|
Bila em ji vê pirsiyarê ve dest pê
bikin ku gelo nûçeya şehîdbûna Dr. Şerefkendî û hevalên wî çawa gihîşte we?
Panzdeh
salan berî niha di roja 26.06.1371(17.09.1992)’an, demjimêr 11’ê şevê, dengê
telefonê ez ji xewê şiyar kirim. Ez recifîm, kêmtir ji deqîqeyekê hemû ew
bîranînên tal û nexweş ku jiyanekê dihejîne, ji ber çavên min de derbas bûn. Tu
bêjî eva neqewimî be ku ez hertim jê ditirsiyam? Çunku hevjînê min di seferê de
bû, seferek ku gellek caran bê vê çendê ku min karîna eşkerekirina vê hebe, min
jê ve bû ku dê bêvegerîn be. Mixabin her eva bû ku ji mêj ve bû ez jê
ditirsiyam.
Li sirgûnê, li xerîbiyê, dûr ji
malbat û kes û karan, di nav dilê welatekê de ku tewr(heta) min zimanê wê jî fam
nedikir, bi xwe û zarokekî 5 salî, ji nişkî ve kela xweziyên min herifî û min
xwe tenê dît. Me ku hetanî duh di bin sîbera wî de hest bi taliya jiyanê nedikir
û min jê ve bû ez jina herî bextewer im, di demeke kurt de em bêderfet man û
tarîtî bi ser jiyana me de zal bû.
Ew telefona biyom hilgirê wê peyamê
bû “di zûtirîn dem de, xwe bigehîne defterê, kes namaye”. Derfeta axavtinê tune
bû, kî nemaye? Çi qewimî ye? Li kuderê? Çawa? Kengî? Tu kesek nebû ku bersiva
pirsiyarên min bide. Telefon qut bû, tenê li ber serê xweştiviyê xwe ku di xewa
kûr a zarokiyê de bû, ez dilerizîm û min rondik dibarandin, rabe zarokê min ê
xweştivî, rabe xweştiviyê min, divêt em herin, dibêjin.... dibêjin ku babê te
birîndar bûye!!!
Kurê min fam nekir ku ez çi
dibêjim, çima nîvşev ji xewê rabe û here ciheke din, nedizanî ku ji bo çi dayîka
wî hêsiran dibarîne û dil bi xem e? Wî ku heya wê demê dayîka xwe bi vî awayî
nedîtibû, mat û heyrî mabû, hest bi pêşroja jiyanê nedikir, hay ji vê xema giran
nebû ku çend biêşe û tu caran ew birîne çê nabe. Bi her awayekê be min
têgihîjand ku çi qewimî ye, her di wê demê de min hewl dida ku biwêrek bim, qurs
û qahîm bim, dilxweşiyê bidmê, wî biparêzim, jê re bibêjim ku tu caran ez wî bi
tenê nahêlim, bêjmê ku ew tenê zarokekî bê bab ê Kurd nine, bi hezaran wekî wî
ji tama jiyanê tevî babên xwe bêpar in, bes nine ku wî şansê vê çendê hebû ku li
cihekê dijiya ku jiyan bê mana nine, lê bi hezaran zarokên weke wî hene ku ji
derfet û şansê han bêpar in. Çûm bo defterê û bi tevahî ji wî bûyera dilêşîn
digihîştim.
Gelo kengî we kekê Fetah Ebdulî
nasî û li kuderê we jiyana hevbeş pêk anî?
