|
nasandin. Lewra me bi
hewce zanî ku derheq rewş û zirûfa şano û sînemaya Kurdî û herwiha asteng û
pirsgirêkên li hember vê hunera girîng nemaze li Kurdistana Rojhilat, bi Fatih
Salihî re, pispor di warê şano û sînemayê de, hevpeyvînekê pêk bînin. Li vir emê
bi hevre vê hevpeyvîna taybet bişopînin:
Fatih Salihî, Kî Ye?
Ez Ji dayîkbûyê sala 1357(1978)’an, li bajarê Seqizê me. min Xwendina xwe ya
destpêkî, navendî û paş navendî her li wî bajarî bidawî anî. Sala 1375(1996)
heta 1378(1999)’an, di şaxa “Mudîriyet a Dewletî” de min di zanîngehê da xwend.
Piştre sala 1999-2000’an de, ez bo qonaxa karnasî ya derhêneriya şano û
televîziyonê ji aliyê Binkeya Hunerên Diramatîk a Wezareta Çandê ve, çûme
zankoya hunerên diramatîk a Zanîngeha Tehranê ku piştî 4 salan min karî belgeya
derhênanê ya pileya yekem werbigirim. Ji sala 1369(1980)’ê heya niha, mijûlê
karê şanoyê me, heya niha di çendîn festîvalên mezin û bi nav û deng de beşdar
bûme, çendîn xelat û dîplomeya Şanaziyê jî min wergirtine. Herwiha heta niha
wekî hevkarê derhêner beşdarî du fîlmên “Çirîkey Ahû” û “Awat” bûme, di çend
karên televîziyonî yên kanala “SAHAR”ê de jî beşdar bûme û min wekî ekter kar
kiriye. Midehekê jî min ji televîziyona “Herêm” ya Kurdistanê re bernameyên
zarokan birêve birine û çê kirine.
Hûn çawan pênaseya şanoyê dikin?
Ez bawer im şano hunereke zindî û mirovî ye ku ji aliyê meriv ve tê nîşandan û
qala arîşe, pirsgirêk, hêvî û daxwazên meriv û civaka mirovî dike. Ji ber vê
çendê ku şanoyê her heft huner di hembêza xwe de girtine, weke dayîka hunerê tê
nasîn û bi yek kilam dikarim bibêjim ku di cîhana îro de, HUNERAŞANOYÊ WEKE
SEMBOLA ÇANDÎ DI CIVAKAN DE TÊ NIRXANDIN. Sînema hunera heştem û nûjen a îro ya
civaka cîhanî ye. Sînema pîşe ye û hunera ne rasterast û ne zindî ye. Lê bi
hizra min bandora wê li ser civakê, ji hemû hunerên din zêdetir e û temaşavanên
zaf li dor sînemaya îro rojê kom bûne, serbarê vê çendê ku her weke min pêştir
jî qala wê kir, pîşeyek e ku dikare heyîn û dirav pê were derxistin û komkirin.
Nêrîna we li ser şanoya kurdî çawan e û îro çawan şanoya kurdî dinirxînin?
Berî ku ez bersiva vê pirsyara we bidim, hewce ye bêjim ku me tu tiştek weke
şanoya Kurdî tu nine, ji ber ku şanoya Firansî, Amerîkayî û Almanî jî tune ye.
Çimku şanoyek bihêz e ku netewe û sînoran nas neke. Hekene şanoya Kurdî jî weke
Kabokî, Katakalî, Mihabarata û heta teziye(tazî) yên Îranê jî diçin nava refên
rê û resmên olî û êdî nikarin weke şano ku bingeha wê gotubêj e, jê were
mêzekirin. Lê serbarê vê hindê jî, di nava Kurdan de şanoyê kariye cihê xwe
bike, nemaze li Kurdistana Îranê de. Me niha çendîn doktorayên pispor û bi dehan
karnasên Kurd ên şanoyê, di Îranê de hene. Berpirsê Yûnîma ya cîhanî, Bêhrûz
Xerîbpûr e ku yê bajarê Sine ye. Şanoya ku niha Kurd pêşkêş dikin, çi kêmtir
nîne ji şanoya Îran û cîhanê.
Divêt çi taybetmendiyek di zimanê şanoyê de hebin?
