|
hevdem di zanîngeha Stokholmê de
waneyên
teoriya siyasî dibêje.
Hevpeyvîn: Fatih
Salihî
W/Omîd Esxeran
Kekê Îdrîs em sipasiya we dikin
bona beşdarî di vê hevpeyvînê de.
Ez jî her wiha sipasiya we dikim.
Em pirsiyarên xwe bi vê pirsê ve
dest pê bikin ku gelo hûn çawa pênaseya federalîzmê dikin?
Heke em lênihêrînekê bi ser wan bas
û şiroveyên ku li derheq federalîzmê bi taybetî di daxuyanî, civîn û semînarên
Kurdî de tên kirin, gellek caran federalîzm weke parvekirina desthilatê tê
pênasekirin, yan hinek caran jî tê gotin ku federalîzm dijî navendîkirina
desthilatê yan dîsantralîzekirina desthilatê ye, lê di rastî de heke em bixwazin
ku pênaseya federalîzmê bikin û îşare bi wan her du taybetmendiyan bikin, min
jêve nine ku em di wê şiroveyê de bigîjin serkevtinê. Sîstema federal li hember
sîstema ne federal de tê şirove û pênasekirin. Heke em bibêjin ku federalîzm tê
wateya dabeşkirina desthilatê, em di şaşiyê de ne, ji ber vê çendê ku di
sîstemên nefedaralî de parvekirin û nenavendîkirina desthilatê heye, bo mînak
welatê ku ez tê de dijîm(Swêd).
Bi baweriya min taybetmendiya
federalîzmê parvekirina serweriya siyasî ye.
Heke izna we li ser be, ez dê
parvekirina serweriyê ji we re şirove bikim. Di sala 1963’an de, li Birîtaniyayê
de ku welateke ne federal e, dewleteke herêmî di London û derdora wê ku jê re
digotin Konseya Londona Mezin hate avakirin, di sala 1985’an de, dema ku dewleta
Magrêt Taçêr desthilat bidestve girt, ew desthilate hate hilweşandin, sedema vê
çendê jî eva bû ku vê herêmê serweriya siyasî tune bû, belku bi awayekê otonom
bû û xwediyê qaseke desthilatê bû. Ji bilî vana jî çunku hikûmeta Birîtaniyayê
ne federal bû, bi awayekî yek alî ew desthilate hilweşand. Berevajî vê çendê, li
Kanadayê ku welateke federal e, parêzgeheke bi navê Albêrta heye ku piraniya
petrola Kanadayê di wê parêzgehê de ye, di sala 1980’an de, hikûmeta navendî
gelaleyk di warê vejenê de pesend kir ku li gor vê gelaleyê petrola Albêrtayê
diçû bin desthilata hikûmeta navendî, lê vê parêzgehê ber ji vê biryarê girt û
di encam de kirîzek hate holê, di encam de neçar man ku ji rêya gotûbêjê ve vê
kirîzê çareser bikin. Berevajî hikûmeta Margirêt Taçêr li Birîtaniyayê, dewleta
navendî a Kanadayê nekarî serweriya parêzgeha Albêrtayê hilweşîne, çunku
federalîzm di Kanadayê de xwediyê bingeheke yasayî ye û li wir serwerî hatiye
dabeşkirin, ne desthilat. Her weke ku me berê îşare pê kir, vê serweriyê
bingeheke yasayî heye ku hikûmeta navendî nikare yek aliyane wê hilweşîne.
Federalîzm di latîn de tê wateya peyman, ev peymane çend alî yan du alî ye û
nikare yek alî were hilweşandin.
Gelo
dikarî ji me re bibêjî ku
ji çi demekê ve peyv û hizra federalîzmê hatiye nava xebata siyasî û bi awayeke
piratîk tê şopandin?
Federalîzm bi xwe mijarekî tevlîhev
e, çunku him me sîstema federal û him jî hizra federal heye. Lê hindî ez haydar
im, federalîzm vedigere bo sedsalên navîn. Helbet yekemîn sîstema federal ku bû
mînak û modela federalîzmê, di sala 1879’an de, li Amerîkayê hate avakirin.
Taymetmendiya federalîzma ku li Amerîkayê heye, bingeha vê li ser axê ye ku bi
xwe jê re dibêjin federalîzma coxrafiyayî. Bi awayekê ku li wir de ber ji vê
çendê girtin ku neteweyek di her yek ji herêman de piraniyê pêk bîne. Li wir em
digihîjin vê encamê ku ramana federalîzmê weke rêçareya pirsgirêka neteweyî
nehatiye holê, belku di rastiyê de teorîsiyenên federalîzmê di Amerîkayê de li
ser vê baweriyê bûn ku mekanîzmekê bînin holê ku takê siyasî li hember
desthilata siyasî biparêze.
