Roja 21.03.2008’an, hêzên
teperserker ên rejîma Sûriyê, li bajarê Qamişloyê, êrîş kirin ser beşdarên rê û
resma pîzorkirina cejna Newrozê û di encama êrîşa han de 3 kes hatin kuştin û 4
kes jî hatin birîndarkirin.
Navê 2 kesên kuştî Mihemed
Mehmûd Hesen û Mihemed Zirek Ebdulremezan e. Kesên birîndar bûyî jî
navhatî ne ji: Kerem Elyûsif,
Riyad Bavê Rêdûr, Mihyedîn
Fatime û Mihemed XêrFatime.
Kesên birîndarbûyî niha di
nxweşxaneyan de ne û hêzên rejîma Sûriyê îznê nadin ku tu kes wan bibîne.