|
zana û
berpirsiyar di navbera Kurd û neteweyên din de heye, bona vê çendê ku hemû
aliyekê ber bi pevre jiyaneke aştîxwazane û çareserkirina van pirsane ji rêya
demokratîk de bibe.
Mijara rûniştina
vê carê ya me axavtinek li ser van deverane ye ku di navbera Kurd û Azeriyan de
li ser Kurdistanîbûn yan Azerîbûna van bas û gengeşe heye û ji bo vê pirsê me
birêz Rostem Cehangîrî, him weke endamê Komîteya Navendî a PDK Îranê û him jî
weke kesekî şareza û ji dayîkbûyê Bakûrê Kurdistana Rojhilat anî ziman ku ev
hevpeyvîne lê derket:
Birêz Rostem
Cehangîrî di destpêka axavtina xwe de vê rastiyê naveşêre ku neteweya Kurd ne
tenê derheq doza axa xwe tevî desthilatê, belkî bi van neteweyan re jî pirsgirêk
heye ku weke cîran bi salan e bi hev re dijîn.
Di vê derheqê de
dibêje: “Bi raya min me ne tenê pirsa xakê digel neteweyên cîran de heye, belkî
bi desthilatê re jî heye. Pirsgirêka me bi Azeriyan re yek ji wan e. Navê
Azerbaycana Rojava bi ser Kurdistanê sepandine. Ger Azerî hinekê nermrew bin û
aqilane ji pirsan binihêrin dizanin ku piraniya Azerbaycana Rojava, him di warê
xak û him jî di warê rûniştiyan de Kurd e. Bêguman heke hilbijartinek rast û
adîlane bihê kirin, ev rastiye baştir dê ji me re derbikeve. Diyare em ji hemû
hilbijartinên ku him li serdemê desthilatdariya Şah de û him jî niha hatine
kirin, nerazî ne. Çunkî xelkê nekarîne azadane deng bidin ku vir Kurdistan e yan
Azerbaycan?
Lê pirsyar eva ye ku me pirsa erdê di gel Azerbaycanê de heye yan na?
Di rastî de me ev pirsgirêke heye. Desthilatê jî çi karek ji bo kûr û
berfirehkirina van dijberî û hevrikiyane kiriye, cihê behsa me nine.
Yanî
eva ku niha parek zaf ji Kurdan tê de akincî ne û bi Azerbaycana Rojava hatiye
bi nav kirin, hûn bi Azerbaycan nizanin?
“Ez dijî navê
Azerbaycanê me ku li ser Kurdistnê hatiye danîn. Lê çima navê vê Parêzgehê
kirine Azerbaycan? Eva siyasetek e ku him li serdemê desthilatdariya Mihemedreza
Şah û him jî niha berhema şovînîzma Fars e ku her tim dixwaze dijberiyê di
navbera van du neteweyan de pêk bîne.
Ez bawer im ku navê
Azerbaycana Rojava, navek ne jêhatî û ne rewa ye. Ji bo ku ne mafê Kurdan û ne
jî mafê Azeriyan bihê şewitandin, ez pêşniyar dikim navek taybet ji boy bihê
danîn ku ew jî dikare parêzgeha Urmiyê be. Ji bo van arîşeyên ku
derdikevin rojevê, em dikarin ji rêya diyalog û belge û giroveyên dîrokî çareser
bikin, çunkî tu pirsgirêkek bi şer, şîdet û tundrewiyê ve çareser nabe.”
Her wekî di
axavtinên te diyar e tu li
dijî navê Azerbaycna
Rojava li ser wan deverane de yî. Pirsyar eva ye ku we çi fakt û giroveyek heye
ku Kurdistnî bûna wan deverane bide eyanê?
“Fakt
zaf in. Bo mînak Kurdên Xorasanê li kuderê re çûne wir?
