Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Hevpeyvînek tevî Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Mistefa Hicrî

 

 

Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara / Parîs

Demeke dirêj dengê we tune bû, gelekan texmîn dikirin ku tevgera Kurd li Îranê têkçû, lê van demên dawiyê em vejîn û zindîbûnekê dibînin, sedema vê yekê çi be? 

Di rastiyê de li Kurdistana Îranê, bi hatina Rêjîma Îslamî re, raperîna gel li hember rêjîmê bi awayekî çekdarî dest pê kir.

Di serî de Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê ku rêxistina herî bi hêz bû û bi qehremanî li berxwe da. Wê berxwedanê nêzîkî 10 salan dirêj kir. Di vê navberê de hem PDK Îranê û hem jî partî û rêxistinên din, bi hezaran şehîd da, demeke ne hindik jî Kurdistan di bin kontrola Pêşmergeyan de bû. Di wan deman de şer hebû, şerê çekdarî hebû, ji ber vê yekê jî, dengê me bilind bû. Peyamnêrên ajansan, radyo, televîzyon û ji derve dihatin û dengûbas belav dikirin... Lê belê dema ku Rêjîma Îslamî bi her awayî dest danî ser Kurdistanê û dagîr kir, Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê weke hizbekî ne zagonî û îllegal ragihand. Ji wê demê û pêve hizba me û partiyên Kurd yên din li Kurdistana Îranê xebata xwe bi awayekî nehênî birêve birin. Her wiha xebata çekdarî jî hate rawestandin. Xebata me bû xebata jêrzemînî (sirrî), me nikaribû em eşkere xebatê bikin. Dema ku xebata me bû xebateke nehênî, dengê me jî weke berê nema. Bi rawestandina şer re, bi taybetî li derveyî welat, gelekan texmîn kir ku xebata me nemaye. Ne wiha bû, xebat û berxwadana me her hebû, lê belê bûbû nehênî.  

Hûn hîn jî nehênî ne, lê belê ez dibînim we careke din dengê xwe derxist, sedema vê yekê çi be gelo? 

Di van salên dawiyê de, deng bilindtir bûye, êdî xelk eşkere dengê xwe bilind dike û doza mafên xwe dike. Ev ji aliyekî, ji aliyê din jî welatên rojava, bi taybetî jî Amerîka, zoreke mezin li Îranê dike û eşkere radigihîne ku hebûna wê bêhizurî û xeterê li herêmê çê dike... ev hemû dibin sedema ku niha medya ji berê bêhtir bala xwe bidin berxwedan û çalakiyên azadîxwazî li Îran û li Kurdistana Îranê.  

Xebata me ya dîplomatîk xurt bûye. Radyoya me heye, rojname hene, televîzyon heye... ew xebat dîktatorî ya ku rêjîma Îranê li Îran û Kurdistanê birêve dibe, em ji rêya medyayên xwe eşkere dikin. Bi vî awayî berxwedana gelên Îranê û gelê Kurd li Kurdistana Îranê berz dibe.  

Kek Mistefa, eger li Îranê di rengê Îraqê de guhertinek çê bibe, Kurd heya kîjan redeyê ji bo guhertineke wiha amade ne, yan jî Kurd cihê xwe li kuderê digirin? 

Niha li Îranê Kurd hem di warê siyasî, hem jî di warê çekdarî de, bi hêztirîn hêz e.  Me gel bi awayekî nehênî bi rêxistin kiriye. Hemû ji her pêşketinekê re hatine amadekirin. Eger guhertinek li Îranê pêk were, gelê Kurd li Kurdistana Îranê, dikare rola xwe bilîze û nexşeya xwe diyar bike. Tevî hinek kêmasiyan jî, bi min wihaye ku emê bikaribin roleke baş bilîzin.  

Yanî hûn amade ne? 

Belê, me amadekariya xwe baş kiriye. 

Pêwendiyên we digel partiyên Kurd li Kurdistana Îranê di çi astê de ne?

 Pêwendiyeke gelek dostane di navbera me û partiyên Kurd de li Kurdistana Îranê heye. Digel hinekan em hevpeyman in. Weke nimûne, tevî Komele, em endamên Kongreya Neteweyên Îranê ya Federal in. Bi kurtî pêwendiya me baş e.

 Hûn gelekî diçin Amerîka û tên, pêwendiya we bi birêvebirên Amerîkî re baş e, we çi bi dest xwe ve anî... vê pêwendiyê çi sûd gihande pirsa kurdî li Rojhilatê Kurdistanê?

