|
hûn dizanin di
çend mehên borî heta niha, di navbera hêzên opozîsyonê de hindek neronî li
dor helwêstên PDK Îranê çê bûye ku hindek ji medyayan belav kiriye. Me
tevî we wekî Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê û berdevkê partiyê pêwendî
girtiye û hatine xizmeta we daku hûn li ser van xalên ku neron û zelal in û
helbet di destpêkê de nirxandineke we li ser rewşa giştî a welat, dubarebûn û
tundtirbûna serkut û çewisandina neraziyan û erk û wezîfeyên Opozîsyonê biaxivin.
H.Şerefî: Ez jî sipas dikim ku we ev derfete da min ku siyaset û
helwêstên PDK Îranê bixim berbas.
Bi baldan bi tevgera nerazîbûnên çend mehên derbasbûyî heya niha, hûn rewşa
giştî a welat çawa dinirxînin? Gelo em dikarin ji çawantiyek nû ji daxwazên
xelkê ji bo xwestekên demokratîk di Îranê de qise bikin?
B: Meş û tevgerên nerazîbûna xelkê li dijî siyaset û kiryarên rejîmê her ji
yekemîn rojên hatine serkar a Komara Îslamî bi awayekî helwestî û car car ji
aliyê beşek ji xelkê Îranê ve berdewam her hebûye, nemaze li Kurdistanê di
asteke berfireh û bi awayekî micid û herdemî di holê de bûye. Lê di van salên
dawiyê de ku xelkê cih û herêmên din ên Îranê jî nasyariyek zêdetir ji kakil û
cewhera kevneperestî û kiryarên dijî mirovî yên Komara Îslamî bidest xistiye, bi
heman radeyê jî asta nerazîbûnan berfirehtir û tevalî bûye ku di van mehên borî
de me mînakên van meş û tevgerên nerazîbûnê dîtin.
Çiqas radeya xuyakirina nerazîbûnan berfirehtir bûye, serkut û qirkirina xelkê
ji aliyê rejîmê ve jî kûr û berfirehtir bûye û tundiyek zêdetir bi xwe ve dîtiye
ku pêla mezin ya girtin û binçavkirina azadîxwazan, rojnamevan û parêzerên mafên
mirovan li Îranê di çend mehên borî de parek ji vê liv û tevgeriyana tund û
dijwar ya rejîmê li dijî xelkê Îranê ye. Serbarê ew hemû tundî û dijwariyên ku
rejîm li dijî xelkê Îranê encam dide, em mêze dikin ku xelk bêtir li ser xwestek
û daxwazên demokratîk ên xwe îsrarê dikin. Di rastî de em dikarin bibêjin ku
xelkê bi dilêrî û netirsiyeke zêdetir û ronî û zelaliyeke balkêş gav avêtine nav
qada xebat li dijî rejîmê de. Lewra berfirehbûna pêlên nerazîbûnan û tevgerên
nîşandana nerazîbûnê ji aliyekê û biwêrî û cangorîtiya xelkê di berengarîkirin
tevî rejîmê û kirîz û qeyranek ku rejîmê bixwe bi civaka cîhanî re pêk aniye ji
aliyê din ve, rewş û delîveyek baştir û çêtir di xebat li dijî rejîmê de tîne
holê ku awayê mifahwergirtin ji vê qonax û rewşa nû li bibandorbûna vê bizava
nîşandana nerazîbûnê ya xelkê cihê baldanê ye.
Siyaseta ku hikûmetê di liv û riftarkirin tevî tevgerên xuyakirina nerazîbûnê
ya karker, xwendkar, jin, çalakên siyasî û neteweyî, rojnamevan û nivîskaran
girtiye pêşiya xwe, heta çi qasekê dikare bandorê li ser pêvajoya xebatê bike?