Ku niha jî bi
Kurmancî dipeyivin. Niha jî belge û girove hene ku ew ji devera Celaliyan, ji
çiyayê Agirî ve bo berevanî ji sînorê Îranê bo Xorasanê hatine veguhastin, lê
merema bingehîn ya wan siyaseta dijî Kurd û armanca kêmtirkirina nifûsa Kurdan
li van herêmane de bûye. Şoreşa Xanê Lep Zêrîn, Dim Dim, Şoreşa Simkoyê Şikak,
Şoreşa Agirî û Şoreşa Qazî Mihemed, nîşan û berjenga wê yekê ne ku Kurdên van
deverane ne mêvan in, belkî xwediyê xaka xwe ne. Her weha di Kurdistanî bûna van
deverane de jî min tu şik û guman nine, lê ez kesê jî di van herêmane de bi
mêvan nizanim û Azeriyan jî bi mêvan nizanim.
Başe
bi raya te ew dijî Kurdbûna ku hûn qala wê dikin tenê ji aliyê hikûmetê ve
meşiya ye yan xelkê Azerbaycanê jî tê de pişikdar in?
“Em dibêjin ku
hikûmeta Îranê ev karane kirine, ewa ku kiriye jî, di vêc û berjewendiya
Azeriyan de nebûye, çunku zulm û zor ji Azeriyan jî hatiye kirin û Azerî jî weke
Kurdan bindest in”
Eva
ku hûn xelkê wê deverê ne, başe we çi serpêhatiyeke xweş yan tal di bi hev re
jiyana bi Azeriyan re heye?
“Ger
tu vê pirsyarê ji Azeriyekê jî bikî, renge bibêje ku ger me dijayetiyek jî hebe,
eva karê dujminê me ye. Çunku Kurdan û Azeriyan hertim dijî desthilatê xebat
kirine. Rast e ku Azerî di warê aborî, meseb û heta beşdarbûna di destlihat û
dezgehên hikûmetî de herdem destçûyî bûne, lê ew jî wekî neteweya Kurd bindest
in. Diyare dema ku şerê Kurdan tevî hikûmetê dest pê dike, guleya yekemîn Kurd û
Azerî ber bi hev nîşan dikin. Ger em dûr neçin, piştî şoreşa 1357(1979)’an, ku
xebata gelê Kurd bi rêberiya PDK Îranê û parityên din dest pê kir, heke em
mêzeyî zirar û xisarên dujmin, bi taybet di herêmên Bakûrê Kurdistanê de bikin,
yek ji sê ya wan Serbaz û Pasdaran ku dihatin kuştin, Azerî bûne.
Mixabin Kurdan
nekariye ji Azeriyan re bidin selimandin ku şer û xebata me tevî we nine, belkî
tevî hikûmetê ye. Di vê derheqê de Azerî jî gunehbar in û renge guh bi gotinên
Kurdan nedabin ku birayê min yê Azerî, tu jî wekî me bindestî û heqê te ye ku
daxwaza mafên xwe bikî”
Başe
lêxistina nîşanê Kurdistanîbûnê ji wan dever û herêman nabe sedema aloziyê,
çunku renge ev nîşan cihê pesenda Azeriyan jî nebe?
“Eva ku Azerî
dibêjin Azerbaycan e, Kurdan pê nexweş e. Kurd jî gava dibêjin vira Kurdistan e,
ji Azeriyan re giran tê. Lê me li bername û programa PDK Îranê de bi zelalî
nivîsandiye ku Kurdistan ji çar parêzgehên: Îlam, Kirmaşan, Kurdistan û
Azerbaycana Rojava pêk hatiye. Me him weke PDK Îranê û him jî weke xelkê vê
deverê ku bi sedan sal e bi hev re dijîn, ev hesasiyeta ku niha hin kes û aliyên
Kurd û Azerî dixwazin pêk bînin, me nine. Ev karê wan çi zanayane û pisporane be
yan jî nebe, bi vêc û qazanca dujmin xilas dibe û ji me re çi pêre çê nabe”.
Wekî
cenabê te qala wê kir niha him li nava Azeriyan û him jî di nava Kurdan de, du
aliyên tund û dijî hev li ser Kurdistanîbûn yan Azerîbûna wan deverane li
hemberî hev de rawestane. We jêve nine ku ev du alî û hêlene pevre jiyana ku te
qala wê kir aloz û têk dide?
“Min jêve nine ku
Rasîszm, wateya netewexwaziya tund û hişk him di nava Azerî û him di nava Kurdan
de bigihîje astekê ku rêberiya van du neteweyane bi dest bigire û van du
netweyane berengarê hev bike û rastî şerê navxweyî bikin. Weke ew karê ku
tundrewên nava hikûmetê sala 1358(1980)’ê di Nexedê de kirin.
