|
giştî û
nemaze hilbijartinê pirr heye, wî bi dilgermî pirsên me bersivandin û em dê bi
hev re vê hevpeyvînê bişopnin:
Hevpeyvîn/
Azad Kurdî
Dr. Heqî:
Destpêkê dixwazim hindek kurteagahdarî ser welatê Amerîkayê bas bikim.
Weku diyar e, Amerîka bi 300 milyon nifûs û 9,4 milyon km çarçik xaka xwe ve
taliya vê salê dê serokek xwe yê/ya nû hilbijêre.
Li
Amerîkayê sê dezgahên sereke yên qawetê bo rêvebiriyê hene:
1.Dezgaha çêkirina qanûnan. Ew ji aliyê Meclis û Senatoyê ve ne.
2.Dezgaha pêkanîna (bicihkirina) qanûnan. Ew jî hikûmeta Amerîkayê ye.
3.Dezgaha çavdêriyê. Ew jî Dadgeha
Bilind e.
Gava qanûnek ji aliyê Meclis û Senatoyê ve hate çêkirin, ew diçe ba serokê
dewletê. Mafê serok heye ku vê qanûnê veto (red) bike. Gava qanûn vegeriya
Meclisê, divê ew (Meclis/Senato) 2/3 (67%) ji dengan berhev bikin, heya ku ew
qanûn were qebûlkirin. Hingê serokê dewletê nikare rê li ber vê qanûnê bigire.
Ger şikayeta bo xeletiyekê di van qanûnan de hebin, hingê ew dikare here Dadgeha
Bilind ku wê 8 endam û yek jî serokê xwe heye.
Biryara Dadgehê çi be, dê ew were pêkanîn.
Ger pirsgirêkên di eyaletekê de, di navbeyna kesan de çêbin, hingê çareserkirina
wan pirsgirêkan dikeve ber desthilatdariya wê eyaletê. Lê ger pirsgirêk pêşberî
dewletê, yan jî navbeyna du eyaletan de were meydanê, hingê çareserkirina wan
dibe ya dewleta federal, ango ya navendî.
Her 50 eyaletên (nîvdewletên) wê dê namzetên du partiyên sereke, (RP û DP)
hilbijêrin. Li aliyê dî jî, her eyaletekî ji wan birheke xwe yên cuda li ser
hilbijartinan hene.
Nifûsa eyaletan ji hev cudan ye- nifûsan hindek eyaletan zêde ne û
yên hindekan jî gelek hindik in. Endamên Meclisê li gor nifûsa wan eyaletan tên
hilbijartin. Da ku newekhevî (bêedaletî) nekeve nava desthilatdariyê de, dezgahê
Senatoyê hatiye sazkirin. Ji ber vê çendê, her eyaletek du Senatorên xwe hene-
bila nifûsa wan çiqas gelek, yan jî hindik be jî. Ev yeke eyaletên nifûsbiçûk li
pêşberî yên têrnifûs diparêze. Çi qanûnên ji aliyê Meclisê ve werin pêkanîn, ew
dikarin li Senatoyê werin sekinandin.
Herweha mesele li hindek eyaletan hukmê îdamê heye û li hindekan nîne.
Ango taybetmendiyên her wilayetê dikare birha xwe li hilbijartinan bike.
Serokê Senatoyê cihgirê serokê dewletê ye, ku niha
Dick Cheney ye. Li gor qanûna
Amerîkayê, cihgirê serokê Amerîkayê yekser (otomatîkî) dibe serokê Senatoyê jî.
Serokê Meclisê Nancy Pelosi
(DP) e.
Sîstema siyasî ji aliyê Senato- û Meclisê ve tê rêvebirin. Amerîka bi rêya
federalîzmê rêve diçe.
Her eyaletekê du Senatorên xwe hene. Ango li tevahiya Amerîkayê 100 Senator
hene.
