|
tê gotinê, kunceke pir kin ji jiyan
û tekoşîna wî nemirî ye.
Di 26’ê Xermanana îsal de 15 sal bi
ser terorkirina Dr. Şerefkendî, rêberê hêja û navdar yê PDK Îranê û hevalên wî
re derbas dibe. Bîranîna han ji bo we çi bi bîr tîne?
26’ê Xermanana 1371’ê Rojî, roja
bîranîna bûyereke tal û bijan e ku hevrîşê gelê Kurd bû. Roja vekolan û
serhildana birînek kûr e. Hêj dayîka nîştiman û gelê Kurd di bin birîna biêş û
bijan ya kevoka di xiwînê de gevziyayî yê gelê Kurd, rêberê zana û nemir Dr.
Qasimlo pişta xwe rast nekiribû ku dîsan reşebayê nenas, moma temenê jiyana
azadîxwazekî din yê Kurdistanê temirand, dîsan tarîtiya şevê boseya bi kîn û
kerb a xwe dan û canê rêberekî din yê Kurd stand û xwîna wî tevî xwîna komek
lehengên din yên Kurdistanê de têkel bû, hin kes bûne gorî ku tawana wan tenê
misogerkirina xêr û xweşiyê bo Kurdan bû. Ew roj taltirîn û nexweştirîn roj e ku
heya niha li tênûsa bîranînên jiyana min de hatine tomarkirin. Xedr û zulmeke
pir mezin e ku heya niha ji gelê mafxwar yê Kurd hatiye kirin. Bi eşkere ez
dikarim bibêjim ku birîna vê carê gellek ji birîna şehîdkirina Dr. Qasimlo
kûrtir, bijantir û taltir bû. Dema ku dilê rêberê mezin û zana Dr. Qasimlo ji
lêdanê rawestiya, Dr. Seîd bi jêhatîbûnek zaf û bêmînak, bi hevkariya hemû Kadro
û Pêşmergeyên wê demê karî partiyê ber bi wê hêlê ve bibe ku Dr. Qasimlo
rêveberiya wê dikir. Bi şahidiya dost û dujminan, dema ku Dr. Seîd cihê
mamostayê xwe girt, mirov hest dikir ku Dr. Qasimlo di nava hemû partiyê de
amade ye, rast e ku cismê wî li Pirlaşizê bû, lê rih û wijdana wî bû ku hemû
rojê li bilindahiya çiya dihat derê û li bilindahiya çiya jî ava dibû.
Hûn wekî dengekî jêhat û çeleng yê
Radyo Dengê Kurdistana Îranê ku we bi salan di çarçoveya berpirsiyariya
rasterast a Dr. Seîd de xebat kiriye, di vê derheqê de ji mere bibêje?
Du roj bû ku Radyo Dengê Kurdistana
Îranê dest bi weşana pirogramên xwe kiribû ku 29’ê Cozerdana 1359’an, min bajarê
Mehabadê ber bi çiya cih hişt. Wê demê binkeya rêberiya Partiyê li dola “Qelaya
Esnan” a ser bi herêma Menguran a Mehabadê bû. Min berê di çapemenî û
ragihandina komîteya navendî a partiyê li Mehabadê de kar dikir. Çapemenî jî ji
bo çiya hatibû veguhastin. Ez jî tevlî hevalên xwe li çiya bûm. Min ewqas dizanî
ku Dr. Seîd birê biçûk yê helbestvanê Kurd, nemir Hejar Mokiryanî ye. Mêrekî
şirîn û rihsivik kete berçavên min. Rêdînek kurt û ankardkirî danî bû. Heta ku
Xwedê bixwaze rûçik û taybetmendiyên mirovekî şoreşvan tê de dihatin xuyakirin.
Her di dîtina yekem de mirov hest dikir ku bi salan e wî nas dike, mirov pêre
biyanî nebû.