B: Renge siyaseta serkut û bikaranîna tund û tûjiyekê ku rejîmê li dijî tevgerên
nîşandana nerazîbûnê ya kedkar, xwendekar, jinan, rojnamevan, çalakên mafên
mirovan û xebatkarên neteweyên Îranê girtiye ber xwe, bikaribe bo heyamekê û bi
awayekê demkî li ser hindek ji liv û tevgerên xuyakirina nerazîbûnê bibandor be,
lê bi erxayîn ve em dikarin bibêjin ku nikare li ser pêvajoya xebata giştî bi
tevahî bandor hebin. Ji ber ku heke tund û tûjiyeke wiha bikaribe li ser pêva
joya giştî ya xebatê bi tevahî bibandor be, bi baldan bi 28 salan serkut û
qirkirina berdewam ya xelkê û bikaranîna kirinên herî xurt ên dijî mirovî
dijberî xelkê Îranê, nediviya me niha tevgerên nerazîbûnan û xebat li dijî
rejîmê bidîtiban. Eva di demekê de ye ku ev liv û tevgerene û xebata xelkê
zêdetir xurt bûye û rejîm bi awayekî micid yê xistiye tirs û xofê.
Yek ji çavkaniyên tevgerên nerazîbûnê, pirsa neteweyî û xebata Kurd, Azerî,
Belûç, Ereb û wd... ji bo bidestveanîna wekheviya hiqûqî ye. Ew doze heya
çiqasekê tevî xebata girûp û destekên civakî ên welat peng bûye? Gelo rewş û
delîveya hevgirtinê çê bûye?
Pirsa neteweyî ya gelên Îranê yek ji dozên herî girîng ên welatê me ye. Xebata
neteweyên Kurd, Azerî, Belûç, Ereb û neteweyên din yên Îranê ji xebata siyasî ya
kom û girûpên din yên civakî bona bidestxistina demokrasiyê û berçavgirtina mafê
mirovan ne tenê cuda nîne, belkî bi awayekî ji hev neveqetiyayî pêk ve zeliqandî
ne. Bêy misogerkirina demokrasiyê û berçavgirtina mafên mirovan di Îranê de,
mafên neteweyî yê neteweyên Îranê jî, demokrasiya rasteqîne û liberçavgirtina
mafê mirovan misoger nabe. Di vê derheqê de, rastbêjî, selimandin û pejirandina
rastiyên têkildar bi welatê me Îranê, dikare alîkarî û rê hêsaniyê bona
hevgirtina zêdetir di pêvajoya xebatê de bike.
Bi baldan bi rewşa giştî a welat, xelk bi peljenî(hesasiyetê)ve ji
tevgeriyanên hikûmetê bi Amerîka re dinêrin, her ji ber vê biha û nirxê ve jî
her cure derbirîna dîtin û nêrînên hêzên Opozîsyona Îranê û awayê pêwendî û liv
û lebata wan tevî dewleta Amerîkayê ji xelkê re cihê baldanê ye. Bo mînak
têkiliyên hizbê bi Amerîkayê re û dijkiryarek ku PDK Îranê li hember siyasetên
Amerîka li herêmê de digire pêşiya xwe. Nameyek ku Sekreterê Giştî yê Partiyê ji
bo Corc Buş nivîsand û hevpeyvîna we tevî “News Max”ê ji nimûneyên wan karan in
ku hin pirs di vê derbarê de çê kirine. Ewa ku di wê hevpeyvînê de heta çi
qasekê gotinên we bi rast û dirustî hatine wergerandin bi cihê xwe, lê heya vê
demê ku nehatibin serastkirin, xwendevan ji xwe dipirsin meram ji wê gotinê ku
“Heke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gavên hêrişbertir li hember Îranê bavêje, 4
milyon Kurdên Îranê dê piştgiriyê bidin Amerîkayê” çi ye? Bi ferza vê yekê ku ew
hevoka ku ji aliyê ve hatiye gotin tenê aliyê şirove, dahûrandin û nirxandinê
be, siyasetek ku partiya we li ser bingeha vê nirxandinê digire pêş xwe çi ye?
Di daxuyaniyeke hevbeş de ku ji aliyê çar rêxistinan ve hatiye belavkirin û
partiya we û ya me ji wajokerên wê ne, bi eşkere tevî êrîşa leşkerî ya dewleta
Buş bo ser Îranê dijberî hatiye kirin. Gelo helwêstên we di vî warî de guhartine?
