|
Hevpeyvîn/ Selîm
Zencîrî
Aqibet piştî heyamek
dûr û dirêj tevgeriyan bi pirs û kirîzên navxweyî re, hilbijartin li Turkiyê de
birêve çû û Partiya desthilatdar a AKP’ê bû xwediyê zorahiya dengan di
Parlemantoyê de, lê gelê Kurd bû xwediyê 23 Parlemanteran! sedem?
Rast e 23
Parlemanter ku bi nasnameya xwe Kurd in û kurdatiya xwe înkar nakin, çûne
Parlemanê û li gorî nifûsa Kurd hindik in. Lê di partiya AKP’ê de jî zêdetir ji
80 Parlemanterên Kurd hene ku di nava wan de jî gellek însanên zana û welatparêz
tên dîtin. Lê di rastî de li şiyan û karîna Kurdan de heye ku gellek zêdetir ji
23 nûneran bişîne Parlemanê, lê di Turkiyê de du asteng li pêşiya Kurdan de
hene. Yekem, di sîstema hilbijartina Turkiyê de qas yan rêjeyek bo Partiyan
diyarî kirine ku %10 a dengên giştî ye. Eva jî berbend yan seddek e li pêşiya
Partiyên Kurdî û bi enqest bo temirandina dengê heqxwaziya gelê Kurd li
Parlemanê de hatiye danîn.
Astenga duyemîn,
nebûna yekîtiyê di navbera Kurdan de bû. Bi raya min ger Kurd bi giştî (sosyal,
çep, demokrat, Îslamî û heta serok eşîret û melayên welatparêz) hevdeng bûna û
bi yek lîste beşdar bûna, dê karîbana bi hêsanî wê rêjeyê biqedînin ... lê
mixabin serî negirt.
Lê çawa bû ku AKP’ê
li bajarên Kurdakincî de piraniya dengan bidest xist?
Yekem, partyên
Kurdî wekî partî beşdar nebûn û wekî berbijarên serbixwe beşdar bûn. Duyem, AKP
di heyamê hilbijartinê de zimanek nerm bi nîsbet pirs û doza Kurd û hikûmeta
Herêma Kurdistanê girte pêşiya xwe. AKP wê demê weke mafxwarî û zulmlêkirî
dihate berçav, ew jî zêdetir ji ber zext û givaşên kemalîst û generalan.
Lê li hember de
partiyên nasyonalîst yên din wekî Partiya Komara Gel, Tevgera Nasyonalîstên Çep
û ... ji ber wê ku partiyên sîstemê ne, faşîst û kemalîst in, di heyamê
hilbijartinê de kar û xebata wan tenê dujminatiya bizava neteweyî a gelê Kurd,
Kurdistana Başûr û Parlamentoya Kurdistanê bû.
Sêyem, eva bû ku
AKP’ê bi îmkanatên dewletê li heyamê desthilatdariya xwe de hin karên
xizmetguzariyê li gund û bajarên Kurdistanê de kirin û bala Kurdan kişande aliyê
xwe. Lê bi baweriya min ew Kurdên ku dengê xwe dane AKP’ê, karek baş kirin. Ji
ber ku hilbijartina Turkiyê di navbera eniya Kemalîst û ne Kemalîstan de bû.
Eşkere ye ku cihê Kurdan ne di eniya Kemalîstî de ye. Çûnku sîstema kemalîzmê bi
hemû naveroka xwe dujminê azadiya gelê Kurd e. Wê demê me jî dawxaz kir ku dengê
xwe nedin kemalîstan, vêca kemalîst çi Kurd bin û çi jî Turk, ferq nake û ew bo
me xeta sor bû.
Lê mixabin her ew
AKP ya ku piraniya Kurdan dengê xwe jêre avêtin, bi hevkariya Kemalîstan piştî
hilbijartinê, biryara êrîşa leşkerî li dijî Herêma Kurdistanê di Parlemantoyê de
dane erêkirin. Hûn sedemên wê bo çi vedigerînin?
