Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Hevpeyvîn Bi Ebdulhemîd Derwîş, Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû Ya Kurdî Li Sûriyê Re

“ÇARESERKIRNA PIRSGIRÊKA PKK BI AŞTÎ JI TEVAN RE QAZANC E”

 

Wergerandin ji Erebî/ Elî Şemdîn

Di 20.10.2007an de “PUKmedia”yê hevpeyvînek tevî birêz Ebdulhemîd Derwîş (Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê) çê kiribû. Di vê hevpeyvînê de rêdar Derwîş roniyê davêje ser hin pirsgirêkên siyasî yên giring, bi taybet biryara Parlemana Turkiyê ji bo derbasbûna herêma

Kurdistanê bi behana êrîşa li ser PKK’ê, ji  ber giringiya vê hevpeyvînê ku li Şamê rojnamevan Îbrahîm Ebdî pêre çê kiriye, li jêr me ji xwendevanan re ji zimanê Erebî wergerandiye zimanê Kurdî:

Nêrîna we li ser van bûyerên dawî ku Parlemana Turkiyê rê daye leşkerê xwe bi behana dûvketina çekdarên PKK’ê derbasî Kurdistana Îraqê bibe, çi ye??

Diviyabû hikûmeta Turkî û berpirsên Turkan şêwekî din bibînin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, awayê din ku ez dibînim ew e ku pêwîst e bi tevgera Kurdî re li Turkiye riyên diyalogê werin vekirin û her wiha PKK’ê jî di nav de. Tenê çareserkirina aştiyane dê aştî û ewlekariya turkiyê bide parastin, lê belê gef û êrîşên leşkerî êdî bûne siyasetek kilasîkî û kevin û li cîhanê tu dost û hevalên wê nemane û gotûbêja ku dibe derbara êrîşberdana turkan li ser Kurdistana Îraqê, erêkirina Parlemana wan li ser vê biryarê ew bi xwe şaşiyeke mezin e û bêguman dê ji aliyê hemû hikûmetan û ji aliyê raya giştî ya cîhanî ve bihê pirotestokirin.

Hin kes bawer in ku armanc li pey vê êrîşa Turkan ya leşkerî li ser Kurdistana Îraqê, eger pêk were, ew e ku vê ezmûna Kurdî ya bi serkeftî li Kurdistana Îraqê têk bibin û armanca wan jî ew e ku destkeftiyên miletê Kurd li vê herêmê bidin perçiqandin, hûn vê nerînê rast dibînin?

Belê, ez bawer dikim ku ev bi xwe armanca serekî ye ji tevgera turkan, ji ber ku kêşa federalîzmê li Kurdistana Îraqê pirsgirêkek girîng e û aciziyek mezin çê dike û dewletên ku Kurd li cem wan hene (Turkiye, Îran û Sûriye) vê ezmûnê dibînin wek xeterek li ser xwe, ji ber ku ditirsin ku Kurdên li cem wan jî wan maf û destkeftinên ku birayên wan li Kurdistan Îraqê bidest xwe xistine, ew jî mîna wan bixwazin, lewma ev dewlet dixwazin vê ezmûna serkeftî bidin perçiqandin, ji bo ku nebe nimûnek ji Kurdên parçên din re jî, êdî ew jî wek vê ezmûnê ji xwe re bixwazin û ez bawer nakim ku armanca serekî ji vê pîlanê lêxistina binkeyên PKK’ê be, lê Turkan çalakiyên PKK’ê kirine behane ji bo vê ezmûna Kurdî ya demokratîk li Kurdistana Îraqê bide herifandin, û ji bo berê Îraqê ji sîstema wê ya federalî bide guhertin.

Eger rewş wa be, divê li vir ez bêjim ku rizgarkirina Kurdistana Turkiyê ji çiyayê Qendîlê pêk nayê, lê belê ji hundirê Kurdistana Turkiyê pêk tê, yanî ji çiyayê Ararat û Agirî. Ez hêvî dikim ku biraderên di PKK’ê de vê xalê baş tê bigihin û behane nedin dest turkan û yên dinê ku dest bi êrîşên leşkerî bikin ji ber ku bêgumane ev êrîş dê zirarek mezin li şûn xwe bihêle, her wiha ez bangewazî hikûmeta Îraqê û berpirsên Kurdan dikim, bi tayebet birêz Celal Talebanî Serok Komar û birêz Mesûd Berzanî Serokê Herêma Kurdistanê ku karekê bikin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û qutkirina rê li ber hemû destên derve ku dirêjî hundir dibin.