PDK Îranê di heyamê zêdetir ji 60 sal xebatê de, selimandiye ku parastina
serxwebûna siyasî û biryardana xwe bi dana nirx û bihayên herî zaf û giran ji
pirensîp û usûlên neguher ên xwe dizane û li ser vê baweriyê ye ku mana partiyê
di girow û benda parastin û ragirtina pirensîpeke wiha de ye. Partiya me wekî
partiyeke xwedî derbasbûyiyeke limêjîn, biezmûn û bibandor di xebat li dijî
Komara Îslamî û bi bihagiranî û pirestîjekê ku di nava kom û komeleyên
navneteweyî û di nav rêxistinên siyasî ên derve û Îranê de heye, di warê
dîplomatîk ve tevî piraniya saziyên navneteweyî û rêxistinên sivîl û heta hinek
ji welatan yek ji wan Amerîka têkilî û danûstandin heye. Nameya Sekreterê Giştî
yê partiyê bo cenabê Corc Buş û pîrozbayîkirina wî bona hilbijartina dubare ji
bo Serok Komariyê tenê di çarçoveya azîn û usûlên dîplomatîk de hatiye encamdan.
Derbarê gotinên xwe jî tevî “News Max”ê, divêt ez bibêjim ku bi awayekî giştî
bas hatine tevlihevkirin. Ewa ku min gotiye û di hevpeyvîn bi beşa Farsî ya
televîzyona “TISHK”ê û bernameya “Mîzgêrdî ba şoma” (Dormêzek bi we re) ji Dengê
Amerîka re, min tekez li ser wan kiriye, tu pêwendiya wê bi Îran û Kurdistana
Îranê nine. Pirs têkildar bi hebûna Amrîka di Îraqê de bû, min got û careke din
dubare dibêjim û tekezê li ser dikim ku Îraq ya xelkê Îraqê ye û serweriya wê jî
ya Îraqê ye, Amrîka bi her hecet û mihaneyekê û bi her armancekê hatibe Îraqê û
li wir hazir bûye, divêt zû yan dereng vî welatê bicî bihêle, lê ez li ser vê
baweriyê me û niha jî wisa difikirim ku bi bilez çûne derve ya hêzên Amerîka û
hevalbendan ji Îraqê, beriya vê çendê ku dewleta Îraqê xwe bikare tenahî û
ewlekariya welatê xwe pêk bîne, rewşa Îraqê pir aloztir û xerabtir dibe ji vê
yekê ku heya niha hebûye. Ji ber ku ev yek dê destê welatên cîran, Îran, Tirkiye,
Sûriye û welatên Erebî ji bo destavêtin di kar û barên hundir yên vî welatî vala
û vekirîtir bike. Welatên ku ne dikarin tenahî û ewlekariya xelkê Îraqê bibînin
û ne çêbûn û cihgirbûna demokrasiyê di vî welatî de mêze bikin. Heke armanca min
ji van gotinan, Kurdistana Îranê ba, bi tu awayî min qala 4 milyon kesan nedikir,
ji ber ku nifûsa Kurdan li Îranê du hemberî wê hejmarê ye.
Li dor êrîşa leşkerî ya Amerîkayê bo ser Îranê jî, min çend caran gotiye tu
Îraniyek bi çi awayî hez û hêvî nake ku welatê wî/ê bikeve ber êrîşa welateke
biyanî û welat tevî ziyan û xisara canî û malî berbirû be.
Karê hiloşandina rejîma Komara Îslamî divêt bi destê Îraniyan bi xwe bihê
encamdan. Di wê hevpeyvînê de ji gavên hêrişbertir qiseyek nehatiye kirin, lê
min gotiye ku zext û givaşa civaka cîhanî bo ser rejîma Komara Îslamî dikare
pêşiya bidestxistina çekên Etomî û binpêkirina mafê mirovan bigire. Lewra
siyaseta PDK Îranê derheq êrîşa leşkerî ya Amerîkayê bo ser Îranê nehatiye
guhertin û bi naveroka wê daxuyaniyê ku di vî warî de hate derkirin, pêbend be.
