|
çend salan di girtîgeha dewleta Turkiyê de bûye. Niha jî di nav Tevgera Yekîtîya
Neteweyî a Kurd (TEVKURD) de ye û berdevkiya vê tevgerê dike. Sabahattin Korkmaz
zewicî ye û keçek û 3 lawên wî hene.
Li ser rojeva siyasî a Turkiyê û bi taybet pêvajoya nû a ku li hember pirsa Kurd
vebûye, me teklîfa hevpeyvînek taybet bo Agirî jê re kir, wek ji kesayetiya wî
ya siyasî û civakî dibare û me çaverê dikir, li gel kar û xebata wî ya zêde, Kek
Sabahattin bi dil û can daxwaza em qebûl kir û pirsên em bersiv dan:
Hevpeyvîn: Azad Kurdî
Agirî: Kek Sebahedîn, vê dawiyê ji her demê zêde,
Pirsa Kurd û pêwîstiya çareseriya wê dozê ketiye rojeva siyasî a Turkiyê û wisa
dixuye ku di vê derbarê de pêvajoyekî nû dest pê bûye. Hûn vê pêvajoya nû çawa
dinirxînin?
Sabahattin K: Belê rast e, van salên dawî Pirsa Kurd zêde ketiye rojeva Tirkiyê,
belê ji damezrandina Komara Tirk (1923) û heta niha tu wextî Pirsa Kurd ji
rojeva Tirkiyê derneketî ye. Ji berî damezrandina komarê û heta niha ev sed sal
e ku Kurd, doza azadiyê dikin, tirk jî lê dixebitin ku Kurda bimehînin, tune
bikin. Lewra pirsa Kurd-Kurdistan herdem di rojeva Tirkiyê de bûye.
Dewleta tirk û bi taybetî artêþa tirk, yek ji wan kevne pozîsyonên dewra þerê
sar in, ku ev sed sal e hîç nehatine guhartin. Li dinyayê kêm pozîsyon hene ku
weke dewleta tirk li ser piya mabin. Di vê sedsalê de, li dinyayê guhartinên
gelek mezin çêbûn. Di destpêka vê mîlenyûmê de, bi konsepta dewra þerê sar êdî
ne mumkûne ku siyaset were meþandin.
Dewleta tirk di konsepta xwe ya damezrêner de, ya ku li ser tunekirina netewa
Kurd hatibû avakirin, bi serneket, têkçû. Tirkiye di nav sîstema rojavayî de ye
û hevalbendê Nato, YE’ê û bi giþtî peymanên Ewrûpa ye. Tirkiye hem dixwaze bibe
endamê Yekîtiya Ewrûpa, hem jî naxwaze xwe biguhêre. Ev muhafezekarî ye û ne
mumkûne ku heta dawiyê bimeþe. Tirkiye niha sanciyên guhartinê, zayîneke nû
dikþîne.
Îro Tirkiye li kîjan alî difetile, Pirsa Kurd derdikeve hamberî wê. Bes di destê
Tirkiyê de kartê ‘terorê’ maye. Heger PKK vî kartî ji destê Tirkiyê bigre, ez
bawer im dê ev pêvajo baþtir û zûtir bimeþe. Tirkiye ne ji bo Kurda, ji bo xwe
be jî mecbûr e ku Pirsa Kurd çareser bike. Belê Tirkiye di Pirsa Kurd de rast û
dirust nîn e. Li xapandina Kurdan digere. Lê nafîle ye!
Agirî: Sedem çi ne ku niha dewleta Turkiyê ji
her demekê zêdetir ketiye fikra vekirina Pirsa Kurd û çareseriya vê doza rewa?
Sabahattin K: Ya rast her çiqas ji derve de wisa xuyanî bike jî, bi qenaeta min
tu derdekî tirka û dewleta tirk ku li ser bingeha edalet û heqiya Pirsa Kurd
çareser bikin tune.
Dewleta tirk, fêlbaziyê dike. Dixwaze bi dek û dolaban xwe ji bandora vê pirsê
xelas bike. Dewleta Tirk, di vî 85 salên red, înkar, asîmîlasyon û qetlîaman de
bi ser neket. Ji niha û pêve hîç ne mumkûne ku bi wê siyasetê serkeve. Lewra ku
îro dinya guherî ye û diguhere. Têkoþîna azadiya neteweyî, têgihîþtina gelê
Kurd, þert û mercên dunyayê û realîta Kurdistana federal bandorekî mezin li
Tirkiyê dike ku, ew siyaseta xwe ya red û înkarê biguhêre.
Tirkiye niha “Xwedê negiravî”(!) ji siyaseta xwe ya red, înkar û îmhayê vedigere.
