|
-Besam Mistefa kî ye?
-Besam
Mistefa… neviyê Adem e ê ku ji buhuştê hatiye qewirandinê û li vê cîhana westan
û gunehkariyê hatiye bicîkirin. Dema ji nişkê ve xwe rûbirû bi jiyanê re dîtiye,
veciniqî ye. Ji wê dema dûr ve, ew li xwe digere….ji xewnekê heta bi xewneka
din, êş bi êş û di nav dûyê çixareyên xwe de li xwe digerim, li wî Besam ê ku
hûn lê dipirsin….hîn min ew nedîtiye…ez nizanim Besam Mistefa kî ye…lê li we
naveşêrim ku ew mirovekî nazik û hestgerm e, ku bi her stranekê re dikare bigirî,
di her gulekê de bihna Xweda dike, di her rojekê de hezar xewnî diçîne û ji hemû
mirovan hez dike û hîna ew zarokê bêrî û piçûk e....
-
Çawa bû ku we dest bi xebata wêjeyî kir?
-Hê di
zaroktiyê de hezkirina min ji tenahî û xwendinê re dihat.
Saykolojiyaya min
digel hestên nazik, stran û çîrokan diguncê. Ez dikarim bê sedem bigirîm. Dema
min lîse dixwend merivekî min mala xwe guhêrand û pirtûkên xwe li mala me
hiştin. Tê bîra min, min ji heval hogirên xwe re got: ez bi ser gencîneyeka
zêran ve bûme! Vê yekê derfetek mezin da min ku ez bi kûrahî di nav deryaya
wêjeya kurdî û erebî û cîhanî de melevaniyê bikim. Carina min kitêbek hil dida û
7-8 saetan li pey hev dixwend heta min ew xilas dikir. Zarokên malê û ên xizm û
cîranan li dora min kom dibûn û min ji wan re romana “Yên Perîşan” ya
romannivîsê Fransî „Victor Hugo“ dixwend, digel gellek çîrok û romanên din…hêdî
hêdî min nas kir ku ez ji bilî wêje û nivîskariyê bi kêrî tutiştê din nayêm! Li
paş mala me jî sînorê Tirkiyayê diyar bû û li paş têlên sînor çiyayê Bagokê xuya
dikir. Vê dîmenê êş û azara gel û welatê min her roj dianî bîra min. Û ji ber ku
gelê min bi hewceyî wêjevan û wêjevaniyê ye, min biryar girt ku ez hemû jiyana
xwe bixime di bin xizmeta çanda gelê xwe de, ez jî ji aliyê xwe de kevirekî lê
kim, di wê avahiya mezin û bi rûmet de ya mala çanda kurdî…
-Heya niha çiqas
berhemên we hatine çapkirin?
-Berhemên min wekî
kitêb hîn nehatine çapkirinê. Lê gellek werger û helbest û nivîsar û gotar û
çîrokên min di rojname û di malperên kurdî de hatine weşandinê, û gellek berhem
li ber destê min hene ku derfet hebe di pêşerojê de wê bêne çapkirin, ji wan
wekî mînak:-berhevokeke helbestan-berhevokeke çîrokan-werger û gellek tiştên
din.
-Hûn helbestê çawa
pênase dikin?
-Helbest di baweriya
min de ew bêndera dirêj û berfirehe ya derbirîna hest û nestên mirov. Ez nikarim
pênaseyeke taybet bidim helbestê, ji bo ku ez azadiya wê sînor nekim. Helbest li
bal min poreke dirêj û berdayî ya jineka ciwan û bedew e, giriyekî eşkere ye li
pêşiya hemû reng mirovan...helbest parçeyek ji rastiyê ye di nav zeviyeke dûr û
dirêj ya durûtî û derew û jixwe dûrketinê de.
- Hûn di helbestên
xwe de zêde qala çi mijarekê dikin?
-Weke min niha jî
got ez hesta xwe azad dihêlim. Bawer bikî gellek caran ne ez lê ew min
dinivîsîne. Bêtir bi helbestan ez rewşa xwe ya derûnî ya demeke taybet û
destnîşankirî derdibirim. Mijarên min hertiştê ciwan û xweşik ên vê jiyana me ya
kurt in wekî hezkirin, hizra netewî-şehîd- gul- meh-ezman-stêrk...hwd. Ev yek ji
hezkirina min ji azadiyê re tê, ez naxwazim mijareke taybet yan hizrekî yan
îdeolojiyayekê bişopînim, belkî mijara here giring û welatê here dûr û xweşik û
cîhana here kûr ewe di nava mirov û derûn û wîjdana wî de ye. Doza min doza
azadiyê ye, azadî bi hemû reng û şiklên xwe.
- Piraniya helbestên
Kurdî ku niha tên nivîsîn, nûjen in. Hûn cudahiya navbera helbestên nû û kilasîk
çawa dinirxînin?
