanê kiriye, bişopînin.
Hunermend Nîlufer kê ye?
Nîlufer Akbal ji malbatekî welatparêz, li bajarê Warto a ser bi parêzgeha Dersimê, hatiye dinê. Nîlufer xwediyê 5 xûşk û 2 birayan e. Xwendina xwe ya destpêkî û navendî heta lîseyê li bajarê Warto kuta kiriye. Piştre sala 1986’an diçe bajarê Stenbolê û sê salan li mekteba “Arîksa” di warê muzîka baqla, note û pertowarders xwandiye. Sala 1988’an, yekem albom xwe bi navê “Bîten Elewiyan” çê kir. Wê tevî zaf hunermend û muzîkjenên bi nav û deng yên Kurdan weke: Ehmed Kaya, Ferhad Başqal, Yosif Kaya Oxlu û ... re konsert û pirogramên hunerî pêşkeşî gel kirine. Nîlufer piştî çend salan kar û têkoşîna hunerî li Stenbolê, berê xwe dide welatê Fransa û wêderê tevî muzîkvanê navdar yê Fransî, Dr. Jan Mîşêr Kenêr re nasyar dibe û albûma bi navê Rêvîng çê dike. Ew piştre diçe welatê Almaniya û çar salan di warê muzîkê de dixwîne. Nîlufer Akbal heya niha di zaf festîval û konsertên cîhanî de pişikdarî kiriye û serkevtinên gellek mezin bi dest anîne.
Çawan û kengê bû ku tu tevlî cîhana hunerê bûyî?
Ez 8 salî bûm dema ku min xwe fam kir û biryar da ku ez bibim hunermend. Ji ber ku muzîk hertim di xeyalên min de dilivlivîn. Wê demê were heya niha, her tiştê min li ser hunerê bûye. Min cuda ji hunerê çi karek din ji xwe re nekiriye. Ez heya ku li bajarê Warto bûm, hertim li ser sehnan stran digotin.
Ew kesên ku piştgirî ji hunera te dikirin û bi her awayekê bandor li ser hunera te hebûn, kê bûn?
Sûsena dayîka min, Elî Ekberê birayê min, gelê me yê Warto, hu nermend Ehmed Kaya, Ferhad Başqal, Hesret Portekîn, Radyoya Erîvanê, Miryemxan, Eyşeşan, Mehmîd Tûncer, Belqîsa Kaler, Şivan Perwer, Civan Haco, Cigerxwîn, Ehmedê Xanî, Tehsîn Taha, Mihemed Arif Cizravî, hemû ewane ji hunera min re xwedî bandor bûn.
Malbat û kultura Kurdî yek ji astengên herî mezin li hember tevlîbûna jinan di warê huner û muzîkê de bûne. Gelo tu heya çiqasekê di warê hunerê ve ji aliyê malbata xwe ve serbest bûyî?
Malbata min bi min re pir harîkar bûn. Ez 18 salî bûm dema ku babê min çû ber dilovaniya Xwedê, wê demê ez pir perîşan bûm. Dayîka min wê demê gote min Nîlufer baweriya min bi te heye, baweriya min bi dengê te heye, here Stenbolê mekteba xwe bixwîne û rêya xwe peyda bike. Eger dayika min îzna min nedaba, min nedikarî ez bibim hunermend. Lê ez dibêjim ku malbat çiqas baweriyê bi evladê xwe bîne, evlad jî ewqas harîkiriya malbasta xwe dike û dikare baştir rêya xwe peyda bike.
Nîlufer, bi baweriya te çima jinên Kurd nekarîne bi awayekî hewce beşdarî huner û muzîka Kurdî bibin?
Sipas ji te re, bi rastî pirsek balkêş bû. Lê bi baweriya min xala herî girîng eva ye ku huner û muzîka Kurdî hertim bindest bûye, anku huner hertim di bin rikêfa partî û siyasetvanên Kurd de bûye, zulm û zorî, bindestî, kultura Kurdî û.... herwiha hertim ji jinan bo karê sêks û zarok çêkirin û karê nava malê mifah jê hatiye wergirtin. Ewane û gellek sedemên din ên berçav bûne astengên mezin li hember pêşveçûna jinan di her warekê de.