Min
şehîd Fetah li serdemê nûciwaniyê ve dinasî, piştre jî li dema xortîtiyê de, ji
ber ku di xwendingehê de gellek zîrek bû û her wiha di têkilî tevî genc û
ciwanên tax de, weke kesekî serbixwe hatibû nasîn. Min jî wê demê tenê ji ber
nav û bejnê ew dinasî, piştre ji ber xebata min di şaneyeke partiyê de ku ji
aliyê rejîmê ve hate eşkerekirin, ez neçar mam bajar bi cî bihêlim û herim çiya,
ligel Fetah nasiyar bûm ku ew jî hatibû nava refên PDK Îranê, di warê fikrî ve
ez gellek nêzî Fetah bûm û bas û nîqaş tevî wî ku mirovekî rewşenbîr bû, pir
xweş û hêsan bû. Xalên me ên hevbeş gellek bûn, me ji hev fam dikir, mirovekî
gellek vekirî bû, baweriyeke zaf bi wekheviya jin û mêran hebû, ji hev famkirina
han hêd hêdî warê ji hev hezkirinê di nav me de bihêz kir, me soz da hev ku
jiyana hevbeş pêk bînin, di bihara sala 1364(1985)’an de, em bûne dezgîran û her
di 3’ê Befranbara wê salê de, piştî bidawî hatina kongireya 7’em a partiyê li
Gewredê a Kurdistana Başûr, me govend lidarxist û em zewicîn.
Dikarî ji me re qala hinek
taybetmendiyên kekê Fetah Ebdulî di birêvebirina kar û barên partiyê de, bikî?
Şehîd Fetah ew xortê Kurd bû ku bi
xwe, xwe pêgihandibû, kurek ku ji malbateke cotkar de mezin bibû, lê ji ber
hişyarî û kêrhatîbûnek ku wî hebû, di demeke kurt de karî pileyên herî bilind ên
rêxistinî derbas bike û berpirsiyariyên girîng li stû bigire.
Fetah kesek bû ku baweriyeke kûr bi
fêrbûn û xwepêgihandinê hebû, bawerî bi diyalogê hebû, alîgirê mentiqê bû, kesek
bû ku bê lêfikirîn tu caran biryar nedigirt. Tevî hevalên xwe dişêwirî,
baweriyeke berfireh bi kar û şêwirîna bikom hebû, di biryardanê de lezgîn nebû,
biryar biryara bikom bû, di dema tengaaiyê de liserxwe bû, hêdî û hêmin, lê
micid bû, ji derbirîna bîr û rayên xwe tu tirsek nebû, pişta biryarên xwe
digirt, heke biryarên han metirsî jî heban. Fetah hogirê xwendinnê bû, ji hemû
derfetekê bona perwerdebûna xwe û jordebirina pileya zaniyariyên xwe mifah
distand, ligel hemû destkutiyek ku em li çiya tevî wê berbirû bûn, Fetah hewl
dida ku ji xwendin û haydarbûn ji bûyer û nûçeyên herêm û cîhanê bi cî nemîne.
Heke hewce ba bi belgeyan diaxivî, cehd dikir ku hemû aliyan dahûrîne, bê
vekolîn û bê belgeyên rastî û kemilî biryara yekcarî nedigirt û kes tawanbar
nedikir.
Alîgirê rastîn ê hizra ciwan û
jinan bû, heke seh kiriba ku yekê karîna geşekirinê heye, dikare xwe pêbigihîne
û li pêşerojê dê qazanc bo tevger û partiyê hebe, pişta wî/ê digirt û hevkariya
wî/ê dikir. Her çend ku temenê Fetah kêm bû, lê her bi wî temenê kêm di nava
dilê pîr û ciwanan û gişt aliyekê de ciyê xwe vekiribû, Fetah kêm diaxivî, lê
heke hewce ba hemû derfeta xwe ji bo rohnkirin û bersivandina pirsiyaran terxan
dikir. Wî karî di demeke kurt de bibe ciyê baweriya gişt wan xelkên ku di
deverên bin berpirsiyariya wî de dijiyan û bibû peyva ser zimanê xelkê.
Fetah demnas bû, ji bo wî dem pir
pûtedar bû, dem ji dest nedida, tim hewl dida ku xwe hîn bike, ligel vê çendê ku
ew tewaya rojê mijûlî encamdana kar û barên partiyê, hevdîtin, seferkirin û û
cîbîcîkirina erkan bû, dema ku dihat bo malê, 2 heya 3 demjimêran mijûlî fêrbûna
zimanê Fransayî û şopandina nûçeyên bi zimanê Fransayî bû.
