|
Destpêk:
Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, di meha Nîsanê bi merema
hinek çalakiyên dîplomatîk û rêxistinî, ji bo derveyî welat sefer kir. Di vê
seferê de, kekê Mistefa Hicrî tevî berpirsiyarên dewletî û nûnerên partiyên
siyasî ên welatên Amerîka, Firansay,Birîtanyayê, Almaniya û wd... û her wiha
nûner û berpirsiyarên gelek rêxistin û navendan hevdîtin hebûye.
Sekreterê Giştî yê PDK Îranê her di
vê seferê de seredana piraniya Komîteyên partiyê li Amerîka û welatên Ewropayê
kir û ji nêzîk ve xebat û çalakiyên Komîteyên PDK Îranê nirxandiye.
Nirxandina rewşa Îranê û Kurdistanê,
pirsa binpêkirina mafê mirovan li Îranê, tepeserkirin û çewisandina netweyên
bindest, qedexebûna azadiyên siyasî û sivîl û hwd aliyên van pirs û basan bûn ku
Sekreterê Giştî yê partiyê di axavtin û hevdîtinên xwe de bal dikişande ser wan
û di van waran de helwest û nêrînên PDK Îranê dixiste rojevê.
Piştî vegeriyana kekê Mistefa Hicrî
ji sefera derveyî welat, Sekreteriyeta Partiya Demokrat Konferanseke çapemeniyê
ji bo hêja Mistefa Hicrî pêk anî. Di vê Konferansê de ku roja pêncşem,
27.07.2006’an, hate lidarxistin, nûçegihanên televîzyona “TISHK”, weşanên
Kurdistan,Agirî, Lawan, Jinan û Radyo Dengê
Kurdistana Îranê û malpera “Kurdistanmedia.com” beşdarî kiribûn.
Li vir em deqa pirsyarên
nûçegihanan û bersivên birêz Mistefa Hicrî dixin ber çavê we xwendevanên hêja:
Rêzdar kekê Mistefa! Di destpêkê
de gelek siaps bona beşdarbûna we di vê konferansa çapemeniyê de. Her wiha îznê
dixwazim ji aliyê hevalan ve xêrhatinê bêjme we piştî sefereke çend mehî li
Amerîka û Ewropayê û vegeriyana we ji bo Kurdistanê.
Wekî Yekemîn pirs: Hevdîtinên vê
carê yên we li Amerîka û Ewropa tevî berpirsiyarên dewletî û partiyan bi giştî
hilgirê çi gotarekê bû? Mijar û aliyên basan çi bûn?
Gelek sipasiya we dikim. Di rastî
de ew basên ku me di vê seferê de hebûn, ew piroje û pirs bûn yên ku ji aliyê
Deftera Siyasî ve bi min hatibûn sipartin ku li Amerîka û welatên Edwropa tevî
dostên me, partiyên siyasî, nûnerên hikûmetî bînim holê. Derheq rewşa Îranê bi
giştî, rewşa Kurdistana Îranê, binpêkirina mafê mirovan di Kurdistanê de,
serkuta azadiyan û xwestek û daxwazên neteweyî di Îranê de, bi taybet li ser
Kurdên Îranê, eva memûriyetek bû ku bi me hatibû sipartin. Min tevî heyeta
Kongireya Netweyên Îrana Federal ji bo vê meremê li Amerîka û Firansayê bi
pêkanîna konferansê beşdarî kir, bûna vê çendê ku em dengê xwe bi hev re biguhê
xelkê cîhanê, kom û komeleyên Siyasî û dewletan bigihîjînin. Ji bilî vê çendê
derheq pirsên partiyê û meseleya Kurdistana Îranê min komek hevdîtinên gelek
taybetî tevî wan aliyan hebûn. Eva basek bûye ku me di derheq memûriyeta Deftera
Siyasî de encam daye û ez bawer im ku seferek bû ku pêka wext û dem û ew
guhertinên ku li deverê û dinyayê de hene, me karî memûriyetek ku ji aliyê
Deftera Siyasî ve bi me hatibû sipartin, cî bi cî bikin.
Rêzdar kekê Mistefa! we tevî
şandeke Komeleya Şoreşvan ya Zehmetkêşên Kurdistanê û bi hevrêtiya çend
kesayetiyên siyasî û çeleng di warê mafê mirovan de li civînekê ku di yek ji
holên “Congreess” û her wiha “Senate” a Amerîkayê beşdarî kir û we gotar pêşkêş
kir. Ji me re bibêjin ev hevdîtin û beşdarbûna we li ser vexwendina tu kes û
aliyekê bû, we wekî Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat pişikdarî kiribû yan wek
nûnerê Kongireya Neteweyên Îrana Federal? Ji berpirsiyarên Amerîkayî çi kesanek
di van civîn û hevdîtinan de beşdar bûn?
Vexwendinek
ku ji me hatibû kirin ji aliyê rêxistinên Kurdî yên Amerîkayê bû, wan ew civîn
bi erê û razîbûna “Congreess” û “Senate”ê pêk anîbûn. Ez wekî nûnerê PDK Îranê
di Kongireya Neteweyên Îrana Federal beşdar bûm û min wekî berdevkê PDK Îranê
nêrîn û dîtinên PDK Îranê di vê Konferansê de ragehand û di rastî de me hemûyan
weke nûnerên KNÎF pirojekt û pêşniyarên wekî hev hebûn, ew jî eva bû ku me ji
bo ragehandin û medyayên giştî ên cîhanê û li Amerîka û Ewropayê pêşniyara
guhertina hikûmeta Îslamî ya Îranê kiriye. Me pêşniyar kiriye ku Komara Îslamî
bo hikûmeteke demokratîk û Federal bihê guhertin. Federalîzmek ku tê de
neteweyên bindest yê Îranê bikarin hikûmeta hundirîn ya xwe hebin û di
rêvebirina hikûmeta giştî di Îranê de bi awayekî wekhev beşdariyê bikin. Armanca
me wekî KNÎF û her wiha wekî PDK Îranê, eva bû ku tev neteweyên Îranê bi dilxwaz
û hezkirina xwe di Îranê de bimînin û bi awayekî wekhev di hikûmeta Îranê de
pişikdar bin. Em li ser vê baweriyê ne ku ev cure hikûmete dikare yekparçebûna
Îranê biparêze, berevajî ew propagendeyên ku gelek nûnerên Komara Îslamî ya
Îranê yan hinek aliyên Şovînîst wisa dibêjin û difikirin ku pirsa Federalîzmê û
mafê neteweyî dê bibe sedema parparbûna Îranê. Me jêve ye ku domkirina sitem,
zordarî û bêedaletiyê di Îranê de dê bibe sedema cudabûnê û eleqeyê ji bo
cudabûn û kerkerbûna Îranê de bîne rojevê, lê heke neteweyên Îranê bi awayekî
wekhev di birêvebirina Îranê de beşdariyê bikin, ew eleqeye dê gelek lawaz û
qels bibe.
Birêz kekê Mistefa di sefera xwe
ya ji bo derveyî welat, we tevî Desteya Nûneriya Yekîtiya Ciwanan hevdîtin
hebûye. Hûn xebatên Yekîtiya Ciwanan li derveyî welat di warên cur bi cur de
çawa dinirxînin?
Çalakiyên
Yekîtiya Ciwanan li derveyî welat û li wan cihan ku nifûsa Kurdên Îranî û nemaze
endam û alîgirên PDK Îranê li wir niştecih in, gelek berçav e. Di vê derheqê de
têkoşîna Yekîtiya Ciwanan li welatên Skandînaviyayê pir xuya ye, pêşketinên zaf
bi destve anîne û bi rastî ji bo neteweya Kurd li Kurdistana Îranê û parên din
yên Kurdistanê cihê serbilindiyê ne. Tekoşîna vê rêxistina me bi awayekê ye ku
di rastî da li nava tev kom û komikan, heta di nava kom û komeleyên Ewropayî de
jî bêmînak e. Wekî hûn jî agehdarin Yerkîtiya Ciwanên Demokrat ya Kurdistana
Îranê li Swêdê karî bi sedema wan çalakî û jêhatîbûna ku ji xwe nîşan da, sala
borî bûn endamê Yekîtiya Ciwanên Enternasyonalîstê. Di xebat û çalakiyên ku li
Swêdê û li herêmên din yên Ewropayê de dimeşin, wan roleke bingehîn heye. Bi
taybetî ez dixwazim qala tekoşînekê bikim ku di salvegera bibîranîna şehîd Dr.