Ez bi pêwîst dizanim vê yekê jî zêde bikim ku ji bo PDK Îranê ku di çeper û
meydana piratîk û bikiryar a xebat li dijî dîktatoriya Komara Îslamî de ye, vêc
û qazancê xelkê û neteweyên Îranê li serweyî hemû tiştekê de ye û çi demekê
qazanc û berjewendiya xelkê Îranê bi sedema dijminatî bi welatekê re yan pêwendî
tevî welateke din, gorî nekiriye û di vî warî de xwediyê derbasbûyiyeke tejî
rûmetî û serbilindî ye.
Bêguman cihwarê partiya we tevî aliyên din yên siyasî biferq e. Hêzên we
piranî di herêmê de ne ku di rastî de li wir Arteşa Amerîkayê bi awayekî
rasterast amade ye. Bi baldan bi van faktorane, hûn dikarin pênaseyekê li dor
têkiliyên PDK Îranê tevî Amerîka ji me re bikin û bibêjin ev pêwendî di çi
çarçoveyekê de ne?
Rast e ku beşek ji organ, binke û saziyên partiya me di Kurdistana Îraqê de ne,
lê bi sedema hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hebûna tenahiyeke berbiçav li
gor herêmên din ên Îraqê, hebûna Amerîka di vê deverê de bi qasî herêmên din yên
Îraqê xuya nake. Lê serbarê vî halî jî divêt bibêjim ku beriya Amerîkiyan jî, em
her li wir bûn. Cihek ku dîktatoriya Îraqê sî û bandora xwe xistibû ser hemû
Îraqê de û xurttir ji hemû cihekê bi ser Kurdistana Îraqê de. Sedam û rejîma wî
sernixûn bûn û pêwendiyên wî bi awayên cuda kifş û eşkere bûn. Me dît ku Partiya
Demokrat çawa serbilindane hate derê, niha jî ez bawer im û bi hitbar û
piştrastiyê ve dibêjim ku derheq hebûna hêzên Amerîkayî li herêmê û têkiliyên
partiya me bi Amerîka re, rûmetek din dê bi şanazî û serbilindiyên partiyê zêde
bibe.
Dewleta Buş ji ber ku biryara ji holê rakirina Sedam dabû, li dor Îraqê dest
da Opozîsyon çêkirinê. Ev pirs kêm û zêde di nav hinek ji civînên nêzîk bi
Neokanan derheq Îranê jî di holê ye. Raya we di vê derbarê de çi ye?
Opozîsyon çêkirin ne kareke durust e û ne ji serkevtinê nêzîk dibe. Di destpêkê
de Amerîka li Îraqê li ser kesên wek Opozîsyonê hesab vekiribû ku di piratîk û
kiryar de ne nifûzeke pêwîst û ne rûçikeke bawerpêkirî di Îraqê de hebûn. Renge
yek ji sebebên pirsgirêkên niha ên li Îraqê her eva bin. Lê nabe ev rastiye bihê
red û mandelkirin ku di Îraqê de Opozîsyona rasteqîne bi derbasbûyiyeke dûr û
dirêj li dijî hikûmeta Sedam hebû ku partî û rêxistinên Kurd û Şîî li serweyî
wan de bûn.
Opozîsyon çêkirin ji bo Îranê jî rê bo tu cihekê nabe û çêkerên Opozîsyonê jî
nagihîjin tu encamekê, zêdebarê vê yekê, xelkê Îranê xwe Opozîsyon û dijberên
rasteqîn yê rejîma Komara Îslamî ne û hêzên rastîn yên opozîsyonê jî baş nas
dikin, lewra naçin bin barê desthilata opozîsyoneke dasepandî de.
Hin nûner ji partiya we di civîna Parîsê de amade bûn û di komîsyonekê ku
derbarên pirsên neteweyî çê bibû, beşdarî kirin. Di rapora Dengê Amerîka û
raporên din de ji we wekî yek ji hêzên beşdar di vê civînê de hate baskirin.