Ya baş ewa ye ku di vir de bêjim zimanê şanoyê, çimku şaş e, bêjin şano. Şano ji
Firansayê hatiye wergirtin û rehmetiyê Goran, aniye nava zimanê kurdî. Şano ew
cihe ye ku nimayîş tê de nîşanî bîneran tê dayîn ku em jê re dibêjin Sên yan
Seko. Îca baştir e ku ji peyvên şano yan nîmayişê mifah were standin. Bi hemû
terzekê zimanê şanoyê, zimanekî wêjeyî ye û li gor awayên cur bi cur xesmaniyên
cuda hene. Şano zimanê axavtina gel e, bi awayekî zanistî û her weke min got,
wêjeyî ye.
Hûn ne li ser vê baweriyê ne ku di şanoya kurdî de tiştek bi navê kirîz heye?
gelo heke heye heger û çareserî çi ne?
Bêguman her niha jî ku ez bersiva we didim, di Kurdistanê de şano rastî kirîzê
hatiye. Her parçeyekê ji Kurdistanê kirîzên taybet bi xwe hene. Bi sedema
desthilata Ehmedînejad, di Kurdistana Îranê de niha naveroka wan şanoyan ku tên
nîşandan, ji aliyê berpirsan ve tên diyarîkirin û ji ber nebûna alev û amûrên
hewce û piştevaniya malî û girîngtir ji hemûyan azadiya derbirîna bîr û rayan,
şano rastî kirîzeke bingehîn hatiye. Di Kurdistana Îraqê de jî, ji ber nebûna
temaşevan, şano di kirîzê de ye. Li Kurdistana Turkiyê her du fakterên han
berçav in. Belê di Kurdistanê de şano niha tevî kirîza hebûn û nebûnê, berbirû
ye. Dewletên dijî Kurd, ji şanoyê û berfirehbûna hesta şoreşvanî û mirovî, zaf
ditirsin û evayê bûye hegera bextreşiya şanoya Kurdî.
Çi rêbazek di nava rêbazên şanoyê de tevî rewşa me ya ruhî û derûnî
tê(digunce), heta derhênerên kurd li ser bixebitin?
Ez bawer im ku hilbijartin û destnîşankirina rêbazên şanoyê, dikeve ser
derhêneran. Lê eva ku berçav e, li gor şiyan û delîveya hewce, mirov dikare ji
hemû terzan mifahê bistîne. Ez weke xwe pêşniyara Şanoya Grutêfsik ji bo zirûfa
îro ya Kurdistana Îranê dikim. Ji ber ku him pêşkevtî û him jî di bingeh de ne
hewceyî tu cure alevekê ye.
Huner heta çi astekê hevrê û girêdayî bi dîrokê ye?
Di hunerê de dîrok xwedî janreke xasmanî ye. Çimku me hunera dîrokî heye, şanoya
dîrokî, mesebî û civakî jî me heye. Huner pitir ji vê yekê ku tevî dîrokê
rikeber be, tevî siyasetê rikeber e, niha jî her rikeberiyê dike û dê di
pêşerojê de jî her bike. Bi hizra min huner parek e ji dîrokê.
Ji bo ku were selimandin ku kurd di şanoyê de xwedî pêgeheke dîrokî ne, çi
belgeheke nivîskî anku dukomêntî heye?
Bi giştî temenê şanoyê cem Kurdan negihîştiye 100 salan. Ewa ku weke belge be,
komek ji nivîsan in ku ji me re didin kifşê ku yekemîn şano sala 1315’an a Rojî,
di Karwanserayeke bajarê Sine de hate nîşandan, piştre li serdemê Komara
Kurdistanê de. Di vir de, ez “Bûkebaranê û Kose” bi şano nahesibînim, hekene
dîroka wê diçe sedan salan berî niha.
Di awayê wan şanoyan ku heta niha derhênerên kurd ji bo darêtina
nimayîşnameyan (senaryoyan) pêşkêş kirine, teknîk û teknolojiya Rojava çiqas bi
kar hatiye?
