|
Roja çarşem, 19.03.2008’an, rê û
resma cejna Newrozê, bi beşdariya birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê
PDK Îranê, endamên rêberî ên PDK Îranê, Kadro û Pêşmerge û malbatên wan, di
binkeya Deftera Siyasî a partiyê de hate lidarxistin.
Rê û resm bi sirûda “Emro jî Salî
Taze ye”(Îro jî sala nû ye), ji aliyê girûpa hunerî a YJDK Îranê ve destpê kir.
Piştre Mistefa Hicrî, peyama
newrozî a xwe pêşkêş kir.
Li doma rê û resmê de, Farûq
Soltanî, stranek pêşkêşî beşdaran kir.
Piştre hunermend Şervan ku
ji bajarê Wan li Bakûrê Kurdistanê ve beşdarî rê û resmê bibû, çend stranên xweş
pêşkêşî beşdarên rê û resmê kir.
Her wiha peyama du saziyên YJDK
Îranê û YCDK Îranê, bi hinceta cejna Nerwozê, ji aliyê xatûna Ronak Fatihî
ve hate xwendin.
Rê û resm bi pêşkêşkirina peyama
Kerîm Perwîzî, Sekreterê YXDK Îranê, bi hinceta serkevtina yekemîn kongireya
vê saziyê a bi navê RABÛN û her wiha bi hinceta hatina cejna Newrozê, dom kir.
Piştre agirê Newrozê ji aliyê
Mistefa Hicrî û keça şehîdekî ve hate hilkirin.
Rê û resma han di nava govend û
dîlana beşdaran de, bidawî hat. |