|
Ez jî li cihê xwe de sipasiya we
dikim. Serkevtin û serbilindiyê ji we re hêvî dikim. Hêvîxwaz im mînakên karê we
û xebatkarên wekî we hîna zêdetir bin.
Tîrêj can ez dixwazim ji zimanê te
bixwe ve hîna baştir te bi xwendevanan bidim nasandin, kerem bike?
Ez
Tîrêj Urmiye xelkê bajarê Urmiyê ji Rojhilatê Kurdistanê me. Sala 1983’an
her li wî bajarî hatime dinyayê. Min xwendina xwe ya dibistan, navendî û
paşnavendî jî her li wî bajarî de bi dawî aniye. Jiyana min bi giştî li
Rojhilatê Kurdistanê de derbas bûye. Lê eva 3 – 4 sal in ku ez li Başûr dijîm.
Sedemên derketina te ji Rojhilatê
Kurdistanê çi bûn?
Sedema herî bingehîn fikr û xeyalên
min yên hunerî û welatparêziyê bûn. Eşqa min ya strangotinê bû ku tevî min jiyan
dikir. Lê li Rojhilatê Kurdistanê ne ew derfet hebû, ne jî ew serbestî hebû ku
min karîba bi azadî ew tiştên ku li dilê min de hene, bînme ziman. Lewra nebûna
wan derfetan bera min da Başûrê Kurdistanê.
Kek Tîrêj, kengê bû te hest bi vê
çendê kir ku dengê te xweş e û tu dikarî bibî bi hunermend?
Li
rastî de niha jî ez hest bi xweşiya dengê xwe nakim. Ez li temenek gellek biçûk
de bûm ku meraq, hezkirin û eşqek di cewherê min de beranberî karê hunerî,
xebatên hunerî û bi taybet strangotinê de çê bû ku ew jî çavkaniya xwe ji hestê
welatparêzî, ji hestê dayîk, ji hestê axê, ji lêgerîna azadî û serbestî û
wekheviyê digire.
Destpêka karê min li sala 4’ê
seretayî (dibistanê)de bû ku wê demê ez li nava hevalên xwe yên dibistanê de bûm
yekem. Paşan xebatên min berdewam kirin, xeyalên min bûn bi sîstem û armanc çê
kirin. Heyanî ez derbasî sala dawîn ya Paşnavendî(Dibîristanê)ê bûm. Her
wê salê de min sê stran bi navên Welatê min, Gula hemû dila û
Bilbila bêqefes çê kirin ku her sê jî li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê di
wê demê de bûn. Ji ber wan stranan ez ji xwendinê û karê hunerî hatim
bêparkirin. Malbata min zanîn ku karê min yê hunerî bûye sebebê derxistina min,
lewra dijberiyek malbatî jî li beranber karê min yê hunerî çê bû û min nekarî
heta ligel endamên malbata xwe jî bi karê xwe yê hunerî bijîm.
Ji aliyê din jî, Kurdên me yên
Rojhilatê tu derfet bo karên hunerî, ragihandin û rewşenbîriyê ninin. Yan
divêt mirov bi zimanê sîstemê, li gorî sîstemê, bi fikr û armancên sîstemê û ji
bo sîstemê be, yan jî tu cihek ji bo me nine. Bi giştî tu cih û mafên me yên
hunerî, çandî, siyasî û neteweyî li sîstem û yasaya sîstemê de ninin û nebûna
wan derfetan gellek ez tenga kirim. Lewra ji sala 2004’an vir de ez derbasî
qonaxekî din li jiyanê bûm û derketime başûr. Bi vî awayî min dest bi xebata
hunerî kir û ligel komên muzîkê, rêxistin û kesayetiyên hunerî me karî
destpêkekê ava bikin û encam jî albûma Ez kî me jê çê bû ku ji 12 stranan
pêk hatibû û heya niha 4 stran, min kilîp kirine.
Wê demê yanî li Rojhilatê de kesek
hebû ku te zêde hay bide û ji boy te bibe destek û alîkar di karê hunerî de?