Her wê rojê, pêşniyaza kar û xebat
di Radyo Dengê Kurdistanê de ji aliyê Komîteya Navendî ve bi min hat kirinê.
Roja din (30’ê Cozerdanê) min dest bi xebata xwe kir. Yekem roja xebata min di
radyoyê de ji kulana çiya bi destê xwe dijwartir bû. Min tu ezmûn û ceribîn
nebûn. Sam û heybeta mîkrofonê ez dagirtibûm, bêhêvî bibûm, di xwendin û
bilêvkirina peyv û hevokan de melûl û mandî bibûm.
Bi eşkere min ragihand ku eva ne
karê min e û ne di şiyan û karîna min de ye. Lê hevkariyên bêsînor yên Dr. Seîd,
kek Taha û nemaze mamostayê nemir Dr. Qasimlo bûn sebeb ku zêdetir baweriyê
bixwe bînim û ji rênîşaniyên wan mifahê bistînim û li ser karê xwe zal bibim.
Kek Seîd tu car xwe ji min dûr negirt. Dema ku guhdariya programên radyoyê
dikir, ne tenê şaşiyên min, belkî yên hemû bêjerên din jî serrast dikir. Gellek
caran Dr. Seîd wane û dersa şêwaza beyan û bilêvkirina peyvan ji min re digot,
bi rastî jî têde lêzan û şareza bû. Dr. Seîd di karê radyoyî de gellek rawraw
bû.
Radyo ji bo Dr. Seîd gellekî
xweştivî bû, lewra bi dil û can bona serkevtina roj li pey rojê zêdetir a wê
dixebitî. Radyo Dengê Kurdistana Îranê bi hejmarek kin ji Kadro û Pêşmergeyên
cangorî û fedakar birêve diçû. Ez dikarim bibêjim ku kek Seîd rolek berbiçav û
girîng çi li warê kakila programan û çi jî li warê teknîkî ve di serkevtina
Dengê Kurdistanê de hebû. Cihê heyrîmanê bû ku ew, wê şiyan û karînê li kur
tîne? Dema ku mirov Dr. Seîd didît heya wê radeyê xwe mandî dike, meriv pê şerm
bû ku xwe ji kar bidize.
Dr. Seîd cuda ji berpirs bûnê, bo
we çi bû?
Dr.
Seîd di kar û xebata rojane ya radyoyê de wekî berpirsê yekem bû, erkê hizbî û
hevaletî, tevlîhev nedikir. Li ser karê hizbî ji ronahiya çavê xwe jî xweş
nedibû. Kinc û berpirsatî jêre giring nebû. Di karê hizbî de berpirs û li
derveyî karê radyoyê de jî heval û hevyar bû. Erkê hizbî li cihê xwe û hevaltî
jî di cihê xwe de. Her çend ku ez hevalê nêzîk yê wî bûm, lê car hebûye ku em li
ser karê hizbî ji hev nerihet bin û rexneyên tund ji hev bigirin. Hin caran wiha
ketime ber pêlên rexneyên wî ku her xwedê dizane. Lê di jiyana şexsî de em ewqas
ji hev nêzîk bûn ku heta ji nepeniyên jiyana malbatî yên hev jî haydar bûn. Dr.
Seîd baweriyek kûr bi hevaltiyê hebû. Di dostîniyê de pak û bêgerd bû. Bi qasê
ku di karê hizbî de rijd û micid bû, ewqas jî di hevaltiyê de xweyî, nêzîk û
meclisxweşker bû. Tim di xem û fikra çareserkirina pirsgirêkên jiyana me de bû.
Lewra dikarim bibêjim ku Dr. Sadiq
xêncî wê ku berpirsê min bû, sekreterê min, mamosta, heval, bira, hêz, şiyan,
hêvî, hesta şoreşvanî, hander û .... yê min bû.
Dema bihîstina nûçeyê şehdîkirina
wî, te hest bi çi kir û piştre te çi kir?
