|
li hev
nêzîktir bike û ev nêzîkbûyîn ber bi yekîtiyek ve bimeşe. Her wek tê zanînn, îro
gellek pirsgirêk û kêşeyên muzîk û hunera Kurd hene û hemû jî, li benda
çareserkirinê ne. Ji asîmîlasyon û pişaftin û talankirinê, bêguman musîq, ji
hemû waran zêdetir para xwe distîne..Yên ku sitranên welatan çê dikin, ji wanên
ku zagonên welatan çê dikin, hêjatir û birûmettir in. Ev gotinek pir binirx e.
Lewra ye ku asîmîlasyoner ewil ji pişaftina muzîka Kurdî dest bi kar kirine.
Dibe ku ev konferans bibin silsile û her tim dewam lê were û xal û halên
asîmîlasyon û pişaftinê, ji ser sîngê mûsîqa Kurdî, were paqijkirin û maliştin.
Konferans namzetê vê yeke bû , bi raya min.
Her weha
Muzîka Kurdî gellek jar û zeîf bûye ji ber derb û zerbên biyaniyan. Wisan ku ber
bi bê pênasiyê ve daketiye rê. Ev rê rêya xeter û nemanê, rêya xela û mirinê
bûye. Ger xebatên weha bi nirx û akademîk nebin, bê şik muzîk tenê bi serê xwe
nikare ji vê rêyê vegere. Kor û tîm û ekîbên lêkolîner dikarin di nav xwe de her
kes li gor zanebûn û pisporiya xwe, kar û barên xwe dabeş bikin û bi hêz û
xebatêk bijare wê muzîka ku niha sewse û hatiye tewşkirin carek din ji nû ve bi
ser esl û astarê wê paşve vegerînin.
Ev hêvî min zêdetir heyecan dike û ez bawerim ku bi xizmet û xebatên wiha di
zûtirîn wextek de dê gellek berhem û çalakiyên baş bi dest bikevin. Her weha
ciyê şanaziyê ye ku êdî xweş halin ku desteyek bijare lêzan û agdarê muzîkê ji
nav jenerasyona nû a Kurdan perwerde dibe.
Ji bo destpêkê ev konferans bi raya min serkeftî bû. Di hemû karan de kêmanî
xuya dikin. Her weha ew kêmasiyê ku hatin dîtin, carek din dê nemînin û
konferans û xebatên ayende, dê baştir û têkûztir bêne amade kirin. Ez bawer im
ku dem û dezgeyên muzîka Kurdî çiqas zêde bibin, ewqas baş e û dê karê me
hêsantir bikin. Lazime ku rojek zûtir muzîka Kurdî vegere ser koka xwe. Her
weha taze aj bide û rabe ser pê. Vî karî jî, tênê korên xebatê, dem û dezgeyên
wekî vê konferansê dikarin bidin hewil dan.
ASTA Muzîk û HUNERa KURD
Li gor we
ji bo muzîka Kurdî bigihêje asteke giranbiha divê çi bê kirin?
Ya rast îro jî Muzîka Kurdî geyîştiye astekî berz û bilind. Beramber bi dû,
gellek gavên baş hatine avêtin. Ji roja ewil û hetanî îro muzîk kutahî bi jiyana
xwe naniye. Lewra folklora Kurdî tenûr û kûreya musîka Kurdî bûye. û dengbêjên
Kurd wekî bilbilên baxê beheştê, her sitriyane û ji ser lêvên xwe sitran û
kilaman kêm nekirine hetanî îro. Di dîwan û hizûra mazin û mêvanan de her dem
wekî şalûl û bilbilan destê wan li pala guhê wan bûye û xasima di wan şevên
dirêj ên zivistanan de hetanî berê sibê qîriyane. Ev kevneşopiyek taybetî û
serwetek hêjaye di destê hunermendên Kurd de ku dikarin pê kûbariyê bikin.
Lewra şensek wiha di destê kêm hunermendên dunyayêdeheye.
Sedem ku xezîneyek wiha giranbiha di destê me de heye, lazime em jê gellek
îstîfade bikin. Reng û rûyê muzîkvan, çi be, bila bibe, divê ew ji kaniya
folklora Kurdî dûr nebin û jê avê vexwin. Her huner li ser aqara xwe perwerde
dibe û digêjê astên bilind.
Heyf û mixabin ku îro gellek hunermend û sitranbêj hene ku di nav şaşiyek mezin
de ne û hertim bi wî alî, bi vî alî ve kaş dibin. Ew nizanin ka gelo çi bikin.