Meclis jî 435 Parlamenterên xwe hene. Kesê ku namzeta xwe bo wekîltiyê dane,
divê temenê wî/wê ne kêmî 25 salan be û ji kêmahî ve 20 sal bin ku ew
hemwelatiyê Amerîkayê be. Wekîl ji bo du salan tên hilbijartin. 232 wekîlên
Partiya Demokrat (DP) û 198 jî yên Partiya Komarîxwaz(RP) hene. Di Senatoyê de,
52 Senatorên Demokratan (li gor hilbijartinên 2006’an) û 46 jî yên Komarîxwazan
hene. Du Senator jî serbixwe ne.
Wek ku diyar e li Amerîka du partiyên sereke ji bo desthilatdariya Amerîkayê
hevrikiyê dikin: Partiya Komarî û Partiya Demokrat.
Di
destpêkê de çend kes wek berendamên partiyê xwe didin pêş. Hilbijartina
berbijarên her partiyekê, çi ya RP çi ya DP ji hev cuda ne. Lê kêm-zêde wek hev
in. Bi kurtî her berendam divê hindek dengên delegeyên partiyê yên her wilayetê
wergirin heya ku ew bikarin berdewam bikin. Di pêvajoya vê hilbijartina
bernamzetiyê de hindek berbijar ji ber ku kêm dengên delegeyan werdigirin, xwe
ji berendamiya partiyê ji bo serokatiya Amerîkayê dikişînin. Di dawiyê de her
partiyê berendamek xwe bo serokatiya Amerîkayê destnîşan dike.
Heya niha namzetê Partiya Komarîxwaz kifş bûye. Ew jî Senator McCain e.
Lê yê Partiya Demokratan ne diyar e. Namzetiya DP’ê di navbera Senator
“Hillary Clinton” û Barack Obama de maye. Divê ew “xwe ji hev safî
bikin” ango yek ji wan bibe namzetê partiyê.
Aliyên erênî û
neyênî ên McCain, Hillary û Obama çi ne? Heta niha van sê berendamane çi li ser
Kurd û doza Kurdan gotine an na?
Dr. Heqî:
Di pêşiyê de hindek agahhdarî ser wan namzetan:
Partiya Republican, RP:
Senator John McCain:
Siyaseta McCain wek ya serok “Bush” e, lê hinekê ”nermtir” e. Senator McCain li
ser pirsgirêka Îraqê jî, “nafikire ku ew eskerên Amerîka ji Îraqê vekişîne.” Bi
tersê wê, ew dixwaze hêza Amerîkayê bêhtir û xurtir bike û ew li wir bimînin. Li
aliyê dî jî, ew dixwaze eskeriya Amerîka bi tevahiya xwe ve hê bêhtir xurttir
bike. Herweha McCain digel dîtina parçebûna Îraqê ji bo sê beşan e.
Û gava Senator McCain wek serokê Amerîkayê hate hilbijartin ew dê li ser Sûriyê
û Îranê hê bêhtir bişidîne.
Başiyên (erêniyên)Senator McCain:
Naxwaze ku Amerîka di Îraqê de binketî be û eskerê xwe vekişîne. Dibêje ku
eskerê Amerîkayê dê li Îraqê bo çaxek dirêj bimîne- qala gellek salan dike.
Ger ji bo Îraqê pirsgirêka ewlekariyê baş rêve biçe (wek ku ji meha Nîsana
2007’an ve wisa diçe) ev yek dibe piştgiriyek xurt ji bo wî.
Zeîftiya siyaseta bernamzetên Partiya Demokratan.
Bi
rengekî piştgiriya wî bo kurdan. Çendî ku ev piştgirî ne zelal be jî- ez
piştgiriya wan berbijaran bo kurdan wek aliyekî xurtbûnê ji bo wan dibînim.
Piştî diyarbûna wî bo berendamiya RP, kesên dewlemend û siyasetmedarên Amerîkayê
dê xwe hê bêhtir nêzîkî wî bikin. Ji vê jî ew dê bikare alîkariyek xurt ya aborî
bo kampanya xwe berhev bike, herweha piştgiriyek xurt ya siyasî bo xwe peyda
dike.
Lawaziyên (neyêniyên) ”Senator John McCain”:
Temenê wî zêde ye, ango ew extiyar e, 71 salî ye.