Rast e, şikesta
Kemelîstan di hilbiartinê de nahê vê wateyê ku hevrikî û rikeberanê bi dawî
hatibe û Kemalîst meydanê vala bikin! Na, ew her di çepera xwe de ne. Lewra
Jeneralan pîlanek din dan pêşiya xwe û xwestin ku ji xala lawaz û zeîf ya
AKP’ê(pirsa Kurd) derba xwe biweşînin. AKP’ê jî dixwest ji aliyekê dilê Kurdan
xweş bike û ji aliyê din jî dilê nasyonalîst û jeneralên Turk bidest bixe û vê
balansê biparêze daku li pêşiya wan de nebin asteng. Lê generalan bi başî ji vê
derfetê mifah standin, li hemberî hevdîtin û pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re
helwest girtin û eşkere kirin ku nabe em tevî – terorîstan – bicivin. Çûnku
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya – terorîstan – dike!
Lê piştî
hilbijartinê me dît ku tund û tûjî li Turkiyê zêde bû. Li Colemêrgê êrîş li ser
Mînîbosekê hat kirin ku têde 11 caş û kirêgirtiyên Kurd hatin kuştin û bi
baweriya min karê dewletê bi xwe bû. Piştî hingê li boseyek PKK’ê de 13 esker
hatin kuştin, dûre 12 esker paşan 8 esker hatin girtin. Bi giştî rewşa siyasî ya
Turkiyê aloz bû, bi fîtik û paldana general û medyaya Tirk, hesta nasyonalîstî a
Tirkan bilind bû. Lewra AKP’ê nekarî xwe li hemeber wê lehiyê de bigire û neçar
ma ku bi zimanê wan bipeyive. Loma ew biryar di Parlemanê de pesend kirin û
hikûmet serbest hiştin bo êrîşa ser Herêma Kurdistanê bi hêceta lêdana binkeyên
PKK’ê.
Lê di esas û bingeh
de armanca wan ji êrîşê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku siyaset û
stratejiya emnî – neteweyî a Tirkiyê her sal xalên xeternak û cihê tirsê bo ser
Tirkiyê destnîşan dike. Xala yekemîn û herî xeternak bo wan pirsa Kurd e û bi
gef û metirsiyek mezin bo ser asayişa xwe dihesibînin. Lewra bi eşkere gotin ku
xala xeternak bo Turkiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ew wiha difikirin ger di
pêşerojê de Kerkûk jî vegere ser Herêma Kurdistanê û madeya 140’ê cî bi cî bibe,
wê demê Kurd dê di warê aborî de bihêz bibin û êdî em nikarin pêşiya
bidewletbûna Kurdan bigirin.
Piştî seredana
Erdoxan bo Amerîkayê û hevdîtina wî bi Buş re, hûn rewşê çawa dinirxînin?
Zirûf hinekê
armatir bûye û wiha dixuye ku wan li ser hin xalan lihev kirine. Lê Buş bi
eşkere ji wan re got ku em nahêlin hûn êrîşê bikene ser Başûrê Kurdistanê. Bona
wê ku vê gavê Herêma Kurdistanê aramtirîn devera Îraqê ye û em razî nabin ku hûn
tenahiya deverê tevlihev bikin.
Aliyê din jî
Amerîka jînosîd û komkujiya ermeniyan li serdemê Împeratoriya Osmaniyan de wekî
kartek givaşê li dijî Tirkiyê bikar tîne, wê yekê jî tesîra xwe li ser arambûna
rewşê heye û renge bi hev re îtifaq kiribin ku hûn êrîşê nekin, em jî basa vê
jînosaydê nakin.
Egera operasiyona
leşkerî ta çiqasê heye?