Heke demjimêr 1’ê nîvşe jî
vegeriyaba malê, diviya ew 2 heya 3 demjimêrên ku wî ji bo fêrbûna ziman terxan
kiribû, biencam gihandiba. Her ew xwemandîkirine bû ku wî karî li heyama kêmtir
ji 6 mehan bikare bi zimanê Fransayî biaxive û di kom û civatan de bê wergêr
bikare beşdariyê bike.
Fetah li wê heyama kurt li derveyî
welat jî bi dostên partiyê, çi Kurd, çi Îranî û çi biyaniyanî re nîşan da ku
mirovekî xwedî şiyan û karîn e, bi fikr û afirîner e, wî nîşan da ku guhdarê
gişt pêşniyar û rexneyên hemû aliyekê ye, lê wî eva jî dizanî ku bê hevkariya
bikom serkevtin bidestve nahê. Fetah gellek bi zûyî taybetmendî û karînên xwe
derxist û ciyê xwe di nav kom û civatan de vekir.
Caneke nû da rêxistina partiyê li
derveyî welat, karê bi komel û berpirsiyariyên giştî kire şêwaza(modela) xebata
partiyê, buhadan bi ciwanan kire BAW, bîr û ra diguherîn, berpirsekî
jêhat û her di wê demê de jî afirîner bû. Wazwazîtî nedikir, tevî hevalên xwe
rast û dirust bû. Tu tiştek ji bo wî jordetir ji qazanc û berjewendiyên partiyê
nebû, lewra rêberên şehîd çi Dr. Qasimlo ku wê demê Fetaf di hundirê Kurdistanê
de berpirs bû û çi di dema sekreteriya Dr. Seîd de ku Fetah berpirsê partiyê li
derveyî welat bû, bawerî û hitbareke zaf pê hebûn, destê wî di biryardanê de
vekirî hêlabûn.
Kekê Seîd şevek berî wê sefera
bêvegeriyan di nav komek ji hevalên xwe de got: “ Divêt em bi hemû karîna xwe
Fetah biparêzin, çunku ew kesekî ciyê bawerî û hitbara gel û partiyê ye, dê bibe
kesek ku di pêşerojê de karîna tejîkirina valahiyên gellek mezin hebe”.
Fetah tu demekê bi pêregotinan
jixwe razî nedibû, roj li pey rojê hewl dida ku berbi pêşve biçe û ji bîr, hiz û
rabûn û rûniştinên neteweyên pêşkevtî têbigihîje û ligel zirûfa Kurd binirxîne.
Gelo taybetmendiyên şehîd Fetah di
jiyana civakî de çi bûn?
Fetah çiqas ku di jiyana siyasî de
serkevtî bû, her bi wî qasî jî di jiyana civakî de serkevtî bû, dujminê mirovkuj
derfet jê re neda ku baştir were nasîn, lê di wê dema kurt de jî nêrîn û
ramanên xwe nîşan da.
Fetah pêşengû rêveker bû, bo mînak
di yek ji nivîsarên xwe li deftera serpêhatiyên xwe de ku ji wî bi cî maye,
hesta paqij a xwe li ser min weke jinekê gellek bi ronî û bedewî xuya kiriye,
ji ber ku nivîsara han dirêj e û di vê hevpeyvînê de cî nagire, ez li wir
nikarim qala wê bikim.
