|
destpêbûna şerê rejîma Îslamî ya Îranê li dijî Kurdan, tevî komek
bijîşkên Rêxistina Doktorên Bê Sînor ji bo alîkariya dermanî diçe Kurdistana
Îranê û Pêşmergan derman dikin. Ji bilî doktorî di warê tibê de, zanista aborî
jî xwendiye. Sala 2006’an, xelata herî girîng ya welatê Çek (Frantisek Kriegle)ê
wergirt. Dostê qedîm, dehsalan û nêzîk yê Dr. Qasimlo û malbata wî ye. Niha li
Komara Çekê dijî. Dr. Yekta zewicî ye û bavê 2 zarokan e. Wekî aborînasekî
pirspor û serkevtî li gellek welatên cîhanê beşdarî konferansên navneteweyî yê
aboriyê dibe.
Bi
boneya 18’hemîn salroja terorkirina hovane ya Dr. Qasimloyê nemir, min xwast ku
li ser çend aliyên kesayetî, xebat û ramanên Şehîd Dr. Qasimlo, raman û nêrînên
vî kesayetiyê Kurd yê navdar ji bo we xwendevanên hêja bidim xuyakirin.
Dr. Yekta! Berî her tiştî ez vê yekê dipirsim, gelo heta niha Dr. Yektayê navdar
li ku bû? Serbarê vê çendê ku we demên gellek dirêj ji bo doza Kurd xebat jî
kiriye, çima we xwe ji rojeva Kurdan dabû alî û kêm basa te wekî kesayetiyekî
mezin yê akademîk hebûye?
Ez,
wek tê zanîn heta sala 1988’an, berpirsiyarê Enistîtuya Kurdî ya Bonn’ê bûm. Ev
Enistîtu min ava kiribû. Sala 1988’an de min û hevalên min ên Alman, Fransî,
Beljîkî xwe ji berpirsiyariya Enistîtuyê paşve kişand. Sedem ev bû: di wan salan
de piraniya saziyen, partiyên Kurdistana Bakur li dû Partiya Komunîst a Turkiyê
de yan jî li dû îdolojiya komunîst de bûn: wek Komunîzma Soviyetî, Maoîzm,
Troçkîzm û hwd... Ez ne komunîst bûm. Komunîstbûn bo min ji xwe mimkin nebû, ji
ber ku ez salan li nav rejîma komunîst de mabûm, komunîzm çi bela ye, çi
rejîmekî antîdemokratîk e, baş dizanibûm. Ev partî - komele – saziyên ku navê
wan Kurd bûn, ji Kurdayetî zêdetir xizmeta Partiyên Komunîsten gelên serdest
dikirin. Ji ber vê jî dev ji şerê dijî rejîma leşkerî ya dîktator ya Turkiyê yan
Sûriyê berdabûn, giraniya xwe dabûn şerê dijî saziyên Kurd wek Enistîtuya Kurdî
û wd. Êrîş û zirara ku wan didan xebata me, Sefareta Tirkan û ya Sûriyê li
Bonn’ê nedida me. 5 sal min Enistîtuya Kurdî parast ku nekeve nav vê şerê,
bersiva êrîşa wan nede, mecal nede şerê Kurd û Kurd.
Lê
dawî min dît ku yan emê ji bersiva wan bidin û bikevin nav vê şerê bêbext yan jî
emê xwe dûrxin. Min û sedan kesayetiyên navdar ên Alman, Beljîkî û Fransî xwe ji
Enistîtuya Kurdî ya Bonn’ê kişand. Piştre ev partî -komele- saziyên çep û
komunîst ketin Enistîtuyê, lê piştî 8 mehan ew ketin hev û din û Enistîtu
girtin. Tiştike hikûmeta Turk, Sûrî, Îraq yan Îran nikaribû bikira wan kirin.
Ji
Enistîtuya Kurdî ya Bonn’ê ku min bi destên xwe ava kiribû, min û hevalê min ên
Almanî ku parlamenter bûn, sako xwe stand û derketin. Tu car ez venegeriyam li
dû xwe ne nehert, bersiva êrîşa wan neda, bi wan re muxatab nebûm. Vegeriyam ser
mesleka xwe – ku tendurustî ye – û lêkolina pirsên aborî.
Piştî 1990 – piştî hilweşandina Komunîzmê - ez li ser daxwaza hevalên xwe yên
Çekî vegeriyam Çekoslovakya. Ketim navenda reformên aborî yên vî welatî. Lê tu
car min dev ji şerê xwe bo gelê me yê bindest, mezlûm, le pir mezbût ber neda.