Eva pirsgirêkek
mezin e. Him Amerîka, him YE’ê û bi giştî hemû cîhan dijî operasiyona Turkiyê bo
ser başûr e. Tirkiyê bê îzna Amerîkayê nikare êrîşê bike. Lê renge operasiyonek
bi tengasî, xaw û bo midehek kurt li ser sînor, çiyayê Qendîlê û li dijî
binkeyên PKK’ê bike. Heta operasiyonên biçûk jî divêt bi pesenda Amerîkayê bin.
Amerîka tim ji Turkiyê re dibêje ku ji bo çareseriya vê pirsê divêt hûn bi Îraq
û Hikûmeta Herêma Kudistanê re gotûbêjê bikin. Lê mixabin hetanî niha Turkiye
amade nebûye ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gotûbêjê bike. Çi bi erênî û çi
jî bi nerênî ew neçar in ku li ser maseya gotûbêjê birûnên. Lê ger êrîşê bike,
dê di piroseya YE’ê de bikeve tengasiyê, renge Yekîtiya Ereban jî li dijî
Tirkiye bisekine. Çunku Îraq welatek erebî ye û li gor pirensîpên Yekîtiya
ereban, her welatek erebî bikeve ber êrîşa welatên biyanî, ew bi êrîş bo ser
cîhana ereb tê hesibandin. Her wiha dê li warê aborî û bazirganî ve zirarê bike,
ji ber ku aboriya Tirkiyê ewqas bihêz nine ku bikare şerê dûr û dirêj li derveyî
sînor encam bide. Dê nirxa petrolê jî di encama şer de giran bibe û giranî dê
bazara Turkiyê dagire û li encam de jî nerazîbûna gel li Tirkiyayê de dê serî
hilde. Torîzm jî ku çavkaniya dahata Turkiyayê ye dê kêm bibe. Her wiha Aramî û
tenahî jî li Tirkiyê de namîne û ...
Bi baldan bi
dîroka siyasî a gelê Kurd mirov heya çiqas dikare bi hevalbendiya Amerîka û Kurd
re piştrast û xatirxcem be?
Di siyasetê de
piştrastbûn û xatircemiya %100 tune. Tenê mirov bi gelê xwe û xortên gelê xwe re
dikare piştrast be. Lê bi dostên derekî re piştrastbûn bi tevahî nine. Bi raya
min vê gavê berjewendiya Amerîka û welatên Rojava di Rojhilata Navîn de bi
berjeweniyên Kurdan re girêdayî û nêzîk e. Her wiha yek ji stratejiyên Amerîkayê
di Rojhilata Navîn de kêm kirin û jinavbirina xeterên li ser gelê Îsraîlê ye û
dixwaze di deverê de dostan jêre peyda bike. Îro di Rojhilata Navîn de tenê gelê
Kurd e ku tu pirsgirêk û dijberî bi Îsraîlê re nine û berjewendiyên wan nêzîk
hev e. Lê piştî seredana Erdoxan û arambûna rewşê, mirov dikare hinekê xweşbîn û
carê hêvîdar be.
Bi raya we helwesta
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derheq vê rewşê û Kurdên Bakûr, her wiha berevajî wê
jî helwesta PKK’ê bi nîsbet destkevt û berjewendiyên Başûr çiqas cihê pesnê û
rexnegirtinê ye?
Helwesta Hikûmeta
Herêma Kurdistanê bi nîsbet Kurdên Bakûr û PKK’ê baş û cihê pesnê ye. Ez bawer
im helwest û siyasetek hêja û realîstane girt û li ser du tiştan pê çeqandin.
Yekem, Kurd di şerê PKK’ê û Turkiyê de teref(alî) nine. Duyem, em li dijî wê
yekê ne ku PKK ji xaka herêmê ve çalakiyên leşkerî li dijî Turkiyê encam bide.
