|
ku min bîranînên zaf pêre hene.
P. 18 sal ji terorkirina Dr.
Qasimlo û hevalên wî re dibihure. Ev midehe ji bo we bi bê Dr. Qasimlo çawan
derbas bûye?
B: Di heyamê wan 18 salan de,
temenê min çûye jor û saxlemiya min hêdî hêdî rû ji xirabiyê kirî ye. Lê
pêwendiya min bi gelê Kurd re sar nebûye û min tu car hest bi vê çendê nekiriye
ku ez ji bo Kurdan keseke biyanî bim. Hemû kar û kiryarên min ji bo Kurd û
Kurdistanê bûne û xwe cuda ji wan nizanim.
P: Di rewş û zirûfa niha de
têkiliyên te bi PDK Îranê çawan in?
B: Dema ku min zanî dîsan cudabûn
rû daye, birastî ez nerihet bûm. Min rêz û hurmetek taybet bo PDK Îranê heye. Bi
xasmanî ku Dr. Qasimlo roleke berçav di vê partiyê de lîstî ye. Ez alîgirê gel
im û piştevaniyê ji wan kesan dikim ku gel bo pêşve dibin.
P: Ew taqima ku vê dawiyê ji PDK
Îranê cuda bûn, pareke zaf ji wan tometan dubare dikin ku di cudabûna piştî
kongireya 8’an de dixistine stûyê Qasimlo û Şerefkendî û ew bi dîktator nav
dibirin. We ji nêzîk ve ew rêberane dinasîn, gelo bi rastî ew dîktator bûn?
P: Min di hemû jiyana xwe de dîtin
û bihîstin ji hev cuda kirine. Li min bibure, ez gellek caran tevî serokê
xweştivî yê te jî şer kiriye.
Tu dizanî, divêt li dewrana şer de
nezm hebe. Ez serbarê wê ku endamê partiyê jî nebûm, lê min dîsîplîna partiyê
diparast. Ger Qasimlo bigotiba ku neçim derve, ez nediçûm. Di wê rewş û zirûfê
de jî, şerek giran li holê de bû. Partiyê hewcehî bi nezm û dîsîplînên pêtir
hebû. Di halekê de zirûfa niha gellek baştir û jêhatîtir e bo mana di partiyê
de. Min serbarê wê ku gellek tişt qebûl nebûn, lê li cihê hêcet û karşikêniyê,
min hevkarî dikir. Bi her hal bo min gellek dijwar û giran e ku ez Qasimlo û
Şerefkendî bi dîktator bizanim. Her di wê demê de jî ez ji cudabûnê bêzar im.
P: Di wan salên dawîn de hin
belge ketine dest ku nîşan didin Mehmûd Ehmedînejad, Serokkomarê niha yê Îranê,
endamekî girûpa terora Dr.Qasimlo û hevalên wî bûye. Di vê derheqê de hûn çi
dibêjin?
B: Li zivistan û havîna wê salê de,
anku sala birêveçûna terorê de, du girûpên terorê hatibûn welatê Austoryayê,
daku teror ser bigire.
Tê gotin berpirsê girûpa duyem ya
terorê Ehmedînejad bûye. Buzurgiyan wate yek ji terorîstan berê matorek kirîbû
ku piştî terorê di nava zibildanê de tevî hin belgeyan ketine destê Polîs. Lê
rastiya wê eva ye ku dewleta Austryayê nedixwest ku hevkariya me bike û heta bi
zorî me termê şehîdan jê stand. Ji ber ku dewleta Otrîşê ditirsiya ew çek û
teqemeniyên ku di şerê Îraq û Îranê de bi Îraqê firotibûn, eşkere bin. Lê ez
dixwazim vê yekê jî bêjim ku medyaya Otrîşê tevî me bû.
P: Başe hûn wan axavtinên Pîtir
Pîlz, endamê Parlemana Otrîşê ku derheq rolê Ehmedînejad di terorê de dehan car
bas dike, çawan dinirxînin?
B: Sala borî ez hatme haydarkirin
ku yek ji karbidestên Komara Îslamî ji Îranê helatiye û zaniyariyên zaf li ser
terora Viyenê hene.
Min tevî aliyên pêwendîdar yên
dewleta Otrîşê qise kir û piştre min rojanmevanekî Otîrşî jî ku hevalê min e,
haydar kir. Diyar e wî kesî li gor gotinan, Benî Sedr jî dîtibû. Lê mixabin
paşan ez hatime haydarkirin ku belge ewqas ninin ku dosya terora Viyenê bêxe
kar.