Qasimlo ya îsal di van rojên çûyî hate lidarxistin, YCDK Îranê roleke gelek
bingehîn lîst û zehmetek zaf kişand, ez bi hewce dizanim li vira ve sipasiya
ked, zehmet û tekoşîna wan ciwanan bikim. Hindî ku ez her gav diçim wir û
têkiliya min bi wan re heye, haydarê xebat û tekoşîna wan in, ew xebatên ku wan
hene ji bo me cihê hêvî û dilxweşiyê ye û ez hêvî dikim ku ev ciwanane bikarin
bibin bi çeleng û xebatkarên gelek jêhatî yên desthilata Kurdî, rêberiya PDK
Îranê û bi vî awayî ku hêja ye bikarin rol û bandora xwe di civakê de bi awayê
erênî bilîzin.
Rêzdar kekê Mistefa, ez ji aliyê
Heyeta Birêveber ya Yekîtiya Jinên Demokrat ya Kurdistana Îranê û Desteya Weşana
Kovara “Jinan” bixêrhatina we bo nava heval û hevçeperên xwe dikim. Ez hez dikim
bi vê pirsê dest pê bikim, bêguman cenabê we di vê seferê de tevî rêxistinên
demokratîk hevdîtin hebûye û di nava wan rêxistinan de, we endam û çalakên jin
jî dîtin, xebata wan li derve çawa ye, gelo jinan li derveyî welat wekî
rêxistin heta çiqasê karîne derheq nasandina pirsgirêka neteweya Kurd û
pirsgirêka jinan di Komara Îslamî de bi civaka derve rol hebe?
Yekîtiya
Jinan wekî organîzasiyoneke çeleng kar û tekoşîna xwe heye, lê di rastî de ew
xebat ku li jinan tê çavnihêrîkirin, ez para halê xwe ne razî me, ez bawer im ku
Yekîtiya Jinan divêt ji vê çendê ku heye çelengtir be , ji ber ku em gişt li ser
vê baweiryê ne ku ji bilî zilm û zordariya neteweyî, sitema zayendî û zordariya
di civakê de jî li ser wan heye, ji bo hemû wana, heke bi rastî tekoşîkeke gelek
xuya û bêtir nebin, nikarin li hember wan zilmane xebatê bikin û bikarin
civakeke wekhev pêk bînin. Merema min ne eva ye ku li vir Yekîtiya Jinan yan jin
tenê dikarin vî karî bikin, xwezayî ye yek ji erkên mêrê demokrat jî eva ye ku
di vê xebatê de alîkarê jinan bin, lê di bingeh de divêt jin bi xwe di vî warî
de bêtir hevkariyê bikin. Di vê sefera xwe ya dawî de min tevî YJDK Îranê li
Norwejê civînek hebû, ji koma ew jinên ku di vê civînê de beşdar bûn, min seh pê
kir ku pêka nirxandinek ku min berêji wan hebû, min dît ku ew pêş ketine. Her
wiha derheq Yekîtiya Jinan û xebat û çalakiyên wan min bi berpirsiyarên YJDK
Îranê li Swêdê re hevdîtin hebû, wan jî ji awayê çalakiyên xwe ku di nava jinan
de hene, bo min bas kirin, raporek pêşkêş kirin, serbarê tev van pirsane ku
xebat û çalakiyên van jinane di vî warî de dixebitîn, cihê rêz û pêzanînê ye, lê
hewce ye careke din em li ser vê yekê tekezê bikin ku xûşkên me derheq zilm û
zordariyek ku li ser wan dimeşe, divêt di gişt waran de tekoşîn û çalakiyên xwe
xurt û berfireh bikin. Em wekî PDK Îranê, erk û wezîfa xwe dizanin di vê qadê de
alîkarê Yekîtiya Jinan bibin. Min di hemû welatan de û nemaze li welatên
Skandînavyayê ku xebatên YJDK Îranê heye, min ji komîteyên partiyê re gotiye ku
derheq kar, çalakî û xebatên Yekîtiya Jinan bi wan re alîkariyê bikin û ji tu
tiştekê parêzê nekin.
Rêzdar kekê Mistefa Hicrî salek bi
ser damezrandina Kongireya Neteweyên Îrana Federal wekî rêxistineke hevgirtî û
ji bo cara yekemîn di dîroka 27 saliya desthilatdariya Komara Îslamî, bi navê
nenûerên neteweyên Îranê pêk hat borî. Hûn dikarin ji bo me encama kar û çalakî
û xebatên vê Kongireyê di pêvajoya salek xebata wê de bikin? Di asta navneteweyî
de ev Kongireye çawa tê wergirtin?
Kongireya
Netweyên Îrana Federal pêka vê yekê ku heyameke nêzîk bi salekê ye pêk hatiye,
pêşketinên baş bidestve aniye û di asta navneteweyî û opozîsyona Îranê de jî baş
hatiye naskirin. Di asta navneteweyî de hinek xebatên zaf û xuya hatine kirin,
bo mînak yek ji wan eva ye ku KNÎF li Amerîka wekî rêxistineke fermî hatiye
tomar (tescîl) kirin û hemû ew maf û hiqûqên ku organîzasyonekê dikare di
welateke wekî Amerîkayê ji bo çalakî û tekoşînêjebe, bidestve anîne. Li Londonê
biryar hatiye girtin bîroyek jê re bihê danîn, bona vê çendê ku heke seredanek
ku tê kirin, li wir navendek hebe ku bersivder be. Her wiha ji heyamê 5-6 mehên
borî de şandeke KNÎF li Birûkselê, li Parlemantoya Ewropayê bi fermî hatine
vexwendin, wan li wir axivî ye, nêrîn û ramanên xwe wekî nûnerên partî û
neteweyên xwe gehandine guhê Yekîtiya Ewropayê. Gelek bimicidî û başî KNÎF
wegirtine û bi taybetî di vê sefera dawiyê de jî ku me hebû, li “Congreess” û li
“Senate”a Amerîka û her wiha li Almaniya û Firansayê KNÎF li wir hizûr hebû û
dîtin û nêrînên xwe bi guhê rêxistinan bi guhê Ewropî û Amerîkiyan û her wisa
ragihandinên giştî yên cîhanê diyar kiriye. Hinek bername hene ku di pêşerojê de
hevdîtinên din jî ji bo KNÎF li Almanyayê û her wiha li Îngilistanê jî dubare
were lidarxistin. Ez bawer im eva ji bo heyameke kurt yê yek salî ji nasandina
rêxistineke siyasî gaveke gelek bimifah û baş bûye, hemûyan hevgirtî nêrîn û
dîtinên xwe bas kirine, gotinên xwe kirine, eva giring e ku wekî te qala wê kir,
bo cara yekemîn di Îranê de organîzasyonek ji tevahiya neteweyên Îranê pêk tê,
xwestek û daxwazî û her wiha derdê dilê wan di nava kom û komeleyên navnetweyî
de bas dike. Renge pir caran jî di berê de Ewropî û Amerîkayiyan gelek fikr ji
netweyên bindest ên Îranê nekiribe, lê di wê civînê de bi serhejmarî û hejmaran
hatiye nîşandan ku neteweyên bindest yên Îranê piraniya nifûsa welat pêk tînin,
lewra di pêşeroja Îranê de tu demokrasî û hikûmetek nikare berdewam û payedar
be, heke bihê û netweyên bindest ên Îranê li wir rol û mafê wekhev tune bin, eva
dengeke gelek demokratîk bû ku yê gihiştiye guhê xelkê cîhanê. Xwezayî ye di
nava Opozîsyona Îranê de jî KNÎF gelek baş hatiye naskirin, hinek hene ku daxwaz
û xwestekên KNÎF bi rewa û berheq dizanin. Aliyên cur bi cur yên din jî hene ku
dijî wan daxwaziyan in ku KNÎF dide xuyakirin, lê eva tu tiştekê ji esla
meseleyê ku nasandina KNÎF’ê ye naguherîne. Bi xweşî ve ev kongireya ku di
heyamê sala derbasbûyî de pêk hatiye, ji bilî koma nûnerên vê rêxistinê ku di
rastî da avakerên vê kongireyê bûn, di dema yek sala çûyî de, çend rêxistin û
civatên din jî tevlî KNÎF bûn. Niha rêxistinên din hene ku name nivîsandine û
daxwaz kirine ku di KNÎF de bihên qebûlkirin ku li civîna Şanda Birêveber de ev
namane dê bihên ber xwendin û lêkolînê û bersivên hêja dê wan re were dayîn.