Li ser PKK’ê jî her
çend ku berê hin şaşî bi nîsbet Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partî û hêzên Başûr
kirin û şer bi wan re kir. Lê eva jî rastiyek e ku niha em dibînin hinekê
helwest û siyasetên xwe guherîne, nerm dilive, ew 8 rehînên girtî serbest
berdan, amade ye bi projeyek siyasî çek û silahên xwe tehwîl bide û bi dewleta
Turkiyê re li ser pirsa Kurd gotûbêjê bike.
Bêşik evan helwest
û hotarên siyasî yên erênî û baş in û divêt têde berdewam be. Lê ez gellek
xweşbîn ninim û renge wekî berê, bi gotin û destûrên Ebdula Ocalan li Îmraliya
bin zext û çavdêriya dewleta Tirk de bilivin û destûrên wî birêve bibin. Lê ez
bi dil û can dixwazim ku PKK li ser helwestê niha yên xwe berdewam bimîne.
Divêt hemû hêz û
aliyek, berjewendî û destkevtên Herêma Kurdistanê biparêzin û nebin hêcetek bo
welatên derdor heya ku êrîşê bikin ser herêmê. Bo mînak PDK Îranê çendîn sal e
ku xebata xwe ya çekdarî sekinandiye, her ew hêz û qaweta berê jî heye û dikare
wekî caran bi başî xebata çekdarî di hundirê Îranê de bike. Lê ya rast ji ber
berjewendî, destkevt û ezmûna siyasî a Hikûmeta Herêma Kurdistanê (her çend bi
zirara partiyê jî bûye) xwe ji vê yekê parastiye.
Girêdayîbûna PKK’ê û
pirsa Kurd li Tirkiyê bi hev re?
Di rastî de pirsa
PKK’ê pirsa gelê Kurd li Turkiyê ye. PKK û pirsa Kurd li Kurdistana Turkiyê
berhema siyasetên şovînîstane yên dewleta Turkiyê ye. Dema ku xwendin,
nivîsandin û axaftina bi Kurdî qedexe ye, Kurd ji azadiyên neteweyî yên xwe
bêpar in û tên înkarkirin, demografiya welatên wan tê guhertin, tê wê wateyê ku
zulm heye, asîmîlasiyon heye û... Lewra xwezayî ye ku li hemberî wan siyasetên
qirêj de berxwedan û serhildan çê bibin.
Bi giştî ez vê
pirsê bi berhema siyaset û regezperestiya Turkiyeyê ku li ser çar xalan hatiye
damezrandin, dibînim.
1. Li Turkiyê de
yek netewe bi navê Turk heye.
2. Yek ala heye.
3. Yek ziman bi
navê zimanê Turkî heye.
4. Yek dewlet bi
navê dewleta Turkiyê heye.
Lewra êdî di wê
sîstemê de ne cihê Kurdan, ne nasnameya wan, ne jî cihê çand û kultura wan heye.
Di vê derheqê de dewleta Turkiyê heya niha çi ji dest hatibe, texsîrî nekiriye.
Lê bi xweşî ve heya niha serneketî ye û vir şûnde jî ser nakeve.
Helwesta we wekî
PSK’ê di vê rewşa hesas a herêmê de çawa bû û hûn çawan ji gel xwedî derketin?
Me çend caran wekî
12 partiyên siyasî yên Kurd û Kurdistanî yên daxuyaniyên hevbeş weşandin û me
piştgiriya xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî êrîşên Tirkan da zanîn.
Dîsan me her sê
partiyên Kurdistana Bakûr (PSK – PWD û PDK - Bakûr) daxuyanî dan û me ji Artêşê
xwest bi Benzînê neçe ser agir, çûnku agir dê geştir bibe û renge wan jî
bişewitîne. Bi giştî me amadebûn û piştgiriya xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê
li hemû warên siyasî, dîplomasî, leşkerî û aborî da eyanê.
Her wiha me daxwaz
ji gel kir ku li bakûr û her wiha li Eworpayê jî xwenîşandan û çalakiyan li dijî
siyaseta şerxwaziya dewletê birêve bibin. Hevalên me li derveyî welat heyet
şandine bal karbidestên welatên Ewropî û daxwaza piştgirî ji hikûmeta Herêmê ji
wan kirin. Bi giştî çi ji destê me hatibe, me encam daye.