Diyare ew bûyer û
alozî desthilatê afirand û hikûmetê merema xwe ya taybetî jî hebû û dixwest bi
hilkirin û geşandina şerê Kurd û Azeriyan him şoreşa Kurdan pê bihiloşîne û him
jî desthilata xwe cihgîr û qahîm bike. Lê niha hizr û ramana Kurd û Azeriyan
gelek zîrektir ji baskên tundrew ên hikûmetî ye, û dikarin rêyên aqilane ji bo
bi hev re jiyanê peyda bikin”.
Her wek hûn
haydar in, nameya Nezmî Efşar kêşe û hawareke mezin di nava Kurdan de çêkir. We
jê ve ye ku ev haware li cihê xwe de bû?
Nêrîna te li ser nameyê çiye?
“Min gelek
hesasiyet bi nameya Nezmî Efşar nîşan neda. Çunku Navhatî jî dikaribe wekî ew
kesane bihê hesibandin ku xwe di refa tundrewên Azerî de dibînin.
Ger wiha jî nebe,
dixwaze bi hin liv û helwestan ku navê wî li tu cihekê de nine, bi van tiştane
xwe bide nasandin. Her wiha ji bîr nekin ku ew malpera ku hevpeyvîna Nezmî Efşar
tê de hatiye weşandin, li ser xerc û pereyê hikûmetê birêve diçe. Weşandina
nameya navhatî jî bi merema afirandina dubendî û dijayetî li navbera Kurd û
Azeriyan de bû û herwiha dixwaze xwe bide nasandin ku belê ez berevankar û
parêzerê mafê Azeriyan im. Di nameya wî de heya qasekê jî bêedebî hebû û
bêhurmetî û sivikatî bi rêberên Kurd dike. Lê ez vê yekê bi bêhurmetî nizanim,
çunku mezinên Kurdan li mêj dem e gotine ku:“Heke tu bixwazî kurê Kurdan nas
bikî, mêzeyî zimanê dujminên Kurdan bike”. Dema ku dujmin bi başî qala
rêberek te kir, bizane ku wî rêberî xizmeteke baş bi neteweya xwe nekiriye. Ez
tu car çavnihêriyê ji Nezmî Efşar û kesên weke wî nakim ku bi başî qala Simko
bikin. Her wekî wê ku daxwaz ji min bihê kirin ku were pesna Ata Turk
bike! Nezmî Efşar muhre û endamê hikûmetê ye û girîng jî nine ku li kur dijît.
Renge dijber û Opozîsyon jî be. Di nava Opozîsyonê de jî şovînîzm heye. Ez dê
vegerime ser gotineke te li civîna vê dawiyê ya ku te got: Nefsa Opozîsyon bûnê
bi tevahî nahê wateya şoreşger û demokratbûnê. Lewre ez jî dibêjim ku hemû
Opozîsyonek nikare qala biratî û ... bike”.
Tu çawa
mêzeyî bersiva birêz Mistefa Hicrî bo navhatî dikî?
Diyare kekê Mistefa
ew nameye wekî şexsê xwe(taybetî) nivîsandiye, ne wekî Sekreterê Giştî yê PDK
Îranê. Lê ez vê nameyê bi nameyek siyasî û berpirsyarane dizanim. Name bi hest
bi berpirsiyariyê ve hatiye nivîsandin. Cehd û tekoşîn jî ji bo wê bû ku ew
gotin û axavtina ku li navbera du neteweyan de derketibûne holê û renge destê
dujmin jî tê de hebe, diviya bizav û kiryarek wiha bihatiba kirin ku vê toz û
domanê binivîne û bi qazanca dujminên her du neteweyan xilas nebe. Lewma bi raya
min kekê Mistefa Hicrî gelek berpirsyarane tevî vê meseleyê liviya. Yên ku
rexneyan jî digirin ku çima gotiye Azerbaycan, merema wî navê Azerbaycanê ye ku
bi fermî heye, him niha û him jî li serdemê Şah de. Lewma nabe ku miroveke
berpirsiyar li asta herî bilindi ya partiyê de rabe bibêje ku lêxin, bigirin û
bikujin...”.