Heya niha Amerîka tu piştgirî ji bo me ne kiriye. Lê belê pêwendiya me heye. Di derbarê Îranê û Rêjîma Îranê de em didin û distînin. Bi taybetî jî li ser pirsa kurdî li Îranê em her didin û distînin. Di seredana xwe ya dawiyê de, ez bi berpirsiyarên Amerîkî re rûniştim, em axifîn. Dîtin û nêrînên me li Amerîka bi girîngî tê nirxandin. Pêwendiyên me berdewam in. Her wiha pêwendiyên me bi Ewropiyan re jî baş in.

 Tu dibêjî tu alîkariyeke Amerîka ji bo we nehatiye kirin, lê belê medya dinivisîne ku Amerîka alîkariyeke madî baş ji we re pêşkêş kiriye.

 Nexêr, ew ne rast e. Heya niha tu alîkariyeke madî ne ji Amerîka, ne jî ji Ewropa ji bo

PDK Îranê nehatiye kirin.

 Partiyek bi navê PJAK ji aliyê PKK ve li rojhilat hatiye avakirin, pêwendiya we û PKK heye gelo?

 PJAK beşek ji PKK ye û me têkiliyeke wisan tevî PKK nine.

 We dawî li şerê çekdarî anî, yan jî ji ber ku hûn li Başûrê Kurdistanê dimînin û naxwazin di navbera hikûmeta Kurdistanê û Îranê de pirsgirêk derkevin, we agir bestandiye?

Em şerê çekdarî weke beşek ji xebata xwe dizanin. Me çek nedaniye, lê belê me niha şer bi awayekî demkî rawestandiye. Her wiha sedemeke rawestandina demkî ya şer  jî ew bû ku em li Başûrê Kurdistasnê dimînin û serokatiya me li wir e, beşekî xebata li wir bi awayekî eşkere tê meşandin, me nexwest pirsgirêkek di navbera Komara Îslamî û Kurdên Îraqê de derkeve. Em dixwazin li Başûrê Kurdistanê aramî pêk were û bi qasî ji dest me were, em alîkariya Kurdên başûr bikin. Ji bo ku xebata me ya çekdarî ziyanê negihîne wan, me niha bi awayekî demkî şer sekinandiye.

 Lê belê hêzên we yên çekdarî li Kurdistana başûr hene?

 Belê, li Kurdistana Başûr çekdarên me hene. Li Kurdistana Îranê bi awayekî nehênî rêxistina me heye, lê bi awayekî demkî me şerê çekdarî rawestandiye.

 Hûn difikrin ku navê Îranê ji ser navê partiya xwe rakin?

 Tu dizanî çawa ye (bi ken). Ev girêdayî bîr û baweriya Kurdan li Îranê ye, ji bo çareserkirina pirsa kurdî li Kurdistana Îranê, em doza çareseriyeke federal dikin, di çerçeveya Îraneke demokratîk de. Weke Kurd, heya ku em di Îranê de ne, ew beş beşê Kurdistana Îranê ye. Ev nêrîna me ya siyasî ye. Li Îranê em dixwazin federasyon pêk were, Kurdistana Îranê jî di nava wê federasyonê de be.

Eger nifşê pêşerojê xwest navê Îranê ji ser Partiyê rake, ew mafê wan e, ew azad in. Lê belê em di vê çarçovê de li çareserkirina pirsa kurdî li Kurdistana Îranê dinêrin.

Pirsa dawiyê bikim kek Mistefa, berî niha du Sekreterên PDK Îranê her du Dr. Qasimlo û Şerefkendî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tevî gelek berpirsiyarên Partiya we hatine teror kirin, tu ji xwe natirsî... çi tedbîrên te li hember suîkastekê hene?

 Bêguman. Ihtîmala suîkastekê li hember min her demê heye. Bi taybetî dema ku tême Ewropa, ew metirsî ji bo min heye. Ji ber vê yekê li piraniya welatên Ewropa di bin çavdêriya polîsan de digerim. Her wiha ji aliyê dost û hevalên Partiyê ve jî tême parastin. Lê ez hest bi wê metirsî û xeterê dikim.

 Spas

 Ez jî spas dikim û ji we re serkeftinê dixwazim.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 16’ê Pûşpera 1387’ê Rojî