Piştî ku ketim nav aboriyê îmkanên min ên xebatê bo gelê Kurd jî zêdetir bûn. Û
timî min nasnama xwe ya Kurdî dida û dibim pêş. Ji kovara “Playboy” ya
navnetewî ta mezintirîn rojnama Swîsê – Neue Zurcher Zeitung – gava ku bi
min re hevpevîn çê kirin, berî her tiştî min wek “Doktorê
aborînas yê Kurd“ dane nasînê.
Sala
berê gava ku mezintirîn Xelata vî welatî ji min re hat dayîn, min ev xelate bi
şertê nasnama xwe ya Kurdî stand. Gava ku di sala 1991’an de bo ziyareteki resmî
çûm Îsraîlê, Şîmon Peres - ku wê demê Serokê Hikûmetê û Serokê Partiyê bû- ji
berk û hesasiyeta min dizanîbu – yan jêra aqilmendên wî gotibûn – got: ”Doktorê
Kurd tu xêr hatî Îsraîlê”. Îro Şîmon Peres Sero Komar e… .
Yanî
xebatekî bo gelê Kurd, lê bê Kurdên diasporayê, bê şerê birakujî, bê şerê
bêbextiyê.
Hevpeyvîna me taybet li ser kesayetiya Dr. Qasimloyê nemir e. 13’ê Tîrmeha
2007’an, 18 sal bi ser şehîdkirina nemirovane ya Dr. Qasimlo ji aliyê terorîstên
Komara Îslamî re derbas dibe. Hûn yek ji dostên nêzîk yên Dr. Qasimlo bûn. We
çawa ew nas kir? pêwendiyên we bi wî re çawa bûn?
Di
sala 1972’an de ku ez bo xwendinê hatim Çekoslovakya, min xwendekarên Kurd ên
Rojhilatê jî nas kirin. Wek Mihemed Muhtedî, Hacî Ehmedî, Selîm
Babanzade, Hesen Qazî û wd. Min wisa dizanî ku rehmetiyê Şehîd Dr.
Qasimlo jî li Pragê ye. Lê ew wê demê li Îraqê bû. Carna diçû û dihat Pragê. Ez
li xaniya xwendekaran de li Prag 6 dimam. Di sala 1973’an de rojekê di zanîngehê
de hevalekî min ê Çek – xwendekarê Tendurustiyê – hat ba min û got: ”Tu Kurd
î?”. Min berisv da: ”Dewleta me tune be jî, ez Kurd im”. Got:” Ez Kurdan baş nas
dikim, min pirtûka Dr. Qasimlo, Kurd û Kurdistan xwendiye û bavê min
hevalê Dr. Qasimlo ye. wan bi hev re zanîngeh xwendine û hêj bi hev re ne. Tu
naxwazî îşev werî mala me, mala me ji Xaniyê xwendekaran ku tu dimînî 150 m dûr
e û mala Dr. Qasimlo jî li kêleka me de ye.” Lê ew tişt bi dengekî nizm û wek
tiştekî dizî ji min re got. Wê şevê ez çûm mala wî. Li wir hîn bûm ku bavê wî
aborînasekî gellek navdar e di warê aboriya ziraatê de, piraniya reformên
ziraatê li Çekoslovakya û li Polonyayê wî çê kirine. Li wir çend xanî hebûn. Di
wan çend xaniyan de tenê aborînas û malbata wan diman û tevde hevalê rehmetiyê
Şehîd Dr. Qasimlo bûn, bi hev re zanîngeh xwendibûn, bûbûn pirspor, di
zanîngehên herî navdar ên aboriyê de bibûn dersdar heta sala 1968’an û tevde bi
hev re dijî ketina leşkerên Soviyetê sekinîbûn, serhildabûn. Wan ez bi malbata
Şehîd Dr. Qasimlo re dam naskirin ku cîranê wan, cîranê min jî bûn. Ta ku Dr.
Qasimlo ji Îraqê vegeriya û me hevdu nas kir. Êdî bi malbata wî re em baş bibûn
nas. Ez bi carekê de ketibûm nav civaka aborînasên herî navdar û dijî Soviyet,
dijî dîktatoriyê.
Qedr
û qîmeta Dr. Qasimlo li ber çavên hevalên wî yên aborînas ên Çek bêhempa bû, ji
ber ku ew wek biyaniyekî di dagirkirina Çekoslovakyayê ji aliyê leşkerên
Soviyetê de li dijî vê dagirkirinê serê xwe rakiribû û di kêleka hevalên xwe de
ketibû nav şerê dijî dagirkeriyê.