Heke bi kurtî bixwazim ji we re bibêjim, dikarim vê çendê bibêjim ku Kongireya
Neteweyên Îrana Federal ceribandineke gelek baş û serketî bû, hem ji bo
opozîsyona neteweyên bindest ên Îranê û her wiha ji bo civaka navneteweyî bona
vê çendê ku çêtir tevî netweyên Îranê nasyariyê peyda bikin û ew zilm û
zordariyên ku li ser neteweyên Îranê berdewam bûye, çi çaxê hikûmeta Paşayetiyê
de û çi di çaxê hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê de.
Kekê Mistefa her wek di bersiva
nûçegihanê Agirî de we bi kurtî bas kir ev kongireya ji nûnerên neteweyên Îranê
pêk hatiye. Gelo we wekî PDK Îranê ku endameke çeleng û bibandor ya vê Kongireyê
ne, bîr ji vê çendê nekiriye ku serbarê beşdarbûna neteweyên Îranê, kongirê
berfirehtir bikin û ji hebûna kesayetiyên siyasî, civakî û rêxistinên demokratîk
mifahê wergirin?
Eva
mijarek e ku di nava KNÎF de cihê basê ye. Me di KNÎF de bername û programeke
siyasî heye ku hatiye îlankirin, ew rêxistin û organîzasyonên ku dikarin xwe
tevî vê bernamê rê bixin, dikarin daxwaza endambûnê bikin.
Daxwazî li wir dê bikevin ber
xwendinê û piştî nirxandinê ji bo endambûna wan, heke tevî mercên wê bernamê rê
bikeve, teqez dê were qebûlkirin. Êca eva dikare hem kesayetiyan û him jî
rêxistinan di nava xwe de bigire ku wan xwestek û daxwazan dipejirînin. Bingeha
wê bernamê jî ji bilî komek azadiyan ku tê de hatine cî kirin, wekî azadiyên
jinan, azadiya tex û qatên civakî, pirsên sereke vedigere ser Federalîzmê,
Federalîzmek ku di bersiva pirsên berê de min qala wan kir ku em çi cure
Federalîzmekê dixwazin. Her rêxistinekê ku bawerî bi rêya çareserkirineke bi
awayî hebe, dikare di vê çarçoveyê de xebat û tekoşîna xwe tevî endamên din yên
Kongireya Neteweyên Îrana Federal bidomîne û me di vî warî de bername daniye ku
KNÎF tevî kom û komele û rêxistin û saziyên sivîl ku vê çarçovê qebûl dikin,
bikeve nava basê, bona vê çendê ku bala wan rabikişîne û ji bo ku ew tevlî KNÎF
bibin, gotûbêjê bike.
Kekê Mistefa, bi boneya
hevdehemîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî bi destê dîplomat
terorîstên Komara Îslamî, roja 22’ê Pûşperê tevgereke berfireh ya gelî, çi li
Kurdistanê û çi li derveyî welat hate lidarxistin. Ez hez dikim nirxandina te di
vê derheqê de bizanim û di vê derheqê de min pirseke din jî ji we heye, ew jî
eva ye ku bi vê hincetê ve li Viyena paytexta welatê Otrîşê meş û tevgereke
berfireh ji aliyê Kurdên niştecih yên welatên Ewropayê derheq mehkûmkirina wê
cinayetê û her wiha xistine rojeva dosya terorkirina Dr. Qasimlo derkete holê û
ji berpirsiyarên dewleta Otrîşê xwestin ku ev dosya careke din bihê vekirin.
Pirsa min ewa ye, hûn heta çiqasê ev dosyê wate perwendeya terorkirina şehîdên
Viyenê, pêvajoya qanûnî ya xwe bidomîne, weke dosya Mîkonosê ku çawa dadgeha
Almanya karî serxwebûna xwe biparêze û wê perwendeyê bigihijîne encamê?
Pirseke
bicî bû. Ez bawer im di kakil û naveroka ew liv û tevgera ku Kurdên Îranê li
hundirê Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê li ser daxwaza PDK Îranê meşandin,
çend peyamên giring tê de hebû ku ez hez dikim li wir qala wan bikim. Ya yekemîn
eva ye ku Kurdên hundirê Kurdistanê serbarê vê yekê di bin tundî û dijwarî û
dîktatoriya Komara Îslamî de ne û tevî vê çendê ku xwestek û daxwazên netweyî û
mafê azadiyê bi awayê herî xurt tê tepeserkirin û her niha jî hejmarek zaf ji
girtiyên siyasî di Kurdistanê de li bin îşkenceyên herî hov yên kirêgirtî û
rayedarên Komara Îslamî ya Îranê de ne, lê serbarê vî halî jî xelkê Kurd
netirsane liv û tevgereke nerazîbûnê ya sivîl xistin rojevê, bona vê çendê ku
careke din ji aliyekê nifret û bêzariya xwe ji rejîma Îslamî ya Îranê didin
xuyakirin, ji aliyê din ve nîşan didin ku ev tund û tûjî, îşkence û êşandina ku
li ser neteweya Kurd heye ne tenê ew bi çok de ne anîne, belkî çelengtir ji her
gav di rêya bidestveanîna azadiyê û berevanî ji mafê rewa yê xwe ne û
teslîmnabin îşkence û êşandina Komara Îslamî .
Bi vê hincetê ve ez hewce dizanim
ji aliyê PDK Îranê ve, careke din bi can û dil spas û pêzanîna xwe û partiya me
ji bo xelkê emegdar, xebatkar û şoreşvan yên Kurdistanê diyar bikim û vê yekê
bibêjim ku ev tevgere hêviyê dide me PDK Îranê û her wiha cihê hêviyê ye ji bo
gelê Kurd û neteweyên Îranê, ji aliyeke din ve hevahengiya wê liv û tevgerê li
Ewropa di roja 22’yê Pûşpera îsal de li Viyenê û di du rojan dûtir li paytextên
welatên Ewropayê ji bo xuyakirina kerb û nerazîbûna xelkê Kurdsitana Îranê
derheq zilm û zordariyekên ku li ser gelê Kurd heye û seba terorkirina rêberê
mezin û nemir Dr. Qasimlo, di rastî da da ew pêwendiya gelek pîroz e û eva bi
xwe peyamek e. Bi nêrîna min peyama wê ya siyasî eva ye ku renge bona zilm û
zordariyekê ku li ser gelê Kurd heye, welatê xwe bicî bihêlin, niştecî û
derbider bibin, lê vê awareyî û derbideriyê nekarî ye seha neteweyî û ew zilm û
zordariya ku li ser xelkê heye, bi taybet xweştevîbûna PDK Îranê û rêberê mezin
û navdar yê gelê me şehîd Dr. Qasimlo ji bîra xelkê bibe. Ew pêwendî û
hevgirtina ku di liv û tevgera nerazîbûnê ya gel li hundirê Kurdistanê û li
derveyî Kurdistanê de hebû, ez bawer im peyama herî rohn ji bo Komara Îslamî ya
Îranê û her wiha hemû xelkê dinyayê bû ku gelê Kurd, gelek hişyar e ji bo
bidestveanîna mafên rewa yên xwe xebatê bike û goriyan dide û li hember kosp û
astengan de serê xwe natewîne.
Ewa ku daxwaza wan nerazîbûnan, bi
taybetî li derve xistine rojeva dosya şehîd Dr. Qasimlo bû, xwezayî ye ew wekî
daxwaza gelê Kurd û PDK Îranê ji bo me herdem di rojevê de ye, lê di warê
piratîkê de çiqas ev xwestek û daxwazê dê bidestve bihê.