Wî
tu caran –ji bilî karê dewletê- di kareke din de nexebitiye. Ji ber vê yekê, li
gor siyasetzanên Amerîkî, ew ji pirsgirêka aboriyê ve qasê fêhm nake. Zû hêrs
(aciz) dibe.
Gava ew wek pîlotê balafirê bû, wî çend caran balafir êxistiye.
Rengê siyaseta wî ne diyar e. Dikare ji nişkê ve xwe biguhere.
Ne
kesek kunservatîv e ku wek dilê Partiya Komarîxwzan dixwaze.
Lawaziya rêbertiya wî.
Ji
bo kurdan
siyaseteka Senator McCain di derbarê piştgiriya kurdan zelal nîne. Û wî heya
niha diyar nekiriye gelo dê dayin-standinên Amerîkayê di bin serokatiya wî de
digel kurdan, taybetî Kurdistana azad çawa bin. Herweha, xetera birha lobiya
(nasandina) tirkan ser wî heye. Lê mixabin heya niha kurdan xebatek bo lobiya
xwe digel wî nekirine.
“Başiyên, erêniyên” Senator “Hillary Clinton”:
Tecrûbeya wê ya siyasî heye.
Dayîn-standineke wê ya siyasî û berfereh (ji ber serokatiya mêrê xwe) heye.
Kesên feqîr, kêmpere pişta wê digirin.
Siyaseteke wê ji bo kurdan, hema bêje gellek zelal, heye. Ew dixwaze bingeha
eskerên Amerîkayê ji Îraqê bibe li Başûrê Kurdistanê bi cih bike.
Ji
vê jî ew dikare piştgiriya kurdan bidest bixe.
Qismek mezin ji Cihûyan (qismên “Statuqo”yî) li pişt siyaseta wê disekinin.
Kêmasiyên berbijarê Komarîxwazan.
“Lawaziyên, neyêniyên” Senator “Hillary Clinton”:
Diyar e ku birha lobiya (danasîna) tirkan ser wê heye. Wek nimûne, milyarderekî
tirk, Mehmet Celebî (ultranationalist- nijadperest), ku di heman demê de ew
dijminê kurdan e, wî 100 hezar dolar bo alîkariya kampanya wê da Hilarî
Kilînton. Wê jî, ji bo vê alîkariyê cihek, “kursiyek” girîng di konferansa
pêşerojê ya “convention”ê de ji bo Celebî destnîşan kir. Ji vê jî dikare xetera
tesîra (birha) vî kesî (û yên din?) tirk yê/yên nijadperest li siyaseta
““Hillary Clinton”” bike/in.
Lê di dawiyê de ji ber dijminatiyek diyar ya Celebî bo kurdan, Hillary mecbûr ma
ku ew kursî û kar ji vî dijminê kurd bistîne. Ev yeke birînek siyasî li kampanya
wê ya hilbijartinê kir.
Siyaseta wê ji aliyê mêrê wê ve tê rêvebirin- ango siyasetek wê serbixwe nîne.
Hevrikê wê, Obama gellek xurt e.
Ew
nikare dengan ji Komarîxwazan bistîne, lê Obama dikare û kariye jî.
Başiyên erêniyên Senator ”Barack Obama”:
Ew
xort e. Gazî nûjeniyê dike.
Li
ser rêkûpêkkirina aboriya welat disekine.
Siyaseteka wek ya serokê Amerîkayê yê kevin, ”John Kennedy”, wisa nerm,
dimeşîne.
Ji
ber vê yekê malbata Kenedî bi awayekî vekirî piştgiriya wî dikin.
Gellek xort û bi taybetî jin dengên ji ber hîsên xwe didin wî.
Gazî qata navçe dike.
Gellek baş dizane biaxive û xwe bide pêbawerkirin.
Dikare dengan ji Komarîxwazan jî bistîne.