Piraniya awayên şanoyê yên cîhanê weke teorî wergeriyane ser zimanê Farsî û
derhêner û hogirên şanoyê jî mifahê jê werdigirin, lê standina mifahê ji
teknolojiya Rojavayî, hewceyî pereyeke zaf e û eva jî di Kurdistana Îranê de bo
derînerekî/e Kurd, ne mumkin e. Li Tehranê derhînerên Kurd zaf mifah jê standine,
bo mînak Bêhrûz Xerîbpûr, ji bo şanoya “Rostem û Sohrab” Bûklekaniyan li Otrîşê
çê kirin û heta dîkorên wî jî, yên Otrîşê bûn. Wiha ye ku di darêtina deqa
şanoyê de, mifah ji awayên nûjen tê standin, lê di dema birêvebirinê de, neçar
in ku weke Kurdekê bê emraz jê mêze bikin. Helbet di Kurdistanê de ne, li
Tehranê.
Hin bas di vê dawiyê de tên kirin, gellek kes dibêjin ku kurd hêj ne xwediyê
sînemayê ne û sînema ne taybetî me ye, hin kes jî dibêjin ku kurd xwediyê
sînemaya xwe ne, di vê derheqê de we çi gotinek we heye?
Ez jî li ser vê baweriyê me ku Kurd hêşta ne xwediyê sînemayê ne, ji ber ku di
hemû Kurdistanê de ceribîngehek sînemayê nahê dîtin. Tenê hebûna holên sînemayê
yan çêkirina çend fîlman bi zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî, nabe sedem ku em
bêjin Kurd xwedî sînema ne. Weke Kurd, hêşta em ne xwediyê akademiyaya sînemayê
ne. Lê di van salan de, çend fîlmê dewlemend ên Kurdî derketine ku her weke ku
min berê jî got, nabin belge ji bo ku em xwedî sînemaya serbixwe bin. Li hemû
Kurdistanê bigere, çend heb Kamêrayên sînemayê nabînî, heta çend aparatên modern
jî tê de ninin. Îca hûn bi xwe hûr û gir bikin ka gelo em xwedî sînema ne yan ne?
Alav û mercên hewce di pêşdeçûna sînemaya kurdî di astê hunerî û zanistî de
çi ne?
Berî her tiştekê em hewcederê zanista sînemayê ne û ji bo vê meremê jî divêt ku
me akademî û zanîngehên sînemayê hebin. Piştre em hewcederê ceribîngehên
sînemayê ne. Îca me hewceyî bi kamêrayên nûjen û taybet bi çêkirina fîlmên
sînemayî heye. Dawiyê jî em pêdiviyê bi nivîskar, derhêner, ekter û girûpên
teknîkî yên sînemayê ne.
Mixabin ku hêj me Kompaniyayên berhemanîna fîlmên sînemayî tu ninin û hemû
fîlmên ku heta niha bi zimanê Kurdî berhem hatine, berhemên Kompaniyayên bîhanî
ne. Ji hemûyan girîngtir, holên sînemayê ne ku mixabin di seranserî Kurdistanê
de 5 hol nahên dîtin.
Hûn bewer in ku sînemaya kurdî di sedsala 21’an de, pêşdeçûneke berçav bidest
xistibe?
Min di bersiva pirsiyarên din de jî got, me sînemaya Kurdî tu nine, heta heke
nîşandana bextreşî û kul û derdên gelê Kurd û paşdemayîn di warên çandî, civakî,
aborî û siyasî de bibe janerek ji bo sînemaya Kurdî, ez bi xwe hez ji vê
sînemayê nakim. Mêze bikin, sînemaya Halîwod heye ku bi hemû awayekê çarçoveyeke
naskiri ye. Sînemaya Balîwod jî bi heman terzî. Lê car din tînim ziman ku tenê
bi çêkirina çend fîlmên bi zimanê Kurdî ku heta xwedî hizra Kurdî jî ninin, em
nabin xwedî sînemaya Kurdî. Lê heke dîtingeha derhênerên Kurd ku hejmara wan
nagihîje 4 kesan jî, li gor rastiyan û rewşa niha ya Kurdistanê guhertin bi ser
de were, hêvîdar im ku pêşerojê dîmenekî ciwan ji gelê Kurd bibînin û pênaseyekê
ji sînemaya Kurdî re çê bikin.
Di wê dawiyê de sînemaya kurdî kariye xwe bigihîjne asta navneteweyî, di
piraniya festîvalên cîhanî de beşdar be û serkevtinan bidestve bîne, tu ji
serkevtinên han çawan mêze dikî?