Ez
dixwazim di vê derbarê de vê dozê bînim holê ku dosyayek ku derheq terorkirina
Dr. Qasimlo li Viyenê pêk hat, tenê ne dosyayeke cînayî bû, ku di dadgeheke
edetî de pêvajoya xwe bidomîne, belkî dosyayeke cînayî siyasî ye û nemaze di vî
warî de siyasî ye ku mixabin hikûmeta Otrîşê pêşiya eşkerebûn û ragehandina wê
tawana mezin ku li stûyê Komara Îslamî ya Îranê ye digire ew terorîstên ku ev
kare encam dane, bi eşkere û xuya Îranî bûn û zivirandina wan ji bo Îranê bi
alîkariya hikûmeta wê demê ya Otrîşê, pirseke siyasî ye û heya demekê ku ev
pirsa siyasî awayeke din di asta navneteweyî bi xwe ve negire, em ketne berbasa
dubare ya vê dosyê hinekê zehmet dizanin. Em hêvîdar in ku di roja xwe de ev
dosyaye careke din bikeve rojevê. Lê eva teqez demekê dibe ku Komara Îslamî ya
Îranê û civaka navneteweyî, nemaze Ewropa, di rewşekê de bin ku ev xalên
berçavgirtî yên bazirganî û ticarî û berjewendiya ku wan bi Îranê re hene nemîne
û bixwazin ew dosyaye bi awayekî adîlane di dadgeheke adîlane de bikeve berbas û
bêguman encama wê dê bibe mehkûmbûna Komara Îslamî ya Îranê. Wekî ewa ku me di
dadgeha Mîkonosê de dît.
Birêz Mistefa Hicrî! We li
Amerîka cuda ji beşdarbûn di civîna “Congreess” û “Senate”a Amerîkayê de, çi
hevdîtinên din tevî berpirsiyarên dewletî, kesayetî û saziyan hebûye an ne? Bi
raya we ew hevdîtinên we tevî van sazî û rêxistinane û berpirsiyarên partiyan,
heya çiqas dikare li ser biryara siyasî ya van welatane, çi li Amerîka û çi li
Ewropa bandor di helwestên wan de li dor pirsgirêkan hebe?
Me
li Amerîka zêdetir tevî komeke zaf ji sazî û dezgehên hikûmetî û demokratîk ku
di Amerîkayê de zaf in Amerîka bi welatê navend û dezgehên demokratîk hatiye
naskirin hevdîtin hebûye ku wan ji bilî rêxistinên hikûmetî yan dem û dezgehên
hikûmî bandor û karîgeriya xwe di navendên biryardanê de hene. Me li wan cih û
navendane de xwest û daxwazên gelê Kurd û PDK Îranê derheq pirsa Kurd, bizava
Kurd û ew zordariyên ku li ser de hene, herweha li ser pêşeroja Îranê bi wan kom
û navendane ragihandiye. Eva ku bandora wan daxuyanî û ragehandinane heye çi
qasekê ye, siroştî ye ku divêt em li çavnihêr de bin ku di pêşerojê de bandora
van bibînin. Lê bêşik hevdîtinên siyasî û şirove û derbirîna bas û meseleyan bi
awayeke bi delîl û belgedar ku dikare aliyê hember qanih bike, bi xwe jî dikare
bandorek erênî di navenda biryardanê de hebe. Renge tu yek ji me weke opozîsyona
Îranî xwe derheq welat yan proseskê biguherin. Lê şirove û analîzên zêdetir
derheq van pirs û meseleyan ku ji bo me girîng in û wan re jî zaniyariyên nû
têde hebin, dikare li pêşerojê di navendên biryardanê de tesîr hebe ku di rastî
de jî erk û karên dîplomasiyê ew e. Eva jî ne tenê her bi dîtina me, PDK Îranê û
sazî û dezgehên hikûmetî li Ewropa û Amerîkayê, belkî di dîtingeha dewletan de
jî gava ku hevdîtinek siyasî tê pêkanîn, eva nahê wê wateyê ku di vê hevdîtinê
de divêt aliyek raya aliyê din bipejirîne, ji ber ku mesele nîqaş û diyalog ji
bo dîtina rêçareyan e ku bi qazanc û berjewendiyên her du aliyan de dişkêt.
Me di vê derbarê de ra û dîtinên
xwe bi van navendan dayne eyanê û me raya xwe li ser wê ku Komara Îslamî çawa
dikare guhertin bi ser de bihê heya ku gelên Îranê bikarin li bin stem û
zordariyê de rizgar bin. Ji bo wê ku cîhan û bi taybet Rojhilata Navîn li destê
navenda fitne û têkderiyê ku Îran e, rizgar bibe û Rojhilata Navîn bikare di
prosesa demokrasiyê de pêş bikeve, çunku Komara Îslamî bi van belge û giroveyên
ku me pêşkêş wan kirine û xelkê cîhanê jî şarezayê wan e, navenda şer û fitne û
têkderiyê di Rojhilata Navîn û piştevanê terorîzmê ye, lewre divêt em çi bikin û
kîjan rêçareyan li pêş xwe bigirin heya ku bikarin vê kosp û astenga mezin li
ser rêya xwe hilgirin daku hemû aliyek bikarin jê mifahê bistînin. Di vê derheqê
de ez dikarim bibêjim ku behs û bîr û rayên me bi dîqet hatine guhdarîkirin û di
piraniya wan de soz dane ku wan behs û nîqaşane li navendên biryardanê de bînin
ziman û xwendinê li ser bikin daku bigihîjin encamekê ku ez hêvîxwazim bi
qazancê hemû aliyekê dawî were.
Birêz Mistefa Hicrî! hûn wekî
Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, kar û xebatên Yekîtiya Ciwanan ji bo berbipêşde
birina bizava gelê kurd heya çi qasekê bibandor dizanin, her wek hûn dizanin
Lawan di zaf rê û resm û boneyên taybetî, hizbî û giştî de gelek berbiçav
hebûne, bo mînak li 22’ê Pûşpera îsal çi li derveyî welat, çi li hundir û li
Îranê de jî rolek berbiçav hebûne û di hemû boneyên din jî rola bingehîn
lîstine?
Rastiyek
ku nahê înkarkirin, eva ye ku ciwan di her civakeke demokratîk û pêşketî de
dikarin bibin sedema bizvandina liv û prosesa demokratîzasiyon û mafxwaziyê, ji
ber wê ku weke para din ji xelkê hin soz û ehdên şexsî û malbatî û ... ninin û
dikarin bi awayekî radîkal derkevin meydanê û xwast û daxwazên xelkê xwe bi
awayekî demokratîk bînin ziman. Vê yekê em di hemû civakekê de dibînin, bi
taybetî di wan civakan de ku stem û zordarî li ser heye, bo mînak di nava
Kurdistanê û herwiha di nava van neteweyan de ku bindest in, bizavek tê berçav û
dom dike ku pêşengê xebat û guhertinê li dijî dîktatoriyê ye, ku ew jî bizava
Ciwanan e. Ku wisan e ciwan di serdemê niha de ji bo xebat li dijî Komara Îslamî
a Îranê de dikarin rola herî berbiçav hebin, her wekî heya niha li hundirê
Kurdistanê û li derveyî welat de jî nîşan dane. Yekîtiya Ciwanên Demokrat a
Kurdistana Îranê bi komek ji lawên kurd yên Kurdistana Îranê karîne van bizavane
rê bixin, ber bi pêşde bibin û bigihîjne encamê. Eva li ser rewşa niha ye, lê
rola Ciwan ne her hinde ye, belkî ev ciwanane me pê xweş be yan pê nexweş be, ew
hikûmet û desthilat pêşerojê ji bo birêvebirina partiyan, civakê û birêveberiya
desthilatekê ku li pêşeroja Kurdistanê tê çavnihêrî kirin, pêk were, erk û
wezîfeya ciwanan gelek ji wê zêdetir e ku niha di liv û bizaveke nerazîbûnê de
pişikdariyê din, rêxistinê dikim û ber bi pêşde dibin.
