Sê Hevwelatiyên Kurd Li Bajarê Serdeştê Hatin Girtin
Ajansa Nûçeyan a “mukriannews”ê da
zanîn ku sê hevwelatiyên Kurd bi navên Çiya Ebdulxanî, Kemal Xuknejad û Dilşad
Xizirdeştî ji aliyê hêzên ewlekarî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê ve li bajarê
Serdeştê hatin girtin û ber bi zîndanê hatin şandin.
Kesên han ku akinciyên bajarên
Seqiz û Mehabadê ne, nêzîkê
mehekê berî niha li bajarê Serdeştê,
bi buxtana hevkarîkirin tevî partiyek siyasî a dijberî rejîmê hatine girtin û
niha di girtîgeha Mehabadê de ne.