Na,
ger kesekî li wir destek û alîkarî bidaba min, renge min karîba zûtir, hîna
baştir, destpêkek birêk û pêktir û serkevtîtir hebaya.
Tîrêj zêde teqlîdê dike yan na,
şêwaza taybetî bi xwe heye?
Ez
hewil didim li her tiştî zêde pişta xwe bidime hêz, zaniyarî, fikr û hesta Tîrêj
û ew taybetmendiyên xwezayî û sirûştî yên dengê Tîrêj. Ji ber ku her
hunermend pişta xwe nede hêza xwe, bi teqlîd û zarvekirinê nikare çi bike.
Her çend ez li gellek mijaran de
dijî hemû rengê teqlîdê ninim, ji bo ku min bawerî bi vê tiştê heye ku gellek
caran teqlîda bi reng û teknîkek baş, pêşveçûn û pêşketinê çê dike. Lê ya ku
sebeb û asteng e li pêşiya pêşketinê de teqlîa bi rengekî xirab e nek bi siroştê
xwe.
Tu ji bilî karê xwe yê hunerî bi çi
karek din ve mijûl î?
Vê
gavê ez tenê bi karê xwe yê hunerî mijûl im, ez bawer im divêt gellek zêdetir
xemê pêve bixwe, zêdetir ked bidim û zêdetir demê jêre danêm heta ku ez bikarim
pilan û pirojeyên ku di serê min de hene, bêxme jiyanê.
Tîrêj hunerê wekî alavek ji bo
bijîva jiyanê bikar tîne yan na armanc xizmet e?
Bi rastî gellek caran min bi xwe
gotiye ku heger mijar xwe dane jiyankirin, nav û qazancên kesayetiyê biban,
Tîrêj dikarî gellek tiştên dinê bike. Bes huner cewherek e ku di kesayetiya
Tîrêj de dijî. Ew jî çavkaniyê ji rastiya jiyana Tîrêj digre. Ya girêdayîbûna
Tîrêj bi axa wî, welatê wî, dayîka wî, welatparêziya wî, xem û xeyalên wî û ...
ve çavkaniyê digire. Bona vê ku ez jî bikarim bibim bi bersivek, hêviyek, dengek
û çareseriyek ji bo êş û janên gelê xwe û di pêşveçûna gelê xwe de min jî parek
hebe, min dest bi vî karî kiriye û gellek jî bi vê çendê keyfxweş û serfiraz im.
Serfiraz im ku min di dilê gellek
mirovên Kurd de cih girtiye, lewra girîng nine li vê pêşveçûnê de ez têr bim yan
birsî. Ji boy min girîng, erk û wezîfeya min ya welatparêzî û netewî ye.
Tîrêj zêde kete bin bandora dengê
çi hunermendekê û niha zêde hez ji dengê kê/î dike?
Ez
zêde ketim bin bandora stranên şoreşê yên welatparêziyê, evîna welat û evîna
dayîkê. Bêşik dengê mamosta Şivan Perwer, Xelîl Xemgîn, Morad Bektaş, Bederedîn
Coşkûn, Tehsîn Taha, Omer Dizeyî, Eyaz Zaxoyî û Erdewan, Hesen Zîrek û Hesen
Cizrawî pir bandor li min kirine û ez pir ji wan hez dikim. Lê herî zêde ku ez
hez ji dengê wî dikim û bandorê ji min dike, dengê hunermendê nemir, şehîd
Serhed e.
Pîskoloj dibêjin muzîk xwarina ruhê
mirov e, raya te li vê derheqê de?
Ez
bi tevahî ligel vê raman û dîtinê me. Ger mirov ji aliyê ruhî - pîskolojî ve
rastiya muzîkê binirxîne, dibîne ku bi muzîkê dîlan digere, reqs û sema bi
muzîkê tê kirinê, muzîk xemrevîn e, xweşiyên mirov bi muzîkê serxweş dibin.
Gellek caran girtîbûnek di dilê mirov de heye û muzîk wî/ê mirovî/ê têr bike,
bibe bersivek bo heviyên bê bersiv, bibe rexneyek ji bo çareserkirina kêmaniyên
wî/ê, bibe pêşniyazek ji bo pêşveçûna birêk û pêktir û baştir birêvebirina karên
wî/ê. Bi giştî haletek nefsî yê muzîkê heye ku tesîrê ji mirov dike û rêxweşker
e ji bo çareseriya gellek pirsgirêkên pîskolojîk.