Lê
Îraniyên din – ku endamên Partiya “TUDEH” bûn – li ber çavê ilumdarên Çek de
îxanet kiribûn gelê Çek, ji ber ku dijî dagirkirinê der neketibûn.
Bi giştî we çi pênase û nirxandinek li ser kesayetiya rêberê leheng yê Kurd, Dr.
Ebdulrehman Qasimlo heye? (Bi taybet li ser felsefeya fikr û ramanên Dr. Qasimlo
bipeyive)
Di
Şibata sala 1975’an de, ez û Hecî Ehmedî, Memo Calî û çend xwendekarên Kurd çûn
sefareta Swêdê li Pragê û me dest bi girevagirtina rojiyê kir. Bi vê gireva
rojiyê me xwest em hevkariya welatên Sosyalîst bi Sedam Husên re protesto bikin.
Piştî vê protestoyê ku wê demê rastî di dinê de deng dabû – ji ber ku cara
yekemîn di welatekî sosyalîst û dîktator tiştekî wisa pêk hatibû – ez ji berê
zêdetir ketim nava grûb û saziyên ku dijî komunîzmê şer dikirin. Ji ber ku ez
xwendekar bûm, di nav civakê de zû dikaribûm winda bibim. Lê rewşa Dr. Qasimlo
cuda bû. Gava ku dihat Çekoslovakyayê, îstixbarata komunîst 24 seet dû wî de bû.
Wê demê min çapxanekî dizî – illegal – bi navê Çapxana Ararat yanî
Çapxana Agirî vekiribû. Min pirtûkên Kurdî, Çekî li ser Kurdan, Fransizî li
ser Kurdan û wd... bi dizî çap dikir. Rehmetiyê Dr. Qasimlo ecêbgirtî û hehrî
dima ku xwendekarekî ciwan van tiştan di nav welatekî Komunîst de çawa dikare
bike. Ji min xwest ku ez belevok, beyanname, dazanînên Partiya Demokrat ya
Kurdistana Îranê jî çap bikim – ji ber ku ew tim di bin kontrolê de bû û mecala
wî ya çapê tune bû -. Min çap dikir û tim bi awayekî dizî xwe digihîjand mala
wî. Bi vê minasebetê em gellek nêzîkê hevdu bûbûn û ev bûyeran şansê naskirina
wî dabû min.
Dr.
Qasimlo berî her tiştî kesayetekî demokrat bû. Bi her tiştê xwe û li her cihekê
demokrat bû. Di nav civakê de, di nav hevalên xwe de, di nav malbata xwe de, bi
hebûna xwe demokrat bû. Wî wek demokratekî bêhempa di nav derya îdeolojiyên
dîktator de pir caran tek û tenê şer dikir. Wî ku di welatekî dîktator/rast,
rejîma Şah/ de mezin bûbû, di welatekî dîktatorî /çep, komunîst – Çekoslovakya/
de salan xwendibû, lê dîsa jî ji gellek demokratên navdar ên Ewropî zêdetir
demokrat bû. Demokrasî perçeyek ji kesayetiya wî bû.
Ya
hêşta girîng ew e ku Dr. Qasimlo nîşana mirovayetiya nûjen bû. Bo wî ji her
tiştê bilindtir, Mirovayetî bû. Ne nîjad, ne ol, ne îdeolojî jê re wek
mirovayetiyê girîng nebû. Tişta herî bilind bo wî mirovayetî bû. Ji ber vê yekê
jî heval û hogirên wî ji her nîjad, ol û îdeolojiyê hebûn.
Wî
îdeolojî, ol û nîjad wek, sedek di nav danûstandinên mirovan de nedîtiye. Wî ji
mirovan re li gor van etîketan yan nîşanan qîmetekî zêde yan kêm nedaye. Naxêr,
bo wî girîngtirîn tişt kalîta mirovatiya şaxsan bû ne ku ol, îdeolojî yan jî
nîjadê/a wan.
Bê
guman ji ber van aliyên kesayetiya Şehîd Dr. Qasimlo ta îro jî çendîn hevalên wî
yên Çek ne tenê di roja şehîdkirina wî de, lê herdem wî tînin bîra xwe. Li ser
masa “Prof. Karel JECH” de hêjî wêneyê Şehîd Dr. Qasimlo dalaqandî ye! Di dema
Komunîzmê de çendîn karbidestên Partiya “TUDEH” li Çekoslovakyayê dijiyan. Îro
navê tu kesek ji wan, gelê Çekê nedizane ne jî wan tîne bîra xwe. Lê Dr. Qasimlo
hêj çend neslên din di dilê hezaran Çekiyan de dê hebe, ji ber ku ew wî perçeyek
ji xwe dizanin.