Fetah bawerî bi bike û
neke tune bû, heke bi xwe bawerî bi tiştekê heba, dikir û ji vê çendê ku li
pişt serê wî dê çi bibêjin, tu tirsek nebû, wî digot: “Divêt em guherînê bi ser
wê civakê de bînin, heke em ji xwe ve û bixwe dest pê nekin, kes li ciyê me
nake”. Ji bo Fetah gellek asayî bû ku hevjîna wî piştî jiyana hevbeş jî her
tevî Pêşmergeyan di binkeyên partiyê de ligel hevalên xwe de bimîne û tevî wan
bas û nîqaşan bike û li ser sifreyekê rabe û rûnê. Ji bo Fetah asayî bû ku jin
bi dilxwaziya xwe ji xwe re heval û hevjînan hilbijêre. Fetah li dijî ew
kevneşopa parvemayî a civakê bû ku mêr mafê vê çendê hebe ku çend jinan ji xwe
re bixwaze. Di bîra min de ye ku carekê Pêşmergeyeke bi nav û deng ku xwediyê
jinek û çend zarokan bû, dixwest ku jineke din bi ser jina xwe a yekem de bîne,
Fetah ku hay ji vê çendê bû, ew hevalê Pêşmerge gazî kir û gellek bi rohnî jêre
got ku heke kiryareke wiha bike, bê yek û du her çend ku qehreman, bimfah û
hizbiyeke pak be, di nav refên partiyê de tu cihek nabe û dê were derêxistin û
bi belgeyan gihande qîmê(qenaet) ku ji ber kesayetiya wî Pêşmergeyî nine, belku
ew weke berpirsekî partiyê divêt pirensîpa han biparêze.
Heke we Fetah bidîta, we jêve dibû
ku mirovekî xwerazî ye, çunku di jiyana xelkê de maytêkirin nedikir û li ser
xelk dawerî nedikir, heke kesek nenasîba, gellek bi wî/ê re nediaxivî, lê heke
nasîneke kêm jî li ser kesekê/î heba, Fetah hemû tiştek dixist qeraxê û dibû
dost û hevalekî dilsoz ê wî/ê kesî/ê, alîgirê xelkê xizan û destkurt bû,
piştevanê jina jêqewimî û ciwanê bêderfet bû, mirovdost bi wateya peyvê bû,
kesekî nexwerazî û mirovhez bû.
Bêşik we Dr. Şerefkendî ji nêzîk ve
dîtiye û tevî beşek ji nihêrînên wî li derheq mijarên cur bi cur bi taybet
pirsgirêka jin nasyar bûn, dikarî di vê derheqê de agahiyan bidî me?
Mixabin ji bilî wê dema ku ez li
Deftera Parîsê bûm û ew sekreterê partiyê bû, ez ji nêzîk ve tevî Dr. Şerefkendî
nexebitîme, lê di wê dema kurt de min du nimûne jê dîtin, ji bo min bes bû ku ji
nêrîna Dr. Seîd derheq pirsgirêka jinan haydar bim. Berî diyarîkirina şehîd
Fetah ji bo berpirsê partiyê li derveyî welat, ji aliyê rêberiyê ve biryar
hatibû dan ku kesanek ji bo vê berpirsiyariyê werin diyarîkirin ku selt(bêjin)
bin. Di rûniştinekê de ku di navbera min û şehîd Fetah û Dr. Seîd de hebû, Dr.
Seîd got: “Min ji ber Fetah nine ku kadroyekî jêhatî ê partiyê ye, belku
Kejal jî ku Kadroyeke partiyê ye, dê li pêşerojê li derveyî welat ji bo
çalaktirkirina pêwendiyên me tevî cîhana derve bi mifah be, lewra min hûn
pêşniyar kirine”.
