Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Hevpeyvîna Rojnameya “ROJNAME”, Tevî Birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî Yê PDK Îranê

 

Wergerandin/Omîd Esxeran

Hin kesan jêve ye ku rikeberanêya di navbera reformxwaz û kevneparêzan di hilbijartina gerra heştemîn a Meclîsa Şêwara Îslamî a Îranê û gişt pêkhatiya wê rejîmê de, rikeberanêyek rastîn e, her wiha li ser vê baweriyê ne ku heke reformxwaz

biryarder û desthilatdar bin, zirûfa siyasî a Îranê dê diguhere û heya qasekê dê demokratîze be. Bi giştî raya we derheq hilbijartin û hilbijartinên gerra heştemîn a Meclîsa Şêwra Îslamî di Îranê de çî ye û hûn rikeberanêya navbera reformxwaz û kevneparêzan di hilbijartinan de çawa dibînin?

 Di wan heşt gerrên hilbijartinên Parleman û di hilbijartinên Serok Komariyê de ku ji destpêka desthilatdariya Komara Îslamî de tên meşandin, eva ku em gişt xelkê Îranê dibînin, eva ye hilbijartinek ku em bikarin weke hilbijartina rastîn bihesibînin, di tu yek ji şanogeriyên han de nehatine birêvebirin, çunku tu yek ji merc û pîvanên hilbijartinek azad ku di welatên demokratîk de tên meşandin, di hilbijartinên han de nahên dîtin. Şêwra Çavdêr û betalkirina jêhatîbûna berbijaran ji aliyê navenda han ve, di rastî de diyarîkirina hin kesan ji bo rejîmê ye ku tu ferq û cudahiyek di nava wan de nahê dîtin. Eva bi vê wateyê ye ku hemû kesên ku nûnerên rastîn ên xelkê ne, berbijariya wan tê betalkirin û rejîm desteyek ji wan kesan dihêle ku bixwe nasiyarî li ser wan heye û hilbijartina wan ji bo rejîmê girîng nîn e, encama vê çendê jî yê bûye sedem ku roj li pey rojê asta beşdariya xelkê di hilbijartinan de kêmtir be. Merema min ji kêmbûnê eva nîn e ku Komara Îslamî hertim piştî her hilbijartinekê, piropagendeyek zaf dike û wê serkevtî nîşan dide û wiha dide zanîn ku xelk pêşwazî ji hilbijartinan dike, bi taybet li gor hin zaniyariyên ku gihîştine destê me, di Kurdistanê de roj li pey rojê asta beşdarîkirina xelkê di hilbijartinan de kêmtir dibe. Mînaka herê dawîn hilbijartina wê dawiyê a gerra heştemîn a Meclîsa Şêwra Îslamî ye, ji aliyekî din ve jî, ji destpêkê ve heya niha Reformxwaz di Îranê de reformxwazên hikûmetî bûne, renge serdemê zêrîn yê reformxwazan, Parlemana Şeşem be, wê demê Xatemî Serok Komar bû ku dezgeha birêvebirin û pirraniya Parlemanê jî di destê dewletaî wî de bû, lê me mêze kir ku tu gavek berbi demokrasî û cihgirkirina wê nehate avêtin. Wan heta di piropagandayên hilbijartinên gerra şeşem de jî wiha didan zanîn ku heke bigihîjin desthilatê, berî hemû tiştekê dê yasaya çapemeniyê  ku ji aliyê rejîmê ve bi tevahî hatibû sînordarkirin, biguherin, her weke ku me dît dema ku hatin ser kar, bi fermaneke Xameneyî ku navê wê danîbûn fermana hikûmetî, dest ji wî karî hilgirtin û ji baskirina vê jî poşman bûn. Lewra em dibînin pirsa reformxwazan ku bi serokatiya Xatemî hate rojevê, piştî du gerrên çar salî a Serok Komariyê, îdî yê gihîşte dawiyê û dema vê biser çû. Wate baska han bi kiryar nîşan da ku nikare tu guhartinekê ku bi qazancê gelên Îranê û demokrasiyê be, di Komara Îslamî de pêk bîne, nemaze ku divêt hemû karek di çaroveya yasaya bingehîn a Komara Îslamî de were encamdan. Eva di demekê de ye ku yasaya han bixwe yek ji mezintirîn astengên pêşiya demokrasî û azadiyê ye. Lewra min jêve ye dawî bi serdemê reformê hatiye û kêberkêya di navbera reformxwaz û kevneparêzan kêberkêyek nîn e ku bibe cihê dilxweşiya xelkê, bi taybetî her weke ku em dibînin tu aliyek ligel azadî û bîr û rayên cuda û guhartin di Komara Îslamî de nîn e. Heke kêberkêyek jî di holê de be, zêdetir di nava desthilatxwazan de ye, her yek ji bo bidestveanîna desthilata zêdetir hewlê didin, ne ji  bo azadî, demokrasî, mafê neteweyan û nehêlana zilma ku li ser gelên Îranê tê meşandin.