Te di gelek
gotinên xwe de qala wê kir ku hikûmet li pişt van pirs û kêşane de heye. Lê
pirsyar eva ye ku heta li nerazîbûn û xwenîşandanên herî dawîn yên Azerbaycanê
de jî derket ku Azerî yeketiya Azerbaycanê dixwazin. Te jêve nine ku ev yekîtiye
dikare di pêşeroja Kurdistanê de asteng û pirsgirêkan biafirîne?
Bi vê wateyê ku ger li gor daxwaza wan be, parek zaf ji Kurdistanê li ser
Azerbaycanê bihê hesibandin?
“ Ez serxwebûn û
serbixwexwaziyê ji bo hemû neteweyekê bi rewa û berheq dizanim. Dema ku ez
dibêjim Kurdan mafê serxwebûnê hene, min hinek îdeayên erzî (erdî) jî hene ku
renge bigihîje aliyê Zencan û zaf cihên dinê.
Lê min qala wê kir
ku Rasîzma neteweyî di astekê de nine ku bikare rêberiya van neteweyane bi dest
ve bigire û bikarin li ser bihostek axê şer xweş bikin”.
Yek ji wan
mekanîzmên ku niha di cîhanê de ji bo yekalî kirina doz û pirsgirêkan tê
pêşniyar kirin û kar jî pê tê kirin, Referandom yan hilbijartin û vegeriyan ji
bo dengê xelkê ye. Başe te jêve nine ku heke rewş û etmosferek wiha ji bo
referandomê pêk bihê û dengdan bo ser sindoqên dengdanê bibe bi xwestek giştî û
hemû alî, Kurdistanîbûna van deveran ku pirsgirêka xwedîtiyê li ser heye, deng
bîne?
Netenê referandom,
belkî belge û giroveyên dîrokî jî hewce ne. Rêya dawîn referandom e. Dema ku em
dibêjin Refrandom, divêt li asta Parêzgehê de bihê kirin û her wiha divêt ji bo
xelkê resen yên van deverane bihê kirin. Her çend ez hêvîxwazim ku ev meseleye
negihîje refrandomê, diyare ger referandom jî bibe, Kurd dê ser bikevin”.
Hûn
rola partiyên Kurdî di van doz û pirsgirêkane de çawa dibînin?. Pir caran rexne
ji partiyan tê girtin ku di selimandina Kurdsitanî bûna van deverane de bê şiyan
û karîn bûne, yan dibêjin di vê derheqê de tu karek nekirine?
“Bi raya min ev
nasiyonalîzma tundrewane ku çê bûye, çi nekirî ye. Ger xebata bi dehan û sedan
salî ya rêberên Kurd neba, Kurd niha her nemabûn. Niha bi hezaran Kurd di
Kurdistana Îranê de bi navê Simko tên navkirin û cihwarên wan jî bi cihên dîrokî
têne mêze kirin. Bi giştî ji aqil û mentiqê bi dûr e ku aliyê tundrew dibêje
partî û şoreşên Kurdan çi nekirine, lê renge kêmkarî hatibe kirin.
Başe tu Simko
Çawan dibînî?
“Ez ne
herêmçîtî(nawçe gera) difikirim. Lê ez ji dayîkbûna nasîyonalîzma Kurdî di
Simko de dibînim. Ez Simko bi çavkaniya nasyonalîzma Kurdî dizanim.”
We
jêve ye ku partiyên Kurdî domkerê wê nasiyonalîzma Simko bin ku tu qala wê dikî?
“Belê
min jêve ye ku PDK Îranê piştî Simko, yekemîn partî ye ku rola eslî û bingehîn a
şoreşa azadîxwazî ya Kurdan di Îranê de bi dest girtiye. Lewre ye ku dujminên
Kurd ewqas ku êrîşê dikin ser vê partiyê, li çi partiyek din nekirine. Fakt û
girove ji bo gotinên min eva ye ku PDK Îranê di qada xebatê de maye û serê xwe
netewandiye, radestî dujminên xwe nebûye. Lewma hesasiyet bi vê partiyê ji aliyê
dijminan ve gelek zaftir e. mêzeyî dîroka pir ji serbilindî û şanazî ya vê
partiyê bike.
Werger
bi Kurmancî: Selîm Zencîrî |