Mînaka duyem eva bû ku salek ji
hatina min bo Ewropayê derbas bibû, PDK Îranê 9’emîn kongireya xwe lidar xist,
li gor usûlên partiyê gerek Fetah weke endamê Komîteya Navendî vegeriyaba
Kurdistanê, ez jî tevî wî hatim bo Kurdistanê, min Dr. Seîd dît, ji rewşa min
pirsî ku gelo ez hînî ziman bûme yan na? Min gellek bi rohn û eşkereyî jê re got
ku mixabin min derfet nebûye, şehîd Fetah weke berpirsê defterê naxwaze li ser
xerca xwendina ziman îsrarê bike, ji ber ku nekeve ber gazin û lomeyan û ji
kesayetiya wî kêm bibe, her li wê demê Dr. Seîd biryar da ku ligel vegerîna min
divêt him derfet û him jî hewcehiyên madî jî ji bo min were terxankirin bona vê
çendê ku ez hînî ziman bim. Dîsan dubare kir ku kiryara han bi qazancê partiyê
ye û di pêşerojê de em dê bikarin bona encamghandina karên din ji hebûna jineke
weke Kejalê mifahê bistînin. Çawa Dr. Seîd bername û gelale bona dana caneke
teze bi organên din ên partiyê hebû, her bi vî awayî jî piroje bona
çalaktirkirina xebat bona çareserkirina pirsgirêka jinan hebû. Şehîd Şerefkendî
gellek micid û xwedî helwêst bû, tu tirsek ji vê çendê nebû ku piştevaniyê ji
kesanekê/a bike ku ji bo pêşerojê bi mifah in û dê qazanc ji bo neteweya Kurd,
bi taybet pirsgirêka jin hebin.
Pêwendiyên we bi şehîd Humayon
Erdelan re çawa bû?
Min şehîd Humayon her li
Kurdistanê dinasî. Em tevî hev heval bûn, şehîd Humayon çend gerran endamê
Komîteya Navendî a partiyê bû, gellek berpirsiyarî li stûyê wî bûn, di dema
şehîdbûnê de berpirsê komîteya partiyê li Almaniyayê bû, şehîd Humayun û şehîd
Fetah dema ku li Başûrê Kurdistanê jî bûn, gellek bi hev nêzîk bûn, her çend ku
tu carekê li organekê bi hev re kar nekirine, lê qasê ku min ew dinasî
xebatkarekî bi bîr û bawer û biemeg bû, baweriyeke kûr bi rêbaza neteweya xwe
hebû, rast û dilpak bû, bi hetik bû, erkên xwe bi başî û ser û ber birêve
dibirin, her çend ku mirovek bû ku kêm diaxavt, lê hemû demekê rûken bû,
rihsivik, pak û bêgerd bû, asta zaniyariya wî li jor bû, têgihîştî bû, lê tu
demekê qala xwe nedikir, hemû demekê ez bîr ji vê çendê dikim ku xedir ji şehîd
Humayun hate kirin, çunku tevî kesanekê û li ciyekê hate şehîdkirin ku gellek bi
kêmî qala wî tê kirin, riha wî şad û silav li canê wî ê paqij.
Xatûna Kejel, her weke hûn dizanin
Komara Îslmaî berevajî terorên xwe ên berê, di terora Mîkonosê de riswa bû,
piştî derkirina biryara Mîkonosê hesta we çawa bû?
Di rastî de divêt bibêjim piştî
çend salan çavnihêrîkirinê, dema ku guh ji biryarek weke biryara Dadgeha
Mîkonosê dibî, ku di wê biryarê de îfade bi dirustî û belengaziya neteweyekê û
di heman demê de bêtawaniya xweştiviyê te tê kirin, tu seh dikî beşek ji wê
birîna bikul û keser kêm bûye, hest dikî ew tiştên ku te qala wan kiriye û lişûn
wan de mişextî yî, rast in û xelkê bawerî bi wan aniye, hest dikî ku hêj wijdana
mirovahiyê zindî ye, guhdarek heye ku dengê belengaziya te dibihîse, seh dikî ku
di cîhanekê de ku rastî dibin goriyê qazanc û berjewendiyan, hinek kes hene ku
deng bi lêqewimiya te bidin. Lê her di wê demê de min bi xwe digot: “Kejal ji bo
te çi guherî? Ew xweştiviyê ku xîmê koşka xweziyên we li ser bingeha evînê
damezrandibû, tu caran venagere? Li hember te nerûniştiye ku ji te re bibêje:
“te mêze kir ku ez li ser heq bûm, lê ew neheq? Tu çima sexera min dibî ku me
hay ji xwe nine, te dît ku dujminê me hov û har e û bê sûç û tawanekê mirovan
dikuje? Mixabin ew zindî nine hetanî ku weke hemû carên berê rûken ji min re
bibêje ku dê vegere bo malê û zarokê xwe ê xweştivî hembêz bike û vê carê hewlê
bide ku demeke zêdetir ji bo wî terxan bike û ligel wî be û şahidê mezinbûn û
pêgihîştina wî be.
