|
Di destpêkê de em
karmendên nivîsîngeha rojnama “DÎPLOMAT”ê, ji bajarê Bakûyê (Komara Azerbaycanê)
ve te û hemû hevalên
we bi germ û gurrî silav dikin, ji we re jî pirr spas divêjin bona wê ku
we em gerîyane.
Hûn xwe bi me bidine naskirin, Tahir Silêman kî ye?
Tahir Silêman Sernivîskarê rojnama “Diplomat”ê, sala 1954’ê li Komara
Ermenistanê, nehîya Vêdiyê, gundê Xalîsê ji dayîk bûye. Piştî xitimkirina
Dibistana Navîn li Serbajarê Azerbaycanê Bakûyê, li Unîvirsîtêta Pêdagojîyê da
wekî xwendevan bi zimanê Azerî tê pejirandinê zanîngehê di sala 1980’an kuta
dike.
Piştî xitimkirina zanîngehê vedigere Ermenistanê, nahîya Vêdiyê alana Develiyê,
dibistana navîn da cara yekemîn wekî mamostayê zimanê Kurdî û Azerî dest bi
mamostatiyê dike. Usa jî, derbarê Kurd û Kurdistanê da agahiyan dide gelê Kurd,
kasetên dengbêjên Kurdan lihev zêde û belav dike, ji Ewropayê rojnama û kovaran
distîne û digihîjîne gel, karekî millî û neteweyî dimeşîne, bi giştî dibe
fedaiyê gelê xwe.
Ji Sûrîyayî, Îraqê, Turkiyeyê û Ewropayê welatparêz mêvan têne mala wî, bona van
pêwendiyan gellek caran KGB’ya Ermenistan, Azerbaycan, Kazakîstan û Soviyeta
berê ez nerihet kirime.
Sala 1988’ê gava navbera Azerî û Ermeniyan de li ser Qerebaxa Çiya şer dest pê
bû, bi hezaran malbatên Kurdên musulman û herweha tevayî malbata Tahirê Silêman
jî koçber dibe û diçe bajarê Bakûyê cihwar dibe. Ji wê salê vir de xebata
rojnamevaniyê dike.
Tahir Zewicî ye, xwediyê kurekî ye, xanima wî Nîgar Mihemed û kurê wî
Îsmayîl(xwendekarê zanîngehê) di xebata rojanamê de ji nêzîk ve alîkarê wî ne.
Malbata Tahirê Silêman bi giştî xizmeta Kurd û Kurdistanê dikin.
Kek Tahir gelo Kurdên Azerbaycanê li encama sedemek siyasî weke sirgûn,
mişextîbûn yan koçberiyê de li wir akincî bûne yan jî ji Kurdistana Sor in?
Hez dikim xwendevan bizanibin wekî kurd binêliyê Kafkazê yê kevnar in. Di Dîroka
Azerbaycanê da tê nivîsar wekî di Sedsala şeşan de li Kafkaziyayê dewleta Kurda
Sellaliya bûye, piştre dewleta Kurda Revvadîan hukum kiriye. Piştî belavbûna
Revvadiyan, di sedsala nehan (970) de dewleta Şeddadiyan ava bûye û cara yekemîn
paytext bûye bajarê Divîn. paşê paytext anîn Gencê, piştî erdhejê paytext
veguhastine Berdê. Heta hatina Selcuka Farsan, Rûsa dewleta Şeddadiya pir pêş
ketibû. Bi rewşa Selcuka, Farsa, Rûsa, Ermeniyan, Gurca Kurd asimîliya bûn û
bûne neteweyên kêmjimar. Li gorî tîtiname Kurdistana çar parçe gerek bê
hesabkirin pênc parçe.
Bi giştî nifûs û xulyaqeta Kurdan li Asyaya Navîn, Qefqazyayê û bi taybetî li
Azerbaycanê de çiqas e?