Sibêdeya
roja 27’ê Xermanana 1371’ê Rojî bû, wê rojê jî wekî hemû rojên din min xwe bo
karê radyoyê amade dikir. Bi tenê di oda karê radyoyê de bûm, min çavnihêriya
hatina hevalên din dikir. Min hest bi tirs û dilkutînê dikir, lê min nedizanî
sedem çi ye. Min pena bire ber Dîwana helbestên Şêrko Bêkes û min helbesta
“Heloy Sor” bi dengekî bilind dixwend. Bi tevahî çûbûme nava kûrahiya wê
panoramayê ku helbestvan pesna wê kiribû: “Ey tifinga Moînî/ tenê wê demê
bibore/ bêje mirovkujan/ ger karîn carek din/ Moînî ji bo te bihînin/ te bigre
ser milê xwe”. Ji nişkêve kek Taha hate jorê, bi dîtina rengê zer yê wîm hemû
cismê min lerizî û gurîzank ketne canê min. Kek Taha bi dengekî xembar û melûl
got: “Ehmed, mala me xirab bû, kek Seîd teror kirine”. Hêj gotina kek Taha xilas
nebibû ku dengê qîjeqîja xweşke Xecîcê kete ber guhê min, ez hişk bibûm û min
nedizanî çi bikim, min bawer nedikir. Min hest dikir eva xewn e û nabe ku rast
be. Ji dildarên şevê re bibêjin/ agir berbûye dil û hinavên min/ dema ku
dipeyivim/ bibe bi demsala xolîbarînê/ ji dildarên şevê re bibêjin ji ber bêhn û
bêhnkozîrika cergê min e/ çavên bax û baxçeyan tejî ji av û jan dibin/ hemû wek
dayîka min digirîn”.
Kulegiriyê qirika min girtibû.
Rondik di çavên min de mend mabûn, çavên min reşke pêşke dikirin û peyvên
dastana “Heloy Sor” tevlîhev bibûn. Hemû ew dîmen û teswîrên ku rojane Dr. Seîd
dihate radyoyê, dihatin ber çavên min.
Pêkenîn û nerihetbûnên wî, dilpakî
û rastiya wî û .... cara dawîn ku bal me bû kê bawer dikir ku êdî kek Seîd
venagere û eva sefera dawîn ya wî dibe? Li xerîbî û derve de gorxerîb dibe û dê
li cem mamostayê xwe Dr. Qasimlo aram û veheviyêt û soza xwe! “Yan êm dê
serkevin, yan em dê şehîd bin û dê te hembêz bikin” bi cih bîne?
Roja ku Dr. Qasimlo şehîd bû, ew
nûçeyê bijan min ji Dengê Kurdistana Îranê de belav kir, rûçik û dîmenê Dr. Seîd
her pêş çavê min bû, tim ew roja reş li ber çavê min bû ku ez wekî Kundekê
nûçeyê mirina Dr. Seîd jî bixwînim, neçar bûm, diviya wî nûçeyê bijan, bi xwîna
dilê xwe ji civatên xelkê Kurdistanê re rabigehînim û ji wan re bibêjim ku em
dîsan tûşî musîbetê bûn. Her hinde ku mirov şêt nabe û meriv nateqe. Taltirîn,
bijantirîn û cergbirrtirîn daxuyaniya Deftera Siyasî bû ku bo cara duyemîn
ketibû ser milê min. Lê wekî Êrnêst Hîmîngoy, nivîskarê binav û deng yê
Amerîkayî dibêje: “Mirov qet bo vê yekê nehatiye afirandin ku bireve! Renge
meriv bihê şikandin, lê tu car nahê bezandin”.
Dr. Seîd çi tesîr û bandorek li ser
bîr û jiyana taybet ya cenabê te hebû?