Mecbûr maye ku hin guhartýnan pêk bîne. Wê hin gavan jî bavê je, hin guhartinan
çêke, ku ev hêdî hêdî ber bi qebûl û naskirina hebûna Kurdan ve diçe. Belê
Tirkiye neyê mecbûrkirin, ew bi vîn û îrada xwe tu gavekî navêje. Û dikare roja
duduya vegere ser pozîsyona xwe ya berê.
Agirî: Gelo ew hewlên dewleta AKP’ê ji bo
çareseriya aþtiyane a Pirsa Kurd çi qasî cidî ne?
Sabahattin K: Belê pirsa sereke ev e; Dewleta Tirk û Hikûmeta AKP’ê ji bo
çareserkirina Pirsa Kurd çiqasî cidî ne? Berê jî gavên weha hatibûn avêtin; di
sala 1992’an de Serokwezîrê wê demê (ku piþtî mirina Ozal bû Serokkomar)
Suleyman Demîrel hat li Diyarbekir û got “,..hikûmeta me realîta Kurd nas dike û
çi pêwîst be emê bikin), piþtre Serokwezîra wî Tansû Çîllerê got “…em li ser
modêla Baskê dixebitin), paþê çi bû? Dewra herî xerab piþtî hîngê bi serê Kurdan
de hat. Min li jorê jî bahs kiribû, 17 hezar û 500 kuþtiyên “faîlên wan nediyar”,
kuþtina rewþenbîr û karsazên Kurd, þewitandina 4 hezar û 500 gundên Kurda di wê
demê de pêk hatin. Pir dûr nîn e, di Temûza 2005’an de Erdogan weke Serokwezîr
hat li Diyarbekir daxuyanî da û got “…Navê vê pirsê Pirsa Kurd e, ev pirsa mine
û emê din av demokrasiyê de vê pirsê çareser bikin”, salek piþtî hîngê di 28’ê
Adara 2006’an de li ser merasîma cenazê çend gerîlayên HPG’ê ku ji aliyê însanên
medenî de hatin pêþwazîkirin, polîsan girseyê gulebaran kirin û di encamê de 5
jê zarok 11 kes hatin kuþtin. Erdogan daxuyanî da û got, “..jin dibe, zarok dibe
kî dibe bila bibe, yên ku li hemberî dewletê derkevin, ewê bibin hedefa guleyên
polîsan”. Ne dûre, sala çûyîn li Colemêrgê Erdogan got “..Em sê tiþta dibêjin;
yek dewlet, yek ziman, yek al û yek Milet, yên ku vana qebûl nakin, rê ji wan re
vekirî ye, bila kerem bikin ji vî welatî herin..”
Belê, cidiyeta wan ewqas e. Ev baþê wan in(!) Încar werin hûn muqayesa nebaþên
wan bikin! Bi qenaeta min baþê wan tune. Sloganekî nijadperestên tirk heye,
dibên “Kurdê herî baþ, yê mirî ye.” Ez jî dibêjim, Xwedê me ji baþê tirka
muhafeze bike!
Kurd neteweyek mazlûmin ku zêde neheqî lê hatiye kirin. Me diye nediye, zulm û
neheqî li me hatiye kirin. Wexta ku em çav bi çirîskekî ronahî dikevin ji me
tirê êdî ew e ku pê ye. Belê rastî ne wisa ye. Û hîç tu tiþtekî ku em jê re
“minetdar” bibin tune. Bi hindikayî mafê miletê Kurd jî heye ku weke tirka bibe
xwedan maf.
Ji van þîroveyên min bila neyête fehmkirin ku ez dibêjim pêvajoya ku niha heye
xerab e û ez li dijî wê me. Na, ez pêvajoyê baþ dinirxînim. Belê, ez dixwazim bê
zanîn ku ev pêvajo ne ji ber “rihma” Erdogan û ne jî ji heqperestiya dewleta
tirk derketiye. Ev pêvajo, encama destkevtiyên têkoþîna azadiyê, bandora
Yekîtiya Ewrûpa, DYA û bi tesîra Kurdistana Federal hatiye meydanê.
Cidiyeta vê pêvajoyê, bi tesîr û bandora van dînamîkên der û hundir ve girêdayî
ye. Heger Amerîka sibê li Îraqê piþta xwe bide Kurdan, Yekîtiya Ewrûpa þertên
demokrasiyetê li ber tirkiyê rake û tevgera Kurd lawaz bibe, wê çaxê wê bê dîtin
ka hikûmeta AKP’ê çiqas cidî û bi rihme!