Dibêjin Nîlufer xanim ne zewiciye û naxwaze di pêşerojê de jî bizewice, Çima?
Belê rast e. Ez bi muzîkê re zewicî me, muzîk jiyan, ruh û dilê min e, eger muzîk nebe, ez jî mirî me. Ez bi muzîkê re rihet im, muzîkê guhdarî dikim, sazê lê didim, lê dema ku mirov mêr kir, nikare bi keyfa xwe be, zarok mirov girê didin, wê demê dibe ku tu xizmeta mala xwe de bî. Salên min jî derbas bûne, niha îdî ez dixwazim kar bikim, dixwazim harîkariya hunera Kurdî bikim, xizmeta gelê xwe bikim.
Weke tê xuyakirin, te piraniya jiyana xwe ya hunerî li Stenbolê derbas kiriye, tu li wêder fêrî çi bûyî?
Dema ku ez çûme Stenbolê û tevlî huner û muzîkê bûm, min xwe nas kir, û min zanî ku ez Kurd im. Ez fêr bûm jin çi ye, piroblemên jinan çi ne, û yanî dibêjim cinsiyeta xwe nas kirin, ez fêr bûm siyaset çi ye, Kurdayetî çi ye? Ez her tiştekê li metropolên Stenbolê fêr bûm.
Gelê me yê Bakûrê Kurdistanê, heya çiqasekê di warê huner û muzîka xwe de serbest in?
Dewleta Turkan hertim siyaseta asîmîlekirina Kurdan weke yek ji stiratêjiyên nemirovane yên xwe piraktîze kiriye. Muzîk û hunera Kurdan hertim bindest bûye. Turkên faşîst hertim cehda dizîna çand û muzîka Kurdî kirine. Lê esasa me di wir de ye ku dema gelê me yê Kurd bi hevre teba bin û harîkariya hunermendên xwe bikin, vê demê me hewceyî bi radyo û televîzyon û hevkariyên Turkan nine. Lê em bi xwe dujminê hev in, eger partî û siyasetvanên me alîkariya te nekin, mirov ser nakeve. Ez dixwazim hunermenda çar parçê Kurdistanê bim. Naxwazim yek hunermend û yek siyaset û yek partî bim. Di bingeh de, huner bi ser siyasetê ve ye. Lê di bakûr de jî bindestî berdewam dike, qedexeyî berdewam dike, kompaniyên Turkî harîkariya hunermendên Kurdan nakin. Dibêjin ku kilîpên Kurdî di televîzyonan de nahên nîşandan û ji mere ne qazance.
Nîlufer, dema ku mirov guhdarî muzîk û stranên Kurdî dike, tevlîhevbûnek di navbera muzîk û strana Kurdî û biyaniyan û bi teybetî muzîka Turkî de tê xuyakirin, hûn vê çendê çawan dinirxînin?
Muzîk bê ziman e, zimanê muzîkê tune ye. Muzîka cîhanî jî dikare bandorê ji hev bike, bona pêşveçûna muzîka xwe. Lê dema ku te dewleta xwe hebe, edebiyat û zimanê te hatibe naskirin, edebiyata te cihê xwe girtibe, muzîka te cihê xwe girtibe, rengê xwe hebe, Piştre tu dikarî vê tevlîhevbûnê bikî, lê ez niha vê tevlîhevbûnê bi hewce nizanim, ji ber ku ev ne karê me ye, ne karê genca ye, eva karê karnas û pisporan e.
Bi baweriya te huner û muzîka Kurdî heya çiqasekê pêş ketiye?
Baweriya min bi hunera Kurdî gellek e. Lê mixabin me heya niha nekariye bi awayekî hewce û îroyî vê hunerê zengîn pêş bêxin û bigehînine astekî navneteweyî. Lê mixabin siyaset yê bûye belaya serê hunera Kurdî. Esasa hunera Kurdî ne li ser sehnê ye. Kêmasiya şîrketên berhemanîna muzîka Kurdî heye. Di nava cîhanê de huner û muzîka Kurdî ne diyare, nehatiye naskirin, kerema xwe bila hikûmeta Kurdî harîkariya hunermendan bikin. Bila Wezîrê Çandê hunermend be, ji ber ku ev baştir ji hunerê fam dikin. Bila bê farq û cudayî ji tev hunermendan re reklam bihê kirin. Divêt siyaseta Kurdî hertim piştevaniyê ji hunermendan bike û ....