 

 Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê heya niha jî dijberiya Îranê dike û digel mana desthilatdariya bi vwî awayî dijber e, gelo hûn weke PDK Îranê ku dijberê Komara Îslamî ne, derheq vê çendê bi awayekî eşkere pêwendî tevî Amerîkayê heye?

 Em weke PDK Îranê li ser vê baweriyê ne ku em Kurd bi tenê nikarin Komara Îslamî yan her hikûmeteke din ku di wî welatî de desthilatdar be, bihiloşînin. Bona vê çendê me pişt bi du fakteran girê daye: a yekem, xebat û tekoşîna xelkê Kurdistanê di hundirê welat de, bona vê çendê jî em karê organîzasiyon, ragihandin û eşkerekirina siyasetên rejîmê dişopînin û ya duyem jî eva ye ku ji bo gihîştin bi armancên xwe, em hewcedarê piştevaniya derve ne, piştevaniya han pêkhatî ye ji piştgiriya welatên demokrat û pîşesazî ên cîhanê û yek ji wan Amerîka û renge di pileya duyem de jî Ewropa. Bi şopandina siyaseta han e ku me mêjdem e pêwendî tevî Amerîkayê hebûye û heye. Bi vî awayî di warê dîplomasiyê de, em xwediyê çalakiyên berçav li Ewropayê ne, eva ji bo vê çendê ye ku em bikarin deng û daxwazên neteweya xwe bigihîjînin navendên biryarder ên cîhanê û ji rêya han ve siyaseta partiya xwe bi wan bidin nasandin.

 

 Gelo pêwendiyên ku we tevî welatên han hene, bûne sedema pêşvebirina hin pirojeyan ku aliyê kêm Komara Îslamî di hundirê welat û herêmê de qels û lawaz bike?    

 Ez li ser vê baweriyê me ku Amerîkayê heya niha siyaseteke rohn û zelal derheq Îranê nebûye, eva rast e ku Amerîka hin caran ji Îranê dixeyide, lê heta niha siyaseteke eşkere û ragihandî di holê de nebûye ku bo mînak bêje, em dixwazin digel Îranê wî karî bikin û bernameyekê bona vê çendê dabirêjin, lewra di vê çarçoveyê de, min jêve ye ne tenê partiya me, belku heya ku ez dizanin Amerîka tevî tu yek ji partiyên opozîsyon ên Îranê pêwendiyek wisa tune ye ku digel wê de bername û pirojeyan dabirêje, ev pêwendiya ku me heye zêdetir pêwendiyekî siyasî û jihev têgihîştin e derheq zirûfek ku di Îran û Kurdistanê de heye.

 

 Di êrîşa leşkerî a Aemerîka bo ser Efxanistan û Îraqê de, wiha dihat texmînkirin ku Amerîka dê heyamekî kurt piştî şerê Îraqê, êrîşa leşkerî bike ser Îranê, lê piştî bûyerên pêwendîdar bi êrîşên han ve, texmîna han lawaz bû. Balansa hêzan di herêm û cîhanê de, bandor li ser betalkirina raya han hebûye. Bi liberçavgirtina zirûfa han, êrîşa Amerîka bo ser Îranê heya çi qasekê nêzî rastiyê ye?        

