|
derveyî welat da
destpêkirin. Desteya
Avaker ya vê
yekîtiyê di heyamê wan sê salan de, erkê birêveberiya Yekîtiya Xwendekarên
Demokrat girtibû stûyê xwe û bi kar û xebatên berdewam û çalakane yên xwe karîn
xîm û bingeha vê yekîtiyê bihêz û qahîmtir, herweha rêxistina xwe jî berfireh,
xurt û ektîvtir bikin heta gihandine vê qonaxê û bi hewce zanîn ku kongreya
yekemîn a xwe lidar bixin.
Hêjayî gotinê ye ku
kongreya vê yekîtiyê di 17 heta 20’ê Adara îsal di bin navê RABÎNê de dest bi
kar û xebatên xwe kir û di encam de bi pilan û piroje û hilbijartina rêveberiyek
nû bi serkevtin ve dawî bi karê xwe anî.
Lewre me jî bi
hewce zanî çend pirsiyaran derheqî kongreya wan û awayê birêveçûna wê, raberî
Sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Demokrat yên Kurdistana Îranê, birêz Kerîm
Perwîzî bikin ku em bala we bo xwendina hevpeyvînê dikişînin:
Kek Kerîm, di
destpêkê de em bi boneya serkevtina kongireya we ya yekemîn pîrozbahiyên herî
germ pêşkêşî rêveberiya nû û hemû endam û alîgirên Yekîtiya Xwendekaran dikin û
hêvî dikim ku hûn di xebat û tekoşîna xwe de serkeftî bin.
Ez jî spasiya we
dikim û bi nûneratiya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat yên Kurdistana Îranê ve,
pêrozbahiya serkevtina yekemîn kongreyê ji hemû endamên vê rêxistinê, bi taybet
li hundirê welat û li zanîngehên Kurdistan û Îranê de dikim û hêvîdar im
rêveberiya nû di erkên pêsipartî yên kongireyê de serkevtî bin.
Em dikarin bizanin
ku armanca we ji girtina kongireyê çi bû?
Kongreya her
rêxistinekê, kombûna bîr û rayên endamên wê rêxistinê ye. Desthilata herî bilind
û çavkaniya biryardana di rêxistinê de ye.
Kongreya rêxistinê
dengê rohn û eşkere yê endamên rêxistinê ye ku bi kombûna di cihê kongreyê de
çalakî, tekoşîn, biryar û birêvebirina erk û wezîfeyan di heyamê borî de
dinirxînin û erk û wezîfeyên nû ji bo pêşeroja rêxistinê destnîşan dikin.
Bi vî awayî kongre
koma dengan û encama bîr û rayên rêxistinê ye, lewre Yekîtiya Xwendekarên
Demokrat jî bi liberçavgirtina van rastiyan û piştî borîna sê sal bi ser avabûna
xwe de, bi hewce zanî ku kongreya yekemîn a xwe lidar bixe. Di heyamê sê sal
avabûna xwe de, karên bingehîn û eslî yên vê rêxistinê birêve çûbûn û zêdetir ji
wê jî, gavên dîrokî û girîng hatibûn avêtin.
Ji bo pêkanîn û
avakirina her rêxistinekê hewce ye aliyê kêm di çend waran de gavên destpêkîn
bihên avêtin û xîm û bingeha wê li ser çend waran de bihê raçandin. Biyava
yekemîn, rêxistinî û teşkîlatî ye. Bi vê manayê ku rêxistinek di destpêka
avabûna xwe de hewce dike hin kesan weke endam li dora xwe kom bike û
organîzasiyonekê ji wan re pêk bîne ku li gor wê organîzasiyona bingehîn, him
endam bi awayekî rêxistinî û organîzekirî bi hev re kar bikin, him jî çarçoveya
rêxistinê çê bikin û şekl û xemlekê jê re bidin.
Yekîtiya Xwendekarên
Demokrat û Desteya Avaker a wê di heyamê wan sê salan de, karên gellek binirx û
girîng encam dan û pêkhateya xwe jî çê kiribû, heya qasekê jî pêş ketibû û metod
û şêwaza organîzasyonek kemilî bi xwe ve girtibû û dikarîn weke parek
organîzebûyî kar bikin. Biyava din a bingeha her rêxistinekê, ragihandin e ku
Yekîtiya Xwendekaran bi serkevtin ve karî di vê beşê de jî kanalên ragihandinê
weke Kovar, Malpera Înternetî û bernameya Radyoyî bidest bixe û hewl û xebatê ji
bo destveanîna ragihandina bi reng jî bike.
Di biyava pêwendiyê
de jî gavên baş avêtin û li ser perwerdekirina endam û gihandina nêrîn û rayên
yekîtiyê bi tex û qatên pêwendîdar, konferans, semînar û civînên baş û bimifah
pêk anîn.
Bi giştî di gellek
karên xwe de serkevtinên baş bidest xistibû. Herweha rêbaz, hêla teşkîlatî û
nîşan û sembola bizav û rêxistinê hatibûn destnîşankirin û gav jêre hatibûn
avêtin. Lewre bi berçavgirtina van rastiyan û herweha hewcehiya nûbûn û
dengstandina giştî ji endaman, Desteya Avaker gihîşte wê baweriyê ku yekemîn
kongreya xwe lidar bixe û eşkere bike ku organîzasyona wan dikare xwe vejîne û
xwe nû bike.
