|
Pirs ne
nû ye. Ji zû ve îlac û xwarin tên firotin. Lê şikên li hember sextekariya
şîrketên Tirkiyê berî niha eşkere bû û piştî bûyerê kontrolkirina îlacan û
xwarinê ji aliyê dezgehên bijîjkiya Îraqê û Herêma Kurdistanê ve xurtir bû.
Dezgehên bijîjkiyê li Îraq û Kurdistanê sextekariya şîrketên Tirkiyê eşkere kir.
Wezareta Îraqê li ser pirsê notayek protestoyî da balyozxaneya Tirkiyê li
Baxdayê. Ji Wezareta Derve a Tirkiyê hate xwestin ku li ser şîrketên dermanfiroş,
mercên xebata febrîkeyên wan, birêvebiriya wan û awayê guhestina dermanan bo
Îraqê, zaniyariyê bide wezareta Tenduristiyê a Îraqê. Ji Tirkiyê heta xwestin ku,
rê bide komek doktorên Îraqî ku werin Tirkiyê da ku pirsê ji nêz ve bişopînin.
Di nava komê de nûnerên kurda ji Herêma Kurdistanê jî hene. Kesên dixwazin herin
Tirkiyê ev in: Dr. Ihsan Jaafer, Dr. Huseyin Al Beer, Dr. Ala Shallan û Mûdirê
Sihetê yê Duhokê Luma Hazim.
Wezareta
Karê Derve a Tirkiyê, bi Mûdirê Tevayî yê Dermanfiroşên Tirkiyê re kete têkiliyê
û ji wan zaniyarî xwest. Piştî têkiliyên wezareta Tirkiyê bi şîrketên derman û
xwarinên re, Wezareta Karê Derve a Tirkiyê bi ihtîmalek mezin dê bersivek neyênî
bide Îraqê. Çavkaniyên tenduristiyê li Tirkiyê û Kurdistanê dane zanîn ku pirs
mezin e, skandal ji awira aborî ve pişta xwe dide pereyên mezin. Dema pirs bê
kolandin dikare skandalek berfirehtir derkeve holê. Tirsa herî mezin ew e ku
şîrketên Tirkiyê bi zanabûn, siheta bi hezaran hemwelatiyên Îraqê û kurda
xistibe xeterê.
Em, li
ser xetera dermanên kevin û çareseriya pirsa îlacan li Herêma Kurdistanê, bi
pisporê pirsê Dr. Yekta Uzunoglu re axivîn. Wî li ser pirsê agehdariyên girîng
da me. Fermo hevpeyvîna bi Dr. Uzunoglu re:
- Çima
dermanfiroşên Tirkiyê îlacên xirab, kevin difroşe Îraqê?
Bersiva vê
sualê ev e : Çima Îraqî û dîsa wusa Kurd dermanan ji Turkiyê distînin? Şîrketên
tirk li Îraqê wusa jî li Kurdistanê ji xwe re taşeronan peyda kirine, network a
xwe ya mafyayî saz kirine, saxiya mirovan bo wan, armanca xebata wan nîn e.
Malesef pir kesên ku taşerontî bo şîrketên tirka dikin, di dema dîktatoriya
Sedam Husêyn de, dîsa ew bûne ku tîcaretê kirine - yan jî bawen wan -.Yanî bi
wêjeya gelerî "caş" bûne û îro ew "caş" xwedan hikmekî berbiçav in di warê "ticaretê"
de. Lê tiştê ku tê kirin ji exlaqê / Kodex / ticaretê gellekî dûr e. Ev kes bo
qezencên xwe hertiştî difroşin. Ku karên ku ew dikin, bi xwe gorî krîterên
mirovatiyê ne firotin e, lê qetil e.
Hem mirovan
qetil dikin û hem jî li serda dirav qezenc dikin.
