|
hevpeyvînê de Seydayê
nemir Selah Seedula jî di bersiva hin pirsan de ku me bi hev re nîqaş dikir,
zêdetir bala min kişand.
Lewma me jî hewce zanî ku di vê hejmara Agirî de, em wan gotinên nemir Selah
Seedula bêxin ber çavên we xwendevanên hêja û di hejmara tê jî, emê deqa
hevpeyvîn tevî Sînemxanê di Agirî de biweşînin.
Selah Seedula kî ye?
Selah Seedulah di 15’ê meha Çiriya Pêşîn a sala 1930’an de li bajarê Zaxo a ser
bi Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe li bajarê Zaxo û Rewandizê
temam kir. Piştre çû Birîtaniya û endazyariya xwe a di warê Petrolê de li
zanîngeha wê derê wergirt. Piştre dizivire welat û li bajarê Kerkûkê dibe
Endazyarê Petrolê. Ew cuda ji karê xwe yê Endazyariyê xebata xwe ya nivîsîn û
lêkolînê jî bi awayekî micid dimeşand. Navhatî bo cara yekemîn pirtûkek bi navê
Kurdistan welatek parçekirî di Rojhilata Navîn de, derheq dîroka Kurdan
bi zimanê Îngilîzî nivîsand ku bala raya giştî a cîhanê kişand ser doza Kurdan,
ku piştre bi sedema girîngiya wê, ew pirtûk bi çar zimanên Rûsî, Îngilîzî, Erebî
û Kurdî hate wergerandin. Di vê pirtûkê de wî bo cara yekemîn hin belge û
dukomentên nihênî ên navbera nûnerên London, Stenbol, Bexda û Tehranê derheq
doza Kurdan û perçebûna axa Kurdistanê dide xuyakirin.
Me derheq kar û xebatên wî xwest ku ew hin agahiyan bide xwendevanên me,
navhatî wiha bersiv da:
Min heya niha nêzîk 20 pirtûkan nivîsandiye. Piraniya wan li ser doza siyaset,
rewşenbîrî, wêje, ziman û dîroka Kurdan in. Pirtûka min ya ji hemûyan girîngtir
Ferhenga Selahedîn a Îngilîzî-Kurdî ye, ku ev yekemîn ferheng bû bi
zimanê Îngilîzî-Kurdî û 15 salan li ber xwe da ku 1150 rûpel e û ji 78000 peyvên
Îngilîzî û 300000 peyvên Kurdî pêk hatiye. Piştre romana min a bi navê
Dîplomasî ye ku çîroka wê li ser Kurdistana Rojhilat hatiye nivîsandin.
Navhatî herwiha qala pirtûka xwe a bi navê Gilgamêş kir û got:
Ev pirtûka jî pir girîng e, ji ber ku destana Gilgamêş basa çîroka Someriyan
dike. Di çîrokê de diyar dibe ku Someriyan pêwendiyek tevî Kurdan heye. Li wir
ji min re xuya bû ku zimanê Someriyan nêzîk zimanê Kurdî ye. Mozexaneyek
Someriyan hebû li Bexdayê, min hin peyvên Kurdî bi xwe re birin, xuya bû ku
Somerî jî wan peyvan her bi vê wateyê û weke Kurdî bilêv dikin. Piştre min
lêkolîn kir, derket ku Somerî li çiyayê Kurdistanê derketine û hatine Başûrê
Îraqê. Eva ji bo dîroka Kurdan kilîtek girîng e ku diyar dibe dîroka Kurdan çend
kevn e.
Somerî berî 5000 salan dest bi nivîsînê kirine û li ser Kurdan axivîne. Eva ji
me re pirr girîng e, ji ber ku me hertim dîroka Kurdan bi Medya ve girê dida ku
eva jî dibe 2500 sal berî niha.
