|
10 hevwelatiyên Kurd yên Başûrê Kurdistanê ku seba bezandina sînorên Îranê, her
yek ji wan bi 2 sal cezayê zîndanê hatibû mehkûmkirin, piştî 4 sal û 10 mehan di
girtîgehê de, bê hebûna tu sedemeke rohn hêj nahên azadkirin.
Rêxistina
Parastina Mafê Mirovan li Kurdistanê, di nûçeyekê de eşkere kir ku Ehmed Ebdula
Ehmed, Husên Ebdulkerîm, Mihemed Ezîz Ehmed, Amanc Ehmed Ebdula, Yasir Ebdula,
Muhsên Ebî Hesen, Şivan Haris, Zana Ebdulmihemed, Mihemed Ebdulmihemed û Ferhad
Cemal Reşîd, pitir ji 2 salan e tenê bi sûça bezandina sînorê Îranê, hatine
girtin û niha di girtîgeha Recayîşehra a bajarê Kerecê de ne. |