We nêrîna Sûriyê çawa xwend, ku Serokê Sûriyê Beşar Esed eşkere gotibû dema çûbû serdana Turkiyê vê dawiyê, ku wî piştgiriya êrîşa leşkerî kir, dema got ku mafê Turkiyê heye li ber xwe bide li dijî terora PKK’ê ku ji aliyê Îraqê ve tê, li gor ku turk dibêjin?

Ez şaşiyek mezin di vê nêrîna Sûriyê de dibînim û daxuyaniya ku serokê Sûriyê Beşar Esed belav kiribû ne di ciyê xwe de bû û ne dirust bû û dê were famkirin ku nerînek nîgetîv li dijî Kurdên Îraqê û li dijî miletê Îraqê bi tevayî jî, herwiha çi nêrînek piştgiriya êrîşa Turkiyê bike, ew nêrîn çewt e, bi baweriya min daxuyaniya serokê Sûriyê pêwîstî jê re nebû.

Tu bawer dikî ku ew nêrîn hatiye ji bo lêxistina ezmûna Kurdî ya serkeftî li Kurdistana Îraqê, ku navtêdanê dide Kurdên parçê din ji bo wê jî doza çareseriyek weha bikin?

Bêguman, ezmûna Kurdistana Îraqê di demek nêzîk de, dê rolekê bilîze û vê piştgir be ji tevgera Kurdî li Kurdistana Turkiye, Îran û Sûriye re, dê hêzên şovînî û nijadperest ku dijatiya jiyana demokratîk û azadiya miletan dikin, dê bi çavê tirsê li vê ezmûnê binêrin û ev hêz jî di van dewletan de hene, dê bi hemû hêza xwe kar bikin ji bo xerakirina vê ezmûnê da ku ji bo welatên wan neyê guheztin.

Serok mam Celal doz li Enqere kir ku bêhna xwe fereh bike û xwe ragire, ji PKK’ê jî xwest ku binkeyên xwe yên li çiyayê Qendîl berdin û vegerin Turkiyê, lê birêz Mesûd Barzanî ji miletê Kurd li herêm xwest ku li ber vê êrîşa Turkan bisekine û li ber xwe desthilîne bi hemû karîbûna xwe, hûn çawa vê nerînê dibînin?

Dubare dibêjim ku çareserkirina atiyane baştirîn çareserkirin e, berjewendiya hemû aliyan têde heye û eger êrîş dest pê bike, bêguman dê miletê Kurd mezintirîn zirar bibîne, daxuyaniyên ku mam Celal belav kiribûn rast û durist bûn, ji biraderên PKK’ê tê xwestin ku bawer nekin dê bikaribin Kurdistana Turkiyê rizgar bikin ji çiyayê Qendîl, divê herin çiyayê Turkiyê, ew çiya gellekî baş in ji bo şerê çekdarî ku ev partî pê dibake û bi nêrîna min divê Turkiye li çareserkirinek demokratîk bigere ji bo pirsgirêka Kurdî li cem xwe, berî ku berê xwe bide şêweyên leşkerî.

Pirsgirêkên miletan êdî nema bi çek û şer çareser dibin, ta niha ji miletê Kurd pêve kes nemaye bêpar ji mafên xwe yên netewî di vê cîhanê de, lewma divê Enqere bikeve diyalogên kûr de bi tevger û kesên Kurd re yên li Kurdistana Îraqê û bi Kurdên li Turkiyê jî tevlî PKK ku ew jî êdî dê bibe beşek ji çareserkirinê ne ji piroblemê, bi gumana min Kurd li Turkiyê daxwaza mafên giran nakin û li ser roniya zordestiya ku hatiye meşandin, li dijî wan di qonaxên borî de, dê razî bibin bi hindiktirîn destkeftin û ezmûnên turkiye yên tal hene, ji ber ku her xwestiye bigehe çareseriyekê bi şêweyê leşkerî û her ew jî bi ser neketiye.

Tu ji PKK dixwazî ku ji binkeyên xwe li çiyayê Qendîl derkevin, lê li gor nêrîna îdeolojiya PKK’ê Kurdistan yek parçe ye, lê di nav çend dewletan de hatiye parvekirin?

Ez li dijî vê nêrînê me, ji ku bi dîtina min ew nerînek xeyalî ye, ne li gor rewşên herêmî û yên navdewletî ne û bi tu awayî piştgiriyê ji kesekî nabîne û ji mafê desthilata Îraqê ye ku Îraqa gênc biparêze ji hemû pîlanên ku dixwazin ewlekariya wê têk bibin, her weha hikûmeta Kurdistana Îraqê jî mafê wê heye ku tiştê pêwîst di vî warî de bike. Hevalên PKK’ê divê li ber nazikbûna vê rewşê bisekinin û ji Kurdistana Îraqê derkevin da ku ew jî nekeve ber xeterî de, behanê ji dest turkan derxin, ji vê bêtir ez bawer dikim ku îro bêdengî ne gurkirin ji PKK tê xwestin, ji ber ku mana Receb Teyib Erdogan ji berjewendiya Kurda ye, ji ber ku leşker jê hez nakin û rabûna PKK bi operesiyonên çekdarî li Turkiyê nerîna Erdogan qels dike ku dixwaze rola leşker teng bike, di derbara dan û sitandinê de bi kêşa Kurdî re li Turkiyê hikûmeta Erdogan ji yên din çêtir e, û ew amade ye ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî, ji ber vê yekê pêwîst e rê were dan ji van hêviyan re da ku Erdogan xwe ne avêje hembêza leşker.