 Bi qasê ku me hay ji siyasetên piropagandeyî ên Amerîkayê heye û ji destpêkê ve ku me eva şopandiye û di pêwendiyên ku me tevî wan hebûne, tu demekê me guh jê nebûye ku bernameyeke wiha di holê de be ku ji rêya bejahî ve êrîşê bikin ser Îranê û modela Efxanistan û Îraqê di Îranê de jî bişopînin. Li vir ez naçim ser sedemên vê çendê, renge derfetek zêdetir bixwaze, lê eva ku heya niha di holê de bûye, êrîşek berfireh bo ser navendên leşkerî ên Îranê bûye, bi awayekê ku hin navendên stratejî, aborî, leşkerî û rêyên pêwendian bi tundî bombebaran bike û zirarek mezin lê bike. Hetanî sala derbasbûyî egera han di rojevê de bû, lê her weke ku we jî îşare pê kir, pirsa balansa hêz di herêmê de û ji bilî vê çendê, ez pirsa zêdebûna buhaya petrolê û hin fakterên din jî jê zêde dikim, bûn sedem ku Amerîka heya niha jî qala êrîş bo ser Îranê neke û egera vê çendê jî ji holê rabe. Min jêve nîn e Amerîka di zirûfekê wilo û li Rojhilata Navîn de bixwaze karekî wiha encam bide, çunku di rewşeke wiha de, arîşeyên vî welatî û hevalbendên wî zêdetir dibin. Diyar e Amerîka weke yek ji welatên 5+1 hewlê dide ji du rêyên haydan û cezakirin ên Konseya Ewlekarî û Neteweyên Hevgirtî ve Îranê mecbûr bike ku dest ji zengînkirina Uraniyûmê hilgire û bi wî awayî gefa li ser xwe û bi giştî cîhanê ji holê rake. Siyasetek ku Amerîkayê niha girtiye pêşiya xwe, ji aliyekê ve haydana Îranê ye ji  bo diyalogê û ji aliyekî din jî weke ku min got cezakirina wî welatî ye. Her weke ku me heyamekê berî niha dît biryara sêyem a Konseya Ewlekariyê li dijî Îranê derçû ku Amerîkayê rolek berçav di vê derheqê de lîst.

 

 Nina di Rojhilata Navîn de pêvajoya demokratîzekirina pêkhatiyên siyasî di jordeçûn û jêrdeçûnê de ye, em wiha bihesibînin ku pirojeya han heya astekê berbipêşve çû ku Komara Îslamî neçar bike di hundirê xwe de guhartinên demokratîk encam bide û zirûfek wilo were holê ku hewce be tevî Opozîsyonê danûstandinê bike, hûn weke PDK Îranê heya çi qasekê amade ne tevî Komara Îslamî gotûbêj û danûstandinan bikin?

 Her çend ku dibêjin di siyasetê de tu tiştek nemimkûn tune ye, lê di rastî de me bi liberçavgirtina nasiyariyek ku ji Komara Îslamî heye û ezmûnek ku tevî wê rejîmê hatiye destê me, em hatine ser vê baweriyê ku rejîma Komara Îslamî bi tu awayekê tevî merc û pîvanên demokratîk nahê û nikare ber bi guhartinên demokratîk here. Sedema vê çendê jî vedigere ser vê rastiyê ku demokrasî di civak yan desthilata demokratîk de ber bi pêşve diçe, rejîmek ku xwe weke nûnerên Xwedê dihesibîne û jêve ye kar û xebatên wê, kar û barên wê esmanî ne û hêjayî destêwerdanê nîn in, li vir demokrasî tiştek nîn e ku were hizrandin. Derheq vê çendê, ji bilî Îranê, welatên din jî hene ku nekarîne tevî demokrasiyê ber bi pêşve biçin, ji bo vê çendê em dikarin Kureya Bakûr weke mînak bînin ku niha jî her di çarçoveya îdeolojîk a xwe de maye. Berê jî Yekîtiya Soviyet hebû ku nekarî tevî demokrasiyê bijî, her wiha welatên Kûba û Taliban ku derfeta encamdana guhartinên demokratîk di rejîmên han de nîn e. Komara Îslamî jî yek ji wan sîstemên îdeolojîk e ku nikare ber bi guhartinên demokratîk here, lewra her di wî şeklî de dimîne û di nav û derveyî welat de roj li pey rojê xirabtir dibe.   

