Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Hevpeyvîn Bi Hunermenda Dengxweş Melek Rojhat

 

Hevpeyvîn/ Selîm Zencîrî

Hunermenda hêja, bedew û dengxweş, Melek Rojhat di seredana xwe ya vê carê de bo Kurdistana Başûr, bo başûrê azad, bû mijara gellek weşanan Kovar û xemilîna rûpelê zaf rojnameyan. Piştî qebûlkirina daxwaza me bo hevpeyvînê, me hevdu li Hotel Çarçira ya

bajarê Hewlêrê de dît. Ew her çend ku hunermendek nû û kêmtemen e û xwendina ne di astek bilin de heye, lê alên baş destnîşan tilî bo xaliyê tiştên balkêş dirêj dike.

Di yekem hevdîtinê de sadeyî, atîfe, sedaqet, hesta pak û dilsafiya wê mîna zelaliya ava kaniyan, bala mirov dikişîne. Ji aliyê din jî dengxweşî, kena şîrîn û bedewiya wê mirov diecibîne û bi wan taybetmendiyan ve, perperokan tîne bîra mirov.

 Xwendevanên hêja!

 Encama guftûgoya me, hevpeyvîna jîrîn jê çêbû, ku em bala we bo xwendina wê dikişînin.

 

 Melek can, berî her tiştî, ez spasiya te dikim ku amadeyî vê goftûgoyê bûyî. Her wiha bixêrhatina te jî bo başûrê azad dikim.

 Ez jî sipasiya we dikim. Her wiha keyfxweş im ku bo cara duyemîn e têm Kurdistna azad. Gellek keyfxweş im ku bi vî awayê baş ji aliyê gel ve hatime pêşwazîkirin û gel ez bi tenê nehiştim. Kurdistan gellek xweş e. Îşala emê li vir xizmetên hêja û karên baş pêşkêşî gel bikin.

 

 Berî her tiştî ez dixwazim ji  zimanê te bi xwe ve, hunermend Melekê bi xwendevanên Agirî bidim naskirin, kerem bike?

 Ez hunermend Melek Rojhat, sala 1988’an li devera Baçkala, ser bi bajarê Wanê ji dayîk bûme. Min heta 9 salan li xwendingehên Wanê de bi tirkî xwendiye. Min dibistana Kurdî jî sala 2003’ê de dest pê kir, sê meh mabûn ku ez xilas bikim, lê mixabin ez derketim û min nekarî biqedînim.

 

 Çawa yan kengê bû ku te hest bi dengxweşiya xwe kir û te xwest bibî hunermend?  

 Sala 2004’an, min bawerî bi dengê xwe anî, çunku hezkirinek min ya taybet bi strangotinê heye. Ez bi dengê Şivan Perwer, Şehrîbana Kurdî, Kazo, Şakiro û Fatê re mezin bûme û min gellek keyf bi stranên netewî û şoreşvanî dihat. Lê rastiyek jî heye ku li Turkiyê barek giran li ser milê qîz û keçên me yên Kurd ji aliyê malbatan ve heye. Berê malbata min jî qedexe danîne ser min, rê nedan ez biçim dibistanê û bixwînim, di wan 9 salên xwendinê de jî min gellek zehmetî û givaş di vê derheqê de dîtin. Min dixwest bixwînim daku bibim bijîşk(hekîm). Lê eşqa min bi stranê ez bo aliyê hunerê paldam û min bawerî bi dengê xwe anî, lewra min dest bi xebata hunerî kir û heya niha jî didomînim. Ez dê cehdê bikim tiştên baştir ji gelê xwe re pêşkêş bikim.

 

 Min pêxweş e tu hinek zêdetir li ser zext û givaşên li ser keç û qîzên me li wir bisekinî, gelo ew zext  siyasî ne yan civakî?