Di nav aloziyek pênasî de ser û dilê xwe di êşînin. Lazime ku ew dev ji xwe
kaşkirinê berdin û bi zûyî ve werne ser kaniya folklora xwe û tênîtiya xwe li wê
bişkênin. Dê bibînin ku ew ê serfiraztir û dilşatir bibin.
Îro divê li gor sewtên nûjen ên dunyayê em jî muzîka xwe bi pêş ve bibin. Dengê
me li derveyê sînorên me jî bê bihîstin. Bizer dema ku guhdariya me bikin
bizanin ku em Kurd in û ew sitranên li ser lêvên me berhemên folklor û çanda
Kurdî ne. Ez li gor karîna xwe wezîfeyek weha dikim. Helbete bi min wisa xuya
dike. Nizanim gelo ka bes e yan na.. ? Bê şik têne cehd û hewla min jî, ne bes
e. Lazime gellek kesên din jî berê xwe bidne ser warê sewt û muzîka dunyayê. Lê
li ser koka xwe tiştên nu nûjen biafirînin.
“ Jİ ALIYÊ
GEL VE NİRXANDİNA HUNERa KURDÎ Dİ Çi HALÎ DE YE “.
Em dikarin
bêjin hunermendên Kurd bi her awayî mafên ku divê bê dayin distînin. Hem ji
aliyê gel, hem ji aliyê sazî û dezgehan û hem jî ji aliyê aborî?
Bi rastî em
îro nikarin bêjin ku yek hunermendê me jî, di hal û mercek baş de dixebite. Her
wiha rewşa aborî û zirûfên civakî mixabe ku ne ligora xwesteka dilê me ne. Lewra
em hunermendên miletek bindest in. Li her ciyekê dunyayê xebatên çandî û hunerî
ji aliyê dezgeyên herêmî yan jî dewletî ve têne piştevanîkirin. Yanî huner
siziyek bilinde û perwerdebuyîna huner jî lazime were paldan û ev kar hewceyê
piştgiriya dewletê ye. Lê em xwediyê tiştek weha nînin. Lewra em hê jî sêwî ne
li dunyayê û bê xwedîne. Lewra tenê kurd in ku li ser rûyê erdê nifusê wan ji 50
milyona zêdetir e û hêj jî, bê dewlet in.
Di halek weha
de ne qabile ku em di hemû warên jiyanê de, di kar û barên hunerî de û di jiyana
civakî de serfiraz û rûgeş bin. Tu dem û dezgeyek me tune ku nîşanên liyaqatê
bide me. Em hunermendên gellekî bindest in ku zor caran sitranên me xewa nevana
durevînin. Dê çawa ew qedrê me bizanibin. Tenê dimîne gelê me yê reben.. Ew di
nav vê şerpezehî û bextreşiya xwe de dê bikare gelo çiqas me li ser desta bigre
û qedr û qîmeta me bi parêze.? Yan jî jiyana me a aborî dê çawa bigihîjîne astek
hemdemî di hal û mercek weha de.
Lê dîsa jî em ewqas gilîkar nebin baştir e. Eger têr û eger birçî, lazime ku em
dengê sitranên xwe nebirin û her tim bi lorînin da ku rojên xweştir, bibînin.
Hunermend oksîjena gelên xwe ne. Dema dengê hunermendan bê sekinandin,
milketê wan nikare nefesê bistîne. Lewra em bi dil û can di her qonaxî de hewl
didin ku nefesa gelê me neyê birîn. Hêvîdar im ku di demek kurt de rewşa
hunermend û muzîkvanên Kurd dê baştir bibe.
REWŞA
MuzîkA KURDÎ YA ÎRO ÇAWA YE Bİ DÎTİNA AYNUR DOXAN. ?
Lazime mirov bi zaniyariyên mûsîqa Turkî, mûsîqa Kurdî şirove neke. Lewra herdu
ne yek tişt in. Her weha her yekek zirûfên xwe ên taybetî hene. Her yek ji wan
di merc û aqarê xwe de perwerde dibe. Ev herdu ne berevajiyê hev in. Bi hemû
şîweyan ji hev cuda ne û heta mirov dikare bêje ku ne cînarê hev in jî. Lewra
zimanê herdukan jî her yek ji ciyek derbûye ku nêzîkî hev jî nînin. Dîsa raman û
çand û folklor û zargotina herdukan jî jihev gellek dûr in. Sedem vê yekê,
xeterên li ser rêya mûsîqê ji bo herduyan ne bi yek rengin. Yanî wekî ku tê
qebûlkirin, Arabesk li ser rêya mûsîqa Turkî xeterek mezin e. Lê di nav muzîka
Kurdî de hatiye hevîrkirin. Lewra êdî bûye parçeyek ji vê mûsîqê. Keza Pop, îro
di mûsîqa me de hê ranebûye ser pê û hêdî hêdî xurt dibe. Bi guncan û îmkanên
şexsî ne qabile ku zûtir geş bibe. Lewra berê hunermendên Kurd ê gellekan ber
bi dunyayê ve ketiye.
