Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Bi Hinceta 61’emîn Salvegera Avakirina PDK Îranê, Hevpeyvînek Bi Rêzdar Elî Mêhrperwer, Endamê Deftera Siyasî Ya Partiyê

 

 Hevpeyvîn:Elî Budaxî

 Werger: Selîm Zencîrî

Rêzdar Elî Mêhrperwer:

 “SİYASETA RAST Û DİRUST, DÛRBÎNÎ Û BERHEVDANA DİRUST A BÛYERAN, ŞOREŞVANÎ Û FÎDAKARÎ, BERXWEDANÎ Û BERDEWAMBÛN, PARASTİNA SERXWEBÛNÊ Û Bİ XWE Û

  GELÊ XWE JI TAYBETMENDÎ ÊN BERBIÇAW PDK ÎRANÊ NE”

 

 Destpêk:

 “25’ê Gelawêja 1385’ê Rojî(16.08.2006’an), hilbûna 61’emîn mûma temenê PDK Îranê bû. Partiyek ku 61 salan berî niha di vê rojê de li ser destê Pêşewayê nemir Qazî Mihemed û hevbîrên xwe ve hate avakirina û 61 sal e ku li meydana xebata siayî a neteweya Kurd de ye û îro rojê bi karnameya tejî ji destkewt û pir ji şanazî, partiya siyasî ya herî xweştevî û gelî ya Rojhilata Kurdistanê  ye.

 

 Bi hinceta salvegera avakirina PDK Îranê, 61 sal xebat û berxwedanî, 61 sal cangorîtî û fidakariya şoreşvanên vê partiyê û borîna gelek kosp û astengan li heyamê jiyê pir ji şanazî a PDK Îranê, me hevpeyvînek bi birêz Elî Mêhrperwer, endamê Deftera Siaysî a PDK Îranê re pêk anî ku li jêr de dikeve ber çavên we xwendevanên hêja.

 

 Li dîtingeha cenabê te ve, pêwîstiyên dîrokî yên avakirina PDK Îranê di wê qonax û serdema nazik û hestyar a xebata neteweya me de  çi bûn û hûn çawa pênase dikin?

 Berî her tiştekê hewce ye em îşarê bi xalekê bikin, ew jî eva ye ku ji bo şirove û analîz kirina bûyereke 61 salan berî niha, divêt xwendin û analîza me li gor pîvan û mercên wê demê û bi liberçavgirtina rewşa siyasî, aborî û çandî ya wê serdemê be. Wekî em dizanin hebûna hest û şiyariya neteweyî û azadîxwaziyê di nava neteweyên Îranê û yek ji wan gelê Kurd di wê serdemê de xuya û berçav bû. Ew seh û hest li bîr û hizra takên wê demê de pêka xwendin, nexwendewarî, bajar û gundîtî, eşîret û ne eşîretî di holê de bû. Tiştek siroştî ye ku ji bo yekxistina wan xwast û karînan, hewce bû ku rêxistinek derkeve holê. Hebûna rêxistinek serbixwe ku di nava hinavên civaka wê demê de hatiba avakirin û hilgirê payamek rohn ji bo çareserkirina pirsa neteweyî û cihgirkirina azadî û demokrasiyê biba, hewcehî bi rewş û zirûfek jêhat a siyasî hebû. Desthilatdariya wê demê ya Îranê jî weke niha desthilateke zorxwaz û dîktator bû, lê piştî wê ku bi sedema şerê duhem yê cîhanî û bûyerên têkildar bi wî şerî di Îranê de, li herêmên cur bi cur piştî li ser kar hilgirtina Reza Şah, valahî, qelsî û lawazbûna kontrola dewletê derkete rojevê  ku ev valahî û lawaziya desthilata navîn di Kurdistanê de zeq û berçawtir bû. Lawazbûna desthilata tepeserker jî bi vê wateyê ye ku xelk bikarin bi azadî bêhnê hilkêşin. Di rewş û zirûfeke siyasî û nêzîk bi dawiya şer de bû ku partiya demokrat li ser bingeh û binyatên Komeleya “J_K” hate avakirin ku wê demê pirogramên Parta Demokrat a Kurdistana Îranê tevî rewşa siyasî a hakim bi ser deverê de hevahengî hebû ku him wwast û daxwazên neteweyî yên gelê  Kurd têde cih girtibûn, him jî edaleta civakî pêşçav bû, herweha azadî û demokrasî jî di bernameya xwe de cih dabûn. Bêtir ji wan jî, armancên wê partiyê weke partiyeke nûjen û hevaheng ligel rastiyên civakê û zirûfa siyasî a deverê de li hev dihatin.

 PDK Îranê 61 sal temenê pir ji şanazî û xebata berdewam heye, gelek kosp û asteng, arîşe û pirsgirêk, evraz û nişîv bihorandine, hûn xesyetên herî berbiçav yan jî em bibêjin taybetmendiyên mezin û berbiçav ên PDK Îranê di çi de dibînin?