Berî çend rojan bîranîna salane ya hejmartina awarte ku li herêma Cezîrê di 1962’an de pêk hatiye û li gor vî pirojeyê bi hezaran Kurdên Sûriyê ji nasnama wan bêpar man û serokê Sûriyê Beşar Esed di axavtin sûndxwarinê de li miha Tîrmeha borî de, di Parlemanê de soz dabû vê kêşê çareser bike, gelo tu gavên pirtîkî di vî warî de hatine avêtin?

Ji ber ku ez di nav tevgerê de me, ji dema destpêka wê ve di sala 1957’an de, min dehan car ji berpirsên Sûriyê bihîstiye ku hindik maye ku çareserkirina kêşa nasnamê bi dawî bînin, lê mixabin ew soz heta îro jî pêk nehatin. Lewma ez nema bawer im bi pêkanîna tu sozan di vî warî de, û min ev baweriya xwe guhezt ji Necah Etar re (Cîgira Serok Komar ya karê rewşenbîrî), min ji wê re got: “em nema baweriyê bi van sozan tînin, ji ber ku nahên bicîkirin, hêvî dikim ku hûn karekî bikin eger piçûk be jî, ji bo ku bawerî bi we were”. Ji vê zêdetir jî diyare ku ji dema mirina Hafiz Esed şûnde vegerek di nêrîna desthilata Sûriyê de li hemberî pirsgirêka Kurdî heye, vaye çend bûyerên nigetîv mîna bûyerên 12.03.2007’an li Qamişlo, kuştina Şêx Maşûq Xeznewî, nakokiyên ku vê dawiyê li Dêrikê gihşibûn xwînrijandinê di navbera Kurd û Fila de, van bûyeran sere Kurdan dixwest, tevî ku seranserê 30 salî ji hukmê rehmetiyê Hafiz Esed herêmên Kurdî li Sûriyê bûyerên wek van xerab nedîtine, hêvîdarin ku desthilat nerînek pozetîf ji Kurdên Sûriyê bigre, dev ji siyasatên şovînî berde ku ji aliyî şovîniyan ve li dijî Kurd têne meşandin, ev siyaset qet xizmeta Sûriyê nakin, lê belê zirarê digihînin yekîtiya niştimanî ya Sûriyê.

Kurd parçek ji vî welatî ne û divê li wan bi nerînek wekhev li hember xelkên vî welatî yên din binêrin û li mafên wan jî bi nêrînek mirovî û niştimanî û adîlane binêrin û dûrî hemû rengê zilm û zorê. 

Tê gotin ku nerînek heye ji bo cîbicîkirina çend êlên Ereb di herêma Dêrikê ya Kurd de li Bakurî Rojavayê Sûriyê, çi rastiya vê gotinê heye, nerîna weçi ye?

Tiştê ku tê gotin rast e û biryar jî di vî warî de hatine sitandin. Lê ta niha nehatine cîbicîkirin, em ji hukûmeta Sûriyê dixwazin ku vê gavê ne avêje, ji ber ku dê bibe mayînek û dê biteqe di nav millet de li Cezîra Sûriyê ji Kurd û Erebên Sûriyê û yên dibin.

Wek tevgera Kurdî li Sûriyê, we çi kiriye da ku weke ev pirojey neçe serî?

Di dest me de tenê pirotestokirin heye, me dezgehên dewletê yên asayî û opozîsyon tev agahdar kirine, bi zerera ku ev piroje wê lid û xwe bihêle û me ev siyaset tazî kiriye, ji ber ku ev piroje nayê naskirin, tenê nijadperestî ye û divê were pirotestokirin û desthilat jî divê dest ji wê berde û nema di cîbicîkirina wê bifikire.

Têdîtin:

Gotinên birêz Ebdulhemîd Derwîş, Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû Ya Kurdî Li Sûriyê nêrînên wî û siyasetên partiya wan in. Ew ne siyast û nêrînên Agirî û malpera “Kurdistanmedia”yê ne.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 16’ê Pûşpera 1387’ê Rojî