 Na, civakî. Ew girêdayî bi kultura paşmayî ya me ye. Li wir çima nahêlin keç bixwînin? Çima tepeser dikin? Çima nahêlin beşdarî çalakiyên nav civakê de bin? Çima her çavgirtî û di çarçoveya malbatê de zîndanî dikin? Çima nahêlin manaya rastîn ya jiyanê bizanibin? Çima nahêlin xwe, bi gelê xwe û derdora xwe nîşan bidin û bixin û bi başî nas bikin? Çima nahêlin li ser tekoşîna bo jiyanê de beşdar bibin û kêrhatîbûn û şiyana xwe di xizmeta pêşveçûna civakê? Û...

 Mixabin ew rewş hêj berdewam e. Gellek keç û qîzên me yên xwendekar û dengxweş, hunermend û xwedî cewherek hunerî hene ku nahêlin serê xwe bilind kin û zû dizewicînin û dikevin malbatên nebaş, ketine ber derê dergoşê.

 Bi giştî keçên me yên Kurd gellek zehmetiyan, êş û azaran dikişînin, astengî ser riya wan heye û jiyan ji wan bûye agir. Bi giştî tiştek cahilî ye.

 

 Dijkiryara ciwanan li hember de?

 Para pitir bêdengî. Hin jî li malbatê derdikevin û ber bi bajarên dûr direvin. Yan jî diçin serê çiya û dibin gerîla, gellek jî xwe dikujin.

 

 Çareserî çî ye?

 Berxwedanî. Divêt ne tenê em li hember neyaran rabin, belkî divêt em berê dijî kevneşopî û tîtalên paremayî yên civakê de bisekinin, bixwînin. Divêt zilmê qebûl nekin û teslîm nebin. Çawa ku min qebûl nekir û ez teslîm nebûm, diya min şîrê xwe ji min heram kir, lê min guhdarî nekir û li hember wan de bisebir bûm.

 

 Li gor ew rewşa heyî û nebaş li wir, kê zêde piştevanî ji te dikir û tu bo nav hunerê pal didayî?

 Zêdetir bav û apê min. Dûre jî birayê min. Bi rastî jî ku gellek hevkariya min kirin, ez spasiya wan dikim û tu car jî ji bîr nakim.

 

 Berhemên te heya niha?

 Min  di sala 2004’an de, albûmek amade kir, lê ji ber wê ku pirranî siyasî û netewî bûn, nehiştin ez belav bikim. CD a min jî belav bûye ku min û hevalek ji Başkala qeyd kir. 9 stran min gotine û 2 heb jî wî gotine. Navê wê Eşqa Dilan bû. Her wiha me gellek aheng û konser pêşkêş kirine, him li başûr û him li Rojhilat, him jî li Bakûr. Li Newroza par me çend konser lidarxistin. Coşek mezin û her wiha gel silogan avêtin û ber bi rewşeke siyasî çû, lewra ez hatim binçavkirin û huner ji min hate qedexekirin. Her wiha min li Şipîranê (Rojhilat) jî konserek lidarxist û çiqas gotin ku beşdar nebe û ji boy te nebaş  e û dê te bigirin, lê ez beşdar bûm. Çunku ez dixwazim di cihê herî zehmet de kar û xebatên hunerî bikim. Cihê ku kêm kesan qewata wê heye, ez dixwazim hêz û qeweta xwe li wir bişikînim. Bîra min naçe di konsera Şipîranê de, jin pirr guneh bûn, bi çarşevan pêçandibûn. Di konserê de jinek rabû û çarşeva xwe hilda erdî û ku gellek netirs û biwêr hate berçav, ez silavan jêre dişînim. Her wiha çend rojan berî niha me li kampa PDK Îranê (li Cêjnîkanê) ahengek bona 2’ê Rêbendanê çê kir. Zêdeyî 2000 kesan beşdar bûn û ez bi germî pêşwazî kirim. Tev Pêşmerge bûn.

 

 Hunermend Melek Rojhat, zêde teqlîdê dike yan stîl û şêwazek taybet bi xwe heye?