Di destpêka avabûna Soviyeta berê de li Ermenistanê 250 000 Kurd hebûne, lê
piştî sala 1934’an, Stalîn Kurd sirgûn kir Sîbîryayê, Kazakistanê, Qirqîzistanê
û Rûsyayê.
Kurdê Azerbaycanê nêzîkê 500 000 hebûne, piştî siyaseta Lênîn û
Ataturk hinek cîguhastin kirin, gel tirsandin bona wê yekê jî, gel hate
asimîle kirin. Di sala 1930’an de li Azerbaycanê 130 000 Kurdan jiyan kirine. Lê
niha resmî 13 000 e.
Li Gorcistanê nezîkî 120 000 Kurdan jîyan kirine. Lê piştî hiloşîna dewleta
Soviyetê, Kurdên Ermenistan û Gorcistanê koçberî Rûsiya Federal û Ewropa bûne.
Gelo ew mafên ku li wir bo gelê Azerî yan gelên din yên Azerbyacanê tên
berçavgirtin, Kurd jî jê bi mifah in yan na? Yan bi wateyekî din tu ferq û
cudahiyek li navbera gelê Kurd û gelê serdest de li warên siyasî, civakî, hiqûqî
û ... de tê dîtin?
Piştî hiloşîna dewleta Soviyetê, Azerbaycan bû Komarek serbixwe. Li Azerbaycanê
nêzîkî 43 neteweyên kêmjimar jiyanê dikin û hemû mafên çandî dayne van kêmjimara,
herwisa jî bo Kurda.
Eger Kurdên cîhanê harîkariya me ya aborî bikin, em li vir dikarin Enistîtuya
Kurdî, Radyoya Kurdî, Televîzyona Kurdî û hwd... jî ava bikin.
Hukumet tu ferqî naxe nava Kurdan û gelên dinê de.
Kurd li wir heya çiqas karîne ji çand, kultur û zimanê Kurdî xwedî derkevin?
Niha li Azerbaycanê Navenda Çanda Kurd, Radyoya bi zimanê Kurdî, du rojnamê
Kurdî tên weşandin. Bi Dehan pirtûkên bi zimanê Kurdî hatine weşandinê. Eger
rewşa Aboriyê baş bibe, hejmarên Kovar û pirtûkan dê zêde bibe.
Gelo heya çi radeyekê Kurdên me li Asyaya Navîn û bi taybet li Azerbaycanê de
li warê hest û seha neteweyî ve, xwe nêzîk û girêdayî bi Kurdistanê dizanin?
Bila xwendevan baş bizanibin, ger dewleta Soviyetê heya niha bimaba, Başûrê
Kurdistanê azad nedibû. Soviyetê em kiribûne kelakî fireh û hemû pêwendiyên me
bi cîhanê re hatibûne birrîn.
Niha hinek kesên me dertên Ewropa, ya herî girîng Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji
me re bûye piştevanî. Lê em hêvîdar in rewşenbîr û serokên me wê têkiliyê bi
Kurdên Soviyeta berê çê bikin, hat û çûna wan zêde bibe, belkî kar û xebatên
Kurdên Azerbaycanê bên pêşxistin.
Li warê Aborî ve rewşa gelê me li wir di çi astekê de ye?
Piştî şerê Qerebaxê Kurdên Misulman (Îslamî) hemû ji Ermenistanê hatin derkirin,
gellek kal û pîrên me ji aliyê Ermeniyan ve hatine kuştin.
Kurdistana Sor ji aliyê Ermeniyan ve hate dagîrkirin, bi hezaran qîz û bûkên me
Ermeniyan bi dîl (êxsîr) birin. Gelê Kurd bûye penaberê 66 nehiyan. Hûn bêjin
rewşa aboriya Kurda dê çawa bibe?
Hûn rojnameyekê bi navê Dîplomat diweşînin, navê wî çima “Dîplmat” e?
