Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Di Rê Û Resma Kule Çarşemiyê De, Di Navbera Xelk Û Hêzên Rejîmê De Pevçûn Derk Holê

 

Navenda Nûçeyan ya PDK Îranê da zanîn ku şeva 18.03.2008’an, xelkê bajarê Dêgulanê, bi hinceta birêvebirina rê û resma Kule Çarşemiyê û pêşwazîkirin ji Newrozê, demjimêr 17:30’ê deqîqeyan, hatine ser şeqamên sereke yên vî bajarî.

Xelkê bajarê Dêgulanê, bi hilkirina agir û gotina dirûşmên neteweyî, boneya han pîroz kirin.

Hêzên rejîmê ku nedikarîn xelkê kontrol bikin, neçar man ji bo parastina bank û navendên îdarî yên vî bajarî, daxwaza hatina “garda” taybet ji bajarê Qorwe bikin.

Di rê û resma han de ku heya demjimêr 20’ê şevê dom kir, di navbera xelk û hêzên rejîmê de pevçûn derket holê.   

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 20’ê Banemera 1387’ê Rojî