 Ez teqlîda kesê nakim. Divêt her hunermendekê tiştek nû û taybet bi xwe hebe. Divêt hunermend pişta xwe bi hêza xwe qahîm bike. Ez Melek im û min stîla taybet bi xwe heye, lê gellek bi stîla Şivan Perwer û Şehrîbanê diçe. Her çend ku ez dikarim teqlîd yan bizarî gellek hunermendan bikim.

 

 Melek Rojhat bi tirkî jî distire yan na?

 Na, herçend ez bi tirkî pirr xweş distirm û bi stîla Arabiskî distirim, lê ez naxwazim bi tirkî bistirim. Her çend ku gellek îmkan û derfet jî dane min, lê min nekir û dixwazim xizmeta çanda xwe û gelê xwe bikim.

 

 Tu ji wan kesên ku Kurd in, lê xizmeta tirkan dikin, çi dibêjî?

 Pirr şerm û eyb e. Mirov dibe wek xwe bijî û şanaziyê bi xwe bike.

 Ez Kurd im û dê bi Kurdî jî bistirim. Ez divê di xizmeta huner û kultura gelê xwe de bim. Qeydî nake carna mirov, bi armanc ve bi zimanên din bistire. Ew jî bona wê ku êş, elem, azar, aştîxwazî û camêranî û bindestiya Kurdan nîşan bide, ne eva ku bo hertim bigre pêşiya xwe.

 

 Bi raya te pêşveçûnek li stran û mûzîka Kurdî li Bakûr de heye yan na?

 Di rastî de pêşveçûnek pirr mezin heye. Her çiqas tirk zext û givaşan tînin, digirin, dikujin, lê ew dev ji xebatên xwe bernadin.

 Her sal dengekî nû, stîlek nû û mûzîkek nû bi awayekî profeşnal derdikeve. Bi baweriya min pêşveçûnek baş heye.

 

 Hunermend Melek ji bilî karê hunerî, çi karekê din dike?

 Heya niha ev pirsiyar ji min nehatibû kirinê, lê bo cara yekemîn e ez tînim ziman. Ez mamostayê Quranê me, eva nêzî 8 salan e. Min di dema Mewlûdan de bi başî fêm kir ku dengê min jî heye. Çunku mewlûd jî weke stranan tê gotin. Her wiha ez helbestan jî dinivîsînim.

 

 Armanca te ji strangotinê, xizmet e, nav û deng e yan bo bijîva jiyanê?

 Armanca min ya eslî xizmet e. Gelê me gellek azar kişandiye. Me gellek qurbanî û şehîd dane. Li Wanê agir berdane bedena heşt şehîdan ku min bi çavê xwe ew dît. Gellek keçên me ku hatine kuştin, min dîtine, ez jî dixwazim bibim dengek, hawarek, qîrînek, nalînek û gaziyek ji bo wan.

 Aliyê dinê jî eşqek min ya bi starngotinê heye.

 

 Her hunermendekê astengên taybet li ser rêya xwe hene. Yên ser rêya te?

 Rast e, hemûyan pirsgirêka malî hene. Lê astenga herî mezin li ser riya min civak e. Civaka me, civakek paremayî û hişk e. Fikr û hizrên cuda li xwe de cih nade. Dibêjin Melek bûye stranbêj, jinê re eybe û şerm e. Nabe bistire û derkeve pêşiya xelkê, ew stranbêj e û kêr me nayê. Nabe derkeve ser ekranan. Ji malbatê (anku diya min) bigre, heya derdor û cîranan, gellek astengî ji bo min danan, diya min niha jî ji min hirs e û gellek dua ji min kirin, her çend ku bawer nakim ji dil bin. Niha jî dibêje vegere û dev ji stranan berde û ji xwe re bizewice. Hin caran ewqas ez aciz kirime ku min biryar girtiye ku êdî ji stranbêjiyê dest hilgirim. Lê piştre ez fikirîme ku ez ne şaş im û divêt berdewam bimînim û ya ku ew dibêjin, cahilî û paşdemayîn e. Niha ez bi vî karê xwe, gellekan re bûme mînak û ya ku ji destê min hatibe, min derheq hevalên xwe kiriye ji bo ku bixwînim, hunera xwe bidomînim.

