|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî rojnameya panzdehrojî ya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
7 Hevwelatiyên Kurd Bi Cezayê Zîndanê Hatin Mehkûmkirin
 |
Rêxistina Çalakên Mafê Mirovan li
Îranê da zanîn ku 7 hevwelatiyên Kurd li bajarê Bane bi salek cezayî zîndana
“tezîrî” û 2 saln zîndana “telîqî” hatim mehkûmkirin.
7 hevwelatiyên Kurd bi navên Sidîq
Emînnejad, Saman Resûliyan, Ebdulah Rencberî, Kawe Husênî, Mihemed Behramî,
Restigar Misgerî û Mihemedemîn Qadirî ku di |
|
xwenîşandanên sala 2005’an a bajarê
Bane de ji aliyê hêzên rejîma Komara Îslamî a Îranê ve hatibû girtin û piştre bi
dana rehînê serbest hatibûn berdan, roja 23.03.2008’an, ji aliyê dadgeha şoreşa
bajarê Sin ve bi buxtana têkdana ewlehiya neteweyî û beşdarîkirin di
xwenîşandanên neyasayî de, bi salek cezayî zîndana “tezîrî” û du salan cezayê
girtîgeha “telîqî” hatin mehkûmkirin.
Hêjayî gotinê ye ku xwenîşandana
bihara sala 2005’an a xelkê bajarê Bane, bona eyankirina nerazîbûnê li dijî
kuştina sê hevwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Komara Îslamî a Îranê hatibû
lidarxistin. |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|