“ÇEKÎ DR. QASİMLO PERÇEYEK Jİ XWE DİZANİN”
Dema
mirov, mirovên din jî – bi bawerên olî, nîjadî yan îdeolojî – wek xwe mirov
bihesibîne, wê demê gellek pirs bi xwe ji holê radibin.
Ji
ber vê yekê jî Dr. Qasimlo di vê warê de kesayeteki bêhempa bû. Dihat nav kîjan
civakekê, di nav demeke kurt de dibû yek ji wan be ku ji raman yan dîtinên xwe
fedekarî bike. Ew hertim wek xwe dima, lê hergav jî bi her kesekî/ê re zimanekî
hevbeş peyda dikir; çi jin, çi mêr, xort yan pîr, Kurd yan Faris, Ereb, Tirk çi
Fransî yan Çek, kafir yan misilman, komunîst yan royalîst – Kralperest-.
Dr. Qasimlo li dinyaya derve çawa dihat û tê naskirin?
Weka
ku min got, pir dostên wî, ew wekî kesayetekî mirovhez, demokrat, adil nas
dikin.
Kesê/a ku ew nas kiribe – carekê tenê jî dîtibe – piştî ewqas salan jî ew ji bîr
nekiriye. Ev jî nîşana mezinahiya kesayetiya Şehîd Dr. Qasimlo ye. Ew serok
dewletekî mezin nebû, Şah, Şahinşah yan Kiral jî nebû. Lê wî xwe bi kesayetiya
xwe ji yên dîtir dabû qebûlkirin, hezkirin.
Hêviyek mezin ya Dr. Qasimlo, navneteweyîkirina doza Kurd bû. Ji bo vê yekê çawa
difikirî û xebatên wî çi bûn?
Dr.
Qasimlo ji aliyekê mirovekî bêhempa bû, lê ji aliyê din siyasetvan û stratejekî
gellek realîst bû. Dizanibû ku qawet û hêza gelê Kurd dest nade ku hember 4
welatên dîktator û antîdemkorat di eynî demê de şer bike. Di sala 1979-1980’an
de, tenê konjukturê Îranê dest dida şerekî, bi vî şerî bala gelê dinê dikişand
ser doza gelê Kurd. Bo wî tu perçeyên Kurdistanê ji yên din girîngtir nebû. Ji
dil bawer dikim ku, ger Konjukturê Kurdên Bakur dest bida, Dr. Qasimlo dikaribû
bi rehetî here li wir bo gelê xwe têkoşînê bike.
“DR. QASİMLO ROJHİLATNAVÎNTÎ DİFİKİRİYA”
Dr. Qasimlo dizanibû ku Kurd mecbûr in bi cîranên
xwe re di nav aşitiyê de bijîn. Heke Kurdistanekî mezin ava bibe jê bibe,
cîrantî bê aşitî mumkin nine. Zehmetiya şerekî li hember 4 welatên dîktaror jî
jê re nas bû. Ji ber vê yekê jî ew rojhilatnavîntî difikiriya !
Yanî wî ji bo gelên Rojhilata Navînê di nav saziyekî aborî wek Yekîtiya Ewropayê
difikiriya û timî digot: ”heke welatên
Rojhilata Navîn hinek demokrat bin, karbidestên wan hinek bi aqil werin ser
hikmê û bi hev re yekîtiyekî aborî – Îsraîl jî daxil- saz bikin, dê di deh salî
de, ji Ewropa di warê dewlemendiyê de pêştir bin. Îsraîl xizîneya mejî, tacir û
zanistê ye. Gelên welatên Rojhilata Navîn dikarin ji wî gelî tiştan hîn bibin,
nas bikin. Îraq, Îran, Kuweyt, Seûdî ji welaten dewlemend yên petrolê ne.
Kurdistan welatê ziraet û avê ye. Tevde bibin yek, dê gelên vê herêmê jî îdî
bikarin wek mirovan bijîn”.
Gava
ku ez di sala 1991’an de çûm Îsraîlê û min di guftûgoyekê de dema ev yeka hanê
ji Şîmon Peres bihîst, heyrî mam û mezinahiya Dr. Qasimlo careki din ji bo min
geş bû.
