|
zimanê Erebî, Feransî, Îngilîz û
Kurdî re jî şareza me.
Sînemxan em dizanin hûn ji malbata
Bedirxaniyan in. Wan jî xizmetek mezin derheq jêhelbirina seha neteweyî,
rewşenbîrî û wêjeya Kurdî kirine, ji kerema xwe hinek derheq rola malbata
Bedirxaniyan ji xwendewanên me re bipeyive?
Weke cenabê te kerem kir, ez
dixwazim tiştekê bêjim, wê demê ku şer bû, Bedirxaniyan mêze kirin ku şer tu
feydeyek nebû, gelê me roj bo rojê ji karwanê pêşkevtinê dûre dimîne, ji ber vê
çendê dest bi xebata rewşenbîriyê kirin û yekemîn rojnameya Kurdî di sala
1898’an bi navê KURDİSTAN ji aliyê Miqdad Medhed Bedirxan ve li
Qahîrê hate weşandin.
Ew rojname çawa û çend hejmar jê
hate weşandin û pêşeroja wê çi jê hat?
Kurdistan yekem rojnama Kurdî sala
1898’an a Zayînî ji aliyê mamê min Miqdad Medhed Bedirxan li Qahîrê û dûre jî ji
aliyê birayê wî Ebdulrehman û Sureya Bedirxan ve hate weşandin.
Ez rastî bêjim di warê Konolojî ve
ne gellek baş im, lê bi baweriya min 30-31 hejmar jê hate weşandin. Piştre bi
sedema siyasî, madî û herwiha ji hevbelavbûna malbata Bedirxaniyan hate
sekinandin. Herwek hûn dizanîn Bedirxanî ji her çar aliyê dinyayê belav bûne.
Helbestvanê mezin yê Kurd Şêrko Bêkes dibêje: “Yekem Enfala Kurdan ji
Bedirxaniyan ve dest pê kir.”
Çima Bedirxaniyan destpêka xebat û
tekoşîna xwe bi şoreşa rewşenbîriyê dest pê kirin? Wan çima xebata çekdarî
nekirin armanca tekoşîna xwe?
Ji ber ku dîtin şoreşên çekdarî
feyde nekirin. Dîtin ku miletê Kurd di astê zanist û pêşveçûnê de gellek parve
mane. Wan jî ders xwendibûn û dunya şopandibûn. Hizra wan digot ku hewce ye
miletê Kurd bihê hişyarkirin. Lewra wan bo hişyarkirina netewa Kurd, xwendin û
nivîsandin kirin armanca sereke a xwe.
Sebebên jihevbelavbûna Bedirxaniyan
ji welat çi bû?
Ji ber meşandina siyasetên faşîstane
yên dewleta Osmanî û Ataturk bo ser miletê Kurd û bi taybetî zext û givaşên
siyasî bo ser Bedirxaniyan bi hegera xebata wan ya azadîxwazane, bû sedema
Enfalkirina wan û ew malbat ji hev belav kirin.
Hûn weke malbatek rewşenbîr û xwedî
dîrokek pîroz di vî warî de, rewşa wêje û zimanê Kurdî bi giştî çawan
dinirxînin?
Bi baweriya min wêjeya Kurdî li gor
salên berê pêşve çûye û ez vê çendê bi baş dinirxînim. Bi taybetî rastnivîsa
latînî gellek kêr Kurdan e.
Daxwaz dikim ku herkes vê çendê bike
bingeh bo pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî. Dema ku min rojnameya Agirî jî dît,
gellek keyfa min hat, ji ber ku min zanî ku Kurdên me yên Rojhilat jî ev çende
kirine bingeha xebata xwe ya rewşenbîriyê.
Hûn çiqas hêvîdar in ku rastnivîsa
Latînî a Kurdî bihê fermîkirin di nava çarparçên Kurdistanê de?
Ez jî hêvî dikim ku di demek nêzîk
de her çar parçên Kurdistanê bi awayekî fermî bi rastnivîsa latînî binivîsin. Ji
ber ku latînî hêsantir û serastir e û herkes bi rihetî jê fêm dike.
Bi baweriya we asteng û arîşên
pêşiya zimanê standard yê Kurdî çi ne? Gelo çima Kurdan heya niha nekarîne
zimanek standard çê bikin?
Bo zimanê standard hêj zû ye. Me
berê dubendî hebû, mebesta min Kurdistana Başûr e. Hertim em di nava şer û
pevçûnan de bûn, êdî em naxwazin dubendiya ziman jî çê bibe. Niha wextê hindê
nîne. Dujminên me gellek in, ne wextê hindê ye ku em şerê ziman bikin. Bila carê
em bizanin ku gelo dê çarenivîsa Kurdistana me ya Bakûr, Rojava û Rojhilat çi lê
bê?
Li gor dewlemendbûna zaravên Kurdî,
bi hizra te dibe kîjan zarav bibe bingeha sereke a zimanê standard yê Kurdî?
Zarava Kurmancî, ji ber ku piraniya
Kurd bi Kurmancî diaxivin û bûna rastnivîsa latînî jî bi xwe hegerek e.
Hûn heyamekê li bajarê Kerkûkê
Seroka Yekîtiya Afretan bûn, ji kerema xwe ji me re bibêje ku ew Yekîtî kengê û
çawan hate avakirin?
Yekîtiya Afretan sala 1950’an hate
avakirin, lê wextê em hatin Îraqê, hevjînê min Endazyarê Petrolê bû, hemû demê
em li Kerkûkê bûn. Sala 1970’an, em hatin Kerkûkê, wê demê min pêwendî bi PDK’ê
û YNK’ê hebû. Yekîtiya Lawan û Qutabiyan hebû. Piştre ji min hate xwestin ku ez
li Kerkûkê bibim Seroka Yekîtiya Afretan.
Ya rastî xebata me wê derê baş
dimeşiya. Kar û xebatên me yên herî girîng li ser malbatên şehîdan bûn. Me di
warê jêhelbirina astê rewşenbîrî û perwerdehiyê de gellek xizmeta wan dikir.
Gotina we ya dawî ji bo xwendewanên
Agirî?
Ji wan re dibêjim her bixwînin.....,
xwendin kilîda serkevtinê ye. |