|
Birêz
Dara Natiq, berî her tiştî ez bi navê rojnameya Agirî ve serkevtina Kongireya we
ya çaremîn ji te û tev xebatkarên Yekîtiya Ciwanan pîroz dikim.
Ez jî li ser navê tev Komîteya
birêveberiya Giştî ya YCDK Îranê, serkevtina çaremîn Kongireya xwe ji we û tev
xelkê Kurdistanê û hemû xortên şoreşvan û azadîxwaz yên Kurdistanê pîroz dikim û
hêvîdar im ku em jî bi harîkarî û piştgiriya tev aliyekê li kar û xebatên xwe di
pêxema pêşvebirina armancên vê rêxistinê de serkevtî bin.
Armanc ji girtina Kongireya we ya
çaremîn çi bû?
YCDK Îranê, herwek di bername û
pirograma xwe de aniye, her du salan carekê kongireya xwe li dar dixe. Bêguman
Kongire jî weke organekî herî xwedî kêrhatîbûn û xwedî biryar a YCDK Îranê, bo
nirxandin û şirovekirina kar û xebatên vê rêxistinê di navbera du Kongiran de tê
lidarxistin. Di heman demê de Kongire navenda darêtina siyaset û şirovekirina
pirsên pêwendîdar bi vê rêkxistinê û pirsa ciwanên Kurd di Kurdistana Îranê de
ye û bi giştî em dikarin bibêjin ku diyarîkirina armanc û sitratêjiyên vê
rêxistinê ye. Bi giştî armanc ji girtina kongireya çaremîn pêkanîna guhartinekî
bingehîn di vê rêxistinê û vekirina rûpelekî nû ji kar û xebata ciwanan bo
bidestveanîna civakekî demokratîk û federal e.
Kongireya vê carê çi cudahiyek tevî
Kongireyên berê de hebû?
Bê şik Kongireya vê carê serbarê wê
rewş û zirûfa taybetî û nexwaz ku bi ser me de hat, çûnedera hin hevalên me ên
berê di 8 heyvên derbasbûyî ji refên YCDK Îranê li bin bandora taqima Mela Hesen
Restigar de, lê bi awayekî pir berçav û berfireh nûnerên lawan bo Kongirê li
Kurdistanê û bi taybet derveyî welat zêdetir ji 40 kesî di piraniya welatên
Ewropayê de beşdarî kongirê bûn. Herwiha zêdebûna rêjeya keçan û beşdariya ektîv
ya wan li ser pirsên çarenûssaz di nava kongirê de û hebûna fezayekî demokratîk
û bashilgir û herwiha hebûna hêzekî guhartinxwaz û çeleng di kongirê de, ji
taybetmendiyên herî berçav yên vê Kongirê bi nîsbet Kongireyên berê bû.
Kongire heya çiqas demokratîk bû?
Pêkanîna fezayek demokratîk li ser
bingeha bihevre jiyan û ji hev fêmkirinê yek ji eslên herî bingehîn yên her
sîstemeke demokratîk bo cihgirkirina civakeke sivîl û demokratîk e. Lewma hebûna
rewş û fezayeke demokratîk dikare baştirîn mikanîzm be bo çareserkirina arîşe û
pirsgirêkên her civakekê û vê civakê ber bi pêşve bibe. Lewma YCDK Îranê û
ciwanên pişkdar di kongirê de bi hestkirin bi vê eslê, karîn fezayekî salim û
demokratîk bi ser Kongirê de cihgir bikin û afirandina fezayekî wiha ji
destkevtên herî girîng yên Kongirê bûn.
Gelo hûn dikarin îşare bi reform û
guhertinên ku di Kongireya we ya çaremîn de çê bûn, bikin?
Bêşik her Kongireyek komek guhartin
û reformên bingehîn li gorî berhevdan û guhartinên herêmî û cîhanî bi xwe re
tîne. Guhartin û reformên ku di vê Kongirê de hatin pêş, ez dikarim îşare bi
guhartina sîstema birêveberiyê bi awayekî îroyî û herwiha hewildan bo pêkanîna
sîstemeke sosyalîstî di civakê de û xebat bo cudahiya ol ji dewletê û
pesendkirina komek altirnatîv û pirojeyên evroyî bo bihêztirkirina rêxistinên
Yekîtiya ciwanan li Kurdistanê û derveyî welat û herwiha cîhanîtirkirina wê
rêxistinê bikim.
Astê beşdarî û têgihîştina nûnerên
Kongirê li bas û nîqaşên nava Kongirê de çawa bû?