Di rastî de karkirin li ser ciwan
ji bo pêşerojê gelek xwezayî û heta sermayedanîn li ser wan e. Divêt ciwan
zêdetir cehdê bikin heya ku xwe perwerde bikin ji bo îdarekirina pêşeroja welat.
Her çiqas ciwan bo îdarekirina
hikûmetê bêtir bihên perwerdekirin, em wekî kurd zêdetir dikarin bi pêşerojê
hêvîdar bin, çunku rêveberên hikûmeta pêşerojê û nifşên pêşerojê ger bi başî
nehên perwerdekirin dubare me dê hewcehî bi aliyên din hebe. Lewre perwerdebûna
ciwanan di hemû warên siyasî, teknîkî, xizmetkirin û wd... gelek giring e û em
hêvîxwaz in her wekî Ciwanan heya îro nîşan dane cehdê bikin, bêtir perwerde
bibin. Eva gotina me ye, erk û wezîfa me wekî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê
li dor vê meselê eva ye ku çi ji destê me tê, bikin û min jêve ye ku di vê
derheqê de Partiya Demokrat [Xemsarî] nekiriye. Lê karîn û şiyana PDK Îranê ji
bo vê meremê ne bes e, çunku mixabin em partiyek in ku bi ne yasayî hatine
nasîn, hûn jî bi xwe dizanin ku tekoşîna me li hundirê Îranê û Kurdistanê de bi
awaykî eşkere hatiye qedexekirin. Ew ciwanên ku hest bi pêwendiya wan tevî PDK
Îranê û YCDK Îranê bihê kirin, bi tundî tên çavdêrî û kontrol kirin. Lewre ciwan
bi xwe divêt çalak û xebatkar bin û li wan cihên ku tê de dijîn, îmkanatên
perwerdebûna xwe misoger bikin, bi taybet ciwanên ku li Ewropa û Amerîkayê de
dijîn, îmkanatên wan bêtir in. Di vê derheqê de ez pêşniyar dikim ku careke din
ciwanên me bi taybet li derveyî welat bêtir li dora Yekîtiya Ciwanên Demokrat a
Kurdistana Îranê kom bibin, ji bo ku bi awayekî rêxistinî û organîzasyon bikarin
bername û projektên xwe ku ji wan re hewce ne, di warê perwerdebûn û
organîzekirina bizav û hereketên nerazîbûnê nemzae li hundirê Kurdistana Îranê
de û têkilî girtin bi ciwanên Kurdistana Îranê re bikarin bandor û karayiyeke
zêdetir hebin. Çunku em dizanin ku serdemê niha, serdemê organîzasyonê ye,
serdemê partîtiyê ye, partî, sazî û girûp in ku dikarin civakê ber bi pêşde
bibin, kesek her çiqas jêhatî, karîn û şiyaneke zaf hebe, her yek kes e û nikare
bizaveke wiha çavnihêrkirî birê bixe. Lê dema ku ev karîn, vejen û şiyanane bi
taybetî di nava ciwanan de li dora hev kom bibin, dikare tevger û livek gelek
berîn û berfirehtir ji bizava ku heya îro bi prosesa demokrasî û mafxwaziya
Kurdistana Îranê bi xelkê hatiye dayîn, be.
Birêz Mistefa Hicrî! we di
hevdîtina xwe bi kesayetiyên siyasî re ku çend ji wan jin bûn û bi awayekê ku
berpirsyarî di welatê xwe de hebûne. Başe di van hevdîtinan de serbarê baskirin
li ser pirsa neteweyî a Kurd di Kurdistana Îranê û pêpes kirin û tepeserkariyên
Komara Îsalamî li hundir û serberdayî li asta navnetweyî de, ew berpirsiyar bi
taybetî berpirsyarên jin, heya çi qasekê tevî pêpeskirin û kedxwariya jinan di
Îranê de nasyar bûn? Kakila pirsyara min eva ye ku we di bas û qalên xwe de tu
îşareyek bi bêparî û binpêkirina mafê jinan di Kurdistana Îran û Îranê de dikir?
Mixabin
bêparî û kedxweriya jinan di Kurdistana Îranê de ewqas zeq û berçav e ku tu
rêxistineke siyasî, kesayetî û bîr û rayek cuda û pêşketinxwaz, nikare wê
bêpariyê nebîne. Gava ku vê bêpariyê dibîne, bêguman hizir ji rêçare û
çaraseriya wan dike ku yan bêparî her nemîne yan jî kêm bike. Di vê derheqê de
komek rêxistinên berevanî ji mafê jinan di Kurdistanê de hene ku me bi wan re
pêwendî, rûniştin û şêwirmendî hebûye, ji bo wê ku me wek PDK Îranê û nûnerên
Yekîtiya Jinên Demokrat ya Kurdistanê bi wan re hevahengî hebe, ji bo ku hemû
bi hev re bikarin ew karên ku ji destên me tên, bi karîn û îmkana xwe pêş xwe
bigirin, ji bo wê çendê ku em alîkariyê ji bo prosesa wekheviya mafê jinan di
civak û malbatê de bikin divêt derbarê de şêwirmendiyeke zaf hatiye kirin.
Kekê Mistefa Hicrî! li dema
sefera we ji bo derveyî welat, Kurdên Îranê bûne xwediyê kanalake televîzyonî bi
navê “TISHK”. Demek dirêj bû ku Kurdên Îranê ji ber asîmîlasyon, zordarî û ji
ber nebûna xebat û çalakiyên demokratîk nedikarîn ku terîbûneke azad hebin û
niha Tîşk Tv yê bûye tirîbûn Kurdên Îranê. Hûn wekî Partiya Demokrat çawa
pêşwaziyê ji vê televîzyonê dikin. Bi raya ve divêt program û bernamên wê ji bo
nasandina doza gelê Kurd li Kurdistana Îranê çawa bin? Ji bo eşkerekirin û
şermezarkirina ew zordariya ku li ser neteweya Kurd û bi taybet neteweyên din
yên Îranê heye, divêt çawa erk û rola xwe bilîze?
Belê, meseleya avabûna televîzyona
Tîşk yek ji wan kanalane bû ku hate nava dezgehên ragihandinên giştî yên Kurd di
Îranê de. Min jêve ye ku bo gelê Kurd serkeftineke mezin bû, çunku me di
Kurdistanê de herçiqas ragihandinên giştî hebin ku bikare rastbêjane, neynûkek
ji rengvedana zulm û stemên ku li ser gelê Kurd dimeşin û propagendeyên Komara
Îslamî a Îranê û buxtan û tawanên ku ji tevgera gelê Kurd dide, dikare gavan
hilgire, dê bikare xelkê Kurd hişyartir û bizanetir bike. Televîzyona Tîşk di vê
derheqê de gavek nû bû ku cihê keyfxweşiyê ji bo hemû aliyekê ye, û xelkê Kurd
li Kurdistana Îranê de jî pêşwaziyeke baş ji dest pê bûna vê televîzyona nû
kirine. Diyare weşana Tîşkê vê gavê di qonaxa test’ê de ye, lewre renge kêmasî
jî hebin, lê siroştî ye dê li pêşerojê de programên xwe dest pê bike û bêguman
dê baştir, pir kakil û bi ser û bertir bernameyên xwe bidomîne. Eva ku em weke
PDK Îranê û renge xelkê Kurd jî çavnihêriyê wê bikin, eva ye ku divêt
televîzyonek rastbêj be, taybet ne di xizmeta partiyekê de be, ji ber ku
televîzyonek be ku hilgirê xwast û daxwazên gelê Kurd bi giştî be û bikare
deriyeke azad bi rêya xelkê Kurd veke. Di vê televîzyonê de divêt tex û qatên
cur bi cur yên civakê bikarin gotinên xwe, nêrînên xwe bigihîjne guhê xelkê
Îranê û cîhanê weke ciwan, jin, xwendekar, karker, bazarî, rewşenbîr û wd... ku
evane hin tişt in ku divêt televîzyona Tîşk li berçav bigre. Ez hêvîxwaz im ku
di programên xwe de serkeftî be û bikare ew çavnihêriya ku xelkê Kurd di
Kurdistana Îranê de ji vê kanalê hene bi başî bicih bîne.