Di her welatekî de ticareta dermanan li bin hukmê qanûnan, li bin kontrola
saziyên dewletî de ye. Berspirsiyarê vê bûyera tirajîk li Kurdistanê berî
herkesî, pêşî tacirên tirk û taşeronên wan in, paşê kesên ku bên rexnekirin
karbidestên herêmê ne. Çawa hikumetekî destura îtxalkirina dermanan ji welatekî
weka Tirkiyê dikare bide? Ew Tirkiye ku bingehê siyaseta xwe li ser
nijadperestiya dijî hebûna gelê Kurd ava kiriye! Ev xeletiyên wisan cihê pirsê
ye.
- Dermanên kevin û xirabe ji awira bijîjkî ve çi bandorê li Kurda dikare bike?
Piraniya
dermanan bi xwe jehr in. Mînak: wek antîbîotîk. Lê ku dozajê derman bo kuştina
mîkrob û vîrûs be, ew derman e, lê ku dozaj zêde bilind be dibe jehr bo mirovî.
Dozaja bilind dikare mirovan bikuje an jî bi kêmanî hinek organan texrîb bike.
Dermanên Kevin: Hinek derman in ku kevin dibin hikmê dermanbûnê winda dikin. Lê
hinek jî dibin jehr.
Dermanên xirab: Dikare mirovî nav demekî kurt de bikuje, lê dikare texrîbatê
bide hinek organên mirovî. Ev texrîbata organan xwe piştî demekî dirêj yan
demekî kurt nîşan dide, bi şêweyên cure-cure.
Ev dermanên xirabe bi giştî zirarê didin kezeba reş û hinek jî gurçikan. Ev
zirar wek nexweşiyekê xwe dikare piştî salan jî nîşan bide. Hinek derman dikarin
dervayê wî da genê mirov xirab bikin. Wê demê zirara wan di neslên din de xwe
nîşan dide. Yanê, dikare xwe piştî 5-10 salan di zarokan de nîşan bide û zarok
seqet - yan jî aliyê canî yan jî ji aliyê ruhî - werin dinyê. Hûn dikarin
dehhezaran zarokên seqet texmîn bikin? Wê demê karbidestên îro wê di ser kar û
hukmê xwe de nebin, dibe ku nejîn jî, lê zarokên seqet wê bi wî seqetiyê mehkûmê
jiyanekî bi êş û kul bin.
Derveyê wî jî hinek dermanên xirab dikarin zirarê bidin rihê mirovan. Ger imkana
çûyîn û xebata azad hebûya min dê çend pisporan bişanda Kurdistana Başur û Bakur
ku lêkolînekî li ser "xwekuştiyan" bikin. Lêbikolin gelo ew keçên ciwan ku xwe
dikujin, dest davêjin jiyana xwe, xwe dişewitînin, beriya van depresionan derman
xwarine yan na, ger xwaribin çi, kîjan derman xwarine, xwîna wan de perçeyen
kîjan madeyên kimyewî hene û hw û hwd… . Ji ber ku hinek dermanên antîdepresiv
ger xirab bin, dikarin depresione hê qurtir û xurtir bikin û bibin sedemê gavên
"har", wek xwekuştin. Di vê warê de berpirsiyarî kî mezin para doktrorên Kurd ê
Herêmê ye. Ew bi xwe dikarin li ser van pirsan grûbên xebatê saz bikin û lê
bikolin.
Ta kengê wê
hêvî û leviya alîkariyê ji derva bin? Wek tê zanîn Viyetnamî di nav şerê
malxirab de xebata xwe ya ilmî didomandin, kurd çima nakin? Piraniya belediyên
Kurdistana Bakur li destê welatparêzên kurd de ye, li Başur jî xwe dewlet ew in.
Çima ji sulane xwe yên jiyanê re xwedî dernakevin?