Lê dewleta Otrîşê her ji destpêkê
ve heya niha hevkariyên hewce ji bo cîbicîbûna dadperweriyê nekiriye. Dema xwe
birêz Fîşir, Serok Komarê niha yê dewleta Otrîşê û Sekreterê wê demê yê Partiya
Sosyal Demokrat, aliyê me digirt û digot ku dewlet xemsariyê li derheq vê terorê
dike. Lê ez hez dikim hemû aliyekê agehdar bikim ku xatircem bin, dê rojekê hemû
ew rastiyên li dor li vê terorê dê eşkere bibin û dê xelik haydarê hemû tiştekê
bibin.
P: Nesrîn xanim ger bîranînek te
tevî Kek Ebdula Qadirîazer de heye, ji me re bibêje?
B: Kek Ebdula Qadirîazer bi rastî
wekî kurê min bû. Diyare ew hesta du alî bû. Ew hevtemenê zarokên min bû. Cara
dawîn jî ku tevî Qasimlo bû, vegeriya û bi ken ve got ku ew û Qasimlo dê bi hev
re şehîd bibin. Ev axavtine tim di mejiyê min de ye.
P: Ez bawer im ku di 22’ê Pûşpera
îsal de, xelkê Kurdistanê tevî daxistina dukan û bazaran, li ser daxwaza PDK
Îranê biryar e ku demjimêr 22 heta 22:03 deqîqeyan çirayên malê xwe bitemirînin,
taku bi vî awayî yad û bîranîna Qasimlo bilind rabigirin û dijberiyê tevî teror
û reşekujiyê bikin. Di vê derheqê de hûn çi dibêjin?
B: Bi rastî ez bi bihîstina vê
nûçeyê gellek keyfxweş bûm. Hêviya serkevtinê bo vê bizav û livînê dixwazim û
hêvî dikim bi bê tund û tûjî bidawî be. Bi rastî Qasimlo dijî tund û tûjiyê bû,
ez jî her weha difikirim. Serkeftina vê ezmûn û ceribînê bo xebata aştîxwazane
ya Kurd û hemû gelên Îranê girîng e û di heman demê de destkevtekî mezin e.
Gelê Kurd bi sedema vê ku hûn
hevsera Dr. Qasimlo bûn û ji aliyê din jî, we ji bo bidestveanîna armancên
tevgera Kurd gellek xebat kiriye, herwekî we di destpêka vê hevpeyvînê de jî
îşare pê kir ku we bîranînên zaf digel “Kurdistan”ê de hene, ji kerema xwe
derheq wan bîranîn û ew xizmetên ku we bo doza rewa ya gelê Kurd kirine, ji me
re bipeyive?
B: Ez şanaziyê dikim ku min kariye
rêyeke dûr û dirêj tevî Dr. Qasimlo de bipîvim û min karîbe alîkariyekê bikim.
Kes nikare haşa û înkarê ji vê yekê bike ku Qazî rê diyarî kiriye û Qasimlo jî
selmandiye ku partî (PDK Îranê) hêjayî bidestve girtina desthilatê ye. Qasimlo
bi anîne rojeva bernameyeke rêk û pêk, biîsrarbûn û pêçeqandin li ser wekheviya
mafê jin û mêran, serbarê ew şerê ku bi ser partiyê de sepandibûn, lê hemû
endamên partiyê û heta xelkê din jî pir hişyar kir. Bîranînên min tevî “Kurdistan”ê
ger ez şaş nebim vedigere bo sala 1954’ê Zayînî. Wê demê em li Tehranê bi nepenî
dijiyan. Min didît ku Qasimlo gellek xwe bi karê nivîsînê ve mijûl dike û paşan
jî nivîsên xwe dişîne bo çapê. Wê demê karê çap û weşanê gellek dijwar bû. Êdî
min dest bi hevkariyê kir û zêdetir karê teknîkî û xedematî li stûyê min bû.
Herweha karê belavkirinê jî tevî hevrêyên Qasimlo li stûyê min bû. Qasimlo wê
demê xebat û tekoşîneke zaf dida ku “Kurdistan” du mehan carekê
belav bibe. Niha ez keyfxweş im ku dibînim pêşketî ye. Hêviya pêşketinên zêdetir
ji bo wê dixwazim. Hewce ye vê yekê jî bibêjim ku di Piragê de jî me çap û
belavkirina “Kurdistan”ê domand heya ku em hatine Parîsê.
We çi peyamek bo endamên PDK
Îranê û malbatên Şehîdan heye?
B: Min tim evîneke taybetî bo
Pêşmerge heye. Pêşmerge kesek e ku dizane û çima bûye Pêşmerge û dixwaze çi
bike. Min silav û rêz hene bo malbatên partiyê, herweha ez serê rêz û hurmetê bo
şehîdan û malbatên wan ditevînim û dizanim ku tim di hundirê xwe de êş û azarek
bijan xwedî kirine. Hêviya aramî û serkevtinê ji wan re dixwazim û daxwaza min
eva ye ku di xebatê de berdewam bin. |