Birêz Mistefa Hicrî, kekê Ebdula
Muhtedî, Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê,
tevî hetfenameya “Aso” li Silêmaniyê wiha dipeyive: “PDK Îranê bû sebeba ku me
di seredana xwe ya derveyî welat û Amerîkayê de, destkevteke wisan berçav bi
dest nexist”. Cudahiyan di navbera bîr û rayên we de li ser çi bû?
Min pê xweş e ku derheq pirsa pêkanîna Eniya Kurdistanî ku îro di rojeva
Kurdistanê de ye, pirsyarekê bikim. Her birêz Muhtedî bû ku di hevpeyvîna xwe de
tevî “Rojhelat Tv” de, hemû astengên li ser pêkhatina eniya han dixe stûyê PDK
Îranê û Komelê jê paqij dike, helwesta dawiyê ya PDK Îranê derheq eniya
Kurdistanî çî ye?
Derheq seredana Amerîkayê hemû
hevdîtinên xwe yên ku qirar bû tevî Komelê û endamên din yên Kongireya
Neteweyên Îrana Federal, pêk bihên, me pêk anîn. Piştre him Komelê û him PDK
Îranê weke xwe hevdîtinên taybetî bi xwe hebûn. Tevî hin dezgehên hikûmetî û
yên din. Ez ne bawer im û nizanim hevdîtinên taybetî yên Komelê tevî kê û li
kuderê bûne, lê derheq pirsa hevdîtinên min, ez li ser vê baweriyê me ku ne tenê
destkevtên me kêm û ne berçav nebûne, belkî me karî destkevtên gelek baş û
berçav jî bidestve bînin. Li ser Eniya Kurdistanî jî me li mêj de gotiye û dê
careke din jî bibêjin, PDK Îranê ji bo pêkanîna hevdengiyekê di navbera
rêxistinên opozîsyona Îranî yên ku di nava xelkê Kurdistanê de hatine naskirin,
derbasbûyiyeke xebatê ji gelê Kurd re hene û serbixwe ne, tu asteng û kospek çi
nine ji bo civîn û baskirinê tevî yek yeke wan li ser bernameyekê bo danîna her
cure hevbendiya bi hev re, di vê derheqê de çi pirsgirêkek ji aliyê me weke PDK
Îranê ve tune ye. Berhema dawiyê ya civîn û baskirinên me jî di payîza sala borî
de bû ku hemû rêxistinên han û Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
jî li hev kirin û qirar danîn ku li cihekê bicivin, lê dîsan her ewên ku nehatin
ser qirarê xwe û xwe parastin li hatina civînan, nûnerên Komeleya Zehmetkêşan
bûn ku hetanî niha jî eşkere nekirine ku ji ber çi di wê civînê de ne amade
bûne. Lê belê eva ne tişteke veşartî ye, em hazir in biaxivin û gotûbêjn bikin
û tu astengek ji aliyê me de nine.
Kekê Mistefa, cenabê we di
sefera xwe ya ji bo Ewropa û Amerîkayê de, beşdariya çendîn Konferansan kir û bi
hin rêxistin û kesayetiyên Ewropayî û Amerîkayî re civîn pêkanîn. Niha Ewropayî
û Amerîkayî û nemaze Ewropayî çawan mêzeyî pirsa Kurd dikin, bi taybet piştî wan
guhertinên berfireh ku paş 11’ê Septamberê li Rojhilata Navîn de hatine holê?
Pirsyareke
bicih e, ji ber ku di vê seferê de ku nemaze Ewropayî hertim ligel pirsên
bazirganî tevî Komara Îslamî de berbirû bûn û di vê derheqê de çavê xwe ji zaf
pirsan niqandine, weke binpêkirina mafê mirovan ji aliyê Komara Îslamî,
serkutkirina azadiyan. YE’ê gelek caran tenê bi derkirina daxuyaniyan qenaet
kiriye û Komara Îslamî mehkûm kiriye, lê em dibînin ku tu guhertin bi boneya
mehkûmkirinên han jî li ser Komara Îslamî de nehatine. Ev pirsa ku niha di
rojevê de ye û dikare weke guhertin bihê dîtin, eva ye ku heke pirseke din ku di
rojevê de ye ne tenê pirsa mafê mirovan, belkî Komara Îslamî dest avêtiye
pirosêsekê ku Ewropayê dixe metirsiyê, eva jî pirsa pirojeya Etomî ya Îranê ye.
Di vê derbarê de Ewropa haydar bûye û guhertinek ku di basên wan de tê dîtin,
eva ye ku niha qala pêkanîna guhertinê di Komara Îslamî de dikin. Berê xetera ku
di bidestveanîna çekên Etomî li Îranê de ji wan re ev qas berçav nebû, ji ber ku
li ser wê yekê bibawer nebûn. Ji ber vê çendê bû ku piraniya gotûbêjên wan di
çarçoveya mehkûmkirina Komara Îslamî de bûye ku pirosesa han ku min îşare pê
kir, ne ji xelkê Îranê re destkevtek hebûye û ne Komara Îslamî jî seba vê pirsê
ketiye bin zextê. Lê pirojeya Etomî ku îro hatiye holê, bi rastî Ewropa aniye
ser vê baweriyê ku hikûmeta han, hikûmetek e ku divêt hizrek ji bo guherîna wê
bikeve ber bas.
Ji bo ku bikarin xwe ji dest
metirsiyên ku di rojên pêşde tên dîtin, rizgar bikin, nikarin tenê bi pirsa
gotûbêja rexnegirane û daxuyaniya YE’ê piştrast bin. Her eva jî zêdetir
hevkariyê dike ku Ewropayî pitir li ser pirsa demokrasî û guhertineke demokratîk
li Îranê de bifikirin. Dema ku li pirsa han dinihêrin, bê guman eva jî tê bîra
wan ku hêzên ku dixwazin li rêya pirosêsa demokratîk ve guhertinan li Îranê de
pêk bînin, Kî ne?... bê guman Kurd di rêza yekemîn de tê dîtin û PDK Îranê jî bi
salan e ku tevî van kom û komeleyan, dam û dezgehên hikûmetî, “NGO”yan, kesayetî
rojnamevan, û ragihandinên Ewropayî di gotûbêjan de bûye û ev tirsên ku Ewropa
îro hest pê dike, me li mêjde ragihandibûn. Mixabin gotinên ku me berê gotibûn,
niha hêdî hêdî digîjne vê rastiyê ku heke çekên Etomî yên Îranê ji gelê Kurd û
bi giştî netweyên din û xelkê Îranê re cihê metirsiyê ne, du hind jî ji
Ewropayiyan re bixeter in. Niha hişyar bûne û ji nû ve qala pirsgirêkê dikin, ji
ber ku di rastî de mijara sereke ya armanca pirojeya Etomî ya Îranê ji bo
bidestveanîna çekên Etomî, xelkê Îranê nine, çimkî xerceke zaf li xizîneya xelkê
Îranê, ji wê pirsê re tê xerckirin, lê xeterên wê zêdetir bo Ewropayê û cîhana
derve ne. Bo me weke gelê Kurd û neteweyên din yên Îranê, eva ku di rojevê de ye
û girîng e, binpêkirina mafê mirov û wekheviyê di Îranê de ye ku em jê re hewl
didin. Niha wan her du pirsên han destê hev girtine, pirsa Kurd yan em bibêjin
pirsa demokrasiyê li Îranê de zêdetir bo Ewropayiyan girîng e, lewre hin
guhertinên nû tên dîtin. Merema me ne eva ye ku em hemû hêviyên xwe girêdayî bi
wan guhertian bihêlin, lê divêt îşare bi hin rastiyan jî bihê kirin, her ew
hinde ku bo yekem car sekreterê Giştî yê PDK Îranê tevî Wezareta karên Derve ya
Firansa hevdîtinan pêk tîne, Parlemana Firansa îznê dide ku tevî karbidestên wî
welatî konferans bihên lidarxistin û nûnerên Neteweyên Îrana Federal li wir de
qala guhertinê di hikûmetê de dikin, rê û çare tên detnîşankirin, di cihê xwe de
dergehek e, dergehek biçûk ku ez bawer im dê dergehên din jî li pey vebin.