Ji alîk- 80.000-100.000 Pêşmerge û deh hezaran Polîs- quwetên asayişê - tên
xwedîkirin ku herêma Kurdistanê biparêzin, lê ji aliyê din weka ku singê gelê
xwe vekiribin û dibêjin werin me bi perê me bikujin. Dermanên xerab dikarin
sedem û sebebê trajedîkî ji ya Helepçê mezintir bin.
- Di rewşa îro de pêwîstiya Kurdistanê bi febrîkeya îlacan heye, an na? Çima
heye?
Çar aliyê
herêmê rejîmên har in. Pêwîst e berpirsiyarên Herêmê saxiya gelê xwe teslîmî
qederê, teslîmî peyayên van rejîmên har û hirhop nekin. Ger derman ne ji ciranan,
lê ji welatekî dur jî bistînin, tu garantî nîne ku, destê hinekan negihîje wan
deverên dûr û derman rastî derman be. Çareserkirina derman wek sazkirina hezên
parastinê bo herêmê re giring e. Derman ne televîzîon, kompîtur yan otomobîl e
ku xirab derket tenê zirarê bide mirovekî. Ji ber ku derman ne derman be saxî û
canê mirovî ji dest diçe û vegerê can nîn e. Divê ku karbidestên Kurdistana
Başûr pirsa derman û xwarinê bi destê xwe û di Herêmê de çareser bikin. Ger ev
çareser nebe, nûjentirîn çek jî nikare gelê wê Herêmê biparêze.
- Ji awira ekonomîk ve, çiqas çûna Herêma Kurdistanê ji bo îlacan heye?
Kes nizane.
Hinek derman hikûmeta Baxda finanse dike, hinek yê herêmê û serda gellek derman
jî bi qaçaxî tên firotin-stendin. Statîstîk nîn e. Lê gor texmînên gellek
gilover ev hejmar ji çend sed milyon dolarê Amerîkî kêmtir nîn e.
- Ji bo Herêma Kurdistanê bibe xwediyê fabrîkeyê îlacan, derman li Kurdistanê
bên çêkirin, çi xebatên bingehîn pêwîst in?
Berî hertiştî
divê Parlementoya Kurdistanê qanûnan di vî warî de pêk bîne û hejmar û navên
dermanên ku wek derman qebûl dike, biweşîne. Firotin û bikaranîna dermanên din
jî qedexe bike. Tevekên welatên nûjen de derman li bin kontrola dewletê de ye.
Wek tê zanîn li Swêdê ne tenê derman li bin kontrolê hikûmetê de ye, lê dîsa
wusa dermanxane bi xwe jî yên dewletê ne.
Dibe ku
pisporên Parlemantoya Kurdistanê di vî warî de tune be. Lê bo pêkanîna lîstekî
dermanên bingehîn pewîstiya wan bo pisporan jî nîn e. Saziya Tenduristiya
Neteweyên Yekbûyî deh salan e di vê warê de kar dike. Parlementoya Kurdistanê bo
qanûnan dikare ji imkanên vê saziyê istîfade bike. Wek tê zanîn bo çareserkirina
piraniya nexweşiyên mirovan di şertên welatên paşdemayîn de tenê 150-180
derman têr dike. Îro di Kurdistanê de hezaran derman ji dehan welatan heye.
Ev xeterekî gellek mezin e. Navê van 150-180 dermanan nas in. Piraniya saziyên
xêrxwaz bi van dermanen bingehîn di welatên paşdemayî de kar dikin û di xebata
xwe de gellek ser jî dikevin.
Bo çêkirina van dermanên bingehîn bo 5 milîyon gelê Kurdistana Başûr fabrîkekî
tenê bes e. Ku Hikûmeta Herêmê bixwaze fabrîkakî wusa ji aliyê teknolojî de di
nav 6 mehan de dikare ava bibe, ger avahî hazir be .
- Ji bo avakirina fabrîkeyên îlacan çûna aborî çiqas pêwîst e? Kîjan welatên
mezin li ser pirsê pispor in û mercên têkiliyek çawa li gorî berjewendiyên Kurda
ye?