Lawaziyên, neyêniyên Senator ”Barack Obama”:
Dixwaze eskerên Amerîkayê ji Îraqê vekişîne. Komarîxwazan dê vê yekê weke
“xetera jarbûna Amerîkayê bidin xuyakirin.“ Û ew dê propagandeyê bikin ku ev
yeke “zirav bi hêzên terorîst re çêdike”. Ev jî rê dide hêzên terorîst çi li
hundirê welat û çi ên dervayî welat zirarê bidin Amerîkayê.
Amerîka navê xwe yê “Superpower” winda dike.
Li
gor wan, Amerîka di bin serokatiya Obama de dê bibe welatekî “tirsonek”.
Komarîxwaz dê li ser vê yekê siyasetê bikin û gellek dengan bistînin.
Senator Obama xort e. Tecrûbeya wî nîne.
Siyasetek wî ya diyar ji bo kurdan nîne.
Rikeberiyeke xurt
û balkêş di navbera berbijarên her du partiyên sereke ên Amerîka (DP) (RP) heye.
Weke te got berendamê RP’ê McCain e, lê hêj rikeberê wî yê DP’ê ne xuya ye. Bi
baweriya we Hillary dibe berendamê eslî yan Obama?
Dr. Heqî:
Li gor dîtina min
ev
rewşa nezelalî rêve dike ku ew her du berendam biçin
“convention” ê. Ango
şêwirmendiya partiya xwe (DP). Ew
jî di meha Tebaxê ji aliyê “Superdelege”yan ve safî dibe.
Lê bi giştî,
superdelegeyan rengê dengên xwe di konferansa dawiyê (convention) de eşkere
dikin. Ango ew dê piştgiriya kîjan berbijarî bikin. Bes ew dikarin hê ji niha ve
piştgiriya xwe bo yek ji wan bernamzetan eşkere bikin.
Ger em ser Senator Obama biaxivin, divê em bersiva hindek pirsan jî bidin:
Gelo Amerîka amade ye bo serokek eslê xwe misilman û ne sipî? Herweha miletê
Amerîkayê dê bixwaze desthilatdariya welatek “Superpower” bêxe destê Senator
Obama de? Ma Amerîka dixwaze serokek xwe hilbijêre ku ew dê bi Îranê û welatên
ku fendamentalîzma olperestiyê diafirînin “li hev bike”? Gelo Amerîka amade ye
ku eskerê xwe ji Îraqê vekişîne?
Ger Amerîka ji Îraqê vekişiya, dê Senator Obama çi
alternatîfê bêxe şûnê da ku ew stabîlîtetê li herêmê biparêze?
Niqteyek girîng, gava Cihûyên Amerîkî piştgiriya Senator Obama negirin, ew
dikare bibe serokê Amerîkayê?
Û
xalek ji bo me kurdan girîng, gelo Senator Obama bo piştgiriya
kurdan çi plan û proje hene?
Sîstema Federal a
Amerîka çi bandorek li hilbijartina Serok Kumariyê heye?
Dr. Heqî:
Bêguman bandora wê heye. Ew jî nifûsa
eyaletan tê. Weku diyar e her eyalet, weku “nîvdewlet” kar dike. Ango ew di kar
û barên xwe de gellek serbixwe ne. Nifûsa hindek eyaletan zêde ne û yên hindekan
jî gellek hindik in. Endamên Meclisê li gor nifûsa wan eyaletan tên hilbijartin.
Bandora endamên delegeyên her partiyê li gor nifûsa eyaletan tên destnîşankirin.
Mesele eyaleta Kalîfornya eyaletek gellek mezin e. Bêguman gava bernamzetên
partiyekê piştgiriya gellek endaman ji vê eyaletê bigire, ew dê yekser bandora
xwe ser tevahiya dengên delegeyên partiya xwe bike. Herweha gava ew ji wan
eyaletên mezin gelek dengan wergire, ew dikare namzetiya xwe bo partiyê jî
misoger bike. Lê di warê hilbijartinên dawiyê de bo wekîl û Senatoran de ev
niqte ne wisa ye. Ango, da ku newekhevî (bêedaletî)nekeve nava desthilatdariyê
de, dezgahê Senatoyê hatiye sazkirin. Ji ber vê çendê, her eyaletek du Senatorên
xwe hene- bila nifûsa wan çiqas gelek, yan jî hindik be jî. Ev yeke eyaletên
nifûsbiçûk li pêşberî yên têrnifûs diparêze. Çi qanûnên ji aliyê Meclisê ve
werin pêkanîn, ew dikarin li Senatoyê werin sekinandin.