 

 Tu mêze bike li ser Eyşeşan, Meryem Xan, Sûsikê û ... tiştên xirabtir gotine û civakê jî ew nedayne nav xwe û qebûl nekirine, lê tu bawer î ku wan şoreşek mezin û serhildanek çê kirin û tim navê wan dê di dîrokê de bimîne bona xebata wan.

 Belê rast e.

 

 Bi kurtî: welat?

 Xaka bab û kalên me ye. Bedew, xweş û rengîn e.

 Dayê ez welatê xwe bernadim, xerîbî zor zehmet e, welleh welatê min, ji min re cenet e.

 Muzîk?

 Aramî, tenahî, pêxwarina ruhê mirov e.

 Dengbêjî?

 Huner e.

 Helbest?

 Hestek kûr e.

 

 Pilan û pirojeyên te ji bo pêşerojê?

 Ji bo cejna Newrozê gellek daxwaziya konseran heye. Him li bakûr û him jî li vira. Ez firkirîme ku neçim bakûr, çunku qedexe li ser min heye. Du caran hatime binçavkirin, cara sêyemîn dê min heps bikin. Her wiha çend konserek me dê li vir hebin. Bi taybetî li heyva şibatê û ez bawer im dê Şivan Perwer jî bê. Her wiha li welatên Ewropayê weke Almaniya, Fransa daxwaza konseran ji min hatiye kirin û renge ez seredaneke vir jî bikim. Kaseteke min jî heye ku ji 11 stranên folklorî û dîwanî  û têkel pêk tê.

Niha mijûlê çêkirina kilîpekê me ku Korek Telekom alîkariya min dike. Muzîk a wê jî ya mamosta Helbest e.

 Her wiha min berhemek anku CD(deng û reng) li ber dest de heye, bi navê Jana Evînê ku dê bi zûyî pêşkêşî hemû xelkê Kurdistanê bikim.

 Çima Jana Evînê?

 Ya rast, ne di qaweta hemû kesê de ye ku ez jê hejêkirin û evîndariyê bike.

 Min tu carî eşq nedîtiye û ez aşiqê tu kesî nebûme. Renge bibêjin hezjêkirin yan eşqek Melekê li jiyan de ye, loma navê wê kiriye Jana Evînê, yan renge evîndar be ku stranên bi vî navî distire. Na, ez her aşiq û evîndarê welatê xwe me.

 Rastiyek din jî heye ku di nava keç û xortên me de hejêkirin û evînî qedexe ye. Gelo eyb û guneha wê heye ku mirov di dilê xwe de ji kesekê re hez bike? Di nava malbatên me û civaka me de gellek kes bi wê tawanê bûne qurbanî.

 

 Gotina te ya dawîn?

 Banga min bi hemû malbatên Kurd, ev e ku tiştên paremayî û cahilî li serê xwe de derxînin. Bila  bi qîzan jî wekî xortan rêya xwendin, huner, strangotin û azadiyê bidin. Keç jî însan in û maf û hiqûqê xwe hene. Ez serketin, biratî û aştiyê ji bo tev Kurdan û her çar parçeyan dixwazim. Ez keyfxweş im ku di Kurdistaneke azad de me û jiyanek herçiqas bi kêmî jî be, didomînim û dikarim li ziman û hunera xwe xwedî derkevim. Keyfxweş im bi dîtina ala rengîn. Her wiha keyfxweş im bi dîtina xebatkarên weke we û ez karê we jî pîroz dikim. Spas ji te û hemû ew kesên ku guhdariya dengê min dikin. Her wiha spas ji hemû ew kesên ku bi min re mandî bûne û alîkariya min kirine.

 

 Spas, ji te re jî serkevtin û serfiraziyê hêvî dikim.

 Sipas xweş. Hûn jî serkeftî bin.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Şemî, 15’ê Pûşpera 1387’ê Rojî