Kêm
kes îro dizane ku di sala 1958’an de rehmetiyê Mele Mistefa Barzanî gava ku ji
Soviyetê vedigere Îraqê, berê tê Pragê dîtina Dr. Qasimlo û je re dibêje were
tu jî bi min re vegere Îraqê û bibe Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê. -Ne ya
Îraq ne Îran, Turkiye û Sûriyê. Dr. Qasimlo jê re dibêje ku avakirina Kurdistanê
di vê demê de wek welatekî gelêrî nemukin e. Ev dîtina wî rast derket.
Konjuktura salên 60’î ne tenê bo avakirina Kurdistanekî mezin, ne misait bû, lê
misaitê otonomiyekê jî nebû wek dîrok xwe nîşan da.
Piştî şehîdbûna wî, bona wê hêvî û xweziyên wî me çi kiriye? Kurdan çiqas dostên
biyanî hene?
Malesef me çi nekiriye. Ev nîşana bêbextiya birêverên Kurd e. Tu car ji qîmetên
xwe re xwedî derneketine. Ev kêmasiya gelêrî ya Kurdan ye. Ji tu tiştê xwe re
xwedî dernakevin. Îro li Ewropa PEN’a Kurd heye. Endamên wê tevde nivîskar in û
di dehan welaten Ewropî de dijîn, tu dizanî dehan zimanan dizanin. Mem û Zîna
Ehmedê Xanî wergerandine çend zimanan?
Enstîtuya Kurd a Brukselê beriya salan pirtûkek bi zimanê Filamanî derxist li
ser Dr. Qasimlo û hw. Li Parîsê nikaribûn navê kolana ku mala Dr. Qasimlo têde
bû, bikin “Kolana Dr. Qasimlo” yan li Diyarbekirê, Hewlerê, Pragê
û wd. Ew kesayetekî Kurdistanî bû, ne tenê yê Rojhilatê.
Nikarin di Enstîtuya Parîsê, Berlînê, Stenbolê û Hewlêrê li ser raman, jiyana vî
şexsiyetê navdar yê gelê Kurd xebatê bikin, semînara çê bikin û biweşînin?
Dost, heval û hogirên Dr. Qasimlo ku wek nîviya wî jêhatî nebûn, piştî
hilweşandina komunîzmê bûn serok hikûmet, Serok Senato, Rektorên zanîngehan û
serokên şîrketan. Çima tu kurdek nehat ew ziyaret nekirin, dostaniya wî berdewam
nekirin?
Dr.
Qasimlo kesek bû ku di dehan welatên cîhanê de, hezaran dostê wî hebû, wê demê
de, dema ku telefona destan tune bû, fax tune bû. Lê îro ku li Ewropa sed
hezaran Kurd dijî, çend dostê wan yê mezin heye?
-
Dr. Yekta, Li ser Bihara Pragê bo me biaxive û çi bû ku Dr. Qasimlo û hevalên wî
li wir derkirin?
Li
jor bersiva vê pirsê jî hat dayîn.
Berhemeke Dr. Qasimlo teza Sosyalîzma Demokratîk e ku weke dirûşma Stratejîk ya
PDK Îranê bo îdarekirina pêşeroja Kurdistana Îranê hatiye pejirandin. Hûn wekî
Aborînasekê vê tezê li gor dema niha çawa dinirxînin?
Kesayetiyekî wek Dr. Qasimlo zû bi zû û di nav çend salan de pêk nayê. Berî her
tiştî ew ji malbateke dewlemed dihat yanî arîşe û pirsgirêkên wan yên jiyanê
tune bû, lê wî doza jiyana kesên bindest dikir. Her wiha ew ji herêmek
pirnîjadî, pirolî û pirmesebî dihat. Li dora gola Urmiyê de Kurd, Azerî, qismên
Faris û Cihû bi hev re dijîn. Dîsa wisa Şîe, Sunî, Cihû. Ji ber vê yekê her di
zarokiya xwe de, Dr. Qasimlo hînî jiyanekî pirçandeyî dibe. Piştre tê
Çekoslovakya Komunîzma real dibîne, nas dike û hîn dibe.