Belê rast e, lê ne weke sînemaya Kurdî, weke sînemaya Îranê, çimku ew çend fîlm
ku di festîvalên bi nav û deng ên cîhanî weke Kan û Sensêbastiyên’ê de beşdar
bûn, bi nûneriya sînemaya Îranê çû bûn. Her çend ku di kakil de wan qala
pirsgirêka Kurdan dikirin û li ser wê bingehê hatibûn çêkirin. Ez bawer im ku
destkevtên han ji bilî armancên hunerî, armancên din jî pişt perdê hebûn ku ez
hez nakim di vir de bas jê bikim. Lê bi giştî cihê keyfxweşî û rezamendiya gelê
Kurd e ku Kurdek dikare di asta navneteweyî de bi awayekî herî baş xwe bide
nîşandan û naskirin. Her çend bi buhaya gorîkirina çanda gelê xwe.
Raya te çiye li ser vê yekê ku tê gotin Behmen Qubadî, derhênerê serkevtî yê
sînemaya kurdî ye û kariye ku caneke nû bide sînemaya kurdî û herwiha di rêya vê
hunera xwe de dengê belengazî û bindestiya gelê kurd, bigehîne cîhanê?
Eva basekî yek car zaf bi xwe digire û ew pirsiyare bi xwe dikare bibe mijara
gotûbêjeke berfireh. Di vir de tenê ez dê bîr û raya xwe bînim ziman. Belê rast
e ku Behmen Qubadî, niha yek ji lehengên sînemayê ye. Lê bi hizra min Qubadî,
tevî êş, jan û xizaniya gelê Kurd miamile(alvêr) kir û ji bo nasandina çanda
Kurdî, nemaze di fîlma “zemanêk bo mestiyê espekan” (demek ji bo mestiya hespan)
de, Kurd bire serdemê xwecihên Amazonê û rizgarî û serkevtinên gelê Kurd di
fîlma “Kûsî Jî dikarin bifirin” de, goriyê tirs ji Komara Îslamî kir.
Hez dikim hûn temaşeyî fîlma “Textê Siyah” (Texte Reşê), berhema xatûna Semîra
Mexmelbaf bikin. Behmen Qubadî, bixwe di sikansekê de rol dilîze, wê demê
fantaziyaya wî binirxînin ku di wê fîlmê de hevkarê yekem yê derhêner bûye.
Mêzeyî “Awazhayê Serzemînê Maderiyê Men”(Stranên welatê diya min) bikin. Di
heman demê de jî temaşeyî fîlma “Çirîkey Hewram” a berhema Mêhranfer, bikin. Ji
we re derkeve ku fîlma Kurdî û hizra Kurdî çi ye? Dîwar û Rê yên Yelmaz Gûnay,
jî bibînin. Mixabin hêşta min berê xwe nekiriye “Nîmêyê pênhanê mah” (Nîva
Veşartî ya Heyvê) û nikarim li ser berhema dawiyê ya Qubadî, biaxivim. Lê
hêvîdar im weke berhemên bêre nebe. Ji ber ku tenê mêzeyî aliyên sembolîk bikin
û fîlma “ Kûsî jî dikarin bifirin”, şirove bikin, bêguman dê du rengî di bawer û
berhevdanên we de derheq Qubadî çê bin. Lê belê, serbarê vê hindê jî, ez weke
kesekî ku ez ji destpêka salên 70’an ve, Behman Qubadî nas dikim, rêz û
hurmeteke mezin jê digirim û hêvîdar im ku rojekê xelata Oskarê jî werbigre. Ez
ne pir dûr dibînim, heke ew wekî xwe û ji bo gelê Kurd bîr bike.
Bi hizra te, heya çiqasekê sînemaya kurdî kariye bandor hebe li ser
pêşdebirina pêvajoya tevgera rizgarîxwaziya gelê me?
Hêvîdar im ku di pêşerojê de rolekî ektîv bilîze. Çimku weke Arto dibêje: “Şano
helbesta şoreşê ye.” Bi hizra min sînema ji şanoyê bihêztir e
Di dawiyê de, we çi gotinek ji hogirên sînemaya kurdî re heye?
Hêviya serkevtinê ji wan re dixwazim, di hemû warên jiyanê de, ji we jî spas
dikim ku we derfeteke wiha da min. Her bijîn û serkevtî bin. |