Agirî: Helwêsta hêz û partiyên Opozîsyona
dewleta AKPê çi ye? DTP ji bo çareseriyê çi rolekê dilîze?
Sabahattin K: Hikûmeta AKP’ê bê îcazeta artêþê di Pirsa Kurd de nikare tu
tiþtekî bêje. Ji xwe hem ji aliyê AKP’ê de û hem jî ji aliyê Konseya Bilind ya
Ewlekariyê (ku ji fermandarên artêþê, pisporên îstîxbaratê, nûnerên polîsan,
Serokkomar, Serokwezîr û wezîrên karên stratejîk) de, hate diyarkirin ku ev
pêvajo, proja dewletê ye, ne ya AKP’ê bi tenê ye. Belê weke ku min li jor jî
got; fêlbazî û îluzasyonên dewleta tirk gelek in. Niha di navbera AKP’ê û
partiyên dijber (CHP, MHP û wd) de alozî û þerekî dijwar heye. Her du alî hev bi
xiyanet û tundûtûjiyê mehkûm dikin. Hewayekî wisa derxistine ku, mirov dikare
bibê “Xwedê zane(!), AKP’ê xwest ku hinek gavan bavêje, belê þert û merc jêre
nehazir bûn, ji wê bonê pêwîst e mirov ji daxwazên xwe hinekî dakeve, tiþtên ku
zerarê bide vê pêvajoyê nebêje û neke.”
Belê ev dibe ku leyîstika dewletê bi xwe be. Yanî, di çerçova senaryoyekî de li
hev rol û taktîkan bela kiribin. Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku di Pirsa Kurd
- Kurdistan de, baþ û xerabê tirkan nîn in. Pirsa keys û firsatê ye.
DTP, hêzeke pir mezin e. Tesîrê li 7-8 milyon Kurdan dike. 2 milyon û nîv dengan
werdigre. 8 Bajarên mezin jî di nav de li 99 bajarên Kurd Kurdistanê þaredar e.
Kîtleyek ciwan, hîperaktîf û mobîlîze li dû ye. Çi wexta ku bixwaze li navçeyekî
herî piçûk dikarin bi deh hezaran çalakî û aktîvîtan daynin. Îmkanên þaredariyan
yên madî, înkanên medya û dîplomasiya Ewrûpa û wd di destê wan de ne.
Belê mixabin tevî vê hêza hewqas mezin, van îmkanên hewqas zêde, DTP wekî
grûbekî marjînal (girêdayî) siyasetê dike. Ji wê bonê jî, rol û tesîra xwe kêm
e. Sebebê wî jî ew e ku DTP, ne dikare xwe ji PKK’ê veqetîne û ne jî dikare xwe
weke rûyê PKK’ê yê legal nîþan bide. Xwe ji PKK’ê cuda pênase bike, dê bibe
muxatabê xezeba PKK’ê, xwe weke siya PKK’ê pênase bike, vê carê wê bibe armanca
dewletê. Wek sofiyê ku di navbera dêr û mizgeftê de asê maye, li DTP’ê jî wisa
hatiye.
Belê çavên herkesî li DTP’ê ye ku wek nûnerên hilbijartî û meþrû xwe bide pêþ û
daxwazên netewa Kurd yên rewa bîne ziman û bêje, ez muxatabê Pirsa Kurd im! Belê
DTP, nabê ez muxatab im, divê muxatab Ocalan e. Ev jî di siyasetê de bêîradeyî
ye. Ya ku destê dewleta tirk xurt dike yek jê jî ev bêînsiyatîfiya siyaseta
DTP’ê ye.
Agirî: Kurdên Bakur bi giþtî û bi taybet hêz û
rêxistinên siyasî û civakî û rewþenbîr çawa temaþeyî vê pêvajoya nû dikin?
Sabahattin K: Kurdên Bakûrî yek dest û yek dengî nîn in. (Pir sirûþtî ye ku em
Kurd di nav xwe de pir dengî û pir rengî bin, belê li hamberê dewletên dagirker
û siyaseta dinyayê divê temsîla me ya hevmuþterek hebe, belê wisa nîn e, em Kurd
di nav xwe de çend perçe bin, li hamber muxatabên xwe jî hewqas perçe û “serî”
ne.) Li aliyekî PKK û DTP (PKK li Tirkiyê û li seranserê cîhana rojavayî weke
hêzekî terorîst tê binavkirin û nayê qebûlkirin), ji aliyê din de, belkî bi
dehan grûbên ji hev perçebûyî û “marjînal” hene.. mixabin tabloya siyaseta Bakûr
bi vî halî ye.