 Derheq demokratîzekirina herêmê ji aliyê Amerîkayê ve, em li ser vê baweriyê ne ku Amerîka hewlê dide hin guhartinan di herêmê de pêk bîne. Dema ku yek du salan berî niha gelaleya Rojhilata Navîn a Mezin anî holê, me pêşbîniya vê çendê dikir ku ew nikarin gelaleya han bilez berbipêşve bibin. Lê min jêve ye gelaleya han hêj mîna xwe maye, renge bi awayekî lezgîn berbipêşve neçe, çunku pirsa demokratîzekirina Rojhilata Navîn ji bilî vê çendê ku bi qazancê xelkê vê herêmê û bi taybetî gelên bindest ên herêma han e, her wiha bi qazancê Amerîkayê ye ku herêma han navçeyek demokratîk be, lewra Amerîka ji bo vê armancê hewl û cehda xwe dide. Derbarê rûniştina me tevî Komara Îslamî a Îranê, tevî vê çendê ku em weke partiyek siyasî aştîxwaz in û me bawerî bi vê çendê heye ku arîşe û pirsgirêk tenê ji rêya danûstandin, gotûbêj û bi awayeke aştîxwazane çareser dibin, lê mixabin em Komara Îslamî a Îranê di vê çarçoveya fikrî de nabînin ku bi çareserkirina pirsgirêkan amadeyî gotûbêjan be. Heke Komara Îslam di hin qonaxan de amadeyî diyalog û gotûbêjan e, armanca wê ne çareserkirina pirsgirêkan e, belku dixwaze pirsan ji bo qazanc, vêc û siyaseta xwe berbipêşve bibe. Mînaka herî baş bona vê çendê doza Etomî a wî welatî ye ku çendîn sal e didome. Derheq vê pirsê, welatên 5+1 berdewam danûstandinan tevî wî welatî dikin, lê her weke ku em mêze dikin di heyama wan çend salên bihurî de, serbarê vê çendê ku sê biryarnameyên cezakirinê ji aliyê Konseya Ewlekarî a Neteweyên Hevgirtî li dijî wî welatî hatine pesendkirin, hêj ew rejîme li ser siyasetên xwe biîsrar e. Lewra ez li ser vê baweriyê me ku rûniştin û diyalog tevî Komara Îslamî bêmifah e û tu destkevtek nabe, her çend ku me weke PDK Îranê di qonxekê de eva ceribandiye û di pêxema siyaseta xwe a aştîxwazane de nirxek zaf daye û weke ku hûn jî dizanin Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Sekreterê Giştî yê partiya me di vê pêxemê de şehîd bû. Em niha gihîştine vê qîmê(qenaet) ku Komara Îslamî bi tu awayekê tevî danûstandin û diyalogê nîn e û naxwaze ku arîşeyên xwe ji vê rêyê ve çareser bike. Em ne hêvîdar in jî ku rojek ji rojan bona çareserkirina pirsgirêkan tevî Komara Îslamî danûstandinan bikin.

 

 Piştî hin cudabûn û veqetiyanên ku di nava partiyên Rojhilatê Kurdistanê de hatin holê, nêrîn û dîtinek li ser partiyên han çêbûye ku bi awayekê yê bûye sedema bêhêvîtiyê. Bêhêvîbûn bi wateyekê ku gellek zehmet e  ji bo berbirûbûn tevî Komara Îslamî partiyên han bixwazin hevalbeniyekê bihev re pêk bînin. Hûn çawa pirsa han dinirxînin?  