Kongreya we di bin
navê ’’RABÛN’’ê de dest bi karên xwe kir, çima Rabûn?
Merem ji
hilbijartina vî navî, du tiştên sereke bûn: Yekem, eva ku em bêjin Yekîtiya
Xwendekarên Demokrat û bizava xwendekarî a kurd bona xebat di pêxema armanc û
hêviyên xwe de rabûne. Duyem, hayder û palderek ji bo xwendekarên ezîz û hêja be
bona tevlîbûn bi bizava xwendekarî a kurd û Yekîtiya Xwendekarên Demokrat.
Asta beşdariya
xwendekarên keç li kongireyê, li bas û nîqaşên nav kongirê û herweha di
rêveberiya nû de çawa bû?
Mixabin civaka
Kurdistanê, civakek paremayî ye û ji bo beşdariya jinan û keçan di jiyana
siyasî, civakî û aborî de astengî û pirsgirêkên zaf diafirîne û heya niha jî
beşdariya jinan û keçan di kar û barên siyasî û rêxistinî de negihîştiye vê
radeyê ku, xwast û daxwaza her mirovek azadîxwaz û wekhevîxwaz e. Hêviya hemû
azadîxwazekê ye ku beşdariya jinan û keçan di jiyana siyasî- civakî de hevterîb
ligel mêr û xortan be û weke hev û bi yek qas beşdar bin, ku mixabn hêj di
Kurdistanê de cih negirtiye û bi tevahî piraktîze nebûye. Lê serbarê wana, asta
beşdariya keç û jinan di kongreya Yekîtiya Xwendekaran de nêzîk bi %40 a
beşdaran bû ku eva jî bi xwe cihê hêviyê ye. Em hêvî dikin di pêşerojê de ew
radeye bibe %50, anku wekheviya temam ligel mêran. Keçên endam di kongireyê de
jî bi xweşî ve di bas û nîqaş, raderbirîn û biryarên kongireyê de beşdariyek
ektîv û bibandor hebûn û di encama hilbijartina rêveberiya nû de karîn nêzîk bi
30 ji 100’ê ya rêveberiya nû pêk bînin.
Heya çiqas mirov
dikare bi demokratîkbûna kongireya we hêvîdar be?
Bi raya min û bi
raya endamên kongreyê jî ku di bas û mijarên kongrê de beşdar bûn, kongre,
kongreyek azad û demokratîk bû, azadiya raderbirrîn û nêrîn û dîtina takekesan
bi tevahî misoger bû û bi awayekî demokratîk, şoreşgirane û bi têgihîştin ve li
ser hemû kar û biryarên kongreyê bas û qal dihat kirin. Herweha hilbijartinek
azad û bi tevahî demokratîk birêve çû ku di encam de rêveberiyek jêhatî û
bişiyan ji bo rêxistinê hate hilbijartin. Herweha di basên nav kongreyê de jî pê
li ser ceribîn û bihayên girîng yên serdem û yek ji wan jî demokrasîxwaziyê hate
çeqandin û rêbaza rêxistinê bi rêbaza netewî- demokratîk hate binavkirin û
pesendkirin. Herwha kongreya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat jî qewl û soz da ku
girêdayî û pabend bi rêbaza demokrat be û şanaziyê dike ku şagird û xwendekarê
mekteb û bîra mamostayê demokrasiyê, Dr. Qasimloyê nemir be.
Kongreya Yekemîn çi
piroje, stratejî yan mekanîzmek ji pêşeroja Yekîtiya Xwendekarên Demokrat yên
Kurdistana Îranê destnîşan kir?
Di kar û xebatên
kongreyê de bi hûrî bas li ser pênaseya xwendekar, nasnameya xwendekarên kurd û
bizava xwendekarî a kurd hate kirin û tekoşîn û xebata Yekîtiya Xwendekaran di
vê derheqê de bilind hate nirxandin. Herweha pê li ser gavên dîrokî yên wê hate
çeqandin. Yek ji wan gavên ku Yekîtiya Xwendekarên Demokrat avêtibû,
diyarîkirina rojek ji salê bi navê Roja Xwendekarên Kurd bû ku roja 12’ê
Banemerê, salroja şehîdbûna Şehîd Simayîl Şerîfzade wekî Roja Xwendekarên
Kurd diyarî kir. Herweha biryar hat girtin ku li ser pênasekirina xwendekarê
kurd û xurt û berçavkirina nasnameya wan, çi li Îran û çi jî li derveyî Îranê de
gavan bavêje û kar û xebat bona bihêz û xurtbûna baştir a bizava xwendekarî
bike. Herweha li ser karên vê rêxistinê di warên cur bi cur yên rêxistinî,
ragihandin, pêwendî û hînkirinê de biryarên girîng hatin dayîn. Bi hêviya ku
rêberiya nû ya hilbijartiya kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Demokrat yên
Kurdistana Îranê erk û wezîfeyên xwe bi başî bi cî bîne û di pêxema hêvî û
armancên xwendekarên azadîxwaz yên kurd de xebat û tekoşîna berbiçav û xurt
hebe.
Birêz Kerîm Perwîzî,
Sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Demokrat yên Kurdistana Îranê, pirr spas ji bo
beşdariya we di vê gotûbêjê de. Her bijî û serkevtî bin.
Spas û serkevtin ji
we re jî. |