Muzîk û stran çi rolekê li ser
nasandin û parastina nasnameya netewî de dilîzin?
Bêguman
muzîk û stran parek in ji çanda netewî. Bi sedan û hezaran stranên me hene ku
temsîla hestê însanê Kurd, mêraniya mêrên Kurd û ... dikin. Bi sedan stran û
dastanên me yên qehremaniyê wekî Evdalê Zeynê, Mem û Zîn, Ferhad û Şirîn, Xecê û
Siyamend, Derwêşê Evdî û ... hene ku rola hanê lîstine. Lewra rastiyek heye ku
di parastina hemû nirxên pîroz yên netewî û çandî de muzîk û stranê rolek gellek
girîng lîstine û bi rastî jî ger heya îro stranên me yên folklorî, dengbêjî û
muzîka me ya gelêrî nebûna, belkî niha ew qas reqs û dîlana Kurdî, kincên Kurdî,
hest û îhsasa me ya Kurdîniyê, hesta welatparêzî û heta zimanê Kurdî jî nedibûn.
Tu rewş û zirûfa stran û muzîka
Kurdî di çi astekê de dibînî?
Ger
em tenê bi stran û muzîka Kurdî bi sînor bikin, wê demê divêt em zirûfa niha
tevî 10 – 20 salên borî berhev dibin. Bi raya min gavên baş hatine avêtin. Di
hemû warên muzîkê de, him li warê berhemê muzîkal, him deng, him di pêşvebirina
şêwazên Kurdî de, him jî di sîstembûna stranên nûjen de gavên baş avêtine.
Encama ked û zehmet, fedakariya wan dengbêj û stranbêjan, muzîsiyenan gellek baş
û berbiçav e.
Lê xeletî jî di hin mijaran de hene
ku bûne sebeb hunera Kurdî nekare rikeberî û berêkanê tevî hunerên dinê bike.
Ji wan sebeban: Kurd heya niha ne xwedî sîstemek wiha bûye ku mafên netewî yên
wî di nav çarçove û parçên Kurdistanê de li warê însanî, rewşenbîrî, çandî,
siyasî û civakî de bê parastinê, ku hunera stranê û asta stranê bi wê ve
girêdayî û kilîdkirî ye. Bi giştî li salên 1991’an şûn de mirov dikare bibêje li
Başûr de derfet, hêvî û baweriyek ava bûye ku li ser vê bingehê gavên hîna
baştir û geştir bihên avêtin. Ez bawer im bi hevgirtin, yekgirtina hunerî û
hunermendên Kurd li hemû parçên Kurdistanê û derveyî welat de hîna gavên baştir
û biserketîtir bên avêtinê û asta strana Kurdî baştir pêşve bibe.
Lê ji bo ku muzîka Kurdî bikare di
cîhanê de nav û nasnameyek bilind û serkevtî bidest bixe, hîna pêdvî bi
qehremanetî, ked û xwehdanê heye.
Kek Tîrêj, kêmasiyek li herêma
Kurmancîaxiv a Rojhilatê Kurdistanê de heye ku zêde berçav e, ji ber ku tu bi
xwe jî xelkê vê herêmê yî û mirov dibîne ku gellek dengxweşên me li wir hene lê
bi awayekî zanistî û pirofesiyonal hunerê naşopînin û zêde xwe girêdayî bi dîlan
û dawetan dikin. Raya te wekî hunermendekî wê herêmê çiye?
