|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî rojnameya panzdehrojî ya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
Dîsan
Parlemana Ewopayê Binpêkirina Mafê Mirovan Li Îranê Mehkûm Kir
 |
Nûnerên Endam li Parlemana Eropayê, di daxuyaniyekê de serbarê eyankirina
nigeraniya xwe ji xurtbûna îdaman di Îranê de, pêşwazî ji azadkirina Xedîce
Muqedem, çalaka mafê jinan û betalkirina biryara kevirbarankirina Mukereme
Îbrahîmî kirin.
Nûnerên Parlemana Ewropayê di doma daxuyaniya han de, |
|
tepeserkirina çalakên sivîl bo mînak, tekoşerên mafê jinan û yek ji wan
birêvebirina Kampayna Yek Milyo Wajoyan, mehkûm dike û daxwazê ji rejîma Komara
Îslamî a Îranê dike yasayên ku ferq û
cudahiyan di civaka Îranê de pêk tînin, bide betalkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de, daxwaz ji Konse û Komîsaryaya Ewropayê hatiye kirin ku
çavdêriyê li ser mafê mirovan di Îranê de bikin û heya dawiya sala 2008’an, di
vê derheqê de raporekê ji bo Parlemana Ewropayê amade bikin. |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|