Fabirîka her
wusa şîrketên navdar aliyê kêm bi 500 milyon dolar çê nakin. Lê bizanebûn dikare
fabrîkekî wusa bi 20-30 milyon dolaran ava bibe. Wekî li Tanzaniya ye.
Çareserkirina vê pirsê ne zehmet e. Bi 4 pisporên gellek baş di 4 waran de
dikare çareser bibe :
1. Pisporekî
tanduristî û eynê demê de dîplomat bo danûstendin bi saziya tendirustiya
Neteweyên Yekbûyî, saziyên xêrxwazên navnetewî di warê tandirustî de, bo
danûstendin li gel welatên peşdaçûyî û hwd.
2. Pisporê
dermanasî -farmakolojî -
3. Pisporê
teknolojiya dermançêkirinê
4. Pisporê
tîcareta pêwîstiyên hevîrê dermanan. Ji xwe pisporên baş girûpa xebata xwe bi
xwe çê dike û endamên girûpê xwe jî bi xwe peyda dike. Di vê warê de ev pispor
dikarin ji pisporên Kurdên Ewropî istîfade bikin. Malesef deriyên Herêma
Kurdistanê bo van pisporên Kurdên xerîbiyê re ta niha girtî ye. Sedemê
pêşdeçûyîna Îsraîl ji destpêkê ta niha ew e ku Îsraîl kîjan cihû ji kîjan
quncika dinê here wir, wî wek heoli-hemwelatiyê xwe dikin singê xwe. Ev helwest
mixabin e ku hê jî li Kurdistana Başur nîn e.
Dibe ku di
destpêkê de bi hinek şîrketên baş ê Hindistanê re bo demekî têkiliya ticarî
pewîst be . Û dibe ku çend seferiyên zanînê bo Tanzaniya û Hindistanê pewîst be,
ji ber ku ev her du welat pirsên xwe yên bingehîn ê dermanan bi awakî baş,
rasyonel çareser kirin / kirine û dikin û ji bo Kurdistanê dikarin minak bin. Bo
cihazên hesas Koreya Başûr ku leşkerê wan li Kurdistanê ye, welatekî bi îsabet
e.
Fabrîkayek
wusa li Kurdistanê de dikare di webeyê navîn de bersiva pewîstiya tevekê Îraq jî
bide û bibe navenda farmakolojiya Îraqê. Lê pêwîst e hinek fireh û dûr were
fikirandin.
Dr. Yekta
Uzunoglu kî ye?
Di 1953’an de li Farqînê hatiye dinê. 1971 ji bo xwendina bilind tê Fransayê.
Li wir zimanê fransî dixwîne. Di sala 1973’an de tê Pragê. Piştî xwendina
tendurustiyê, dibe doktor û di 1980 de di gel hejmarek doktor li Kurdistanê
dixebite. Piştre tê Almanya. Li wir di avakirina Enstîtuya Kurdî a Parîsê û
Enstîtuya Kurdî a Bonnê rolên berbiçav hildigre ser milê xwe. Paşê vedigere
Pragê. Dr. Yekta di saxiya Şehîdê nemir hêja Dr. Ebdulrehman Qasimlo de jê
dersên aborî werdigirt. Paşê li ser makro ekonomî xebitî, li ser zaniyariya
aboriyê kûr bû. 1993 de li gel Serekomarê Çekê Veclav Klaus û hejmarek
ekonomîstên wir, li ser bingeha berhema xwe bi navê Perspektîvên Aboriya
komara Çekî xebatên aboriyê dikin. Ji ber komployekê di sala 1994’an de tê
girtin. Ew di sala1997 de azad dibe. Di sala 2006’an de xelata Frantisek-Krigelê
wergirtiye. Dr. Yekta zewicî ye, du zarokên wî hene û li Komara Çekê dijî.
(Zarathustra
News). |