Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Agahdarî

 

 Xelkê mafxwaz yê Kurdistanê!
Endam û alîgirên xebatkar ên PDK Îranê!
Her weke hûn dizanin, PDK Îranê weke rêber û rêkxerê tevgera neteweyî – demokratîk a Kurd li Rojhilatê Kurdistanê heta niha bi serbilindane 13 kongire lidar xistine û biryar girtiye ku îsal kongireya xwe a çardan pêk bîne. Bi armanca pêkanîna diyalog û gotûbêjek avaker ji bo her çiqas dewlemendtirkirina kongireya

çardan a Partiya Demokrat a Kurdistanê, Komîteya Amadekar a Kongireyê biryar girtiye lînk û cihek taybet ji bo kongireya çardan di malpera Kurdistanmedia.com’ê de ji bo belavkirina mijar û nivîsarên têkildar bi kongirê veke.

Em daxwazê dikin di nivîsîna mijaran de van xalên jêrîn berçav bigirin:
1. Mijar û babetên xwe bi Fayla WORD bişînin û di nivîsaran de, rastnivîsîna Kurdî bi tevahî berçav bigirin.
2. Ji pêşgotina dûr û dirêj xwe biparêzin û rastarast herin ser mijarê.
3. Demekê hûn rexneyê ji yek an çend bendên bername û pêrewa hundirîn digirin, benda pêşniyarkirî a xwe bas bikin.
4. Hindî we çê dibe, bila mijar kurt bin heta mifaha baştir ji wan bihê wergirtin.
5. Endam û alîgirên eşkere ên partiyê mijaran bi navê xwe binivîsin û endamên nepenî bi nasnav mijarên xwe bişînin.
6. Ew mijar û nivîsarên ku di malpereke din de hatine belavkirin, li ser malpera navendî a partiyê nahên belavkirin.

Têdîtin:
Tenê ew mijar tên weşandin ku ji bo vî navnîşanî hatibin hinartin:
info@kurdistanmedia.com


Komîteya Amadkar a Kongireya Çardehem a Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
27.04.2008

 

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 4’ê Gelawêja 1387’ê Rojî