Hin kes nigeran in
ku heke PD di hilbijartinan de serkeve, dê siyaset û stratejiyên Amerîka dê
nermtir bibin? Hûn çawa difikirin?
Dr. Heqî:
Rast e, qenaetek wisa heye. Lê divê mirov li siyaseta berjewendiya hevbeş ya her
du milet û welatan- ango Amerîka û Kurdistanê bîne ber çavan. Bila nehê
jibîrkirin ku dostê herî nêzîk û pêbawer yê Amerîkayê di Rojhilata Navîn de bes
kurd in. Desthilatdariya Amerîkayê bi vê dizane û pêwîst e bizane jî. Lê li gor
dîtina min ger em mesele li ser Senator ““Hillary Clinton”” biaxivin, niqteya
lawaz ku dê digel siyaseta Senator ““Hillary Clinton”” be ev e: Ew jî
berdewamiya “Status quo (wek xwe bimîne”) ye. Em bi kurdî ji vê re
dibêjin “dîsa sim-simayîl e”. Ango Senator “Hillary Clinton” dikare li
Rojhilata Navîn destê xwe nede rewşê, wê wek xwe bihêle (weku mêrê xwe, Bill
Clinton). Ango ne xirab bibe- ne jî gavên radîkal werin avêtin. Ev xeterek mezin
e. Ji ber ku xetera herî mezin li Rojhilata Navîn diyar e çêkirina çekên Etomî
ji aliyê Îranê ve ye. Ango ger “Hillary Clinton” çareyekê ji rêlêgirtina
çêkirina çekên Etomî re nebîne, hingê Amerîka di Rojhilata Navîn de biser
nakeve. Û gava Îran bû xwediyê çekên Etomî, Amerîka nikare li herêmê bimîne. Yan
divê şerek Etomî digel Îranê bike, yan jî divê dev ji herêmê berde wê teslîmî
fendamentalîzma Îranê bike. Herêm jî bi tevahiya xwe ve dikeve bin xeterek mezin
ya Îranê de. Amerîka ji Superpower´tiya xwe dikeve. Lê ez ne bawer im ku
“Hillary Clinton” dê Amerîka bêxe bin xeterek wisa mezin de. Lê, ji aliyê din
ve, ya rastî ger Senator Obama were hilbijartin, hingê ev xetera ku me li jor
behsê kiriye heye.
Di vir de divê em
rola Îsraîlê li herêmê ji bîr nekin. Ango Îsraîl dikare her kêlikê bikeve
dewreyê de û wisa bike (bila kî serokê Amerîkayê be bila bibe) da ku
desthilatdariya Amerîkayê pêşberî Îranê gavên radîkal bavêje.
Hilbijartina nû a
2008’an dê çi bandor li ser Rojhilata Navîn hebe?
Dr. Heqî:
Bêguman li ser hilbijartina kîjan siyasetê ye. Gelo McCain dê were hilbijartin,
hingê bandora siyaseta Amerîka li ser Rojhilata Navîn dê ji ya Senator Hillary
ferqtir be.
Heta hilbijartina
Senator Obama dê ji ya Hillary cudatir be.
Divê em dûr û
dirêj bifikirin: Mesele ger Başûrê Kurdistanê daxwaza serbixwetiyê kir, dê
Amerîka çi bêje?
Ger em kurd li ser
daxwaza vegera Kerkûkê bo Herêma Kurdistanê ti gavan şûnde neavêjin, hingê ne
dûre ku di navbera me û ereban de arîşe derkevin, dê ew serokatiya Amerîkayê çi
bêje, çi bike?
Û ger Amerîka
rejîma Îran û Sûriyê guhart, hilweşand, reform yan jî bi renegekî maqûl li hev
kir, dê li vir dê çi rol bigihe, yan jî bide Kurdan?