Eger çi federalîzm weke hizrekê di
van salên dawîn de zêdetir weke rêçareya pirsgirêka kêmaniyên neteweyî hatiye
holê, di destpêkê de li ser bingeha lîberalîzmê ku bingeha vê li ser tak û
parastina berjewendiyên takkes e, hatiye holê. Hinek kesan jêve ye ku federalîzm
dikare ji rêya parvekirina desthilatê ve him rêyê ji bo cîbicîkirina demokrasiyê
xweş bike û him jî demokrat bimîne. Serbarê vana jî heke federalîzm xwediyê
bingeheke yasayî û demokrat be, dikare bibe fakterek bihêz ji bo serbixweyiya
siyasî û coxrafî a welatên pir netewe û ber ji pareçebûna van welatan bigire.
Her weke hûn haydar in, PDK Îranê
di Kongireya 13’hemîn a xwe de dirûşma stratejîk ya xwe ji bo dabînkirina mafên
neteweyî yên gelê Kurd di çarçoveya Îraneke Demokratîk û Federal de, guherî, lê
niha desteyek ji wan aliyên şovînîst federalîzmê weke destpêkek ji bo parçe
parçebûna Îranê didin hesibandin. Helwesta we di vê derheqê de çî ye?
Weke
min berê jî qala wê kir, ji aliyekê ve em dibêjin ku hizra federalîzmê xwediyê
dîroka xwe ye, ji aliyek din ve jî li derheq şiroveya feredaralîzmê em ne
xwediyê rayeke yekgirtî ne, egere çi bi nîrîna min yek ji taybetmendiyên herî
sereke ên federalîzmê, dabeşkirina serweriyê ye, lê tevî vê çendê jî sîstema
federal bi awayên cur bi cur tê avakirin. Bo mînak di Yekîtiya Soviyet a berê ku
sîstemekî federal bû, komarên wê di yasaya bingehîn a wî welatî de mafê vê çendê
hebûn ku heke bixwestana ji wî welatî cuda bibana, lê ji ber ku hikûmeta wê demê
a Soviyetê welateke demokratîk nebû, di rastiyê de di piratîk de wî mafî tu
wateyek tune bû. Di sala 1995’an de, li Kanadayê de li herêma Kobêkê de ji aliyê
wan kesên ku dixwestin herêma Kobikê mîna herêmeke Firansî ziman serxwebûna xwe
bidestve bigire, referandomek hate lidarxistin, lê ji ber ku dengê hewce
bidestve neanîn, di wî karî de negihîştin armanca xwe. Di sala 1998’an de,
pirsa serxwebûna herêma Kobikê çû ber destê dadgeha bilind a federal ya Kanadayê
ku di encam de dadgeh gihîşte vê encamê ku herêma Kobekê nikare yek alî daxwaza
serxwebûnê bike. Çunku her weke min berê îşare pê kir, federalîzm
lihevhatineke(peyman) çend alî yan du alî ye, lewra dadgeha bilind a federal ya
Kanadayê gihîşte vê encamê ku ev pirse di yasaya bingehîn a wî welatî de hemberî
tu arîşeyekê nine, yanî nedikarî bibêje erê ne jî na. Lewra biryar dan ku
referandomek were lidaristin bona vê çendê ku akinciyên Kobikê çarenivîsa xwe
diyarî bikin, bi mercekê ku hikûmeta navendî ya Kanadayê azîn û usûlên
demokratîk liberçav bigire.
Di encam de em dikarin bibêjin ku
tirsa aliyên navhatî li hember serxwebûna Kurdan be ku eva jî vedigere bo
destûra yasaya bingehîn a Îrana pêşerojê ku gelo dikare di destûrê de xalek li
derheq serbixwebûnê were guncandin an na? Helbet nihîrîna vê taqimê ji
federalîzmê re bi sedema kevneşopeke nasyonalîstane ye, lewra min jêve ye balkêş
nine ku federalîzmê weke destpêkekê bona cudabûna neteweya Kurd û neteweyên din
ên Îranê nehesibînin. Lê heke ez bi kurtî bibêjim, federalîzm nikare mafê
serxwebûnê bide yan wî mafî zevt bike. Pirsgirêka han pêwendî bi zirûfa wan
welatên ku federalîzm têde tê bikaranîn û her wiha balansa desthilat û hêzên
siyasî di wan welatan de heye.
Kekê
Îdrîs,
niha çend awayên federalîzmê ku bi awayekî piratîk tên meşandin, di cîhanê de
hene?