Hunermendên me jî, hê bi sererastkirin û têkûzkirina xwe ve mijûl in. Zêde hayê
wan ji muzîka cîhanê a îroyîn tune ye. Tenê ewên ku li derveyê welat dijîn ew
hinekî nasyar in, lê bê gûman ev yek ne bes e. Lazime ku mirov li ser muzîka xwe
zana û hosta be. Dema ku mirov şarezayê muzîkê be, mirov ji zimanê muzîkê fêm
bike wê demê karê mirov rihettir dibe. Bi vê yekê mirov dikare li ser mûsîqa
cîhanê jî, serê xwe biêşîne. Di vira de tîştê balkêş ew e ku divê mirov tu carî
ji kevneşopiya mûsîqê veneqete û ji kok û reh û rişelên mûsîqa xwe a netewî dûr
nekeve ango jê cuda nebe.
Îro êdî mûsîqa
me jî, mîna hemû warên jiyanê li ser rêya raperîn û perwerde û pêşveçûnê ye. Ez
jibo pêşerojê hêvîdar im. Lewra ji niha ve van îşareta distînim. Lazime ji başûr
ve dest bi seferberiyê were kirin û bi zûyî mûsîq ji nav lepê dijwarî û xederayî
bête felitandin. Lazime zêdetir akademî û enistîtuyên huner û muzîkê bêne
çêkirin û li ser mûsîqa Kurdî zêdetir lêkolînan çê bin. Di radyo û televîzyona
de zêdetir cih bidin mûsîqa kurdî û rêya geşbûna mûsîqê xweştir bibe.
Televîzyonê û kanalên taybetî ên mûsîqa Kurdî bêne damezrandin û li ser mûsîqa
Kurdî pispor li hev bicivîn, bernameyek ajdanê dirust bikin.
Her wek tê
zanîn ku tu sazgehên fermî yan taybetî tunenîn ku pisporan perwerde bikin li ser
mûsîq û torevaniya Kurdî. Ne bestekar û torevan û ristevan, ne aranjor û
tonmaîster û supervîzor û kesên pispor ên mûsîqê. Em jî mecbûrê mûsîqzanên Turkî
ne. Lewra şerît û newarê me pîrnî di tema Kurdî de ne, lê hinek caran jî bêhna
Turkî ji wan tê. Helbete ev tişt pirsa hemû hunermendên Kurd in. Ev jî
bêçariyek mezin e. Lazimê konservwatûar û akademiyên Kurdî bêne danîn ku ev
pirs çareser bibe. Eger dewlet neke jî, bi ya min beledyeyên Kurdî dikarin dest
bavêjine tiştek weha û li ser vê pêşniyarê serê xwe bi êşînin.
XEBAT Û
CEHDA ROJÊN AYENDE
Xebatên we
yên niha ji bo albumeke nû hebe em wê jî ragihînin xwendevanên xwe.
Niha xebateke
min ê amadebûyî tune ye. Lê ez li ser repertuwara xwe dixebitim û min niyet e ku
ez kasetek baş û xurt amade bikim: Hê ev xebat ne gehiştiye. Ez baş
dizanim ku bîzer û guhdarên min ji min tiştên baştir hêvî dikin. Lewra ye ku ez
jî acelê nakim. Bi bêhna fireh wirde wirde ezê xebata xwe bidomînim. Wexta ku
min bi xwe got “erê temam. Êdî hevîrê me hazir e. Em dikarin bidne tenûrê.“
wê demê emê bîr û raya Kurd ji xebata xwe a nû haydar bikin. Bi vê rêyê ez ji
we û ji xwendevanê we re, hez û rêzên xwe pêşkêş dikim û ji were
serkevtinê dixwazim. Serfiraziyê jî, ji hemû gelê me re hêvî dikim. Ez baş
dizanim ku Kurd hewceyê tiştên baş in. Lewra divê mirov layiqî gelê xwe be. Divé
gelé mirov bikaribe bi evladên xwe, bi taybetî jî, bi hunermendên xwe kubariyê
bike. |