Birêz Hicrî, bê guman cenabê te li
duyemîn seredana xwe ya derveyî welêt de, hevdîtin tevî nûnerên partî û
rêxistinên seranserî yên Îranê hebûne, me dixwest bizanin gelo piştî guhertinên
herêma Rojhilata Navîn, di dîtingeha wan partî û rêxistinên han derheq gel û
pirsa Kurd, nemaze PDK Îranê de, guhertinek tê dîtin yan na? Di vê derbarê de
hez dikim di bin tîrêja wê bîr û rayê de pirsyara xwe bikim ku dibînim piştî
derbazbûna sal û nîvekê li ser avabûna Kongireya Neteweyên Îrana Federal de, tu
yek ji wan partî û rêxistinên siyasî yên seranserî, Kongireya han bi fermî nas
nekirine û tevî qewareya han nehatine gotûbêjên rasterast û berbirû nebûne tevî
wan du gotarane, gotara neteweyên bindest ku dixwazin mafê çarenivîsa xwe di
çarçoveya Îraneke demokratîk de bi destve bînin û gotara hêzên Nasyonalîst,
Şovînîst û Îslamî tevî Çepgir û tundrewan ku dema qala neteweyan tê kirin,
dikevine eniyeke hevbeş di bin yekîtiya welat, hûn encama wê pirsê çawan
dinirxînin?
Pirsyara te pir balkêş bû, nemaze
di wê derbarê de ku pirsa diyarîkirina çarenivîsa neteweyan, Federalîzmê mijarek
e ku yê bûye pirsa rojevê û di rastî de ne tiştek e ku tu aliyek bikare xwe lê
biparêze. Weke ku me berê got, pirsa Federalîzmê bi awayê ku ketiye ber bas, ji
aliyê me û Kongireya Neteweyên Îrana Federal ve, pirsek e ku desthilatê dide
neteweyên bindest, bêşik ji desthilata navendî tê kêmkirin. Ji bo vê armancê
diyalog aniye holê. Bi bawera min du hizr di vê diyalogê de hatine holê, aliyek
ku niha jî weke berê difikire û wiha dizane ku dikarin weke pêş de pirsa
mafxwaziyê bi serkut, tund û tûjî, girtin, kuştin û buxtan kirin bi pirosesa
azadîxwaziya neteweyên Îranê, serkut bikin û domê bidin hikûmeta zulm û zoriyê.
Eva hizreke kevin e ku ji bilî rê û çareyên pêşîn ku heya niha ne tenê di Îranê
de, belkî li welatên derdor û seranserê cîhanê de bêencam maye, tu hizr û rêyek
din ji bo çareserkirina pirsê nahê bîra wan. Ditirsin ji parvebûna Îranê, lê
şûna vê çendê ku bifikirin çi rêyekê peyda bikin û çi rêçareyekê pêşniyar bikin
ji bo ku Îran rastî dabeşbûnê nehê, divegerin serdemê borî, anku tu rêyeke wan
tu nine ji bo serdemê niha, bê guman him di Îranê û him li her ciheke din de, ev
hizra wan dê bêencam bimîne û ser nakeve. Ji ber ku guhertin bi ser cîhanê de
hatiye, heke pêşde xelk teslîmê serkut û tund û tûjiyê dibû û deng jê der
nediket, hişyariya neteweyî ya parek ji xelkê di asteke bilind de nebû û Komara
Îslamî ya Îranê û hikûmetên pêşîn dikarin bi hin dirûşm û gotinan wan bixapînin,
niha devran guheriye, devrana pêywendî (ragihandin) a bilez kelebîn e, xelk li
hemû guhertinên cîhanê agehdar in. Ku xelkê Îranê nemaze gelê Kurd li Kurdistana
Îranê de jî tevî wan in. Xelkê kurd dizanin ku çi sitemek derheq wan de tê
kirin, dizanin dost û dijminê wan kê ne, ji ber wê çendê jî li rewşa heyîn
nerazî ne û nabe dom pê bihê dan. Di bersiva pirsiyarên pêşîn de min got ku
kurdên Îranê ev yek eyan kirine ku li hember serkut û tund û tûjiyê de teslîm
nabin, belkî dê xebata xwe bidomînin.
Li hember wê destekê de, desteyeke
din jî heye ku tevî wê çendê ku em bibêjin hizra yekparçemayîna Îranê heye û
nigeran in ku Îran bihê parvekirin, desttêverdadana bîhanî û hin pirsên din weke
hişyariya netweyî û bi giştî dizanin ku xelk vê rewşê qebûl nake, di vê fikrê de
ne ku çi rê û çareyeke din peyda bikin. Ev di nava rêxistinên opozîsyonê,
neteweyên Îranê, heta di hindurê Îranê û parek ji dem û dezgehên hikûmetê de jî
hene, lê di rastî de parek ji wan heta niha jî nevêrin wan pirsan bas bikin. Bi
qasê ku ez agehdar im di Îranê de aliyê kêm du sal e ku pirsa Federalîzmê heye û
ketiye holê, heke şaş nebim du salan berî niha bû yekem car nûnerên neteweyên
Îranê yên Kurd, Azerî û hin neteweyên din li Zanîngeha Zencanê de civiyan û di
dormêzeke eşkere de bas ji pirsa federalîzmê û mafê neteweyan kirin. Piştre
hinek ronakbîrên Îranê niha li ser vê pirsê bas dikin, weke rê û çareyekê ji bo
ku bikarin Îranê bi awyeke yekparçe rabigirin û rê û çareyekê ji bo ku bikarin
Îranê awayeke yekparçe rabigirin û di rewşa ku niha tê de ye, rizgar bikin. Di
vê derheqê de eva ku we îşare pê kir rast e, hizra nû û nûxwaziyê ramana serdem
ji bo peydakirina rêyên çareseriya kirîz û dorpêçên ku Komara Îslamî ya Îranê
ketiye nav de, ji bo rizgarbûn li rewşa han, hizra nû, rêçareyeke nû heye û ew
jî pejirandina mafê netweyên Îranê ye di sîstemeke Demokratîk de, lê aliyên
kevneperest di hizra şer û serkutkirina zêdetir de ne ku Komara Îslamî ya Îranê,
çepgira serberedayî û Îslama Tundrew di vê çarçoveyê de cih digirin. Ez bi xwe
li ser wê baweriyê me ku hizra kevin mehkûm bi ji nav çûnê ye û dê ji holê rabe.
Kêm û zêde tecrûbeya welatên derdorê bi awayeke eşkere ew yek ji me re eyan
kiriye û di rastî de kevneperestên Îranê e bivêt li vê rewşê şîretan
wergirtiban. Encama herî zindî rewşa Kurdên Îraqê bû, hemû dizanin ku di salên
derbasbûyî de çawan rastî enfal, jînosayd, kêmyabaran û wêrankirina bajar û
gundan hatibûn û bi hezaran tekoşerên wan hatin kuştin yan jî di binê zîndanan
de rizîn, lê berhema wê yekê bû neman û ji navçûna rejîmê. Li Efxanistanê,
seranserê herêmê û welatên herêma Kendava Fars de jî tê dîtin ku çawan hizra
dengdanê jinan re hatiye dan û dikarin beşdarî hilbijartinan bin, renge eva
pêvajoyeke hêdî û li serxwe be, lê dide xuyakirin ku hizra nû hêdî hêdî li ser
hizra kevin zal dibe. Mixabin kevneperestên Îranê bi tu awayekê neamade ne
rastiyan bibînin. Bi hizra minn pirosêsa ku ew pêşniyar dikin mehkûmê têkçûnê
ye. Xelkê Îranê dê bi ser keve û li gor xwestekên xwe dê hikûmetê ava bikin û
her wek berê û bi hikmê dîrokê, kevneperst mehkûm bi ji navçûnê. Ji ber ku
serdem, mirov, hewcehî û di encam de rêyên çareserkirinê jî guhertin bi ser de
hatiye. Nabe hizra sed salan berî niha bînî û çareseriya daxwazên xelkê pê bikî,
heke ev kar bihê kirin, berhema wê rewşek e ku di Komara Îslamî ya Îranê de
çêbûye. Komara Îslamî bi xwe jî baş agehdar e û dizane rastî kirîz û dorpêçan
bûye û nikare çareser bike.