 Cudabûna hin deste û girûpan ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê û pêkanîna partiyên nû, pirsek nû nîne û her taybetê Rojhilatê Kurdistanê jî nîn e. Di her civakekê de ku diyalog, gengeşe û nîqaş hebe, pirsa han rû dide û em rojane di cîhanê de jî şahîdê vê çendê ne. Diyar e partî li ser rêkevtinê ava dibin, wate desteyek ji mirovan li dor hin bername û bîr û rayên hevbeş kom dibin, dema ku cudahî di bîr û rayên wan de pêk tê, jihevcudabûn jî tiştekî normal e, min jêve ye cudabûn demekê cihê bêhêvîtiyê ye ku ew desteya ku cuda dibin, dest ji xebatê berdin, hekene avakirina partî û saziyên din û xebat bona jiholêrakirina dîktatorî û gihîştin bi azadiyê, nabe sedema bêhêvîbûnê. Gelê Kurd ne li Rojhilatê Kurdistanê û ne jî li parçeyên din yên Kurdistanê nabe bi vê çendê bêhêvî bin, ji aliyekî din jî eva rast e ku cudabûnên niha, heya qasekê asteng û girêpêçk li hember hevgirtin û xebata partiyên Rojhilatê Kurdistanê çêkirine, lê eva bi vê wateyê nîn e ku arîşeyên han hetanî dawiyê weke xwe dê bimînin. Ez li ser vê baweriyê me, zirûfa me a niha, ji zirûfa me ya destpêka hatine ser kar a Komara Îslamî xirabtir nîn e. Me wê demê bi hevkarî û hevdengiya pirraniya partî û aliyên siyasî ku wê demê di Îranê de hebûn û gellek belavwelatir ji niha bûn, karî desteya nûneratî a gelê Kurd pêk bînin û tevî Komara Îslamî bikevin danûstandin û diyalogê. Wê demê bi bîr û rayên cuda, ji Komonîstên tundrew ve heya Îslamî û Demokratan, me karî di bin çetra desteya nûneratî a gelê Kurd de kom bin û nêrîna xwe ji Komara Îslamî re bidin zanîn. Mixabin her çend ku danûstandinên han tu encamek jê neket, lê mînakek bû bona vê çendê ku partiyên Kurdî dikarin bihev re bicivin û xebata hevbeş bimeşînin. Ji bilî vê çendê jî, me sê salan berî niha hewl da ku tevî neteweyên din yên Îranê weke Ereb, Belûç, Turk û Turkmen ku ew jî  weke me di bin zilm û zoriyê de ne, hevdengiyekê pêk bînin ku bixweşî ve em di vê xebata xwe de serkevtî bûn. Di destpêkê de me bi hevkariya heft saziyan karî Kongireya Neteweyên Îrana Federal ava bikin ku heya niha partiyên beşdar di vê kongireyê de yê gihîştine 15 partiyan ku di nava wan de aliyê kêm sê partiyên Kurdî bihev re hevkar û hevarmanc in, çima em nikarin tevî partî û saziyên din ên Kurdî bona xebata hevbeş rêk bikevin? Ger wiha bû eva ne cihê bêhêvîbûnê ye, belku em gellek bi vê çendê hêvîdar in. Em bixwe hewlê didin ku bikarin piştî cudabûnên han, zirûfê aram bikin û etmosferek siyasî a normal bînin holê, em dixwazin gavan bavêjin û hevgirtinekê bînin rojevê. Min jêve ye di dema xwe de, dê zirûfek baş ji bo vê çendê were holê, niha em hemû di armancên xwe de hevbeş in, armanca me hemûyan hiloşandina Komara Îslamî û avakirina sîstemek demokrat û federal e ku bikare mafê neteweyên Îranê garantî bike. Li gor nasiyariyekê ku min ji partiyên opozîsyon ên Rojhilatê Kurdistanê heye, dijberiyek wiha a siyasî mêze nakim ku nehêle em bihev re xebatê bikin, ji bilî hin partiyên komonîst ku gellek kin in û nahên berçav, saziyên din ên Kurdî di çarçoveyek siyasî û fikrî a wekhev de ne, lewra hevgirtin ne tenê nemimkûn e, belku gellek jî mimkûn e.  

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 17’ê Pûşpera 1387’ê Rojî