Li
wê herêma Rojhilatê Kurdistanê de yanî li Urmiyê ber bi Selmas, Xwey û Makûyê
nêzîkbûna sîstemê, siyaset û danûstandina sîstemê, zext û zorên sîstemê li ser
hemû warên civakî, çandî yê Kurdan bandorek yekcar perçe ava kiriye. Wê bandor,
zext û zorê û vê asmîlasyonê kesayetiyên lawaz çê kirine. Her wiha derfetên
bingehîn ji bo pêşxistin yan avakirina destpêkê karê hunerî yan ji bo
bersivdayîna xeyalên hunerî yên ku li mêjiyê însanan de şîn dibin yan însan di
wan xeyalan de dixwazin karê hunerî bikin. Nebûna wan derfetan rê li ber avabûna
kesayetiyên hunerî li serhedê Rojhilatê Kurdistanê girtiye. Hemû tevî hêvî û
xeyalên wan bi tesîrê sîstemê hatine parçekirin. Di nebûna stranbêjên ku bi
rengekî profesyonel û akademîk, ku li vê herêmê de karê hunerî dimeşînin û
didine jiyankirinê, tesîra herî xirab û berbiçav daniye ser vê herêmê.
Her çiqas ku me stranbêjên gellek
dengxweş di wê herêmê de hene, lê bi sînorbûn û tevlîbûna wan bi dawet û
dîlanan û her wiha lawazbûna kesayetiya hunerî ya wan yan tesîreke gellek xirab
li ser stran û serhedê Rojhilatê Kurdistanê heye.
Bes hêvî heye ku ciwan û lawên me
yên Rojhilatê vir pêve bi eşq û hezkirin, bi bawerî û bi hest bi berpirsatiyê
bikarin vê hêzê di xwe de çê bikin û wan rastiyan li xwe de bibînin, cesaret û
îradeyê bidin xwe û li vê rêyê de hevxem, hevderd û hevalê derd û janên gelê xwe
bin, hevalê rêya pêşveçûna karê hunerî di pêşvebirina xebatên stran û stranbêjan
de bin.
Bi raya Tîrêj muzîka Kurdî heya
çiqas ketiye bin bandora muzîka biyanî de bi taybet muzîka dagirkerên
Kurdistanê?
Niha
ew nîqaş û nirxandin ne tenê di nava Kurdan de, belkî di nava civakên din de jî
heye. Pêşveçûna teknolojiyê bandor li hemû cîhanê kiriye. Îro rojê stranên ku li
Amerîkayê tê gotin, em bi rêya teknîkê ve li vira guhdarî dikin. Em bixwazin û
nexwazin jî, ciwanên me tevlî vê pêşveçûna zanist, teknolojiyê û înternetê
bûne û di bin bandora wê de dijîn. Bi vî awayî ew hunermendên ku ji wan
ciwanan çê dibin, ketine bin wê bandorê de. Hêdî hêdî civak asmîle dibin û
dikevin bin bandora wê de, him ji aliyê çandî, hunerî, ziman û ....
Muzîk û stran jî yek ji wan mijaran
e ku bêbandor najî. Hunera muzîk û stranê yek ji fakterên naskirina netewan e,
ji fakterên pêşvebirina neteweyan e. Her wiha divêt mirov ji bîr neke ku hunera
muzîkê navek cîhanî û nasnameyek cîhanî heye û mirov nikare wê bi sînor bike. Bi
kurtî bandora xwe li ser strana Kurdî di her çar parçeyan de hebûye û bi taybet
ya Turk, Fars û Ereban li ser çand, kultur, fikr û ramana me heye. Lê ya baş eva
ye ku em tiştên baş ji wan bigirin û yên xirab rexne bikin û di nav xwe de
hildin.
Tîrêj can, te ji kengê ve dest bi
nivîsandina helbestan kiriye?
Min
ji sala 97 – 98’an vir ve, dest bi nivîsandina helbestan kiriye.
Helbest bal te tê çi wateyê?
Bi
raya min rolê helbestê ne dûr ji rolê mûzîkê ye, bes her yek bi rengekî
xizmetê dikin. Çawa ku stranê gellek nirxên çandî yên Kurdan parastiye û
heya îro rojê aniye, helbest jî parçeyek ji rastiya Kurdan e.
Dema ku mirov helbesta Ehemdê Xanî,
Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Cigerxwîn, Ehmedê Nalbend, Sebrî Botanî û ...
dixwîne, mirov naveroka fikrî, felsefî û rewşenbîriya dewlemend ya wan digre,
lewra helbestê jî parek girîng û dewlemend di pêşvebirina çanda Kurdî de hebûye.
