|
vegeriyana Kekê Mistefa Hicrî ji vê
seferê bo Kurdistanê di çend rojên borî de, me di vê derbarê de çend pirs ji
birêz Hicrî kirin û wî bi vî awayî bersiva pirsan da:
Hevpeyvîn/ Dilvîn
Kekê Mistefa! We wekî Sekreterê
Giştî yê PDK Îranê endambûna vê partiyê di Rêxistina Bangewaza Jenevê îmza kir.
Çawa bû ku PDK Îranê bû endamê Rêxistina cîhanî a “Jeneva Call”ê?
Telifîn û xisarên canî û malî ên
mayînên dijî kes ku li cihên cur bi cur ên Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî a
Îranê ve hatine danîn, gellek xuya û berçav e. Nemaze ku ev xisar, ziyan û
telifîn hemû berbirûyê xelkê xizan û hejar û belengaz yê Kurdistanê ên
niştecihên deverên ser sînoran û cotkaran bûye.
Bi sedan kes di wan herêman de yê
bûne goriyên wan mayînane û roj bi rojê hejmara wan di halê zêdebûnê de ye.
Rejîma Komara Îslamî jî di vê derbarê de tu kirin û gavek bona paqijkirin û ji
holê rakirina ew erdên ku bixwe mayînrêj kiriye, nake; herwiha bi sedema teqîna
wan mayînan bi wan kesan re ku beşek li endamên laşê xwe ji dest dane, yan ew
malbatên ku bi vê sedemê mezinê malê yan bêjim kasibkarê malbatê ji dest didin,
alîkariyên pêwîst nake.
Bi giştî ez dikarim bibêjim ku bi
dehan hezar kes bendewarê encamên dilêş û xirab ên wan mayînane ne. Ev rewşe bi
hinek ferq û cudahiyên kêm û zêde, li nawçeyên ser tixûbên din yên Başûrê Îranê
û herwiha beşeke zaf a dunyayê, bo mînak weke Kurdistanê ku şer û pevçûnên
çekdarî têde hene, tê xuyakirin.
Em dibînin ku di gellek welatên
cîhanê de ku xizanî, feqîrî û destkurtiyê jiyana xelkê rastî arîşe û dijwariyan
kiriye, carên wilo jî heye ku xelk ji aliyên kêm ên hewcedariyên jiyanê bêpar
in, pirsa mayînan jî bixwe serbarê derdên dinê ye.
Bi van sedeman û wekî erkeke
mirovane Partiya Demokrat bi pêwîst zanî di Rêxistina “Geneva Call”ê (Bangewaza
Jenevê) de bibe endam daku bikare bi komdengî tevî endamên din ên wê saziyê
karîna xwe li dijî bikaranîna mayînên dijî kes bixe kar.
Endambûna PDK Îranê di vê rêxistina
navneteweyî de ji bo partiya we û tevgera rizgarîxwaziya Kurd çi qazanc û
girîngî heye?
Girîngiya endambûna me di vê
rêxistinê de di vê çendê de ye ku ji bilî bicî gehandina erkeke mirovdostane, di
vê yekê de ye ku PDK Îranê tevî hejmarek din ji rêxistinên siyasî û ne siyasî
nasiyar dibe û bi vî awayî derwazeyeke qanûnî bi rûyê xwe de veke û ji vê rêyê
ve dengê mafxwaziya gelê Kurd û ew zulm û zordestiyên ku li ser Kurdan dimeşin,
bigehîne guhê xelkê dunyayê.
Gelo partî û rêxistinên din ên
Kurdistanî û Îranî di vê saziyê de endam in an na?
Tu partiyên Îranî endamên vê
rêxistinê ninin, lê Partiya Demokrat ya Kurdistanê(PDK), Yekîtiya Nîştimanî a
Kurdistanê (YNK) û Partiya Kedkarên Kurdistanê (PKK) di Bangewaza Jenevê de
endam in.
Kekê Mistefa Hicrî gellek spas bona
bersivdana pirsên me.
Ez jî we spas dikim û ji we û
xwendevanên hêja ên Agirî re hêviya saxî û serkevtinê dixwazim. |