Dr. Selah Seedula derheq gotinên ferhad Şakelî ku di Konferansa Perwerdehiyê
a Hewlêrê birêve çû ku wî bi sivikî qala rola malbata Bedirxaniyan kiribû û
gotibû ku wan siyaseta Kemalîstan peyrewî dikirin, wiha axivî:
Gotina Şakelî êrîşek bêrûmet bû. Herkes dikare li ser zimanê standard yê Kurdî
biaxive û ra û nêrînên xwe bide diyarkirin. Lê wî êrîşek bêrûmet kire ser hêma,
rêber û hîmdadê rewşenbîriya nû a Kurdî. Ew rêberên ku xebatek dilsoz û bêhemta
bo Kurd û Kurdistanê meşandine.
Ew mirovên giranqedir û rênîşanderên dîroka rizgarîxwaza Kurdanin ku yên mîna
Şakelî bi nezanî êrîşê ser wan dikin. Me dixwest ku em vê bêbextiyê bidin
dadgehê, lê me piştre mêze kir ku ew kesane axavtinên wiha kirêt dikin,... lê me
ev yeka bi hewce nezanî.
Dr. Selah Seedula derheq xebata rojnama Agirî wiha got:
Gellek keyfa me hat ku me dît birayên me yên Rojhilat li ser siyasetên baş
dimeşin. Ew dizanin ku di Kurdistanê du zaravên sereke hene ku guhê xwe didin
herduyan. Weşana Agirî bi tîpên latîn û bi Kurmanciya Jorîn pêşkevtinek pirr baş
bû bo hevgirtina Kurd û zimanê Kurdî. Ev pêngave dikare Kurdên herçar parçên
Kurdistanê nêzîkî hev bike. Agirî jî xwedî bandorek erênî bûye bo ji hev
nêzîkkirina Kurdan.
Me di pirsek xwe de derheq zimanê standard yê Kurdî di demek nêzîk de xwest
ku em nêrîna wî jî bizanin, Dr. Selah wiha bersiv da:
Zimanê standard di demek nêzîk de çê nabe. Niha me du zaravên sereke yên Soranî
û Kurmancî hene ku herdu jî standard in. Herdu zarav jî demek dirêj e ku pê tê
nivîsandin û xwendin. Erkê me ye ku em wan ji hev nêzîk bikin û xwe hînî wan
herdu zaravan bikin.
Dema ev yeka hate kirin, êdî piştî çendîn salan ev hesasiyeta namîne ku mirov bi
kîjan zaravan biaxive. Nabe carê em bilez bikevin.
Navbirî derheq rola rewşenbîr û nivîskarên Kurd bo avêtina gavên hewce derheq
zimanê standard yê Kurdî wiha got:
Pirr kêm gav hatine avêtin. Ji ber ku eva 15 sal e ku em di vî parçê Kurdistanê
de azad bûne. Lê niha hewce ye ku hikûmet guhê xwe bide bernama perwerdehiyê û
gavên hewce bo hînkirina xelkê Hewlêr û Silêmaniyê bi herdu zaravên Kurmancî û
Soranî bavêje. Bila xelik lezê nekin, herdu zarave xwediyê dîrok, rastnivî û
pêşketina xwe ne. Heya ku yekîtiya welat çê nebe, yekîtiya ziman jî çê nabe.
Dr. Selah Seedula
gotina dawiya xwe ji hevdîtina me de li ser Agirî anî ziman:
Ez Agirî baş dixwînim û xebata wê jî baş dibînim. Zimanê wê pirr baş e û gellek
pîroz dikim ji Kurdên me yên Rojhilat, ji ber ku vê hindê têdigehin ku miletê me
bi du zaravan diaxivin û ber vê hindê rojnama Agirî derdixin û ev yeke pêngavek
pîroz e. Ez carek din xebata we pîroz dikim û serkevtî bin.
Sed mixabin çend rojan piştî çêkirina hevpeyvînê bi Dr. Selah re, me bihîst ku
ew çû ser dilovaniya Xwedê. Ew tu car di nav dilê Kurdan dernakeve, ji ber ku
nemir Dr. Selah gellek xizmetên mezin û girîng ji bo gelê xwe kirine û berhemên
wî diyarên wî kesayetiyê mezin in ji bo me ku heta navê wî di nav dilê netewa
Kurd de zindî bihêlin.
Riha wî şa be. |