Nêrîn û baweriya te derheq roj bi roj zêdetirbûna hunermend û stranbêjên Kurd çi ye?
Gellek sipas dikim, bi rastî eva pirsekî hewce bû. Tu dizanî ez demokrat im, her tiştekê dibînim û dibêjim, yanî fam dikim ku Kurdistan ji nû ve çê bûye. Her tiştek ji nû ve dest pê kiriye, yanî her tişt niha tevlî hev e, piroblem pir in, pirsgirêkên muzîkê jî pir in. Gava mirov televîzyonê temaşa dike, her roj gencek stran gotiye. Muzîk çê kiriye, kilîp çê kiriye, dema ez rê diçim, hin kes min dibînin, dibêjin Nîlufer tu xêrhatî Kurdistana azad, tu dizanî ez jî hunermend im! Dibêjim hala hala... , bo? Nizanin huner çi ye, ez bi xwe nikarim bêjim ku ez hunermend im, ji ber ku ez ketim ser rêya hunerê û dixwazim bibim hunermend, hunermendî ne tenê deng xweşî ye, ne tenê muzîk lêdane, dema mirov huner dest pê kir, gerek mirov bizane huner çi ye, baş hunerê fam bike. Bixwîne, akadîmîk fêr bibe, daxwaza min ji gencaên ku taze dixwazin têkevin nava hunerê eva ye ku eger dixwazin harîkariya hunerê bikin, diviya di pêş de bizanin ku huner çi ye, fêr bibin, gava ku mirov albûmekê çê dike, ew albûm di dinyayê de tê belavkirin, bila albûm baş be, bizane ku çi stranekê dibêje, bo çi dibêje, armanca wî/ê çi ye, bizanibe ku mesela Kurdan çi ye, muzîka me hertim bindest bûye, hunermendên me perîşan û bindest mirine, muzîka me winda bûye, hunera me winda bûye, yanî gava ku ew kesane hemû ewane bizanin, wê demê ji xwe şerm dike ku vê yekê bike.
Çawan bû ku tu hatî Kurdistana azad?
Ez hatim ku Kurdistana azad nas bikim. Bizanim ku gelo kêmasiyê wê çi ne, welatê xwe nas bikim, xwe bidim naskirin, ez dixwazim vê carê bi arîkariya Korek Telekomê, bo alboma xwe ya dawiyê bi navê “şeva” kilîbekê çê bikim.
Hez dikim bizanim ku we heya niha çend berhem pêşkêşî gelê xwe kirine?
Min heya niha 2 albûm bi Turkî, albûma Newroz 1-2, albûma bi navê Ez û Hunermendên din, Dortêlwan, Mîro, Revîngî, Rayê û Şava yanî li serhev 10 albûm pêşkêşî gelê xwe kirine.
Armanc û pilanên we bo pêşerojê çine?
Min albûmek nû dest pê kiriye, di albûma nû de, ez û Ayhan Êwcem em bi hevre kar dikin, albûma min Kurmancî, Soranî û Zazakî tevlî hev e, hêvîdar im ku bi dilê gel be.
Hunermend Nîlufer, gellek sipas ku we dema xwe bi mere veqetand. Gotina we ya dawiyê ji bo gelê me çi ye?
Ez jî gellek sipasê rojnama Agirî dikim. Sipas ji tev emegdarên Agirî û kargêrên Agirî re. Di dawiyê de, ji gelê xwe daxwazkar im ku ji axa xwe xwedî derkevin, ji huner û muzîk û kultura xwe xwedî derkevin, ji radyo û televîzyon, wêje û.... xwedî derkevin, bi hevre teba bin û bi hunermendên xwe re harîkar bin.
.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.
Destpêk | Nûçe | Siyasî | Raman | Hevpeyvîn | Belge | Civakî | Çand | Têkilî
Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Pêncşem, 25’ê Rezbera 1387’ê Rojî