|
Tevî nêzîkbûn bi roja cîhanî a
karkeran, Fermanderê bajarê Sine, îzna birêvebirina rê û resma roja 1’ê Gulanê
nade karkeran.
Malpera “Akhbare-rooz” li ser zimanê
Tekîtiya Azad a Karkerên Îranê ragihand: Roja çarşem, 23.04.2008’an, berpirsên
Yekîtiya Azad a Karkerên Îranê bona wergirtina bersiva daxwaza vê Yekîtiyê,
derheq dana îzna birêvebirina rê û resma Roja Cîhanî a Karkeran, serdana
Fermandariya bajarê Sine kirin. Lê Fermandarê Sine amade nebû ku hevdîtinê tevî
wan pêk bîne û wan bibîne.
Cîgirê Siyasî yê Fermandarê jî
berpirsên Yekîtiya han agadar kir ku bi tu awayekî îzna pêkanîna rê û resma han
nahê dan.
Berpirsên Yekîtiya Azad a Karkerên
Îranê, serbarê tekezkirin li ser mafê xwe yê berheq, bona birêvebirina rê û
resma 1’ê Gulanê, Cîgirê Siyasî yê Fermandarê Sine afadar kirine ku dê vê rê û
resmê birêvebibin û ger pirsgirêk were pêş, berpirsiyetiya wê li stûyê
Fermandarê Sine ye. |