Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Hevpeyvîn Bi Werzişvan Rehîm Ehmedîpûr Re

 

“Werziş Pira Navbera Neteweyên Cîhanê Ye Û Gişt Neteweyên Cîhanê Bi Hev Re Girê Daye”

Hevpeyvîn/ Hemîd Muxtarî

Îro rojê werziş yê bûye pirek bona bihevre nêzîkbûna neteweyên cîhanê. Lê mixabin Kurdistana me bi vê sedemê ku herdem di bin destê dagirkaran de bûye, ciwanên Kurdistana dagirkirî pirr bi kêmî karîne şiyan û jêhatîbûna xwe di warê werzişê de nîşan bidin û di asta cîhanê de bên nasandin. Rehîm Ehmedîpûr, yek ji wan

werzişvanên Kurdistana Îranê ye ku di asta Kurdisatana Başûr û Îraqê, di rişteya bezê de heya niha karî ye çendîn serkevtin û xelatên cur bi cur bidestve bîne.   rpzewa Kurde em ketiye bi destê zalim û zordaran û ji her dem ku daxwaza mafê xwe yê berheq e ku bi rastî gellek kesên maratona

Rehîm Ehmedîpûr sala 1978’an, li bajarê Nexede a Kurdistana Rojhilat hatiye dinê. Navhatî çend sal e  ku di nava refên Pêşmergên PDK Îranê de ji bo azadî û dabînbûna mafên neteweya Kurd xebatê dike. Rehîm Ehmedîpûr serbarê xebat ji bo wekheviya mirovan, yek ji werzişvanên herî çalak di asta Kurdistan û Îraqê de ye. Herwiha vê dawiyê, ji aliyê Navenda Werzişî a "RFG"yê li Kerkûkê, xelata werzişvanê herî bi exlaq ji wî re hate pêşkêşkirin.

Me li nêzîk ve kar û çalakiyên Rehîm Ehmedîpûr şopandin.

Kerem bikin, eva hûn û hevpeyvîna me bi Rehîm Ehmedîpûr re:

 

Hûn werzişê çawa pênase dikin?

Bêşik di vê serdemê de werziş weke beşeke girîng di jiyana her miroveke/î pêşkevtî de tê hesibandin. Werziş di tu welateke pêşverû û demokrat de li jêr desthilata partî yan dewletan de nine. Hemû welatên pêşkevtî yên cîhanê, ji werzişê weke alavekê  bona nasandina netewa xwe di asta navnetewî de mifahê werdigirin.

Werziş di serdemê niha de yê bûye pira pêwendiyan di navbera netewan de û weke zimaneke navnetewî, gişt netewên cîhanê bi hev re girê daye. Mirov ji rêya werzişê ve dikare pêwendiyên rasterast di navbera netewan de pêk bîne û ji rêya han ve çand û şaristaniyet û dîroka xwe a netewî û deb û edet û herwiha hemû ew xalên xwe yên erênî bi neteweyên din bide nasandin.

 

Hûn rewşa werzişê, di bin desthilatdariya Rejîma Komara Îslamî a Îranê de çawa dibînin?

 Di rastî de divêt bibêjim ku tevî bi destvegirtina desthilatê li Îranê ji aliyê rejîma Îslamî ve di sala 1979’an de, pêkhata werzişa welatê Îranê tûşî sekinandin û lawaziyê dibe û hevdem werzişa Dewletî, Leşkerî û Pîşesazî tê holê. Piştî derbazbûna pitir ji 29 salan ji desthilatdariya rejîma Komara Îslamî di Îranê de, em dibînin ku kesayetiyên dewletî û payebilind ên Sipaha Pasdaran û pîşesaziya dewletî nekarîne werzişa Îranê bizivirînine ser pêgeha xwe ya berê.

 

Heya niha we çend serkevtin û xelat di warê werzişî de bidestve aniye?

Divêt bibêjim ku min ji sala 2004’an ve heya niha bi awayekî berdewam li pirraniya kêbirkêyên bezê di asta Kurdistan û Îraqê de beşdarî kiriye û serkevtinên min bi vî awayî bûne: Sala 2004’an, min pileya yekem di beza 10 kîlometrî a bajarê Duhokê bidest xist. Sala 2005’an,  ez bûme xwediyê pileya yekem di beza 10 kîlometrî a Parêzgeha Kerkûkê. Min di sala 2006’an, karî pileya duyem di helatina 10 kîlometrî a bajarê Bexdadê bi destve bînim. Sala 2007’an, min karî pileya yekem a revîna 10 kîlometrî li Parêzgeha Mûsilê bidestve bixim. Min herwiha rekorda maratona 42 kîlometrî tevî werzişvan Faxir Mewlûdî, di heyamê 2 seet û 16 deqîqe û 2 çirkeyan, ku bi hinceta 2’ê Rêbendanê, salvegera damezirandina Komara Kurdistanê hatibû lidarxistin, tomar kir. vê dawiyê jî min xelata werzişvanê herî biexlaq ya Navenda Werzişî a RFG’yê, li Parêzgeha Kerkûkê bidestve anî. Min herwiha çendîn xelat û serkevtinên din wekî mamostayê werzişê bi  xwendekarên dibistana destpêkî a kampa Azadiyê re bidestve anîye.

 

Bernameyên te ji bo pêşerojê çi ne?

Qirar e tevî girûpên werzişî yên dibistana destpêkî a kampa Azadî ya PDK Îranê, di Festîvala Werzişî a Xwendekarên Herêma Kurdistanê de beşdariyê bikim. Bi vê hêviyê ku bikarim azmûnên xwe ên çendîn salî bi wan re parve bikim.

 

Peyame te ji bo werzişvanên Kurdisatanê çi ye?

Werziş bi xwe peyama aştî, lêborîn û hezkirinê ye. Lewra divêt werzişvanên Kurdistanê ji rêya werzişê ve û bi mifahwergirtin ji teknolojî û zanista serdem hebûn, nasname çand û dîroka netewa xwe bi neteweyên cîhanê bidin nasîn.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 4’ê Gelawêja 1387’ê Rojî