Siyaseta Bakûr ji du tiþta bêpar e; 1-Temsîla yekîtiya neteweyî ya hevmuþterek,
2- Aqlekî selîm, medenî û demokratîk. Kêmasiyên Bakûr ev herdû ne; aqlê selîm û
temsîla yekîtiya neteweyî.. Wekî din hemû þert û mercên serkeftinê li ber destê
Kurdên Bakûr in...
Agirî: Proje û mekanîzmên dewletê bo
çareserkirina Pirsa Kurd li Turkiyê çi ne? Bi taybet ku niha 10 xal di vê
derbarê de ketine rojevê û yek ji wan guherîna navê gund û herêman ji Tirkî bo
Kurdî û wd in?
Bersîv: Weke proje tu program nehatine aþkerekirin. Belê tiþtên ku di medyayê û
derûdorên siyasî de li serê tenê xebar hene. Weke tê zanîn, di serê vê salê de
(2009) bi navê TRT 6 kanalek televîzyonê bi Kurdî hate vekirin. Di dîroka Komara
Tirk de pêngava herî pêþ de û radîkal, vekirina vê kanala televîzyonê bû. Niha
bahsa serbestkirina televîzyonên Kurdî yên taybet, îadekirina navên cîh û waran,
li zanîngehan vekirina enistîtû û beþên zimanê Kurdî, di destpêkê de wekî dersên
taybet belê di pêþ de perwerda bi zimanê Kurdî ( heta niha xala herî girîng û
radîkal pirsa perwerda bi zimanê Kurdî ye), ne efû belê di qanûnê înfazê de hin
guhartin ku pêþiya çekberdana PKK’ê were vekirin û wd. têne xeberdan. Belê dê çi
encam ji vê pêvajoyê derkeve hîna tiþtekî diyar nîn e.
Weke min li jorê jî got, leyîstikên “romê” gelek in, dikare di rojekî de pêvajo
berevajî jî bibe.
Agirî: Astengên niha ên pêþiya çareseriya
demokratîk ya Pirsa Kurd çi ne?
Bersîv: Astengiya mezin samîmiyet û dilsoziya dewletê bi xwe ye. Heger dewlet
biryardar be û dilsoz be, tu tiþtekî ku vê pêvajoyê paþde bizivirîne tune. Wekî
din rola PKK’ê jî girîng e, bi zanîn an nezanîn PKK jî dikare vê pêvajoyê sabote
bike. Ew hêz û rola PKK’ê jî heye. Belê wekî ku min got, rola dewletê girîng e.
Ku ew jî pirsa dilpakiya wê ye.
Agirî: Kurd û hêzên Kurdî çawa dikarin bandorek
erênî bikin ser çareseriya pirsa Kurd?
Sabahattin K: Belê wekî aliyekî meselê bêguman rol û tesîra siyaseta Kurd jî (erênî-neyînî)
li ser çareserkirina pirs û proplemên vê meselê hene. Kurd bi aqlê xwe yê siyasî
dikarin çareserkirina meselê siviktir jî û aloztir jî bikin. Pirsgirêka Bakûr ya
navxweyî, pirsa temsîla yekîtiya neteweyî ye û di þexsiyeta PKK’ê de
demokratîzekirina siyaseta Kurd e. Heger Kurd li dora programekî hevbeþ bêne
kêleka hev, siyaseteke rasteqîne û bi parametrê dinya medenî re lihevkirî
bimeþînin, bêguman dikarin tesîrekî pozetîv li vê pêvajoyê bikin. Bi hindikayî,
dikarin destê xêrnexwazan qels bikin, yan jî kartên siyaseta xerab ji destê wan
bistînin.
Gelo ev mimkûne? Belê mimkûne, lê ji ber faktora PKK’ê gelekî zahmet e. Çimkî
PKK û DTP ne xwe, Grava Îmraliyê, yanî Ocalan adres nîþan didin. Ku ev jî ne
mumkûne û rast jî nîn e. Li Ocalan xwedî derketin, parastina maf û azadiyên wî
tiþtekî dine, belê “Ocalanîzm” proplemekî din e. Pêwîst e PKK, di pirsa Ocalan
de siyaseta xwe demokratîze bike, îro li dinyayê êdî dewra rêxistinên serokatiyê,
yên totalîter û monarþîk qediyaye. PKK divê bibe partiyek “serbixwe”, kîtlewî û
demokratîk. Bîr û rayên xwe, biryar û taktîkên xwe bi xwe bide. Ne bihêle li
hêviya Ocalan û ne jî bi talîmat û gotinên Ocalan rabe û rûnê. Ev jî a niha
gelek zahmet xuya dike.
