|
Navenda Nûçeyan ya PDK Îranê da zanîn ku roja 24.04.2008’an, bi hinceta 110’mîn
salvegera Rojnamevaniya Kurdî, ji aliyê civata çandî – wêjeyî a "Peyv"ê li
bajarê Seqizê, şevbêrka helbestan hate lidarxistin.
Di vê şevbêrêkê de pitir ji 20 helbestvan û nivîskarên bajarê Seqiz, Bane, Bokan
û her wiha hejmarek ji evîndarên helbest û wêjeya Kurdî beşdar bûn.
Helbestvanên weke Seîd Necarî(Aso), Kerîm Dafiî, Omer Farûqî, Emîn Gerdîgilanî û
wd… helbestên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha çend parçe muzîk û stran ji aliyê hunermendên beşdar ve pêkêşî beşdaran
hatin kirin. |