|
sebeba bingehîn a destpêkirina vî
şerî bû? yan sedemên din jî hene?
Berî hemû tiştekê divêt em bibêjin
ku di vê qonaxê de teysînerê vî şerî Hizbulah bû, lê çima Hizbulahê ev şere
teyîsand, em dikarin qala çend sedeman bikin:
1. Rêxistina Hemasê çend rojan berî
vê bûyerê leşkereke Îsraîlê revandibû, Îsraîlê jî him ji bo tolhildan û him jî
ji bo azadkirina serbazê xwe êrîşên berfireh bo ser Xezê dest pê kir. Di Xezê de
şereke tund ku kawil û wêranî, kuştin û birîndarên zaf jê ket, di rojevê de bû
ku niha jî dom dike û ev meseleye nehatiye çareserkirin. Hizbulahê xwestiye bi
vê gava xwe eniyeke din veke ku giraniya vî şerî li ser Xezê kin bike ku eva
dikare weke sedemekê bihê dîtin, her çend ku ne sedema bingehîn e jî.
2. Midehek e zext û givaş li ser
Hizbulahê hene ku çekên xwe danên û weke partiyeke siyasî xebata xwe di Lubnanê
de bimeşîne. Destpêkirin vî şerî vê hincetê bi Hizbulahê dide ku xwe li bin
givaşê rizgar bike her çend ku ev liv û kiryare dibe sedema sorbûn û pêçeqandina
pêtir a van aliyan ku xwezyarên çekdanîna Hizbulahê ne.
3. Hizbulah, alav û emraza zext û
givaşa Îran û Sûriyayê di Rojhilata Navîn de bi taybet ji bo berengarbûn tevî
Îsraîlê ye. Lewma em dikarin bibêjin ku biryara êrîşê bo ser Îsraîlê û revandina
van du leşkerên Îsraîlê pêtir ji wê ku ji aliyê Hizbulahê ve hatibe dayîn, ji
aliyê Îran û bi şêwirmendiya bi Sûriyayê re hatiye dayîn, lê çima Îran û
Sûriyayê ev şere teyîsandin?
Em dikarin qala van sedeman bikin:
1. Îran ku alîkarê sereke û
bingehîn yê Hizbulahê ye û di rastî de ev partiye ji aliyê Îranê ve hatiye
çêkirin û Hizbulahê ji bo rojeke wiha dixwaze. Îran li vê midehê de li ser pirsa
Etomî bi tundî ketiye bin givaşê û welatên 5+1 bi micid daxwaz ji Îranê kirin
ku bersiva erê yan na a xwe li dor pêşniyara wan welatan derheq
programên Etomî, beriya girêdana konferansa G8 di Rûsiyayê de bide, ku
ew meseleye jî yek ji mijarên bingehîn yên welatên girûpa G8 dibû.
Afirandina krîza şerê Lubnan û Îsraîlê yan Hizbulah û Îsraîlê, pirsa Etomî ya
Îranê dixiste perawêzê û qala vê kirîzê dibû bi nûçeya sereke ya mediya û
ragihandinên giştî.
2. Îran bi vê kiryarê, ji Rojavayê
re dide eyanê ku ger bixwaze têkderî û fitnê biafirîne, alavên vî karî di dest
de hene û li rastî de jî weke alavekê mifahê jê distîne.
3. Îran dixwaze vê doz û pirsê bike
bi doza Kufr û Îslamê û di Rojhilata Navîn de Îsraîlê bi sembola
Kufrê bi misilmanan re bide nasîn û xwe jî weke parêzvanê xwestikên cîhana
Îslamê bide nasîn. Ev kare pêtir li hundirê wlat de mifah jê tê standin.
4. ji Îranê re eyan be ku bandor û
kartêkirina wan çek û teqemeniyên ku radestî Hizbulahê kirine, çiqas e û di
rastî de wan çekan diceribîne.
5. Larîcanî di cehd û tekoşîna xwe
ji bo qanikirina welatên 5+1 bona vê yekê ku piştî civîna girûpa G8 bersiva
pêşniyarên wan bide, serneket û ji wir re rast seredana Sûriyayê kir û piştî vê
seredanê bû ku Hizbulahê êrîşa xwe ser Îsraîlê û revandina leşkerên Îsraîlê dest
pê kir.
P: Eva ku biryarnameya şêvra
Ewlekariyê di pêwendî tevî kirîza Lubnanê ji aliyê Amerîkayê ve hat wêto kirin,
bi vê wateyê ku divêt carê tu biryarnameyên din nehên pejirandin û em çavnihêrê
kûrtirbûna vî şerî bin? Hûn encamên vî şerî çawa dibînin?