Bi rastî ewa ku di vê Kongirê de
cihê heyrîmanê bû, beşdariya çeleng û ektîv a beşdarên Kongirê weke hêzekî
guhartinxwaz, xwedî bandor li ser pirsên çarenivîssaz û girêdayî bi pirsa Kurd,
ciwanên Kurd bi giştî û bi taybetî ciwanên Kurd di Kurdistana Îranê de û herwiha
pirsên pêwendîdar bi qeder û pêşeroja vê rêxistinê bû. Nûnerên Kongirê karîn bi
bîr û hizrên îroyî, zanistî û bi dûr ji her hizreke berteng û îdeolojîkî û weke
nifşek evroyî, guhartinxwaz û rewşenbîr, roleke ektîv û bibandor li ser pêvajoya
pêşvebirina karê kongirê û zindîkirina Kongirê bilîzin.
Armancên stratejîk yên Kongira
çaremîn çi bûn?
Armanc û stratejiyên bingehîn yên
Kongirê pêkhatîbûn ji: xebat bo pêkanîna civakeke demokratîk û sosyalîst,
tekezkirina zêdetir derheq xwestên xwe yên neteweyî û sivîl, handana Ciwanan di
nava bizava rizgarîxwaz a gelê Kurd û perwerdekirin û jêhelbirina astê hişyariya
neteweyî ya nava civaka Kurdistanê, xebat û têkoşîn di pêxema pêkanîna civakekî
azad û demokratîk di Îran û Kurdistanê de, xebat bo misogerkirina mafên tev tex
û qatên civakê ji rêya rêxistinên taybet bi xwe û piştgirî û beşdarî li bizava
rizgarîxwaz a gelê Kurd bi rêberiya PDK Îranê, girîngîdan û piştevanî ji xebata
berheq a jinan, xwendekaran û Ciwanan di navxwe û derveyî welat û berhevdan û
şirovekirina siyasetên şaş û çewt yên Komara Îslamî a Îranê derheq xelkê
Kurdistanê û bi taybetî ciwanên Kurd...
Asta beşdariya keçan di vê Kongirê
de û rola wan di rêberiya nû de?
Beşdariya pir a keçan di vê Kongirê
de û bas û gengeşeyên wan derheq pirsên çarenûssaz û girêdayî bi pêşeroja vê
rêxistinê ve cihê baldan û heyrîmana nûnerên Kongirê bû. Herwiha asta hişyarî û
têgihîştina wan li ser pirsên cur bi cur û xwe berbijarkirin û hilbijartina
rêjeya zafa wan bo asta birêveberiya kar û xebatên vê rêxistinê ji destkevtên
herî girîng yên Kongirê bûn.
Gelo we ji bo sîstema birêveberiya
rêxistinî ya lawan li derveyî welat ku berê nîqaş û gengeşeyên cur bi cur li ser
de hebûn, çi mekanîzmek wekî pirensîp bi biryar girt?
Bi salan bû ku bi sedema hebûna
alozî di sîstema birêveberiya Yekîtiya Ciwanan li derveyî welat, teşkîlata me li
derveyî welat tûşî bê ser u beriyê hatibû. Lewma Kongirê bo jinavbirin û
çareserkirina wê pirsê, 5 kes weke endamê rêberî li derveyî welat, ku 3 kes ji
wan endamên eslî û 2 kes jî weke cîgir bo pêkanîna komîteyekê, bi merema
rêvebirina kar û barên YCDK Îranêli derveyî welat hilbijart. Ew komîteye
nûneratiya kar û barê lawan li derveyî welat dike.
Hate ragehandin ku şandek ji
rêveberiya PDK Îranê berdewam di civînên Kongirê de beşdar bûye, ev beşdariye li
ser çi esas û bingehekê bû?
YCDK Îranê hertim di bername û
pirograma xwe de ragehandiye ku PDK Îranê bi rêberê bizava rizgarîxwaz a gelê
Kurd li Rojhilata Kurdistanê dizane û vê partiyê bi piştevan û rênîşanderê xwe
dihesibîne. Lê şanda navbirî tenê weke mêvan beşdarî Kongirê bû û Kongirê jî
gellek bi şanazî ve pêşwazî û mêvandariya şanda PDK Îranê kir.
Pilan û pirojeyên we bo pêşvebirina
armancên vê rêxistinê û herwiha mekanîzma nû ya we bo pêwendî tevî rêxistinên
sivîl bi çi awayekê ye?
Di vê Kongirê de komek bername û
pirojeyên nû ji bo çawaniya pêşvebirina armanc û stratejiyên vê rêxistinê û
herwiha bihêztirkirina refên teşkîlatî yên vê rêxistinê li hundir û derveyî
welat hatin pesendkirin, ku di pêşerojeke nêzîk de bi piraktîzekirina wan, her
tişt dê bê eşkerekirin. Herwiha Kongirê careke din tekez li ser bihêztirkirina
pêwendiyên tevî rêxistinên demokratîk yên cîhanî û Kurdistanî kir û biryar hate
dayîn ku bo bihêztirkirina wan pêwediyên dibe gavên îroyî û bibandor bihên
avêtin.
Kak Dara Natiq sipas bo beşdariya
ve.
Ez jî we sipas dikim û serkevtinê
ji we re bi hêvî dixwazim. |