-Hilbet, cudahî di
navbera helbestên nûjen û ên kilasîk de heye, lê di baweriya min de ev cudahî
zêde girêdayî formê (şiklê)ye ne naverokê. Helbesta xweş xweş e, çi kilasîk be
çi nûjen be, ev dimîne ser helbestvan bi çi hestî ew nivîsîne û heta kîjan
radeyê bi xwe û derûna xwe re rast bûye. Ew du qonaxên hevtemamker in di wêjeya
her gelekî de, dema mijar girêdayî şêwazên derbirîna hestên mirovî be dijberî ji
holê radibe, namîne. Helbesta nûjen bê helbesta kilasîk nabe, ez bi herdû
şêwazan dinivîsînim, û bawer im ku helbestvanên kilasîk ên weke Cizîrî û Nalî û
Mehewî û Feqiyê Teyran û Bateyî û Xanî wekî bavbapîrên me helbestvanên nûjen in.
Bêyî wan, emê herdem kêm bimînin. Ew bingeh in, em jî şagirtên wan in, lê belê
çi fayde ye eger şagirt nede pêşiya mamostê xwe: herdû jî bin dikevin wê gavê...
-Çima helbestvanên
me zêde helbestên nû dinivîsin?
-Ne hemû
helbestvanên ku helbesta nû dinivîsînin helbestvanên nûjen in. Hinek hene ji
bona xwe wekî însan yanî helbestvanên modêrn bidin diyarkirin, helbesta nû
dinivîsin, lê belê wekî min got niha qonaxa nûjeniyê ye. Ehmed Huseynî ku wekî
sembola helbesta kurdî(Kurmancî) ya nûjen tê hijmartinê gellek caran helbestên
xwe bi çarîneke Melayê Cizîrî yan hozanvanekî dinê ê kilasîk dest pê dike.
Nûjengeriyeke wisa ji me re pêwîst e. Hilbet, nûjenî tenê helbestvan qurtal
nake, lê dimîne ser asta çanda wî/wê, ked û westana wî/ê ya di vî warî de hatiye
rêtin.
-Bi baweriya we
helbesta kurdî niha di çi qonaxekê de derbas dibe?
-Bê guman helbesta
kurdî-bi hemû zaravên zimanê kurdî - a niha - di qonaxeke gellek pêş de ye, lê
belê hêjî negihîştiye qonaxa cîhanîbûnê, ji bilî mînakên hindik, helbesta Kurdî
ciyê xwe di nav helbesta cîhanî de negirtiye. Ev yek ne ji ber lawazî yan jî
qelsiya ziman yan helbesta Kurdî ye, lê bêtir girêdayî rewş û barûdoxa milletê
Kurd e. Gotina Xanî hêjî aktîv e dema dibêje ku gelê kurd ne nezan û cahil e, lê
belê êtîm(sêwî) û kêm derfet e !
-Hûn bi giştî rewşa
çand û wêjeya Kurdî çawa dinirxînin?
-Çanda Kurdî bi
hewceyî ked û xebateke bê rawestane. Dîsa, ez dibêjim rewşa kurdan û dabeşbûna
welatê wan bandorek, kartêkirineka nêgatîv ser çanda gelê kurd hîştiye. Di
baweriya min de, kêmanî bêtir dikeve warê wergervaniyê de, prosesa wergerê pir
kêm e di nava wêjeya Kurdî de, werger çand û zimanê milletan bipêş dixe û
dewlemend dike. Ronesansa Ewropayê tev bi wergerê dest pê kir!
-Gelê me yê Rojavayê
Kurdistanê, heya çiqasekê di warê çand û wêjeya xwe de serbest in ?
-Weke hûn jî
dizanin, gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê di bin nîrê rêjîma Beesê de ye. Li
gora wan Kurd tune ne. Zimanê Kurdî qedexe ye. Derfet pirr kêm in ji bona
pêşvexistina çanda kurdî û bi ser de jî nakokî û nexweşiyên ku tevgera kurdî ya
siyasî li Sûriyê bi xwe re anîne û di nava gelê me de dane çandinê. Lê tevî vê
qasekê jî, kurd li ber xwe didin û çand û kultura xwe zîêndî dihêlin. Hejmareka
baş ya kovar û rojnameyan heye û pirtûk jî bi dizî têne çap û belavkirin. Bêtir
rewşenbîrên me ên rojava têkiliyê bi helbestê re çê dikin.
-Gelo hûn derheq
pêvajoya zimanê standard yê kurdî ku niha di rojeva îro ya xebata kurdan bi
taybetî li Başûrê Kurdistanê de ye çi dibêjin?