Û ger kurdan ser
Amerîka şidandin da ku ew li ser Tirkiye bişidîne da ku ew çareseriyekê bo
pirsgirêka Bakûrê Kurdistanê peyda bike, dê ew serokatî/desthilatdariya
Amerîkayê çawa hereket bikin?
Ango bersiva van
pirsan pirr rengî ye û ew jî bi siyaseta serokê nû yê Amerîkayê ve gelo ew çawa
li berjewendiya hevbeş ya kurdan û Amerîkayê dinêre ve kêm-zêde girêdaye.
Pêwendiyên Îran û Amerîkayê piştî hilbijartinê dê çawa bibin?
Dr. Heqî:
Li gor dîtina
peywendiyên Amerîkayê piştî hilbijartinan digel Îranê bi wê siyasetê ve girêda
ye ka kîjan siyasetmedar û partî biser dikeve. Ger Senator Obama were
hilbijartin, li gor dîtina min peywendî digel Îranê dê xweş bibin. Divê em ji
bîr nekin xweşbûna peywendiyên Amerîkayê digel Îranê ne ji bo berjewendiya
kurdan û herweha Rojhilata Navîn e.
Lê ger Senator
McCain were hilbijartin, ne dûr e ew bixweaze herdu rejîmên fitnefiroş, ango
Îran û Sûriyê yan bihiloşîne yan jî reform bike.
Senator “Hillary
Clinton” dê çaresriyek di wê navê de hilbijêre. Herweha rola cihgirê serokê
Amerîkayê jî di serkirdayetiya Amerîkayê de gellek girîng e. Mesele: Hillary
bibe serok û Obama bibe cihgir, yan jî bi tersê wê, dê balansek desthilatdariyê
de peyda bikin.
Û ger Senator
McCain hate hilbijartin û kesek ji xwe hê bêhtir kunservatîv (muhafazakar) kir
cihgirê xwe, hingê ne dûr e ku em dê gavên radîkal pêşberî rejîma Îran, Sûriyê
heya Tirkiyê de jî bibînin.
Lê bi kurtî û
zelalî desthilatdariya Amerîkayê- bila kî bibe serokê Amerîkayê bila bibe, bê
qayîlkirin û piştgiriya kurdan li Rojhilata Navîn ew ser nakeve. Kurd di
serketina Amerîkayê di Rojhilata Navîn de faktorê yekem in.
Ger tu ji min
bipirsî, divê em dinyayek bê fendamentalîsta olperestî, mezhebî, dîktatorî
biafirînin. Ango dinyayek ku di wir de cihê fendamentaliya olperestiya Îranê,
hebûna El-Qaîdeyê, dîktatoriya beesiyên Sûriyê, Hizbullahan, sîstema Kemalîst ya
Tirkiye nebe.
Heqîqet ew e ku
cihê van sîsteman di vê dinya me de nîne û nabe hebe jî.
Û herweha bêguman me kurdan jî dinyayek li gor dilê xwe divê ku di wir de cih û
rola me kurdan bi awayekî zelal û xurt hebe. Em jî weku hemû miletên azad yên
dinê xwedî mafên xwe yên neteweyî bin. Ango em xwedî Kurdistanek serbixwe û azad
bin. Da ku kesek nekare me!
Amerîkî çawa
mêzeyî dostîniya Kurdan dikin?
Dr. Heqî:
Bêguman bingeha dostaniya Amerîka û Kurdistanê li ser berjewendiya hevbeş
ya herdu milet û welatan tê. Herweha tiştek gellek normal ku desthilatdariya
Amerîka li ser kurdan cuda cuda bifikire. Lê bi giştî Amerîkî dizanin
û dibêjin ku: “Li Rojhilata Navîn dostên Amerîka yên herî nêzîk û pêbawer kurd
in!”. Kurdan ev yek di warê piratîkê de îsbat kirine.
Dr. Cuwan, spas ku
te dema xwe ji bo vê hevpeyvînê da me.
Gellek spas kekê
Azad, serkeftinê ji bo we dixwazim. |