Kekê Mistefa, renge pirsyara min a
niha hinekê li mijara Konferansa me dûr bikeve, lê yek ji wan pirsan e ku îro bi
rastî ciwanên Îranê ji dest wê dinalin. Îtiyadê bi awayekî berfireh di nava
ciwanên Îranê de cih girtiye, anko em dikarin bibêjin li Kurdistanê de bi giştî,
radeyeke zaf ciwan tûşî vê berçaviyê bûne, cenabê te weke Sekreterê Giştî yê PDK
Îranê ku ji gelê Kurd li Kurdistana Îranê re partiyeke pêşeng e, di wê derbarê
de çi bîr û rayek heye?
Ev
berçaviya ku we niha qala wê kir, ji bo me û hemû xelkê Kurd û Îranê cihê kul û
heyfê ye, ji ber ku dema bas li pirsa îtiyadê tê kirin, ji vê çendê ku hejmareke
berçav ciwanên kurd pê ve dinalin, warê nerihetî û dilêşiyê hemû kesê digre. Her
ciwaneke Kurd di malbatekê de motad dibe, hemû malbat jî pê re mijûl û nerihet
e. Lewre em dikarin, bibêjin ku beşeke yekcar zaf ji nifûsa Îranê û Kurdistana
Îranê bi vî awayî bendewarê pirsa îtiyadê ne û ji ber dinalin ku heta niha jî
nekarîne ji radeya vê êş û janê kêm bikin, belkî mixabin li hin cihan de ev êş
û jan berfirehtir jî bûye. Eva vedigere ser wan piresgirêkan ku hebûna Komara
Îslamî ya Îranê ji xelkê re pêk anîne. Pirsa îtiyadê jî weke pirsên bêkariyê,
gendeliyê û gelek derdên din di civakê de netîce û encama rasterast ya Komara
Îslamî li Îranê de ye. Em nikarin vê pirsê bawer bikin ku heta Komara Îsalamî di
Îranê de xwedî desthilatê be, bikarin pirsa îtiyadê di Îran û Kurdistanê de
çareser bikin. Ji ber ku sebebê wan berçaviyane Komara Îslamî ye. Weke min di
bersiva pirsyara pêşîn de îşare pê kir, sîstemeke kevin û paşvemayî ye ku tu
rêyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt tu nine û roj bo rojê kirîz zêdetir
dibin. Heke hikûmeta han dom hebe, divêt ku di rojên pêşde em çavnihêrê kirîzên
din jî bin ku damana xelkê Îranê û Kurdistanê digirin. Lewma ez rê û çareya
bingehîn wiha dibînim ku tev gelê Îranê û Kurdistanê yek bigirin ji bo
veguhertina hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê û avakirina hikûmetekê ku hilbijartî
û dilxwazê xelkê be. Ji bo ku bikare derdê xelkê çareser bike. Bi raya min eva
baştirîn û rêya herî mimkin e û xêncî vê tu rêyeke din ez bi rast nizanim.
Peyama we ji ciwanan re çi ye?
Tenê
ez dikarim spasya kar û xebata wan li Kurdistanê de bikim û ji wan re bibêjim
her bijin ku li hember Komara Îslamî ya Îranê de wiha xebatê didomînin. Ez bawer
im ku wan rêya rast girtine pêşiya xwe, rêya çareseriyeke şaristanî û hemdem
girtine beriya xwe. Bi raya min parek ji wê xebata ciwanan vedigere ser wan
rêyên çareseriyê ku me di pirsyara berê de qala wan kir, ev jî gihîştin e bi vê
baweriyê ku bi hebûna Komara Îslamî derd û elemên ciwanan bi dawî nahên. Lewma
yê dest avêtine xebatekê ku mil bi milê PDK Îranê û xebatkarên din yên gelê Kurd
li Kurdistana Îranê de ku bikarin ji bo guhertina Komara Îslamî di civaka Îranê
de bi bandor bin.
Ez pêşniyar dikim ku berdewam bin
li ser rêya xwe. Her weke berê ku li serkutkirina Komara Îslamî netirsiyane,
dîsan netirs û payedar bimînin û me hemûyan dê bigihîjine wê çarenivîsê ku em
dixwazin bi xwe diyarî bikin.
Rêzdar Hicrî, her wek di bersiva
kekê Mehdî, nûçegihanê Radyo Dengê Kurdistana Îranê de te îşare pê kir, welatên
Ewropa û Amerîkayê guhertin bi ser helwesta xwe li hember Îranê de anîne, lê em
dibînin bernameyên Etomî yên Îranê di asta navneteweyî de gelek cihê şik û
gumanê ne. Rexneyeke tund li ser endamên dayîmî yên Konseya Ewlekariya NY heye
ku ew helwesteke micid û yekgirtî li ser Komara Îslamî ya Îranê de nagirin, hûn
sedema vê çendê di çi de dibînin ku Rûsiya û Çîn tevî dewletên din hevdeng nabin
bo cezadana Komara Îslamî ku biryareke yekgirtî û yekdeng hebe?
Di pirsyarên berê de min îşare pê
kir ku li pirojeya Etomî de armanc bidestveanîna çekên Etomî ye û eva jî li
rastî de ji bo Ewropa, Amerîka û hemû cîhanê eşkere bûye ku cihê tirsê ye û lê
ditirsin. Lewma jî derheq vê pirsê ne xemsar in û ev bizava yekdest ku niha YE’ê
tevî Çîn û Rûsiyayê, hemû bi hev re ji Komara Îslamî dixwazin ku dest ji
pirojeyên Etomî yên xwe berde, ji wan metirsiyane tê çareser kirin. Ez bawer im
tişteke gelek aqilane ye ku hemû bi hev re xebatê bikin ji bo ku Komara Îslamî
li rêya diyalog û gotûbêjê de bihê ser vê baweriyê û dest ji pirojeya han berde,
heta ku bikare ji wan îmtiyazan ku YE’ê pêşniyar kirine, behrê werbigire. Ji ber
ku heya rêya diyalogê hebe, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, tund û tûjiyê ne
aqilane ye. Bi hizra min Ewropa û Rûsiya û Çîn jî li pirosêsa han de heta dawiyê
dê tevî Amerîkayê bin. Ji ber vê çendê ku hemû ew rêyên ku hêvîdar in dê
bikarin dli rêya gotûbêjê de pirsa han çareser bikin, bicerbînin. Lê ez ne bawer
im piştî ceribandina hemûyan, heke Komara Îslamî bersiva nerênî bide ku bi hizra
min bersiv her NA ye, her wiha dest li ser destê hev danên û tu karekê
nekin.
Kekê Mistefa, her weke we bas
kir, analîza te eva ye ku Komara Îslamî bê guman dengeke nerênî dê bide bersiva
civaka navneteweyî. Heke bihê dewleta Îranê ji aliyê dewletên mezin yên cîhanê û
NY bikeve ber dorpêçkirin yan hisara aborî, siyasî û heta qala êrîşa leşkerî jî
heye, helwesta we weke PDK Îranê di vê derheqê de çî ye?
Tişteke
xwezayî ye ku em tevî çi cure dorpêçkirinekê de ninin ku zextê li ser gelê Îranê
jî vê hindê ku heya zêdetir bike, belku her zextek hebe, divêt bikeve ser milê
Komara Îslamî, di vê derheqê de ez her vê hindê dizanim ku Ewropa û Amerîka
mijûlê lêkolîn û lihevdanê ne ku heke Komara Îslamî bersiva nerênî bide, ew çi
bikin. Heke dorpêçkirina aborî dikin, çi bikin ku zext nekeve ser xelkê Îranê.
Eva aliyeke pirsê ye û aliyê din jî êrîşa leşkerî ye ku di rastî de min hest pê
nekiriye ku derkeve holê, ji ber ku êrîşa leşkerî pirsgirêkên zaf him ji bo
hêzên bîhanî ku heke êrîşê bikin, him ji xelkê Îranê re pêk tîne.
Birêz Hicrî, em careke din sipasiya
te dikin ku te dema xwe da me û di vê Konferansa çapemeniyê de beşdar bûyî.
Ez jî gelek sipasiya we dikim ji bo
amadebûna we di vê hevpeyvînê de.
|