 Berî her tiştekê her partî û rêxistinek, bi bername û pêrewa hundirîn a xwe ve tê pênasekirin, ew programe nîşan dide ku endamên vê partiyê li dû çi de digerin û di pêxema wê de xebatê dikin. Ji bilî wê jî xelk heya çi qasekê xwast û hêviyên xwe di programa vê partiyê de dibînin yan xwestikên wan çiqas di bernameya partiyê de reng vedide, ew partî ji aliyê xelkê ve tê hebandin û qebûlkirin. Diyar e tenê hebûna programê, herçend ku nîşanderê xwestikên gel jî be, nikare piştevaniya xelkê bi tevahî bo aliyê xwe rabikîşîne. Taktîkên vê partiyê, rastbêjî û rastiyên vê partiyê, fidakarî û cangorîtiya rêber û endamên wê di rêya armancên partiyê û xelkê de, siyaseta rast û dirust, dûrbînî û şirove û berhevdana dirust ji bûyeran û destnîşankirina helwêsta dirust û bi cî li  hemberî bûyeran de, micidî û ser şornekirin, parastina serxwebûnê û piştrastbûn bi xwe û gelê xwe, bilind nirxandina berjewendiyên gelê xwe li serweyî berjewendiyên xwe û ... bi dehan xesyet û taybetmendiyên din dikar e cî û pêgeya partiyê yan her rêxistineke din di nava xelkê de qahîm û xurt bike bi parek ji jiyana xelkê. Min jêve ye ku PDK Îranê xwediyê wan taybetmendiyane ye ku min li jor de îşareta parek ji wan kir. Lewre niha jî ew partiye di nava xelkê Kurdistanê de rêz û hurmeteke taybet heye û xelk jî hizbê bi bingeheke bihêz a tevgera Kurdî dizanin.

 

 PDK Îranê di destpêka avabûna xwe de gaziya çareseriya pirsa neteweyî û demokrasiyê dike û 61 sale e di pêxema wan du armancên sereke de xebatê dike. Pirsyara min eva ye ku PDK Îranê çiqas kariye cehdê ji bo cihgîrkirina demokrasiyê bide? Heya çiqasekê kariye di pêxema misogerkirina mafên neteweyî yên neteweya Kurd de gavan pavêje?

 PDK Îranê ji dema ku pê avêtiye qada siyasetê di pêxema bidestveanîna wan armancane de xebatê dike. Ji bilî mideheke kurt li serdemê Komara Kurdistanê û çend salan piştî hiloşîna Rejîma Şah û avabûna Komara Îslamî a Îranê, mixabin partiya me fersend û delîveya kar û xebat û erkê rêveberî li hundirê welat de jêre pêş nehatiye. Em dikarin bibêjin ku di serdemê Komarê de, PDK Îranê karnameyeke ronak û geş derheq berçawgirtina demokrasiyê ji bo xwe tomar kiriye û bi yek ji şanaziyên vê partiyê tê hejmartin, ku take partiya siyasî a serdemê Komarê bûye.

 Bo pirsa neteweyî jî dimîne ser vê çendê ku rejîmên desthilatdar bi ser Îranê de xwe bidin ber dabînkirina mafên neteweyî yên qalên Îranê û yek ji wan jî neteweya Kurd. Di vê derheqê de mixabin niha jî rejîmên desthilatdar, mafên neteweyî bi wî awayî ku gelên Îranê bikarin çarenivîsa xwe bidest bigirin, ji wan gelan re misoger nekiriye. Lê cehd û tekoşîna partiyê, rijd bûna partiyê li ser daxwazên xwe û ... kariye hesta neteweyî û bawerî bi demokrasiyê di nava  gelê Kurd de bibe jor û alîkariyê bi xwenasîna bêtir a xelkê li ser maf û azadiyên xwe bide. Niha pirsa mafê neteweyî û azadî û demokrasiyê ne tenê ji aliyê xelkê Kurd ve peyvên ne biyanî ne belkî weke mafên bê qeyd û şert di mejî û hizra xelkê de cih girtine. Di vê derheqê de em dikarin rola PDK Îranê bi nexşeke karîger bizanin û cî û pêgeha partiyê di civaka Kurdî de vê rastiyê diselmîne.

 

 13 kongire li midehê 61 sal xebat û berxwedanî di qada siyasî de , ew jî di devera pir kirîz û bi hest a cîhanê, anku di Rojhilata Navîn de, bi raya we hemû kongireyên partiyê di dema xwe de hatine girtin? Diyar e merema min şirove û berhevdana rewşa xebat û pêvajoya siyasî ye?