Dîsa
şansê wî yê herî mezin ev e ku wek xwendekar dikeve zanîngeha herî navdar ya
Ewropaya Navîn a aboriyê. Mamosteyên wî pisporên herî navdar in û ew in ku
bihara Pragê dest pê dikin. Pisporên ewqaa zana ne ku teoriyên nû li ser aboriya
sosyalîzmê pêk tînin û dibêjin ku teoriya “Karel Marx” îdî kevn
bûye, pêwîstiyê nûjenkirina wê didin ber çavan. û dîsa wisa dibêjin ku eger ev
pêk hatin, dê welatên sosyalîst hilweşin. Yanî ev pispor ewqas zanenin ku ji
zanista sosyalîzmê re rêyekî nû vedikin, dixwazin vekin. Ev kes ji Rûsya, ji
Polonya yan Bulgaristanê dernakevin, ji Pragê derdikevin û tev de jî yan
dersdarên Dr. Qasimlo yan jî hevalên wî ne. Piştre di sala 1970’an de, Dr.
Qasimlo diçe Îraqê û welatên Rojhilata Navîn, wan, pirsên wan û aboriya wan nas
dike, îmkana muqayesekirina wan peyda dibe. Hevalên wî yên Çekî li Pragê di bin
kontrola Polîs de ne û îmkanên wan ên pêşdaçûyîna di warê zanistê de kêm dibe.
Dr. Qasimlo di dawiyê de diçe (1977) diçe Parîsê, Swêd û welatên din ên Ewropî.
Li Swêdê û Almanya aboriya Sosyal Demokratan ji nêzîk ve nas dike. Di dema ku
înternet tune bû, fax û îmkanên telefonê tune bû, mirov dikaribû zanînê tenê di
kaniya wê de nas bike.
Ji
ber vê jî teoriya ku Dr. Qasimlo ji bo PDK Îranê pêk anîbû bê guman baştirîn
şeklê aboriyê ye û ne tenê ji bo gelê Kurd. Navê wê cuda jî bibe, ev teoriye roj
bi roj dinyaya Kapîtalîst dike nav jinayana xwe. Yanî Dr. Qasimlo bi armanc û
ramanên xwe re, deh salan pêşiya teorîsyenên aboriya Ewropî bû.
Mînak: her niha hikûmeta Almanya – ku Serok Wezîran “A. Merkel” ji Partiya
Paşverû ye – biryar stand ku karkeran bike şirîkê şîrketên dewletê û şexsî. Yanî
îdî karker dê bibin şirîkê Volkswagen’ê, Mercedes’ê, Simens’ê û hwd... . Ji ber
ku ev bi kêmî 10 sal e aboriya Almanya di tengasiyê de ye, pêşda naçe. û wek
çarê dawî aborînasên ku diji “sosyalîzma demokratîk” in jî, mecbûr in – navê wê
cuda jî be – van şartan bi cih bînin. Bo domdariya pêşdaçûyîna aboriyê ev pêwîst
e, wacib e.
Ev
mînaka Almanyayê jî rastbûna teoriya Sosyalîzma Demokratîk a Dr. Qasimlo nîşan
dide. Lê maalesef Dr. Qasimlo herdem gellek pêşiya dema xwe de bû û kêm kes
rastiyên wî di dema xwe de fahm dikir.
Ger
Dr. Qasimlo Fransiz, Alman yan Çekî bibûya, zû dê Xelata Nobelê bistanda yan
bibû serokê hikûmetê yan dewletê. Lê ew Kurd bû, Kurd ma û hergav nasnameya xwe
ya Kurdî dida pêş… .
Hûn demekê wekî Bijîşk hatibûn Kurdistana Îranê, çîroka vê yekê çi bû?
Di Hezîrana sala 1979’an de, min zanîngeh xelas kir
û bûm doktorê tendurustiyê. Di wê demê de, şerê PDK Îranê û rejîma Xumeynî dest
pê kiribû. Partiya “TUDEH” dixwest hêzên PDK Îranê qels bike. Ji ber vê yekê
kesayetiyên wek Xenî Bilûryan dixwest ji PDK Îranê biqete û şerê birakujiyê têxe
nav PDK Îranê. Ez bo 5 rojan çûm Yekîtiya Sovyetê û min xwest ku bi karbidestên
Polîtburoya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê re xeber bidim ta ku ew bi rêya
Partiya “TUDEH” hêzên gelê Kurd perçe nekin. 5 roj zû derbas bû, pêwîst bû ji
wir derkevim. Ez derneketim, ji ber ku hêşta min tu kes nedîtibû. Xetera
qaçaxmayînê li Moskovê mezin bû. Lê dîsa jî mam û Mîrza Tosinê Reşîd hat
alîkariya min û me bi hev re hezaran Kurdên Sovyetê seferber kir ku ew name,
telgrafên protestoyê bişînin Polîtburoya Partiya Komunîst a Sovyetê, çendîn
rojnemevanên Kurd û dostên Kurda bendan li ser şerê Kurdên Rojhilat nivîsandin û
piştî van bûyeran berpirsiyarê Polîtburoyê, Pirîmakov ez qebûl kirim. Ez 26 Salî
bûm. Ez û kurê rehmetiyê Emînê Evdille, Afan çûn bo wê hevdîtinê. Afanê Evdille
wergeran dikir – werdigerand. Pirîmakov – ku dawiyê bû Serok Wezîr – got:
“Serokê we Dr. Qasimlo îro ji Mehabadê reviya ye”. Ez gellek hêrs bûm, xort
û xwîngerm bûm. Min got: “Serokê min ji
ber dijmin tu car nareve, gava ku di sala 1968’an de leşkerê we ketibû Pragê jî
nereviya. Ger terka Mehabadê kiribe, derketiye serê çiya ku ji şerê zirar neyê
jin û zarokan, bajarê Mehabad ku bo me miqedes e”.