Piştî hilweşandina dewleta Yekîtiya Soviyetê, Komara Azerbaycanê bû dewleta
serbixwe, gavên demokratîk hatin avêtin, bona kêmaniyên neteweyî gellek derfet û
mecal saz kirin. Ji wana yek jî, gelên kêmjimar dikarin Navendên Çandî ava bikin
û bi zimanê dayîka xwe Kovar û rojanameyan biweşînin.
Piştî biryara dewletê, li Bakûyê de bi alîkariya rewşenbîr û welatparêzên
Navenda Çanda Kurdan hate sazkirin û rojnama çandî a Dengê Kurd hate weşandin.
Di demekî kurt de gelê Kurd ji navenda xwe xwedî derket, koma Dîlanê,
koma Dengbêjan, koma Lorîkan, herweha koma Şanoyê jî amade
kirin. Bi wêra tevayî dersên zimanê Kurdî hate derbazkirin. Konser hatine dayîn
û bi hezaran mirov beşdarî wê bibûn.
Lêbelê, pir nekişand di rûyê peywendiya rêveberên Navendê, rewşenbîr û
welatparêz ji çandê hatine dûrxistin. Mifta Navendê kete destê wan kesan kîjan
ku xêra xwe digeriyan. Bi vê sedemê jî, rojnama “Dengê Kurd” nehate weşandin,
Navenda Çandê jî xebat nekir.
Piştî girtina birêz Ocalan, çapemenî û medyayên nijadperestan derbarê xerabiya
Kurdan bi şev û bi roj bang kirin, nepakî dixistine nava gel. Lê bona
bersivdayînê tu mecalên Kurdan tunebû. Rewşenbîrên me çend caran xwestin wekî
kovar an jî rojnameyekî biweşînin, lê rêveberên Navenda Çanda Kurd ew dane tirsê,
gotin yê we bigirin.
Carna jî me dixwest pîrozbahiya cejna Newrozê derbaz bikin, dîsa astengî
derxistin, digotin ew stranên wê bên stirîn û govendên ku hûnê bileyîzin, bi
giştî li programa we de çi hebe, divêt çend rojan pêş de bidine Navendê, gava
hukûmet destûrê bide hûnê biqedînin, ger destûr neyê dayîn, na hûn nikarin wê
biqedînin.
Em rewşenbîr û
welatparêzên Bakûyê bê gav man, şêwirîn, pirograma rojanmeyeke siyasî û civakî
amade kir, ji qanûnê derbaz kir. Da weşandin û navê wî me danî DÎPLOMAT, bona wê
yekê tu kesek nepirse mena navê wê çî ye? Lê “Dîplomat” navekî înternasyonal e û
bo me xweş e.
Hûn dikarin hinekî qala rojnama “Dîplomat”ê bikin?
Rojnama Dîplomat ji meha Îlona sala 2002’an ve qinyat û evraqê wê hatine
amadekirin û ji meha Şibata sala 2003’an ve dest bi weşanê kiriye. Rojname bi sê
zimanên Kurdî, Azerbaycanî û Rûsî tê weşandin.
Bi sedema aborî cara yekemîn rojname, du mehan carekê ronahî didît. Di demekî
kurt de xwendevanên wê pirr bûn, di nava rewşenbîran de bi hewaskarî hate
xwendinê, alîkarê xwe berhev kir. Piştî wê mehê carekê dihate weşandin. Wan
salan cîwarê me û tu teknîkên me yên çapemeniyê tunebûn. Pir dijwarî derdiketin
holê. Paşê me xwe ser hevda da, warê aboriya me qenc bû, ji ber wê ku di nava
gel de hin kesan bi riya parnivîsarê, hinek karmendan bi riya kirrîna rojanamê
alîakrî dan, aliyê fînasê da halê nivîsxana rojnamê hinekî baş bû û rojanme li
mehê de çar caran ronahiyê dibîne. Li Nivîsxanê (rêdaksiyayê) da xêncî malbata
Tahir Silêman, çar kes bê mehtiyê alîkariyê didin.
Rojname çend heb derdikeve û di kîjan bajar û welatan de tê belavkirinê?