Min
di destpêkê de got ku federalîzm rastiyeke tevlîhev e, karîna min di wî warî de
sînordar e. Lê di vê derbarê de heke em Îraqê jî lê zêde bikin, em dikarin
bibêjin ku 27 sîstemên federal di cîhanê de hene. Heke em mêze bikin di sed
salan berî niha de, 9 sîstemên federal di cîhanê de hebûn. Lê awa û şêwazên wan
li gor rewşa coxrafî û neteweyî a wan welatan cuda bû. Weke federalîzma
Amerîkayê ku zêdetir îdarî ye, lê federalîzma Kanadayê coxrafî – neteweyî ye.
Îspaniya ku ji hemûyan balkêştir e, çunku li wir sê herêmên federal hene ku li
ser bingeha coxrafî – neteweyî ne, lê bixwe peyva federalîzmê jê re bikar nabin.
Lewra her weke min got federalîzm xwediyê tu awayeke fîks û neguher nine,
dikare li gor zirûfa her welatekê û neteweyên wî welatî ku federalîzm wan bi hev
re girê dide, were şopandin. Balansa desthilat û hêzên siyasî li darêtina
federalîzmê de xwediyê roleke berbiçav in. Lê nikare ew sîstemên federal bi
awayeke diyarîkirî werin polen kirin.
Gelo heya niha federalîzm bûye
sedema parçe parçebûna çi welatekê?
Ji bilî welatê Yugoslaviyayê tu
welateke din nahê bîra min. Helbet ew sîstema ku il wir dihat şopandin, weke
Soviyeta berê bû ku li ser bingehên demokratîk nehatibû avakirin. Çunku
pêkhatiya netweyî û tewr(heta) olî a xelkê Yugoslaviyayê gellek ferq û cudahî
tevî hev hebûn heya qasekê dijî hev bûn. Lê nabe eva bibe sedema vê çendê ku
federalîzm di Îranê de jî tevî vê çarenivîsê berbirû be, çunku pêkhatiya
neteweyên Îranê tevî xelkê Yugoslaviyayê gellek ferq û cudahî heye. Her weke min
berê jî got li wir federalîzm li ser bingehên demokratîk û rêzgirtin ji mafên
hevdu nehatibû avakirin. Niha federalîzmê weke hêvinê bihev re man û yekîtiyê
tê hesibandin ne jihev veqetiyanê.
Bi raya we ew kes û aliyên ku li
dijî gelê Kurd û neteweyên din ên Îranê di çarçoveya Kongireya Neteweyên Îrana
Federal de sekinîne, li ser kîjan bingeh û esasê biîsrar in ku federalîzm dibe
sedema parçe parçebûna Îranê?
Heke em lênihêrînekê bi ser dîroka
Îranê de bikin, em dibînin ku serwerî berdewam li destê Farsan de bûye û tevî vê
çendê jî desthilat parve kirine, li derheqê vê pirsê dema ku em ji federalîzm bi
wateya parvekirina serweriyê dinêrin, aliyên navhatî vê çendê dikin mihaneya
parçe parçebûna Îranê. Sedema vê çendê eva ye ku ew niha jî wiha difikirin ku
divêt serweriya siyasî her li destê wan de be, çunku bi raya min ew ji
parvekirina desthilatê ditirsin, ji ber ku dabeşkirina desthilatê niha jî bi
awayekê di Komara Îslamî de di navebra rêber, parleman û Konseya Parêzvan a wî
welatî de dimeşe. Ew ji dabeşbûna serweriyekê ditirsin ku yek ji usûlên bingehîn
ên federalîzma neteweyî ye, ji ber ku dabeşbûna serweriyê li ser bingeha coxrafî
– neteweyî wekheviya siyasî tîne holê û dibe sedema vê çendê ku desthilat û
serweriya siyasî a yek alî bihaya xwe ji dest bide. Di rastiyê de ew ji
wekheviya siaysî di navebera neteweyên Îranê de ditirsin.
Her weke hûn dizanin niha gelê
Kurd di Kurdistana Îraqê de gihîştine federalîzma coxrafî – neteweyî, lê aliyên
Ereb bi tu awayekê ne amade ne ku ezmûna han di Kurdistanê de serkevtinê
bidestve bîne. Hûn pêşeroja pirojeya federalîzm di Îranê ku heya qasekê nêzî
federalîzma Îraqê ye çawa dibînin?