Yekem
tişta ku ez ji şehîd Dr. Seîd hîn bûm, bawerî hebûn bi xwe bû. Wî digot: “Bawerî
bi xwe hebûn garantiya serkevtinê ye. Heta meriv bawerî bi felsefeya hebûna xwe
nebe, mehal e meriv ji pirsgirêka taliyên jiyanê rizgar be û bi ser astengiyan
de zal be. Duyem tişta ku min peyrewî lê dikir: “Pirensîp û exlaqê şoreşvaniya
wî bû, her peyvek ku ji zarê wî derdiket, yan her kiryarek ku encam dida,
şoreşgerî pêwe diyar bû.
Taybetmendiyek din ya Dr.
Şerefkendî eva bû ku nan bi tu kesê re wekî qer nedida, li rûyê mirov de qise
dikir, tearof bi kesê re nebû, rexne digirtin, pêşniyaz jî dikirin. Gotin û
kiryarên wî hev digirtin. Min nedît û nebihîst gotinekê bike û di kiryar de
cîbicî neke, qirnis nebû, gellek sade dijiya, rastî û pakî di hemû kiryarên wî
de hebû, mirovekî fantazî nebû, şanazî bi Kurdbûna xwe dikir. Wekî Kurd xwe ne
bi kêmî digirt û ne jî xwe mezin dikir. Gellek caran di rê û resmên partiyê de
digot: “Ez wekî Kurd çima divêt şermê ji xwe bikim, di halekê de ku Kurdistan
take çepera xebatê li dijî rejîmên herî dîktator û paşverû yên wî serdemî ye,
berxwedaniyê dike, xwînê dide, gorî û qorbaniyan dide û mala wî kavil dibe”.
Şehamet û cesareta Dr. Seîd eva bû
ku şaşî û kêmasiyên xwe didîtin, destnîşan dikir û rexne ji xwe digirt. Dr. Seîd
tu car xwe di çarçoveya bîrteskiyê de nedihişt. Baweriyek kûr û bingehîn bi
pêşeroja geş û ronahiya gelê xwe hebû. Gellek pilan û programên baş, pêşketî û
jêhat bo pêşerojê di mejî de hebûn.
Dr. Seîd di dema tengasî û rewşên
dijwar û nexweş de bêhêvî û bêhêz nebû. Dema ku rêberê zana û bihagiran Dr.
Qasimlo sîngê pak yê xwe kire armanca guleyan û dilê wî ji lêdanê ket, Dr. Seîd
ku dizanî çi berpirsyariyek mezin û girîng ketiye stûyê wî, lê bêy wê ku dilê
dujmin bi gelê xwe xweş bike, gellek şoreşgerane û zîrekane li peyamek bêsîmî de
ku ji bo hêzên Pêşmerge dişand, nivîsand: “Dr. Ebdulrehman Qasimlo Sekreterê
Partiya me çû nava refa şehîdên Kurdistanê, xebat her didome”. Şehîd Şerefkendî
ez hîn kirim ku xwe binasim, li ser pêyê xwe bisekinim, hez ji Kurd û Kurdistanê
jî bikim.
Bi raya te taybetmendiyên herî
berçav yên Dr. Seîd di birêvebirina radyoyê de çi bûn?
Li midehê 14 sal, 2 meh û 23 rojên
ku min şeref û şanaziya xizmetkirina di radyoyê de hebû, ji wî midehî nêzîk bi
11 salan û çend mehan berpirsê rasterast yê “Dengê Kurdistanê” û rojnameya “
Kurdistan” bû, Dr. Seîd girîngî û pûteyekî zaf dida bi perwerde û pêgehandinê.