Gelo PDK Îranê di civîna Parîsê de weke mêvan hazir bû yan weke endam? Heke wekî
mêvan beşdarî kiribû, çima partiyê ev rapor bi derew dernexist? Hûn beşdariya
hinek ji nûnerên partiya we di wê komîsyonê de çawa şirove dikin?
Şanda nûneriya PDK Îranê di civîna Parîsê de wekî mêvan amade bû. Serperestê
şanda nûneriya partiya me di axavtinên xwe di vê civînê de beriya gotina her
basekê, li ser mêvanbûna heyeta PDK Îranê di vê civînê de tekez kir. PDK Îranê
di çarçoveya ronkirina xwestek û helwêstên xwe de, gotûbêj û diyalogê tevî her
kes û girûpekê bi kareke hewce dizane, lê alîkarîkirin bi her partî, rêxistin û
girûpekê bi baweriya wê partî, rêxistin yan desteyê bi demokrasiyê bi wateya xwe
ya rastîn û bawerî bi mafên neteweyî yên neteweyên Îranê ve girê dide. Lewra
amadebûna şanda nûneriya partiyê di her civînekê de yan bi her partî û
rêxistinekê re nahê maneya hevgirtin an alîkariya hizbê tevî wan.
Mijara din bo pirsa neteweyî û Îrana yekparçe(wahid) vedigere. Pirsa neteweyî
li serweyî bernameyên we de ye. Bîr û nêrîna we li ser Îrana yekparçe çi ye?
Gelo partiya we her wekî berê daxwaza çareseriya demokratîk a pirsa neteweyî di
çarçoveya Îranek yekgirtî de ye? Hûn dizanin di nava çalakên neteweyî de, hez û
eleqeyek heye ku dixwaze herêmên neteweyî ji Îranê veqetin. Partiya we bi vê
xwestekê re çawa tevdigere?
Li ser Îrana yekbûyî pir tê axavtin û her yekê zehniyetek ji vê pirsê heye.
Hinek di bin navê Îrana Aryayî dixwazin Îraneke yekparçe ji yek netewe û yek
zimanî nîşan bidin. Di demekê de, ne hemû Aryayî Îranî ne û ne tev Îranî Aryayî
ne. Hinek ji ber demargijiya bêrade Farsan bi netewe nahesibînin, bi wê wateyê
ku ew li serweyî netewe ne, li hember de neteweyên din ên Îranê bi netewe
nizanin û bi armanca biçûkkirina wan navê Qewm li ser wan didanên. Yanî Fars li
gorî wê ramanê û neteweyên din jî ji dîtineke din ve netewe nînin. Heke ev fikr
û hizre çê bibe ku tune ye, di rastî de welatê me welatekî bê netewe ye û di
demekê de ku her yek ji zimanê neteweyên din ên Îranê zimanê dayîkê yê hemû wê
netewê ye.
Zimanê Farsî ku zimanê têkilî û nîştimanî yê hemû Îraniyan e, çi yek ji
neteweyên Îranê ne xwediyê wî zimanî ne. Em Îranê bi welateke pirnetewe dinasin.
Îrana hevgirtî û yekperçe ku em dixwazin, Îraneke ku ya tev netewên Îranê be.
Îraneke demokratîk û Federal ku têde mafê neteweyî yê neteweyên Îranê ewle û
hatibe dabînkirin û gişt neteweyên Îranê di rêvebirina wê de beşdar bibin.
Demokrasî û dabînkirina mafên neteweyên Îranê ewle û garantiya hevgirtin û
yekperçebûna Îranê ye. Yekbûneke dilxwaz û yekperçeyiyeke li ser bingeha
rizamendiyê, ne yekbûnek e bi serweriya yekê û bindestkêşana neteweyên din ên
Îranê bi zora sernîze û xencerê. Partiya me herdem xwestiye ku pirsa neteweyan
di çarçoveya Îranê de bi awayekî demokratîk û aştîxwazane çareser bibe. Her
partî û rêxistinek li hember siyaset û kiryarên xwe dikare bersivder be.