Rojname wekî me li jorê de got, her meh çar caran tê weşandinê. Her hejmae li
çapa 2500 hebî de derdikeve. Rojname xincnî xwendevanên Azerbaycanî, nava
cimaeta Kurdên Federasiyona Rûsyayê, nava cimaeta Kurdên Rêspûblîkayên Asiyaya
Navîn de, usa jî nava hin deverên Kurdistana Bakûr de jî tê belawkirin.
Derbarê rewşa Kurdên Azerbaycanê de hin agahîyan dikarin bidin?
Derbarê rewşa Kurdên Azerbaycanê dikarim wê bêjim, ku dewleta Yekîtiya Soviyeta
berê siyaseteke pir giran li ser gelê me yê Azerbaycanê meşand. Gel 99 selef
asmîlasyon bûye, zimanê xwe bi temamî wunda kiriye. Xênî wê jî şerê Qerebaxa
Çiya rewşeke usa giran li ser Kurdên Kurdistana Sor de barand, malbatên Kurdan
navbera şêst û şeş nehiyên Azerbaycanê de dero dero bûn. Ji hevdu cuda ketin.
Niha to nikarî çar pênc malbatên Kurdan li cihekê bibînî. Eva jî bona me
dijwariyek gelek giran e.
Pêwendiyên Tahir Silêman û HiKûmeta Herêma Kurdistanê?
Hêj ez xwendekar bûm ku hêvî û xwasta dilê min dîtina Kurdistana şirîn û delal
bû. Rast e ez çend caran çûbûme Kurdistana Turkiyê, lê min li wir tu Kurdistan
nedît. Her kes bi Tirkî diaxifî, pirskirinê jî digotin, eva zimanekî medenî ye!
Di sala 2004’an de, li wan salên dijwar ez çûme Kurdistana Başûr yanî Başûrê
Kurdistanê. Dema çavê min kete ala sê rengî, dilê min xulxuliya, emrê xwedê
belkî wusa şa nebibûm. Min xwe xar kir û bi têrî axa Kurdistanê ramusand, hembêz
kir û bi pêşwazî û bi zimanê Kurdî yê şirîn Hûn xêr hatine Kurdistana azad
gotin me. Min nedizanî ew xewn e yan xeyal. Lê rastîyek hebû, ez di pêncî saliya
xwe de li Kurdistanê bûm.
Ji aliyê Serokê hêja birêz Mesûd Barzanî, ji aliyê Serokkomarê Îraqa Federal
birêz Mam Celal Talebanî, ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz
Nêçîrvan Barzanî û ji aliyê gellek rêberan ve hatime pêşwazîkirin, wekî ew
demana tim wextî ji bîra min de maye.
Hivîdar im di demekî kin de her çar parçên Kurdistanê azad bibin û gelê Kurd
jiyana xeyalên hezar salan bike. Ez salê carek du caran diçime ziyareta
Kurdistana Azad û bi rêberiya Hikûmetê pir germahî tême pêşwazîkirinê.
Daxwaziya Kurdên Azerbaycanê çî ye?
Daxwaziya Kurdên Azerbaycanê ew e ku têkiliyên xwe bi Kurdên cîhanê re girê
bidin. Li Moskvayê, Ewropayê, Kurdistana Başûr, di civat û konferansan de me ji
bîr nekin. Hêvî dikin qet nebe salê carek du car rewşenbîr, nivîskar, helbestvan
û rojnamevanên me dawetî televîzyonan bikin, weşanên nû ji me re bişînin.
Herweha em hêvîdar in ku Kurdên cîhanê me bi tenê nehêlin.
Keke Tahir Silêman bona bersivdayîna bi pirsên me, ez spasiya te dikim û
serkevtinê ji bo te, hemû xebatkarên Dîplomatê û herweha gelê me yê li
Azerbaycanê dixwazim.
Ez jî Bona vê hevpeyvînê we sipas dikim. We hemûyan re jî serkevtinê dixwzim.
|