Min gellek caran şehîd Fetah di
xewn de dîtiye, çavên wî tejî rondik, daxwaza lêborînê dike, dema ku ji xew
vediciniqîm, min xwezî dikir ku xewna han rast ba û min ji Fetah re bigota ku:
“Ez şanaziyê pêve dikim, tu nigeranê Zagros nebe, niha mezin bûye û ciyê tu
nigeraniyekê nine, bêjmê ez her ew kese me ku di nivîsarên xwe ên bi seh de,
qala wê dikî û te hêvî bi min hebe, bêjmê ku min her dem hez jê kiriye û hetanî
mirinê dê hez jê bikim.
Niha zirûfa we piştî derbasbûna 15
salan bi ser bûyera Mîkonosê de, çawa ye?
Piştî
şehîdbûna Fetah, guherîneke bingehîn di jiyana min de pêk hat, weke her kesekê
ku li xerîbiyê dijî, gellek tiştên nexweş hatne ser rêya min. Piştî derbasbûna
çar salan bi ser bûyera han, min biryar da ku jiyaneke nû dest pê bikim, lewra
min tevî hevalekî xweştivî, kekê Ehmed Şêrbegî jiyana hevbeş pêk anî, niha li
welatê Swîsê dijîm, berhema jiyana min ya vê carê keçeke rind a 3 salî ye ku
guherîneke bingehîn di jiyana min de pêk aniye. Di warê jiyana siyasî ve jî ez
girêdayî û endamê tu rêxistineke siyasî ninim, ez hez ji PDK Îranê dikim û
şanaziyê dikim ku rojek ji rojan ez endamê vê partiyê bûme û her wiha rûmetê bi
derbasbûyiya xwe dikim, lê tevî wê najîm. Di heman demê de, heke di pêxema
berjewendiya gelê Kurd de, tiştek ji destê min were, ez dê encam bidim. Di warê
jiyana civakî ve, weke hemû kesekê/î ku ji xerîbiyê de jiyanê didomîne, min hewl
daye ku xwe tevî zirûfa wî welatî biguncînim, min jî para xwe weke beşeke biçûk
ji vê civakê mifah ji demê standiye. Min li gor karîna xwe dawî bi xwendin di
warê kar û barên civakî de anî û niha weke çavdêrê kar û barên civakî di yek ji
nexweşxaneyên bajarê Jinevê de, dixebitim.
Gotin û nêrîna we a dawî ji bo
xwîndevan û malbatên şehîdan çî ye?
Ez
spasiya we û xwînerên we dikim. Silav û hurmetên bêdawî dişînim bo malbatên
serbilind ên şehîdan, li hember riha paqij a şehîdên Kurdistanê de serî
diçemînim, ez hêvîdar im dara xebat û tekoşîna gelê Kurd, ber bide. Îro
Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn ku gelê Kurd jî yek ji fakteran e, di
qonaxeke hesas de derbas dibe, rejîma terorîstperwer a Komara Îslamî tevî
bêzariya bîr û raya cîhanî berbirû bûye, rejîm tu caran tevî kirîzeke wiha
metirsîdar berbirû nebûye, gişt neteweyên Îranê niha yê bûne opozîsyon, gişt tex
û qatekî wî welatî ji vê rejîmê bêzar in, tu rêyek ji bilî stûxwarkirin li
hember daxwazên neteweyên Îranê ji bo vê rejîmê nemaye, ez geşbîn im bi pêşeroja
gelê Kurd, bi mercekê ku eniyek ji hemû hêz, alî û kesayetiyên siaysî ên Kurd çê
be, çunku sibê direng e. |