Wêtokirina biryarên şêwra Ewlekariyê
bi taybetî ew biryarên ku tê de Îsraîlê mehkûm û şermezar dike, ji aliyê
Amerîkayê ve ne yekem car e û cara dawîn jî nabe. Amerîka piştevanê mezin yê
Îsraîlê ye û meseleya han dihate çavnihêrî kirin, wiha diyar e ku pêşerojeke
rohn û eşkere ji bo dawî anîn bi vî şerî di heyamek kurt de nahê xuya kirin.
Îsraîlê ragihandî ye ku heta leşkerên xwe azad neke dê vî şerî bidomîne.
Ceribînan jî nîşan daye ku Hizbulah bi wan zûyane êxsîrên xwe serbest nake. Ji
bilî meseleya êxsîran fakterek din hatiye rojevê, wêranî û kawilbûna bajarên
Lubnanê û mûşek avêtinên Hizbulahê bo bajarê “Heyfa” yê ku zêdetir ji 50
kîlometran ji sînorê Lubnanê re dûr e û kuştina çendîn kesan li wî bajarî de ji
aliyekê karîn û şiyana hêza Lubnanê nîşan dide û ji aliyê din jî Îsraîlê sortir
û pêdagirtir dike ku pirsa xwe bi Hizbulahê re yekcarî bike. Renge Îsraîlê
amadegiya tewaw ji bo vî şerî nebe û Hizbulahê bi ser de sepandibe, lê aliyê kêm
hêcetek baş ketiye destê Îsraîlê ku derba giran a xwe ji Hizbulahê biweşîne.
Heya çiqas Îsraîl di vê bernameya xwe de serkeftî dibe, yan mûşekên Hizbulahê
heya çi radeyekê û çiqas ji Heyfa yê derbas dibin û dûrtir tên hingavtin,
herwekî Hesen Nesrula ragihandiye, pêşeroj dê nîşan bide. Bio kurtî ez dubare
dikim ku li rastî de eva rikeberanê ya Îranê di gava yekem de û Sûriyayê, di
gava duyemîn de tevî Îsraîlê ye li ser axa Lubnana perîşan û reben de.
Gelo di vî şerî de Îran ew alî ye ku
qazancê bike?
Ger em wiha binirxînin ku merema
Îranê kirîz afirandin be, mijûl kirina Îsraîlê be li du qadên şer de, li perawêz
xistina basa pirsa Etomî ya Îranê weke pirseke rojev, nîşandana alavên zext û
givaşên xwe û derbe xistin bi Îsraîlê û ne ewlehî û ne aram kirina bajarên
Îsraîl û Hwd ... di midehê kin de em dikarin bibêjin Îranê qazanc jê standiye,
lê ger kawil kirina bajarên Lubnanê û encama şer û hêza kawilker a Îsraîlê û
kûrtirbûna şer û lawazkirin yan jî ji navbirina Hizbulahê, sax kirina welatên
desthilatdar û biryar bi destên cîhanê li ser vê pirsê ku li rastî de Îran
makeya fitne û têkderiyê di Rojhilata Navîn de ye, xurt û qahîm kirina eniya
dijî Îranê bi taybetî jar û lawazkirina pêwendiyên Rûsya û Çîn tevî Îranê û
vekişiyan bo aliyê Amerîka û Ewropayê, pêdagirî û givaşên pêtir yên wan bo ser
Îranê bi merema dethilgirtin ji dewlemendkirina Ûranyûmê û ... bi zirara Îranê
xilas dibe û bi kurtî rengê vê hindê nadet ku domkirina şer qazanc û
berjewendiya Îranê têde be.
Egera vê heye ku peşqela agirê vî
ûerî bigihîje Îran û Sûriyayê? Çunku rayedarên Îsraîlê didin zanîn ku mûşekên
Hizbulahê, mûşekên “Fecra 3” ên Îranê ne?
Agirê şer xweş bûye û mixabin rewş ş
delîve ji bo xurt û berfirehtirbûna vî şerî jêhatî ye (baş e). Ez bi dûr nizanim
û ger şer herwiha bidome û Îran çi bixwaze û çi nexwaze weke aliyeke vî şerî
hatiye naskirin. Di rastî de Îsraîl, Hiuzbulahê bi destçêkiriyê Îranê dizane û
Îranê jî aliyê hemberî xwe didanêt. Heke ev şere berbelavtir û berfirehtir be,
egera tûşbûna Îran û Sûriyayê bi şer tê çavnihêrî kirin.
Werger bi
Kurmancî: Selîm Zencîrî |