Agirî: Rola demokrasiyê di çareserkirina Pirsa Kurd de çawa dibînin?
Sabahattin K: Demokrasî sîstemeke herî rasyonal e ku civat dikarin xwe pê îdare
bikin. Belê demokrasî her çiqas weke sîstemeke siyasî were pejirandin jî, di
eslê xwe de felsefa jiyanê ye û bi kultûra empatî, tolerans û nefsulqiyasê re
girêdayî ye.
Di çareserkirina Pirsa Kurd de rola demokrasiyê ya herî girîng ew e ku,
pirsgirêk êdî bê þer û alozî dikarin bi riyên diyalog û aþtiyane werin
çareserkirin.
Ya ku li Tirkiyê ‘hêvî’ dide mirovan ew e ku demokrasiya Tirkiyê bi pêvajoya
gotûbêjên endemetiya Yekîtiya Ewrûpa re, êdî berbipêþve diçe. Lewra Tirkiye, hem
ji aliyê siyasî, eskerî û hem jî ji aliyê aborî û demografîk de mutefîk û
perçeyeke ji cîhana rojava.
Agirî: Çareseriya demokratîk û aþtiyane a Pirsa
Kurd li Bakurê Kurdistanê banorek mezin dike ser hemû herêma Rojhilata Navîn, bi
taybet ser Pirsa Kurd di parçeyên din ên Kurdistanê de jî. Hûn vê bandorê çawa
þîrove dikin?
Bersîv: Kurd neteweyek e û Kurdistan welatek e. Trajediya perçebûnê Kurda ji hev
neqetandî ye. Bîlakîs, travmayên ku bi serê Kurdan de hatine, wan bêhtir nêzî
hev kiriye û wan bi hevde kelandî ye. Bawer nakim ku di hiþ, hizr û ramana tu
Kurdekî welatperwer de ferqa navbera perçeyan hebe. Reel-polîtîka hin gotinan bi
me dabe/bide gotin jî, belê li kîjan perçeyî û li ku derê dibe bila bibe, hest û
romantîzma me ya neteweyî yek e. Kultura me, zimanê me, ala me, sirûda me yek e.
Bawerî, hest û þiûra me ya neteweyî yek e. Qedera me yek e û bi hev ve grêdayî
ye. Heta ku li her çar perçeyan miletê Kurd negihîje mafê xwe yê çarenûsî, jêre
nayête gotin ku Kurdistan rizgar bûye. Rastiya dîrokî û exlaqî ev e.
Kêmahiya me ya herî mezin ew e ku em ji mekanîzmayên îstîþarê, diyalog û
piþtgriya hevbeþ ya navbera perçeyan bêpar in. Tevî vê bêkordînasyonê jî, sedî
sed tesîra perçeyan li ser hev heye û çêbûye. Do Mehabad bû, îro Hewlêr, sibê
Diyarbekir e, navenda siyaseta Kurd.
Helbet piçûk-mezin tesîra her perçeyî li ser hev heye. Belê, Bakûrê Kurdistan
hem bi jeofîzîkî ya xwe (ku deriyê Rojava ye), hem bi sosyopolîtîk û jeostratejî
ya xwe dikare bibe tayînker, li ser perçên din jî.
Bêguman çareseriya pirsa Kurdistana li Bakûr, dê tesîrekî gelek mezin li ser
perçeyên din jî bike. Sûd û fêdeya miletê tirk û pêþeroja dewleta tirk jî di
dostanî û hevkariya Kurdan de ye. Di dîrokê de jî ya ku tirka (Osmanî-Selcoqî)
biser xistiye, îtîfaqa bi Kurdan re bûye. Hêvî dikin ku aqlê selîm hakim bibe û
bi riyên demokratîk û aþtiyane pirsgirêk werin çareserkirin.
Agirî: Hûn wek kesayetiyekî siyasî û ronakbîr,
pêþeroja Pirsa Kurd li Turkiyê çawa dinirxînin?
Bersîv: Helbette bi hêvî me, heta gelekî hêvîdar im! Ev sedsal dikare bibe
sedsala Kurdan. Firsatên mezin hatine ber deriyê me. Ew hêza me ya jeostratejîk
û dînamîk mevcûd e. Kurdistan ji xwe bi her awayî fenomenekî girîng û stratejîk
e. Hemû tiþt maye li hêviya, fehm, feraset û aqlê siyaseta Kurd yê rasyonel.
Bi hêviya Kurdistanekî yekgirtî, azad, aram û demokratîk.. ji bo hemû xwişk û
birayên xwe yên Rojhilatî silav û serkevtinê dixwazim...
Çavkanî: Duheftînameya Agirî |