Hemû ew kesên ku çi li Dengê Kurdistanê û çi jî di rojnameya Kurdistanê de tevî
wî kar kirine, şahidiyê bo vê yekê didin ku çi mamostayekî dilfireh û niyetpak
bû, çiqas li ser wê yekê tekez dikir ew kesên ku pêre kar dikin, bikarin bi
azadî û bi xwasta xwe binivîsin, hayderê mirov bû, berahiya me vekirî hiştibû bo
derbirîna hizr û ramanan, nivîsên tu kesê bal wî sivik nebûn, tu kes ji nivîsînê
dilsar nedikir, bi başî pêdeçûn bi ser nivîsan de dikir û şaşî destnîşan
dikirin, serrast dikir û îcar jêre şirove dikir, zêdetir hay dida ku binivîsîne
û ji nivîsandinê netirs e. Lewra nivîsîn ji bo Dr. Seîd cihek taybetî hebû, wî
azadiya gelê Kurd li qelemê de didît, hemû cehd û tekoşîna wî eva bû ku
nivîskaran perwerde bike. Nivîskarek ku derdê giran yê gelê xwe bibîne.
Dr. Seîd pencereya ronahiya gelê xwe
dîtibû, dizanî ku Kurdan tenê ji bo berevanî ji man û hebûna xwe pena biriye bo
çekê(sîlah), Kurd ji şer bêzar e, hemû azar û bedbextiyên ku hatibine serê wî,
ji şer çavkanî girtine.
Ji bo kek Seîd rohn û eşkere bû ya
ku Kurdan îro zêde hewcehî pê heye û hest pê dike, xwendin e, teyarkirina mejiyê
xwe bi ronahiya zanistê ye.
Dr. Seîd di karê radyoyê û rojnameya
Kurdistanê de, gellek weswas bû, gellek hûrbîn û bêhdar û baldar bû, hemû
tekoşîna wî ew bû ku şaşiyek di weşana programên radyoyê de rû nede ku li ser
partiyê bibe mal. Li rastbêjî û piristîjdan bi dengê Kurdistanê de rolek berçav
û bibandor hebû. Ew rêberekî hêja û jêhat bû, dizanî ku çi dike û çi dixwaze.
Digel wê ku radyo bi gotarên xwe dewlemend dikir, herweha hemû ew gotar û
nivîsên ku bo belavkirinê dihatin amadekirin, him di warê rêzimanî û him jî li
warê rênivîsî de pêdeçûn bi ser de dikir.
Guhdariya mirov dikir, rêz û hurmeta
raman û rayên mirov digirt, herçend ku hevrayê mirov jî neba. Atmosferek tejî ji
biratî û hevaltî di cihê karkirinê de diafirand. Bi gotinên xweş û şirîn xemê
mirov direvandin, tu deman mirov hest bi mandîbûnê nedikir, bi bûna Dr. Seîd
zewqa mirov bo karkirinê bihêztir dibû, bi dilgermî ve erkên pêspartî birêve
dibirin.
Hûn dikarin hin bîranînên xwe tevî
Dr. Seîd bo xwendevanan bas bikin?
Li midehê ew 13 sal û çend mehên ku
min şanaziya hevaltî û hevkarbûna bi Dr. Seîd re hebû, min gellek bîranînên tal
û şirîn bi wî re hene.
Di rastî de ez nizanim ku qala
kîjanê bikim. Qala camêriya wî, mirovdostî, bivêrî û netirsiya wî yan xakîbûn û
pakiya wî bikim?
Yek ji wan bîranînên ku tesîrek
gellek mezin li ser mejî û hestê min daniye û dikarim bibêjim ku bû bi pîvanek
bo nirxandina taybetmendiyên rêberekê di dema rojên tengahî û dijwar de,
vedigere bo 21 salan berî niha, anku bo 25’ Gelawêja sala 1365’ê Rojî, dema ku
binkeya Deftera Siyasî li gundê kavilkirî yê “Gewredê” li devera Şînkayetî a
Kurdistana Başûr bû, wê rojê rê û resma 25’ê Gelawêjê, salvegera avabûna PDK
Îranê birêve çû. Hêzên Pêşmerge yên şehîd “Efşîn” û şehîd “Aware” li du
operasyonên cuda de mizgîniya du serketinên mezin li dijî hêzên Komara Îslamî li
Kurdistanê ji rêya Dengê Kurdistanê ve dane civatên xelkê Kurdistanê.