-Ev pirs gellek
girîng e. Ji ber hebûna me li Başûrê Kurdistanê em vê rewşê ji nêzîk ve
dişopînin. Her weha, ez hewil didim beşdariyê bikim di dîtina çareseriyekê de ji
bona vê pirsgirêka girîng re. Di pêşî de, sepandina zaravekê ser ê dinê
şaşîtiyek e. Divê-li gor dîtina min-hemû zarav jiyan û pêşveçûna xwe ya xwezayî
bibînin. Rê li ber wan neyê girtinê, ji ber ku pirrbûna zaravan nîşana
dewlemendiya zimên e. Pirsa tîpan jî heye: latînî û erebî, guman têde nîne ku
divê tîp bibin yek yan latînî yanîêjî erebî, anku ev prosesa standardkirina
ziman divê hêdî hêdî were bicîanînê û bi biryarên siyasî jî têr nake, her weha
divêt tevahiya kurdistanê li ber çav were girtin, ne parçeyek tenê. Ev kar ê
zimanzan û pisporan e, eve jî divê piraniya zaravan zanîbin....pirseke zehmet e,
lê divê em bizanibin ku şoreşa ziman hîn me vênexistiye.
-Pirsek din, çima
rewşenbîr û nivîskarên me yên Rojava zêde bi zimanê Erebî nivîsên xwe dinivîsin?
-Belê, ev yeka
gellek sedemên wê hene, lê rêjeya nivîserên bi kurdî jî dinvîsînin ne xirab e.
Sedem jî ji ber ku sitem li wan hatiye û tête kirin û di zaroktiya bêgunehî de
bi zimanê erebî ê fermî têne fêrkirin û di nava hişê wan de cî digire. Hûn
dizanin fêrbûna di zaroktiyê de çiqasî ciyê xwe kûr di nava mirovî de dihêle.
Her weha, li wir zimanê kurdî qedexe ye, hertişt bi erebî ye: tv, radyo kovar û
rojname..hwd. Sedemekî dinê jî ku dihêle gellek rewşenbîrên me ên rojava bêtir
bi erebî binivîsin, kêmbûna xwendevanên zimanê kurdî ye, ew bi erebî dinivîsin
ji bona navdariyê! lê tevî vê jî bi taybetî dema niho berbi kurdî ve çûyîn heye.
Gellek nivîserên rojava-ez jî di nav de-bi herdû zimanan dinvîsînin erebî û
kurdî. Di vir de dixwazim bêjim ku jêhatîtirîn nivîserê zimanê erebî kurd e, ew
jî Selîm Berekat e ku bi can û rihê xwe kurd dimîne û ez bi xwe gellek pê
serbilind im. Lê ew dimîne derbingehok yanê îstîsna, ji ber vê çendê baştir e
mirov bi zimanê xwe binivîsîne. Li vir dîsa rola nêgatîv ya tevgera kurdî ya
siyasî heye, ji ber ku piraniya belavok û rojnamên wan bi zimanê desthilatê ê
erebî derdikevin û siyasetmedarên kurd nemaze serkirde şerm dikin bi zimanê xwe
binivîsin yan fêr bibin, ew li gora wan kêmaniyek e...vê yekê jî hişt ku kurdî
di nav xort û keçan de bêqîmet bibe.
-Hûn xebata
rojnameya Agirî bi taybetî di warê xizmet bi çand û wêjeya kurdî de çawa
dinirxînin?
-Ez xebata Agirî bi
rûmet dizanim. Dema yekem car Agirî kete nav destên min de, min bi eşq ew ji
serî heta binî xwend. Diyar e kesên ku rojnamê birêve dibin, xwediyên pirojeyekê
ne û xwedî armanc û xewn û hêvî ne. Ez dikarim bêjim ku Agirî ciyê serbilindiya
min û xwendevanên zimanê kurdî ye.
-Gotinên we ya dawî
ji xwendevanên Agirî re çi ne?
- Çi kete nav destê
we de ji serî heta binî bixwînin. Ez tiştekî nabêjim ji bilî:
bixwînin….bixwînin...bixwînin!.
Jînenîgariya Besam
Mistefa:
-Di sala 1977an de
li bajarê Heseke li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.
-Zaroktiya xwe li
Cim`ayê ya ser bi bajarê Qamişloyê ve bûrandiye.
-Xwendina xwe ya
seretayî û navendî û lîse li Qamişlo xilaskiriye.
-Paşê di fakultêta
edebiyat û zanînên mirovî- beşê wêjeya îngilîzî li zanîngeha Helebê xwendiye.
-Di sala 2003an de
îcaza xwe ya diploma sitendiye.
-Piştre, dora du
salan li Qamişlo û gundên dora wê mamostetiya zimanê Îngilîzî kiriye.
-Di 16-1-2006an de
rahiştiye tûrikê xwe û berê xwe daye beşê azad ê welatê xwe, û dema ketiye nav
axa Kurdistana azad de, xwe avêtiye erdê û ew maç kiriye.
-Nivîs û gotarên wî
di gellek rojname û malperên Kurdî de hatine weşandinê weke:Deng-Agirî-Dema
Nû-Rojava-Kurdarab-Welateme-Gemyakurda...htd.
-Endamê desteya
nivîskarên kovara werzî ye, ya bi sernavê Hawara Nû ko ji aliyê Kombenda Kawa bo
Çanda Kurdî li Hewlêrê derdikeve.
-Endamê Komîteya
Birêvebir ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ye.
-Niha li Hewlêrê
jiyana xwe dibe serî. |