Pirîmakov heyrî ma ku ez bê tirs wisa bersiva wî
didim û got: “Prof. Qanatê Kurdo – ku
şêwirmendê wî bû – hertim digot ku Kurd mêr û serhişk in, lê min bawer nedikir
ku wek dîna ser hişk bin. Tu li vir, van rojan bê wîza dimînî û cezaya vê yekê
li vir mezin e, serî da tu tê heta Polîtburoyê û serda jî hêrs û nerehet dibî.
Madem tu wusa mêrî ezê destûrê bidim bo derketina te ji Sovyetê û ger te serokê
xwe dît, jê re bibêje ku emê nehêlin ku “TUDEH” îdî dubendiyê têxe nav partiya
wî.”
Ez
ji wir çûm Parîsê. Şer li Kurdistana Rojhilat giran bibû. Kendal Nezan wê demê –
ku min wî bi Dr. Qasimlo re di sala 1977’an de dabû naskirin – kovareke mehane
li ser Kurdistana Rojhilat bi Firansizî derdixist bi navê “Curiere du
Kurdistan Iraniene”. Min beşdarî di van xebatên wan de kir, lê min wek
pizîşkekî – doktor – dizanibû ku ciyê min di kêleka birîndaran de ye. Min çendîn
doktorên Kurd ji Almanya Kom kirin û em çûn Cenevreyê, navedna Xaça Sor a
Navneteweyî, ta ku em wan îqna alîkariyê bikin. Nebû. Xaça Sor a Navneteweyî
tenê dikare li ser daxwaza daweta hikûmeta navendî alîkariyê bike. Ku ew jî ne
mimkin bû. Di dawiyê de min li Almanya bi alîkariya pismamê Dr. Qasimlo, Dr.
Hesen Şatawî bi dora 45 doktor re civînek çê kir û xwest ku em bi dor herin
Kurdistanê bo alîkariyê. Hemûyan ji min re soz dan ku ger ez herim, ew jî dê
werin. Lê tu kes ji wan nehat. Ez û hevalê min yê Çek û Firansiz – Saziya
Doktorên bê Sînor – em çûn Kurdistanê. Li şerê Senendec (Sine), Bane, Qutor,
Soma Biradost, Mirgewer, Tirgewer de bûm. Di vê navê de li Tirkiyê leşker hatin
ser hikmê – 11’ê Îlona 1980- û hevalên me ên doktorên Firansiz li Wanê bê sûç
girtin û birin zîndanên Diyarbekirê, yanî îdî îmkana hatina wan li ser Tirkiyê
nemabû û aqibet şerê Îraq û Îranê dest pê kir, wan jî rêya Îraqê girtin. Ez
mecbûr mam piştî çend mehan ji Îranê derkevim werim Ewropa bo ji nû ve
organîzekirina doktor û dermanan. Min gellek ceriband, lê îdî riya vegerê
nemabû… .
Çawa bû ku we dest bi xwendina akademîk û xebat di warê aboriyê de kir? Xebat û
çalakiyên we yên vê der barê de çi ne?
