|
evîndarî û
şoreşvanî coş da wê cejna netewî. Me xwest ji nêzîk ve wî hunermendê ciwan nas
bikin, derheq kar û xebatên hunerî ên wî hevpeyvînekê çê bikin:
Hunermend Şervan, ez
li ser navê tev xebatkarên rojnameya Agirî
ve dibêjim tu
bixêr hatî bo Kurdistana azad.
Gellek spas, ez jî
li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Wanê bi hatina Kurdistana azad gellek keyfxweş im
û silav û hurmetên xwe dişînim bo tev xebatkarên rêya rizgariya Kurd û
Kurdistanê û bi taybetî xebatkarên rojnameya Agirî û serkevtinê ji wan re
dixwazim.
Hunermend Şervan kî
ye?
Ez sala 1974’an li
gundekî bi navê Paşan ser bi bajarê Wanê li malbatekî herî hunerhez û welatparêz
ji dayîk bûme.
Te jiyana xwe ya
hunerî çawa dest pê kir?
Hunermend Kazo,
hunermendekî herî bi bîr û bawer e. Min ew pirr hez dikir. Min hertim di xeyalên
xwe de digot ku tu bêjî Xwedê dengek daba min, ez jî weke Kazo bistirama. Yanî
dikarim bêjim eşq û hogirbûna min bi dengê Kazo re ez elqedar kirim ku stranan
bêjim û îro rojê bibim hunermend.
Heta niha te çend
berhem derxistine?
Min bi awayekî fermî
di sala 2003’an de dest bi çêkirina kasêtan kiriye û heya niha 4 berhemên min
hatine belavkirin û di 6 festîvalan de jî beşdar bûme.
Armanca te ji
strangotinê çî ye?
Ez dixwazim bi rêya
hunera strangotinê ve, hawara gelê xwe bigehînime cîhanê û xizmetek jêhatî bi
çand û hunera Kurdî bikim.
Pilan û pirojeyên we
yên hunerî ji bo pêşerojê çine?
Ez dixwazim di
pêşerojê de bi xebat û tekoşîna xwe ya hunerî û bi berhem û keda xwe di pêxema
pêşvebirina çand û hunera Kurdî de bi awayekî zanistî û îroyîn xebata xwe
bimeşînim.
Hunermend Şervan, di
nava stranên xwe de herî zêde hez ji çi stranekê dike?
Strana herî xweş cem
min, strana min ya bi navê “Semê” ye. Ji ber ku min ev ji bo evîna xwe ya
jidestçûyî gotiye.
Şervan jiyana hevbeş
pêk aniye an ne?
Nexêr.
Hunermend Şervan vê
gavê evîndar e yan na?
Ez demekî evîndar
bûm. Lê ez çend salan ji xerîbiyê mam. Mixabin rojekê telefon ji bo min hat û
gotne min ku evîna te bi kesekî din re nîşan kirin. Wê gavê ez pirr nerehet û
perîşan bûm. Strana min ya “Semê”, min di vê derheqê de gotiye û piştî vê çendê
min sond xwar ku êdî evîndariyê nekim û min ev yeka jî di strana xwe ya bi navê
“min Sond xwarî piştî te nekevime çi dilan” gotiye.
Hêviya herî mezin di
dilê te de çiye?
Hêvî û daxwaziya
mezin di dilê min de azadî û serbestiya her çar parçên Kurdistanê ye û hertim
dibêjim azadî.
Hûn wekî huermendekî
Kurd astê muzîk û strana Kurdî bi giştî çawa dinirxînin?
Bi baweriya min
gavên baş ji bo pêşxistina hunera Kurdî hatine avêtin. Bi cehd û tekoşîna kedkar
û hunermendên me yê akademîk muzîk û strana Kurdî kariye bigihîje astekî cîhanî
û di nava çand û kultura cîhanê de bihê naskirin û îro rojê muzîk û strana Kurdî
rolekî bibandor di cîhanê de dilîze. Hêvîdar im ku bi xebat û îradeya tev
aliyekê em bikarin gavên baş bo zêdetir pêşxistina hunera Kurdî bavêjin.
Bi baweriya te gelê
me yê Kurdistana Bakûr heya çi qasekê di warê çand û kultura xwe de serbest in?
Mixabin li
Kurdistana Bakûr azadî tune ye. Dewleta Turk her tim siyaseta asîmîlekirin û
tunekirina netewa Kurd weke armanc û stratejiya sereke a xwe meşandiye. Heya îro
jî dewleta şovînîst a Turk îzna xwendin û nîvisîn bi zimanê Kurdî nedaye. Gelê
me li Bakûr li mafên herî sereke yên xwe bêpar in û serbestî û azadî hesreta wan
ya çend sed Salî ye.
Gava mirov guhdariya
stranên hunermendên me yên Kurdistana Bakûr dike, piraniya stranên wan derheq
şorişên Kurdan, bêbextî li dijî Kurdan û bindestiya Kurdan hatine gotin. Hûn
sedema vê çendê çawa dibînin?
Gelê me bi salane ku
bindestiyê de dijî û hertim xebat û tekoşîn kiriye bo rizgariya netewa xwe û
gihîştin bi mafê xwe yê netewî. Di vê pêxemê de jî gellek şoriş û berxwedanî
hatine kirin. Gellek bêbextî bi ser miletê me de hatine. Gellek rêberê mezin ên
Kurdan mîna Şêx Seîd, Qazî Mihemed û Dr. Qasimlo û... hatine şehîdkirin. Lê tabê
ev çende nahê jibîrkirin û ji bo nifşa pêşerojê dibe berjeng û hemû ew kesên ku
me bas kirin, bûne sebeb ku hunermendên me zêde derheq doza Kurdan bistirin.
Hûn ji wan ciwanên
me yên ku taze dixwazin têkevin nava stran û muzîka Kurdî de, çi dibêjin?
Tiştekî gellek baş
e. Îro her hunermendekî Kurdan weke lîderekî ye, hêvî dikim ku ciwanên me yên ku
taze dixwazin bibin hunermend risaleta hunera Kurdî biparêzin.
Gotina we ya dawî?
Ji bo Rojhilata
Kurdistan dibêjim ji we û xebata we ya azadîxwaziyê serkevtinê hêvî dikim.
Sipasiyê ji PDKÎ
dikim û ji xebatkarên Agirî re jî serkevtinê dixwazim. |