 Ger em wan du hijmarane, anku 13 kongire di midehê 61 salan de ji bo partiyeke siaysî bi hev re binirxînin eyan dibe ku ev 13 kongireye li gor temenê partiyê kêmtir ji wê radeyê ne ku diviya partiya me kongireyên xwe girtiban. Lê ger rewş û zirûfa siyasî a jiyana partiyê li berçav bigirin, ji me re derdikeve ku 13 kongire ne kêm in. Bi taybet ger em partiyê di serdemê Komara Îslamî de li berçav bigirin dê bibînin ku nêvinca wan salên ku partiyê têde kongireyên xwe birêve birine, dibe 2/8 salê yek kongirê. Di halekê de ku li serdemê Rejîma seltenetî ( paşayetî) de dibe her 11 sal kongireyek. Pêkanîn û girtina kongireyan di her partiyekê de dikare xaleke reform û guhertinê be ku kongireyên partiyê zaf caran ew taybetmendiyane hebûne.

 Bi her terzekê be birêvebirina kongireyan li gor yasayên pirograma hundirîn a partiyê, li berçav girtina  bingehên demokrasiyê ye û kareke bi cî ye. Ger em wê rewşa ku partiyê tê de jiyana siyasî a xwe bihorandiye, li berçav bigirin, diyar dibe ku girtina kongireyan li dem û çaxê xwe de nîşaneya hebûna demokrasiya navxweyî a vê partiyê ye. Her wekî li serê de jî îşare pê hate kirin, kongireyên partiyê di rewşa awarte de û gelek ji wan jî di sirgûn û tarawgeyê de û bi awayê nepenî û dûr ji Kurdistana Îranê de hatine girtin.

 Renge ev pirsyare derkeve holê ke gelo ew dûrbûna ji xelkê karîgerî û bandor di biryarên kongirê û helwestên partiyê ku zêdetir tevî rastiyên civaka Kurdistana Îranê hevterîb bin, tu nabe? Şik  û guman têde nine dûrketina rêveberiya partiyê ji çavkaniya sereke ya xwe ji bo her partî û rêxistinekê dikare bandor û karîgeriya nerênî hebe, lê bi xweşî ve ez dikarim bibêjim ku ji ber wê ku pêwendiya partiyê tevî xelkê Kurdistana Îranê û endam û alîgirên xwe di hundirê welat de neqetiya ye û her dom kiriye û aliyê nigatîv yê xwe gihîştiye aliyê kêm a xwe, herçend ku em nikarin bibêjin ku her nebûye, lê pir kêm bûye.

 Vir de îşare bi rola medya û ragihandinan û hêsan bûna pêwendiyan ev navber û valahiya kêm kiriye. Hebûna telefon, faks, E-mail û înternetê pir baş dikare vê valahiyê tejî bike û tevî hemû evane jî nabe haşa ji wê yekê bihê kirin ku dûrkertinê, aliyê selbî nine.

 

 Piştî 61 sal temenê PDK Îranê û di halekê de ku partiyê ew hemû qonaxane ji xebatê bihorandine û hêj nekariye armancên destpêkî yên xwe bidestve bîne. Hûn pêwendiya navbera partiyê û gelê Kurd di Rojhilatê Kurdistanê li qonaxa niha de çawa dinirxînin? Erk û rola partiyê di pêşerojê de çawa destnîşan dikin?

 Tevî wê ku ne PDK Îranê û ne jî gelê Kurd di Kurdistana Îranê de nekarîne bi armancên sereke yên xwe bigihîjin, lê herwek berê jî îşare pê hate kirin, gelê Kurd bi giştî û Kurd di Kurdistana Îranê de bi taybetî pişt ji  armanc û daxwazên xwe nekirine, kuştin û kuştar û tepeser kirina rejîmê jî ne tenê nebûye sedema temirîna hest û şiûra neteweyî, belkî yê bûne sedema geşekirina wê û di vê derheqê de jî PDK Îranê weke hayderekê di pêşvebirina vê prosesê de rola xwe lîstiye. Serbarê vê pirsê jî guhertina kûr û bingehîn di aştiya cîhanê de weke nemana şerê sar, hiloşîna Soviyeta berê, geşekrina pêvajoya pirsên neteweyî, demokrasî û serxwebûna gelek welatan piştî xilasbûna şerê sar. Zeq û berçavbûna pirsa kurd, bi giştî di Rojhilata Navîn û Kurd di Kurdistana Îraqê(Başûr) de hêviyeke zaf bi gelên bindest yên deverê daye ku Kurd girîngtirînê wan e û hêviya Kurdan di Kurdistana Îranê de jî li vê navberê de pir zêde ye.

 Ew reformên ku îşare bi wan re hate kirin, erk û wezîfeyek giringtir dixe stûyê partiyê, ew jî eva ye ku li destpêkirina 61’emîn sala temenê xwe de divêt bi bername û pirogramên jêhatîtir berbirûyê bûyeran bibe... û hevahengiyê tevî pêvajoya bûyeran de pêk bîne û helwestên dirust û azîn û bicî bigre, taktîk û bernameyên wiha hilbijêre û birêve bibe ku rengvedana xwast û daxwazên gelê xwe bin û herçiqas zûtir nêzîkî xelkê xwe bibe û bizava rizgarîxwaz a Kurd germ û gurtir bike.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 4’ê Gelawêja 1387’ê Rojî