Ez
gellke keyfxweş im bona vê çendê ku we ev pirsiyare anî holê, çunku eva dide
sedema vê çendê kuew bas û şiroveyên ku me qala wan kirine, bi hev re girê
bidin. Ez di destpêkê de îşarê bi vê çendê dikim ku her sîstemeke federal divêt
du erkan cîbicî bike: Ji aliyekê ve dabeşkirina serweriyê bi awayeke sitûnî, ji
aliyeke din ve jî diyarîkirina wan aliyên ku vê sîstema federal ava dikin. Di
federalîzma Îraqê de hêj ev du erke nehatine cîbicîkirinê. Madeya 140’ê,
pêşeroja Kerkûkê û herêmên erebkirî di metirsiyê de ne, sînorê Kurdistanê hêj bi
tevahî nehatiye diyarîkirin, her wiha li ser yasaya petrolê arîşeyên zaf di holê
de ne, heke em bala xwe bidin rojeva siyasî di Îraqê de, ewa ku jê re dibêjin
sîstema federal, heya qasekê li dijî hev tê dîtin. Di Îraqê de pêvajoyek dimeşe,
yanî sîstemeke federal mijûlî cîgirtinê ye bêy ku federalîzm tê de hebe. Gelo
eva tê çi wateyekê? Anku Ereban bi giştî tu baweriyek bi federalîzmê tune ye,
belku eva balansa hêza di navbera Kurd û Ereban de ye ku ew neçar in
federalîzmê bipejirînin. Heke di Îraqê de federalîzm bi wateya dabeşkirina
serwerî û wekheviya siyasî hebûya, ji wan e Îraq weke modeleke serkevtî ji bo
Rojhilata Navîn û wan welatên pir netewe weke Îranê, bihata mêzekirin. Lê ez
bawer im dê demekê ew federalîzma coxrafî – neteweyî di Îranê de serkevtinê
bidestve bîne ku derfeta ceribandina wê ji neteweyên wî welatî re were holê.
Çunku bi sedema vê çendê ku Îran welateke pirnetewe ye, cihgirkirina kirina
federalîzma coxrafî – neteweyî dê bibe hegerek ku ber ji vê çendê were girtin,
desthilat di ciyekê de kom bibe, di rastiyê de dê bibe semedek ku rêyê ji bo
cîbicîkirina demokrasiyê xweş bike û desthilat ber bi dîktatoriyê neçe. Eva bi
mercekê ye ku federalîzm li ser bingeha demokrasiyê were avakirin, helbet ew
demokrasiya ku di welatên ne federal de weke desthilatdariya piranî bi ser
kêmaniyê de tê şopandin. Lê mixabin zirûfa herêm û terorîzma Îslamî di Îraqê de
yê bûye hegera vê çendê ku derheq federalîzmê şik û guman werin holê, eger çi
min jêve ye nabe em pêşeroja Îranê bi mêzekirin ji Îraqê diyarî bikin. Divêt em
rewşa taybetî a Îranê liberçav bigirin û nihêrînekî rast û dirust li derheq
zirûfa Îranê hebe. Piştî vana em binêjin ku gelo federalîzm ji bo Îranê dibe yan
na?
Bi raya we hilgirtina dirûşma
“dabînkirina mafê gelê Kurd di çarçoevya Îraneke demokratîk û federal de” ji
aliyê PDK Îranê ve, heya çi qasekê bicî ye û çiqas li gor rewşa niha a Îranê ye?
Bi
raya min guherîna stratejiya PDK Îranê rast û dirust tê heibandin. Bila em vê
çendê jî jê zêde bikin ku avakirina sîstemekî federal di rastiyê de di sala
1979’an de, ji aliyê rêberiya partiyên ve bi taybetî şehîd Dr. Qasimlo ve, weke
stratejî û rêçareeyekî jêhatî dihat dîtin, helbet wê demê ji bilî gelê Kurd tu
neteweyeke din ên Îranê di ortê de nebûn û Dr. Qasimlo li ser vê baweriyê bû ku
em nikarin xwe bikin nûnerê neteweyên din yên Îranê, lê îro rojê bi hatina
neteweyên din ên Îranê ji bo bidestveanîna mafên neteweyî yên xwe, guherîna
stratejiya partiyê gaveke zanistî û rastbînane tê hesibandin, lewra avakirina
Kongireya Neteweyên Îrana Federal di vê qonaxê de bandoreke baş û erênî li ser
xebata gelê Kurd û neteweyên din ên Îranê didanê.
Sipas ji bo beşdariya we di vê
hevpeyvînê de. Her bijîn û serkevtî bin.
Ez jî sipasiya we û gişt hevkarên
we dikim û hêvîdar im ku gelê Kurd di demeke nêzîk de bigihîje mafên xwe ên
berheq di Îraneke demokratîk û federal de. |