Kek Mesûd çend
rojan berî niha projeyek yan ji aliyê Denîz Baykal, Serokê Partiya CHP’ê ve hate
dayîn ku hinekê balkêş e. Di halekê de ku bi xwe di biryardana êrîşê de beşdar
bûn! Gelo bi raya te dijberî û dufaktebûnek di helwestên wî de nahê dîtin?
Eva ku em dibînin
Denîz Baykal, gihîştiye vê encamê, tiştek baş û balkêş e. Lê çiqas niyetpak û
ratbêj be, carê nexuya ye. Ew dibêje rêya leşkerî çareserî nine, divêt em
pêwendiyên siyasî, aborî, çandî û dîplomasî yên xwe bi Hikûmeta Herêma
Kurdistanê re xurt bikin, divêt em rê û borsiyê bidin xwendekarên Kurd, daku di
zanîngehên me de bikaribin bixwînin. Bernameyên me yên Kurdî di radyo û
televîzyonan de derheq Kurdistana Başûr hebin. Divêt em sermayeguzariyê li Başûr
de bikin û...
Lê ew Denîz Baykalê
şovînîst ku hetanî duh dujminatiya Kurdan dikir, niha çiqas rast û niyetpak e,
carê xuya nine. Lê renge aqil bibe û ji rastiyên deverê û Rojhilata Navîn
têgihîştibe. Yan jî renge jiber hevrikî û dijberiyên di nav hundirê partiya xwe
de siyaset û taktîka xwe guhertibe, çunku neyarên şer di partiya wî de zaf in.
Yan jî ji ber wê ye ku partiya wî niha, xwe amadeyî girtina kongireyê dike.
Partiya Kurdî ya
legal li Turkiyê (DTP) çend rojan berî niha gavek berbi pêştir hilgirt û dirûşma
otonomiyê avêt. Tu vê yekê çawan şirove dikî?
Berî DTP’ê, 4 salan
pêş niha HAK – PAR’ê di kongireya xwe de dirûşma federasyonê avêt û çareseriya
pirsa Kurd di Federalîzmê de dît. Lê DTP’ê berê dirûşma demokratîzekirina
Turkiyê bilind kiribû û niha jî dirûşma xwe ya stratejîk bi otonomiyê guherand.
Bi raya te rerk û
rolê Kurdan bi taybetî Kurdên Bakûr di vê qonaxa hesas a deverê de çi ye?
Bi baweriya min
divêt rêxistinên hemû parçeyên Kurdistanê li gorî rewş û zirûfa parçeyên xwe kar
û xebatên xwe bimeşînin. Divêt em rizgarkirina Kurdistana Îranê di stûyê
partiyên vê parçeyê de bihêlin û destêwerdanê di kar û barên wan de nekin.
Duyem, pêwendiyên
baştir û tekûztir di navberta hemû partiyên Kurd li seranserê Kurdistanê de
hebe, vêca çi bi navê bere, kongireya neteweyî û parlemana neteweyî û hwd... be
li ser meseleyên giştî, helwestên hevbeş hebin. Derheq Bakûr, divêt rêxistinên
Kurdistana Turkiyê giringiyê bidin xebata aştîxwazane, legal, siyasî, çandî û
dîplomasiyê. Lê îdeolojiyên cuda nabe bibin asteng li pêşiya yekdengî û
yekhelwestiya Kurdan li Bakûr.
Her çend ku xebata
legal li Turkiyê jî astengî û nirxên xwe hene, lê maf tê standin, nahê dayîn.
Dr. Qasimlo dibêje dema ku miletek daxwaza azadiyê dike, divê nirxa wê azadiyê
jî bide.