Ez dibêjim helbest ji cewherekî
xurt, bihêz, pir ji hest ya mirovan di pêşvebirina karê rewşenbîrî de ye.
Kek Tîrêj, tu di helbestên xwe de
zêdetir girîngiyê didî çi aliyekê?
Ger
ez helbestên xwe çi li ser evîniyê, çi li ser siyasetê û çi jî li ser
xerîbiyê binivîsim, dê bêhna axa min ji van bê, lewra min tu caran cehd
nekiriye ku helbestekê yan tiştekê çê bikim yan binivîsim ku bêhna axa min jê
nehê.
Bêguman her huneremendekê
astengiyên taybet li ser rêya xwe hene, astengên ser rêya hunermend Tîrêj çi
ne?
Hemû
hunermendan hin pirsgirêkên sabit hene bi taybet hunermendên Kurd.
Ew jî nebûna sîstemek birêk û pêk
ji bo pêşvebirina karê wan, nebûna derfetên hunerî wek nebûna stodyo, teknîk,
deng û wênegirtina kilîpan û ji hemûyan girîngtir nebûna yasayekê ji bo
parastina mafê bingehîn yê hunermendan. Bi giştî evana pirsgirêkên ser rêya
pêşvebirina karê hunerî û karê hunermendan in.
Lê astengiyek din ya girîngtir jî
heye, ew jî diyardeya kopî raytê ye. Raya te li vê derheqê de çiye?
Rast
e. Eva diyardeyek e ku hemû hunermendên Kurd ji destê wê de dinalînin. Lê ji
kopîraytê girîngtir, nebûna yasayekê ji bo parastina mafên hunerî yê
hunermendan, çi helbestvanan, çi çîroknivîs, çi stranbêj û çi jî muzîsyenan e.
Nebûna vî mafî û vê yasayê derbeyek gellek mezin ji hunera Kurdî, ji hunermendên
Kurd, ji pêşveçûna hunerî li hemû Kurdistanê de xistiye.
Hêviya min ev e ku li Başûrê
Kurdistanê ew tiştên ku bi ziman û teorî tên gotinê, di piratîk de jî bikeve liv
û hereketê û piraktîze bibin.
Em bixwazin yan nexwazin vê
diyardeyê hunermendên Kurd lawaz kirine. Ji ber ku yek ji fakterên herî girîng
ku serkeftina hunerî gerantî dike, madiyat(matreyal) e. Ez bawer im ger mafê
hunerî û hunermendan bê parastin, hunermend dê bikarin berhemên baştir û birêk û
pêktir çê bikin û baştir xizmeta gelê xwe bikin.
Diyare ev behse, ne bi vê wateyê ye
ku tu tişt nehatiye kirin û em nedîtî dibînin. Ji ber ku hemû hewlên me ji bo
baştirkirina vî karî ye û hêviya min ev e ku li warê yasayî ve lêpirsîn bo vî
karî were kirinê û hikûmet bi micidî li ser vê yekê rawest e.
Pilan û pirojeyên te ji bo
pêşerojê?
Niha
albûmek li ber destê min de ye ku ji 12 stranan pêk tê, 9 stran Kurmancî, 2 bi
soranî û yek jî Zazakî ye. Her 9 stranên Kurmancî ji peyv û awazên min in. Her
wiha di dema pêş de dê çend konsertên min li derveyî welat, li Bakûrê Kurdistanê
û li Başûrê Rojava dê hebin. Her wiha ez dê li ser pirogarmek televîzyonî kar
bikim û wekî pêşkêşkar dê vê pirograma rewşenbîrî birêve bibim.
Peyama te ji bo xwendevanên Agirî?
Silavên
bê sînor ji xwendevanên we dikim û serkevtinê ji wan re dixwaz im. Hêvîdar im di
pêşvebirina karê we de, hîna ji we re destek û alîkar bin.
Sipas ji beşdariya te di vê
hevpeyvînê de.
Ez gellek keyfxweş û serfiraz im ku
ev derfeta ji bo min pêk hat demekê xweş bi rojnameya Agirî re bim. |