Di
sala 1973’an de Mihemed Muhtedî, Mirhem Yîgît – berpirsiyarê Radyoya Mezopotamya
– ez, Hecî Ehmedî û Cuma, me koma xebat û hînbûnê saz kiribû. Ez wê demê 20 salî
bûm. Mihemed û yên din ji min mezintir bûn. Em heftê carekê du caran diciviyan û
herkes ji şaxa xwendina xwe semînarek dirust dikir bo me. Ciyê civînên me odayên
–xurfe– xaniya xwendekaran bû. Tê bîra min, min li ser teoriya “Darwin” semînar
dirust dikir. Mirhem Yîgît li ser teoriya sosyalîzmê. Mihemed Muhtedî ku di
zanîngeha Dr. Qasimlo de aborî xwendibû û xilas kiribû, li ser aboriyê semînar
bo me dida. Cara pêşîn naskirina min a aboriyê bi vê minasebetê bû. Lê dawiyê ku
ez ketim nav heval û hogirên Dr. Qasimlo – ku hemû aborînasên herî navdar bûn –
jiyana min bû du perçe: aborî û tendirustî. Di dawiyê de min rêya hînbûna
aboriyê bi metodên zanistî, Dr. Qasimlo ji min re vekir. Bi sebir û bi evîn.
Tiştê girîng ku jê hîn bûm ku bingeha her sîstema aborî ye. Çiqas di dîrokê de
li hinek deman de îdeolojî derketibe ber aboriyê jî, ew derketinekî zorane bû.
Bê çareserkirina pirsên aborî tu civakek nameşe, pêşde naçe. Bo pêşdaçûyîna
aboriyê, şertê bingehîn beşdarbûna hemwelatiyan di nav îdare û mekanîzmayên
aborî ne. Ev beşdarbûn jî bi xwe re demokrasiyê tîne. Dewlet tu car nabe
demokrat, heger saziyên civakî nebin demokrat. Yanî demokrasî ji jor nayê jêr,
lê ji jêr diçe jor.
Di
kargehekê de demokrasî tune be, xebatkar beşdarê îdarê nebin, demokrasî jî nabe,
ku demokrasî nebe, pêşdaçûyîna saxlem û xurt û berfireh jî çê nabe.
Hûn dikarin hinek li ser bîranînên xwe bi Dr. Qasimlo re biaxivin?
Rehmetî hertim rûken bû. Esilzade bû, esilzadetî di hebûna wî de hebû. Di sala
1975-1976’an de, me hevudin di hinek qehwexaneyên Pragê de didît – ji ber ku di
derdora mala wî de hergav polîs hebûn -. Kîjan rojan me dê hevdu di kîjan qehwê
da bidîtiba, berê de me tesbît dikir ku em bi telefonê re xeber nedin. Yanî
hevdîtinên me “dizî” pêk dihat, lê rehmetî tim rûken, rehet bû, wekî ku em di
qehwexaneyên Parîsê de bin. Di nav şer de jî wusa rehet û rûken, serê çiya de
jî. Mezyeta herî xweş –ku di serokên Kurdan de yan nine yan jî kêm e – jî
mutevazi bû, nefs piçûk bû.
Di
jîna xwe de, di nav ewqas serokên Ewropî ku min nas kirin, du kes wek refmetî
bûn: “Willy Brandt” û “Şîmon Peres”. Lê farqa wan û Dr. Qasimlo ew bû ku Dr.
Qasimlo hergav rûken bû ….
We cara dawî kengê Dr. Qasimlo dît?
Bawer dikim ya sala 1986 yan jî 1987 bû.
Niha pêwendiyên we bi malbata Dr. Qasimlo re çawa in?
Demekê – di salên 80 – de em ji aliyê cografyayê de ji hev dûr ketibûn. Hîva
û Mîna Xan bi malbatên xwe re li Swêdê dijiyan, Nesrîn Xan li Parîsê û ez
li Almanya. Lê piştî hilweşandina Komunîzmê (1990) em tevde vegeriyan Pragê.
Sala berê Nesrîn (Helene) Xan çû Parîsê. Em dost-hevalên hev yên dehsalan in.
Dostaniya wusa ya dehsalan di jiyana mirov de kêm e. Me salên zehmet di bin
zilma rejîma komunîst dîtiye, bi hev re di xerîbiyê de jiyane … .
Di 18’ehemîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo de, we çi gotinek heye?
Heviya min ew e ku gelê Kurd ji mezinên xwe re, dewlemendiya manewî ya xwe re
xwedî derkeve.
Kesayetiyên wek Dr. Qasimlo di sedsalekê de carekê peyda dibe, nabe.
Berpirsiyariya bilindkirina armanc û ramanên wî – ku hêj jî nemir in – li ser
neslên nû de ye.
Mezin bi gelê xwe, gel bi mezinên xwe mezin dibin.
-
Dr. Yekta, Spas ku we dema xwe da me.
-
Ez spasiya we dikim ku hûn ji mezinên xwe re, ji qîmetên manevî yên gelê Kurd re
xwedî derdikevin. |