Siroştî ye ku
beramberê me jî vê yekê naxwaze û tim dixwaze Kurd bera xwe bidine çiya û li wir
bimînin û şer bikin. Ew naxwazin Kurd di Parlemanê de hebin û di xebata legal,
çandî û civaka demokratîk de beşdar bin, lê êdî zirûf hatiye guhertin û tenê bi
çiya mesele çareser nabe.
Turkiyê dixwest bi
alozkirina rewşê û vê meselê, pirsa Kurd bi yekcarî ji holê rake, gelo çi
destkevt bidest xistin?
Dewleta Tukriyê bi
wê siyaseta şaş a xwe serneket û rewşa Turkiyê û doza Kurd aloztir kir. Kurd
zêdetir kete rojeva siyasî ya cîhanê. Turkiye jî di raya giştî a cîhanî de weke
dewletek dîktator hate dîtinê. Bi afirandina vê rewşê, Turkiye nikare bibe
endamê Yekîtiya Ewropayê û çend merc jêre danîne ku yek ji wan çareserkirina
pirsa Kurd e. Lewra dewleta Turkiyê biryara xwe bide ka gelo dixwaze bibe endam
yan na? ger bixwaze divêt bi ew meqamê ku Ewropa lêdixe, pê bireqise û govendê
bigre.
Mirov ta çi radeyekê
dikare hêvîdar û geşbîn be ku Turkiye dê wan reforman di xwe de pêk bîne?
Ez gellek xweşbîn
im. Bi taybet piştî armabûna nisbî ya vê rewşê. Wan hemû mesele li ser hebûna
PKK’ê û lêdana wê asî kiribûn. Lê niha divêt xwe bi tiştên din ve mijûl bike.
Tirkiye heta heta nikare bi wan alozî û tengasiyan bijî û divêt pirsên dinê
wekî destûra nû, destpêkirina gotûbêjan bi YE’ê û gellek meseleyên din yên
civakî û siyasî re çareser bike. Lê ez xweşbîn im ku Tirkiye ji bo endametiya di
vê yekîtiyê de neçar e xwe biguherîne, him zext û zorên derve, him sermayedarên
Tirkiyê û him ji hêz û aliyên din ku endametiyê di demokratîzekirina Tirkiyê de
dibînin, fakterên xweşbîniya min in.
Di vê navberê de
hûn rola Îranê çawan dinirxînin?
Îran ku di bin zext
û zorên derve û navxweyî de ye bo parastina xwe gellek tekoşînan dike, lewra bi
hemû awayekê dixwaze pêwendiyên Turkiye û Amerîkayê biqedîne, yan aliyê kêm
lawaz bike. Çunku ger Turkiye êrîşê bike, tê wê wateyê ku Turkiye û Amerîka
berbirûyê hevdu dibin û di encam de Amerîka bo cîbicîkirina pilanên xwe li dijî
Îranê nikare alîkariyê ji xaka Turkiyê bistîne.
Ji aliyê din, heke
Turkiye bi niyeta lêdana PKK’ê û parastina Turkmenan êrîşê bike, wê demê Îran jî
renge bi hêceta lêdana PJAK’ê êrîşê bike ser başûr û deverê aloz û nearam bike.
Bi giştî tirk çiqas li dijî herêmê rawestin, bi qazanca Îranê xilas dibe. Ji ber
ku Îran gellek zîrekane dilive û carê li cihê êrîşan konsolan li Hewlêr û
Silêmaniyê ava dike. Ew jî ne bona wê ku keyf bi Kurdan tê, ji ber ku dixwaze
dilê wan bi dest bîne û li egera êrîşa Amerîkayê bo ser Îranê de, aliyê kêm wan
bêalî bihêle û nehêle xaka herêmê bo şer ji aliyê Amerîkayê ve bo şer dijî wan
bihê mifah standin.
Kek Mesûd Tek,
Sekreterê PSK’ê spas bo bersivdayînên pirsên me.
Spas
xweş. Ji we re hêviya serkevtinê dixwazim. |