Vê yekê jî bibîr tînim ku hinek ji dijberên federalîzmê hin mijar û nivîsaran
dinivîsînin ku di vê derheqê de min qiseyek nine, lê di nivîsarên xwe de ji
hevbîrên xwe daxwazê dikin ku tevlî wan bibin û ji bo neteweyên Îranê û
federalîzmxwazan rewşekê biafirînin ku wan bitirsînin. Ev deste bi wê qasê ku ji
rastiyên niha yên Îranê bêxeber in, vê yekê jî fêm nakin ku heke PDK Îranê û
federalîzmxwaz û xebatkarên din yên rêya misogerkirina mafên neteweyî yên gelên
Îranê di bin bandora rerwşa nedurust yan êrîş û buxtanên bi vî awayî bitirsin,
Komara Îslamî bi serkut, komkujî û îşkenceyê di heyamê 28 salên derbasbûyî de dê
bigihîştina van armancane û zehmeta karek wiha nedida van birêzane.
Veqetiyan û cudabûna di nav partiyê de heta çi radeyekê li ser şiyan û
karînên partiyê ji bo pêşveçûna bernameyên wê bibandor bû? Gelo delîveya
destpêkirina gotûbêjan ji bo hevgirtinê heye? Çawa hûn dikarin serbarê cudabûnê
beriya tundtirbûn û dubarebûna nexweşî û pirsgirêkan bigirin?
Ragehandina cudabûna taqimek ji Kadr û Pêşmereyên berê yên partiyê ji PDK Îranê,
kiryareke dilxweşker nebû û nine û hewleke erênî nahê hesibandin. Lê vî karî
bandoreke wisa li ser şiyan û karînên partiyê ji bo pêşveçûna bernameyên wê
nedaniye. Derheq vegeriyana wê taqimê bo nava refên partiyê, her di wê demê de
ku em nikarin red û mandel bikin, lê di rewşa niha de delîveya kareke wisa nahê
dîtin. Lê heke ev girûpe naveke din ji bilî navê Partiya Demokrat ya Kurdistana-
Îran ji xwe re hilbijêrin, serbarê cudabûnê, ji asta nexweşî û arîşe û
pirsgirêkan kêm dibe û rewş û delîveya alîkariya nêzîk jî dê were holê.
Çar rêxistinên siyasî demeke zêde ye bi hev re di prosesekê de alîkariyê
dikin. Hûn van alîkariyane çawa dinirxînin? Xalên bihêz û kêmasiyan di çi de
dibînin û pêşniyara we ji bo birina alîkariyan heta asteke bilind û xurtkirina
hêzên wê çi ne?
Prosesek ku çar rêxistinên siyasî ji demekê berî niha ve di çarçoveya hevkariyê
de girtine ber xwe, di naveroka xwe de kareke hêja û bicî bûye, lê divêt em
qebûl bikin ku bi awayekî jêhatî di alîkariyên bibandor û warên din de nekariye
xwe bide xuyakirin û tenê bi derkirina daxuyaniyan derbarê pirs, arîşe û
pêwendiyên taybetî ên xwe bertesk kiriye û di heman demê de ji rakişandina hêz û
kesayetiyên din de çeleng nebûye. Renge yek ji sedemên wê kêmbûna ceribînên
rêxistinên Opozîsyonê di warê alîkarî û hevgirtîbûnê de be, ji ber ku piraniya
van hêzane di derbasbûyî de zêdetir veqetiyan û cudabûn tecrûbe kirine hetanî
alîkarî û hevahengî. Xalek din ku di vê derheqê de tê xuyakirin, eva ye ku
proseya bi wê qasê ku di asta rêberiya rêxistinan de di rojevê de ye û girîng tê
hesibandin, ji bo bedene û peykerê rêxistinan nehatiye veguhastin.
Di encamê de bedeneya rêxistinan hindek caran bi şik û gumanan ji van alîkarî û
hevalbendiyan re dinêrin. Hêvî dikim ku kêmasî bi mentiq û zanist ve bihên
çareserkirin û delîveya alîkariyên hêja û berfirehtir derkeve holê. |