Hemû aliyek sermestê rêzgirtin ji vê
cejna dîrokî û guhdarî ji wê qehremantiya hêzên Pêşmerge bûn, rojek pirr ji
xweşî û şadî bi ser birin. Lê şevê sîbera reş a xwe bi ser welat de kişandibû,
heval û Pêşmergeyên partiyê ji bo destpêkirina rojek nû ji kar û xebatê hêj di
xewa giran de bûn, heyv li esman de bû, stêrk diçilvilîn, demjimêr 1:17 şevê bû
ku ji nişkêve bûye gurmên, esman bûye agir, bera gulle, agir û topan binkeya
Deftera Siyasî dipîva. Di deqîqeyekê de bi sedan top, qumpare û mûşek diketin
xwarê. Komara Îslamî li wê êrîşî nemaze ji çekên Kîmyayî jî mifah stand. Meremek
pîs û mirar dişopand, hizra qirkirinê hebû, dixwast darbekî giran bide. Rol û
nexşê berçav û şoreşvanî yê Dr. Seîd di wê dema hesas û çarenivîssaz de derket.
Di wê cehenemê de ku binkeyên Pêşmerge tejî agir û ..... bû, bêhna Barût û
şewitîna dar û beran, wir dagirtibû, di wê dema hesas de veşartgeh bi veşarge
digeriya û rênîşaniyên hewce ji bo pûçkirina vê pilana mirar a rejîmê dida xelkê
da ku tesîr û karîgeriyên çekên kîmiyayî kin bike. Bûna şehîd Şerefkendî di wê
demê de wekî mertalek asinî bû ku li ber wê de mirov xwe ji agirê dujmin
biparêze. Wekî çiyayê Jîlwan bi qahîmî sekinîbû, bi cesaret û şehamet ve sîngê
xwe kiribû mertal, hebûna wî aramî û dilxweşî dida me, hêviya me bi serkevtin û
pêşerojek rohn û geş xurttir dibû. Bêguman Dr. Seîd jî wekî hemû însanên din
tirsek di dilê wî de hebû, lê demên wiha de bêy ku xwe bitirsîne û xwe bezir
bike, li ser tirsê de zal dibû û dizanî çawan pêre bilive. Şahidên min jî hemû
ew kes in ku wê şevê Dr. Seîd dîtine.
Gotina dawîn ya we ji birêveberên
niho yên rojnameya KURDISTAN’ê û Radyo Dengê Kurdistana Îranê?
Bêguman medya rolek girîng û berçav
di hişyarkirina civakê de dilîze, bibandortirîn alev e ku her tevgerek bo
pêşvebirina armancên xwe mifahê jê distîne, di rewşa niha de ku nermebayê azadî,
demokrasî û projeya Rojhilata Navîn a mezin dest pê kiriye û gellek eyan û
bingehîn di deverê de rû daye. Bo Kurd fersend û derfetek giring û zêrîn hatiye
pêş û divêt ji vê derfetê bi qazanca xwe mifahê jê bistîne. Medyaya Kurdî û bi
taybet “Kurdistan” û Dengê Kurdistana Îranê divêt qala biratî û yekîtiyê bike.
Di hişyarkirina ruha netewî de erkê xwe bi awayekî modern ku ligel serdemê niho
de hevterîb be, bilîzin niha ku di qonaxek hesas de dibihure, li hemû demekê
zêdetir hewcehî bi yekîtiya refên xwe heye. Bûna enî yan bere li navbera hêz,
rêxistin, alî û kesayetiyên nava qada xebata rizgarîxwaz a gelê Kurd de
hewcehiyek dîrokî ye. Eva peyamek e ku dîrokê xistiye ser milê wan, tenê xurt û
qahîmkirina refên me ye ku gelê me yê Kurd ber bi kopika serkevtinê rênimayî
dike. Serkevtinê bo tev aliyekê dixwazim û mandînebûnê ji we dikim. |